Yezdanê Bedewiyê
Çemê Feratê dîsa hilor ketibû, bi humegum di nava dilê Rihayê de şolî diherikî. Pêlên har peravên xwe digezand, parî parî dadiqurtand. Bîşengên derdorê ji tirsa qutifîbûn ku wan jî dabielîne. Hinek darên xurma heya nêvî di nav de bêhnfetiskî bûbûn hawar hawara wan digiha taqê ezmanan. Baxçeyên dibistana fîstan spiyan ên li perê çem heya nêvî di nava avê de gewimîbû nola keştiyek belek dixuya. Çend sîsalkên gurî ji kêfa mizgîniya biharê re serxweş, bêhnekê firiyan.Tirsê, xwe bera nava wan jî da. Li xwe neşikênandin. Nola qîzikên maqulan xwe li ba kirin, vegeriyan hêlînên xwe yên li ser banê dibistanê.
Mîro çavên xwe yên gir ên keskê pinboqî bera pêlên har dabû. Carina bi xof carina bi coş ziq li tava teyisîbû ser avê û leylan dida temaşe dikir. Li ser timekî runiştibû kela dilê wî tev rabûbû. Hêsteke nepen xwîna wî dikeland, dixwest leylanên nola reqsokeke hîndê direqise biwêne.Ji nişka ve nola bi şeplê ketibe ji ciyê ku çarmerkî runiştibû pekiya, bi alî dibistanê ve lezand. Piştî kêlîkê amûrên wêneyan di himbêzê de hêdîka li ciyê xwe yê berê bi cih bû. Leza wî ji bo hingî tavê tîna xwe sist nekiriye, leylan neşemirîne û dor nedaye tava heyvê, biqedîne. Ji lezê çend dilopên boyaxê pekiyan ser cilên wî yên çîlboz. Hat bîrê ku berdilka xwe ji bîr kiriye. Guh nedayê, ew di tetêla ku rengê avê yê şolî wê çawa bi dest bixe de bû.
Li rexê din, Ruhayê mîna bajarekî di çîrokeke axirzemanî de şewqa xwe dabû noqa bê. Ba, mîna hechecîkên hêdîka daqulî heriyê dibin dinikulînin, rûyê wî dialast, lê wî ne xem bû. Lewre dema wêne nediwênand, tenêtiya wî di rihê wî yê azad û bedena wî ya ne azad de asê dibû davêt deruniya wî û dikerisand.Ji dibistanê aciz di ferqa piştî wî emrê dibaze bîstî û êdî fêde jê negire de bû. Xwe nola çivîkeke baskokirî belengaz di qefeseke pola de nedilşad hîs dikir. Perîkên wî yê nû şîn bûbûn, dixwest heya bi heya bifire di ser beriyên qirboz re bigihîje ser lûtkeyên çiyayên esmer.
Çend rojan çû ser timikê xwe heya roj dizivirî paşê xwe didayê, wêneyê xwe direngand. Wêneyê wî û şemirandina wî ya dibistanê ber bi rojên dawî ve diçûn. Ya eks wê rojê dinya sergirtî û rojê nola bûka paş heft perda xwe veşartibe û qerfên xwe bi wî bike carina ji nişkavde tîrojên xwe dida xuyakirin û cardin ewrên çîlboz mîna xêliya bûkeke xerîba davêt ser ruyê xwe bi wî re bi veşartokê dilîst. Nedihişt firçeya wî bilive. Dem nola avê diherikî, roj hîn ser ya xwe bû.
Mîro lê nerî nikare wêne biqedîne. Hêrs bû rahiştê û heya hêz têde hebû virvirand nava çem. Wêne li ber ba ket çend fitlokên paş û pêş da xwe. Pêlên çem tu yê bêje qey bi rojan li hêviya vê yekê bûn nola lawirên har ên ji xelayê derketibin, xwe dadan wêne bera nava gerînekên xwe dan û daqurtandin. Mîro ciyê ku wêne ji ber çavên wî yê bi rondik wenda bûbû kêlîkê li dewsê nêrî û xwe da hev bi şûn de vegeriya suluka xwe. Suluk ji wî re dihat wateyeke din. Diket sulukê lewra bi tenê bû, kesî ew fam nedikir berger û timakirinên mamosteyên wî nebûbûn çare ji çûyîna wî re. Ji ber vê jî qaşo giş haval û hogirên wî pozên xwe jê re daliqandibûn weke kurkan dikurkurîn.
Lûtkeê wî li piştê dema Mîro ji deriyê dibistanê derket darên zerdelan ji gulê derketibûn. Şîrê xwe bera tûya dabûn, tîrêjên tavê fena şiloriyên har rûyê mirov dialast. Mîro, navê wî yê derdora dibistanê Mîrê Rengan ber bi miradê xwe ve gav diavêt. Bi eşqa wêneyên baştir saz bike bi gavên mezin û kêf ber bi bajêr ve lezand. Rê bi maweyên bi riyan pêrgî çi bibûya fût bernedida lê dinêrî. Piştî çend rojan bi şelwerê Rihayî, kefiya kesrewan, pişta hemayî, qondera devederzî, şirik û şirabendên li bejnê direqisî bajar şemirand. Bi biryar bû ku tu car heya li darê dinyê be spî li xwe neke. Ew qasî jê xeriqîbû.
