Yekîtiya netewî!
Dive di destpêkê de vekirî bêjim rewaşa heyî ya partiyên siyasî li Başurê Kurdistanê, bi taybet yên li desthilatê ne û hin partiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê dema ji wan re qala yekîtiya netewî bike, wê hezara caran bipîvin ka gelo berjweniyên aborî, siyasî yê malbetî, şexsî û navçeyî ji bo wan tê de heye an na? Wê yêkêtiya netewî çi zirarê bide wan? Çi berpirsiyara bixe ser milê wan?
Lê ji ber ku bi rastî jî herêm bi giştî û bi taybetî Kurdistan di qonaxeke dîrokî û hestiyar re derbas dibe û ev rewşa heyî li hemû beşên Kurdistanê heya xaneya herî dawî ya rih, beden û derûniya jiyana civakê ya aborî, siyasî û civakê ferd bi ferd bandor kiriye, nikarin ji bo konfransê netewî bibêjin na.
Lê wê çi bibêjin? Em pir xelyaperest nebin û texmîn dikim û wê çi bibêjin. Wê bibin-bînin û bi îfadeyên glover; “yekêtî netewî û kongereya netewî xizmetê Kurdan dike, em jî bi girêdana konfernsa netewî re ne, dema girêdana konfransa netewî hatiye û heta pir direnge bûye jî“ û hwd.
Eger partiyên siyasî mîna civakê heya xaneya dawî ya rih û bendê wan hem bi vê felaketa heyî û hem jî bi vê derfeta dîrokî li Rojhelata Navîn û Kurdistanê de hîs nekin û bandor nebin, gotinên mîna konfransê netewî û yekîtiya netewî wê bi gohê wan xweş were lê gavên piratîkî jî wê xeyal be. Dikarn ji bo gotina Perlemantareke jin ku qaşo bêrêzî bi pêşmerge kiriye hejmarek ji civakê daxen qadan -tevî ku gel zêde bersivê wan jî nede- lê bi xwe jî di rewşa herî xerab û bi aloziya Başurê Kurdistanê de ne cidî û lamûbalat tev bigerin. Ji bo rayedarên Başurê Kurdistanê wer xûya dike ku kêr hîn jî negahiye ser hestî. Partiyên siyasî yên al, kursî, pere û sermaye ji jiyana civakê û mirov grîngtir bibînin, zehmete yekîtiya netewî fahm bikin. Yekîtiya netewî hawcedariyê wê bi zihniyetê heye ku rewşa xwe nas bike, analîz bike, ji hemû aliyên civaknasî, siyasî, aborî û heta derûnî gavan bavêjê. Hin partiyên siyasî eger nûqî berjewendiyên xwe yên malbetî, herêmî û şexsî nebûna wê dagîrkerên Kurdistanê baş nas bikirana. Mîna Perlementerêkî HDP’ê got; “Îro Erdogan dixwazê Bakûr bike taştê, eger Bakûr bibe taştê, wê rojava bibe firavîn û Başûr jî bibe şîv”.
Gelo partiyên siyasî yên Başurê Kurdistanê dizanin kû wê bibin şîv ji bo Erdogan? Ez rastî bibêjim baştire ku xwe bixepînim, nexêr ez ne bawerim û jê wêdetir AKP hîna jî weke dost dibînin. Kes xwe nexepîne û rewşa heyî li Baxdadê weke her tişt baş diçe nebîne. Û li hemberî hev bikar neyîne, dîrok ji me re dibêjê, “dema Bexdadê xûrt bibe tişta yekemîn ya bike wê dest daynê ser destkeftiyên Kurdan.”
Girêdana wan ya bi aboriya Tirkiyeyê re û berjwendiyên wan hebin jî dikarin hinek dersê ji Ewropiyan bigirin. Di konferansa 13. ya “Kurd, Tirkiye û Kirîza Rojhilata Navîn“ a li perlemana Ewrûpayê de tenê rexneyê cidî li siyaseta AKP û Erdoganê, mîna hemû konfransên berê li ser mijarên azadiya xwe îfadekirinê, mafê mirovan, çapemenî û hin mijarên din de hatin, lê hin kesayetî, şîrovekar û nûnerên saziyên Emerîkî û Ewropî ên xwedî bandor, bi zimanêkî vekirî li ser rewşa Tirkiyeyê şiyarî dan û rewşa faşîzimê ya Erdogan bilêvkirin. Kûrd ên bi sala ye vê rewşê tênin ziman lê ya wan neçar dike vê rastiyê bêjin dû tiştin. Ya yekemîn: Xerabûn û îflasa aboriya Tirkiyeyêe ku di bûhayê lîreya Tirk de xwe dide der ku demarê wan raste raste elaqedar dike. Ji bo wê jî ba ku ev rewş ji bo partiyên Başurê Kurdistanê bibe dersek piranî nêrîna Ewropiyan rewşa heyî li Tirkiyeyê weke rewşeke talûke ji bo welatên Ewropa jî tê dîtin. Ev talûke bi niqaşên li ser rewşa ewlekariya li ser Rêber Ocalan wer xûya dike hîn jî xerabtir bibe. Li hevkirina AKP-MHP tê wataya pêşeroje reştir ji bo Tirkiye. Teqînên herî dawî li Stanbolê îşareteke ku her talûkeke li ser jiyana Rêber Ocalan wê Tirkiye ber bi kîjan rewşê bibe. Ji sala 1999’an wêdetir jî wê rewşek biafire. Ya em niha weke bertek dibînin ji rewşa wê demê girantir û cidîtir bibe.
Partiyên siyasî ya van bûyeran bi hev re girêdayî nebînin ne xwe, ne dîroka xwe, ne Kurd û ne jî Kûrdistanê nas dikin. Konfransê netewî û yekîtiya netewî pêdiviyeke ji nan, av û hewayê ji bo Kurdan pêwiste. Yên fahm nekin nikarin vê pêdivêyê bi bersivînin. Ji bo fahmkirinê divê hinek xwe rexene bikin û ji rewşa heyî derkevin. Ne gel û ne jî xwe nexepînîn. Dema Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bangewazî ji bo yekêtiya netewî û pêdiviya girêdana konfransa netewî dike, rewş di astêkê de ye ku tenê bi bersiva devkî û erênî dîtin, divê bes neye dîtin. Ji ber ku îro Kurdistan li benda gavên piratîkî yên hemû partiyên siyasî û kesayetan e.