Yekemîn xelatên nivîsbariya kurdî
Nivîsbarî niha li cîhanê sektora herî dewlemend e. Li tevahiya cîhanê şîrket û dezgeyên nivîsbariyê bi dewlemendiya xwe tên nasîn. Bill Gates ê navdar, ku xwediyê Microsoftê ye, jixwe ji ber vê yekê dewlemendtirîn mirov e li cîhanê.
Nivîsbarî, karê nivîsandina bernameyên komputerê ye. Komputer jî bi serê xwe cîhanek e. Êdî ji zarokan heta kesê lingekî wan di gorê de, her kes li ser komputerê xwedî pêdiviyekê ye. Dibe ku gotina “kapîtalîzm pêdiviyên nû ji mirovan re çêdike û pê qezenc dike” bête hişê we. Lê ev ne dîtineke rast e. Divê em baş bibînin ku em jî bi vî amûrî dikarin bigihîjin hin armancên xwe. Lewre ev amûr jiyanê hêsantir dike.
Nivîsbariya kurdî bi zimanê kurdî ye. Bernameyeke ku ji aliyê kurdekî ve hatibe amadekirin û zimanê wê ne bi kurdî be, ew bername wekî bernameyeke kanîkurd nikare bête dîtin. Tew nivîsbariyeke ku ne li ser bingeha kurdî hatibe avakirin, qet nikare wekî nivîsbariyeke kanîkurd bête pejirandin.
Bi hezaran kurdên ku nivîsbarî xwendine hene. Li zanîngehan beşa nivîsbariyê ji du salan heta çar salan heye. Lê vê beşê li Tirkiyeyê û heta li Rojhilata Navîn bala gel nekişandiye. Bi piranî ji aliyê Ewropa ve tê bi pêşxistin û mirov dikare Amerîkayê îro wekî bavê vî karî bibîne. Kurdên ku nivîsbariyê dizanin jî, mixabin têkiliyekê di navbera vî karî û kurdîtiyê de nabînin. Lewre nivîsbarî bi tenê wekî deriyekî qezencê tê dîtin.
Ji ber ku armanc qezenc e, ji ber ku bazara kurdî jî nîn e, kîjan kurdê ku rahişte komputerê pêşî bernameyeke biyanî lê bar kir. Hem PC hem jî MEC, hem Windows hem jî Linux.
Û komputer jî, telefonên destan jî (ew jî nivîsbariyan bi kar tînin), digitalên televizyonan jî, wênekêşên digital jî û hîn bi dehan cureyên din ên teknolojîk bûn qada asîmîlasyona gelên paşdemayî. Kurd û gelên wekî kurdan di nav vê toza teknolojiyê de hindik hindik dihelin û winda dibin.
Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman ku di 17ê berfanbara 2005an de hatiye avakirin û hêj du mehên xwe ya yekem dadigire, li ser çareya vê pirsgirêkê hatiye avakirin. Ew yekemîn komele ye ku di vî warî de bi armanca lêkolîn, pêşxistin û perwerdeyê hatiye vekirin. Komeleyê di meha xwe ya yekem de bi weşana Kovara Pc Kurd cidiyeta xwe jî diyar kir.
Komeleya ku bi kinayî jê re Karger tê gotin, ji bo sala 2006an Xelatên Nivîsbariya Kurdî belav dike. Kesên ku nivîsbarî nivîsandibin dê bernameyên xwe û agahiyên bikaranîna wan bidine komeleyê û ji bo xelatê bibine berendam. Cudahiyek van xelatan jî ew e ku xelat dê xelateke aborî be jî. Komele niha hewl dide ku vê xelata aborî di hejmareke bilind de bide.
Armanc li vir belî ye: Balkişandina ser nivîsbariya kurdî, wergerên bernameyan û avakirina bazarê ji bo kurdî. Ji bo vê bazarê îro Başûrê Kurdistanê hebe jî li wir bername bêhtir bi îngilîzî ne û bi erebî ne. Her wisa rewşa alfabeyê jî ne belî ye. Ji ber vê yekê şîrketên mezin niha biryarê nadin ku kurdî jî bixin nav zimanê bernameya xwe. Mînak Google bi tîpên erebî û kurdî derket. Lê bi milyonan kurdên bakûr nikarin bi kar bînin. Ev muhafezekariya tîpên erebî jî ev çend sal e ku li başûr pêşiya vê yekê digire.
Pêşketina nivîsbariya kurdî dê bibe pêşketina weşangerî, rojnamegerî, nûçegihanî, malpersazî û hêsaniya gelek xebatên din.