Piştî meşeke dûr û dirêj hûrik hûrik nêzî çiyayan bû. Çiyayên bilind di nava ewran de fena gangilokên şêrînokî serê xwe dirêjî ezmanan kiribûn. Sekina wan a maqûl bi kulîlkên nola periyên tûtiyên rengîn neqişîbûn, Mîro dibistan li paş xwe hiştibû. Hîn bi dilqê çiyayan nizanibû. Şepalên no, peranên guran û qumriyên evîndar nedinasiya. Ser lûtkeyan hilatina qorixê jî nedîbû. Dema rapelikî giyaran nola biçe bûyan di nava berbûyan de çavên xwe li qîzika herî delal bigerîne li dorhêlê digerand. Çiya ne durî yên di xeyalên wî de bûn. Bêmirad neçûbû.
Li serê lûtkeyê roj hîn nêz û gêrewêre dixuya. Piştî çend rojên seyran û temaşeya derdorê dest avêt amûrên di lûtkeê xwe de, amadeya xêzkirinê kir. Li gor bejna xwe ediland. Ji bona biwêne dema ket temaşê, hêstiran xwe xarî çavan kir. Destê xwe ji xwe re kire sîwan wêneyê xwe wênand. Dema bi bêhna çiyayê nepen li wêneyê xwe hûr bûbû ji nişkav de bi ronahiyeke biyan ku heya niha tiştekî werê nedîtibû, li xwe zîvirî. Bi zîvirandinê re ket tev nola teyr ser re çûbe xofeke zirav fena tîrmarekî xwe bera ser dilê wî da, hinekî bi şûnde vekişiya. Mîna rojeke duyemîn li ber hilatibe tîrêjên ronahiyê dan birûskan li çavê wî yê rewrewgirtî. Dema çav fêrî şewqê bûn di navê de tiştekî nola yezdanekî bi hêbet ku mamosteyên wî jê re vegotibûn li ber wî rawestiyabû. Tiqetiqa wî bi dengekî qub dikeniya.Çend gavan ber bi Mîro ve hat gotê;
- Ez yezdan im. Ê bedewiyê, xwe ji min venegire. Ez jî nola te tiştên bedew diafirînim.
Mîro bêdeng tibabekî lê guhdarî kir. Xwest xwe bide nasîn, yezdan bê sebir dor nedayê;
- Tu jî afirînêr î, lê yê min bêhempa ne. Ez dixwazim bi te re bikevim pêşbaziyê, pêşbaziya bedewiyê, tu çi dibêjî? Tu heyî?
Mîro tirsa xwe neda der. Bi helwesteke zelane serê xwe kiland. Yezdan ;
- Ger a te ji ya min bedewtir be ez ê te nemir, an na tune bikim, li gor wê ha.
Yezdan gopalê xwe yê bi aqûd û elmasan diçûrise hilda, dû re berî da erdê. Pê re şewqek afirand û di nava wê de hêdî hêdî suretê qîzikekê diyar bû. Qîzik rastî jî nola tava heyvê, pakbûn ji kesî re nehişti bû xuya dikir. Şewqa wê mîna kewana dawud da derdorê. Ku tu li çar nikarê dinyê bigere nabîne, pakî û bedewiyeke bê sînor afirand. Di nava hevrîşimên spî û mircanan de xemilî bû qîzeke bêhempa.Mîro dev erînekê ji hev, di temaşeya wê de bû. Bi qîreqîra yezdan hat ser hişê xwe:
- De haydê ez te bibînim. Hunerê xwe rê min bide.
Mîro dema rahişte firçeya xwe xwêdan ji eniyê diniqutî. Dest bi wênandinê kir. Wî zanîbû karekî pir zor daye ber xwe, lê li xwe neşkênand. Li wêneyê xwe dahûr bû. Ji wê rojê peve her ku tava rojê bida devê şikefta wî radibû û heya roj dadigeriya wêneyê xwe didomand.
Piştî çend rojên din yezdan hat û aciziya xwe nîşan da, ku çima hîn wêne ne qediyaye. Mîro anî bîrê ku zeman li hev nebirîne.
Roj derbas dibûn, meh û sal derbas dibûn wêne nediqediya. Yezdan bê sebir û hêrs bûbû. Li qîzika xwe û li wêneyê ku Mîro çêdike dinêrî û didît ku her ku diçû ya Mîro bedew û ya wî jî pîr, diran ketî , porspî û ne xweşik dibû.
Bi wî halî qederê heftê salî wêneyê xwe domand. Dawiya dawiyê rojekê weke herduyan li hev û du kiribûn Mîro bi pişta xwe ya xûl û riha sîpî bi pîra nola peza kesad re rapelikîn, hilkişiyan ser lutkê. Bi gihîştina ser lûtkê re pîrê can da. Mîro agirekî siloriyên wî digiha taqê ezmanan dada. Bi agir re yezdan mirûz daliqî li ber wî rawestiya. Mîro hêdîka daqulî guha bû û got;
“ Yezdanê min! Erê yên tu diafirînî jî pir bedew in. Lê çi fêde dimirin.”
Rahişt wêneyê xwe, îcar berê xwe da beriyên bê ser û ber.