1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Zarok û Pêşeroj
Zarok û Pêşeroj,zarok,û,pêşeroj

Zarok û Pêşeroj

A+ A-

Li gor pîvanên navneteweyî, kesên temenê wan di navbera 0-18´an de ye, zarok in û divê bi taybet di hin karan de neyêne xebitandin, leşkerî bi wan neyê kirin û bi tenê ji bo pêşerojê bêne perwerdekirin. Ji bo vê jî, hemî derfet li pêş wan bêne vekirin.

Bi gotina kin û kurmancî û ya klasîk jî, zarok pêşeroj in. Lê ji ber sîstema cîhanê ya hov, li welatê herî pêşketî jî, ev rastî ji sedî sed nagihêje wateya xwe. Mirov hîn jî bêtir bi tirs û fikarên rojane û kesane tevdigerin ku ev jî dibe sedema kêmasî û şaşiyên li dijî pêşerojê, ango zarokan. Her şaşî û kêmasiyên di vî warî de têne kirin, di pêşerojê de mîna nexweşîn û travmayên giyanî derdikevine pêşberî mirovahiyê. Her travma û nexweşînek jî, dibe bingeh û sedem ji nexweşîn û travmayên din ên pêşerojê re.

Ji destpêka serdema desthilatdariyê ve ev rastî xwe bi vî rengî dubare kiriye û di roja me de jî, dîsa bi rengekî sîstematîk û hovanetir, bi destê sîstema desthilatdar ve li ser mirovahiyê tê meşandin.

Ji çend welatên Ewropayê pêştir ku li wan welatan jî hîn ev mijar bi temamî nekemiliye û şaşî û kêmasiyên grîng têne kirin, li cîhanê bi giranî ji ber lawaziya zarokan a bi taybet jî fizîkî, zarok mîna meta û bi her cure rengên qirêjî têne bikaranîn. Êrîşên zayendî (ku ev ya herî zêde ye û hejmareka zêde jî, ji aliyê ferdekî/a malê bi xwe ve jî ev êrîş têne kirin), karkerî, şervanî, revandin û firotan, kuştin û firotana organên wan, fêrkirina narkotîkê, di karên xirab ên mîna fuhuş û dîsa narkotîkê de bi her rengî bikaranîn û hîn gelek tiştên din.

Îcar eger rast e ku zarok pêşeroj in, wê demê ev êrîş û qirêjî, li dijî pêşeroja hemî mirovahiyê têne kirin. Her çendî hin organîzasyonên ji bo parastina zarokan li seranserê cîhanê jî ava bûne, lê têre nakin û bi karê xwe re jî bi durustî ranabin, Lewra hemû ev saziyên ku sivîl têne zanîn jî ne ji sedî sed serbixwe ne lê di dawiya xwe de parçeyek ji vê sîstema hov in.

Mijara zarokan, bi çalakiya çend malbatên ku zarokên wan tevlî refên gerîlla bûne re, ev çend roj in ketiye rojeva kurdan jî. Lê ji daxuyanî û hewldanên Serokwezîrê tirk û dewleta tirk jî aşkere dibe ku ev yek bi pîlan û zanebûn hatiye pêşxistin û ji bo vê yekê jî çend malbat mixabin ku têne bikaranîn.

Ez ê tenê, bi hin mînak û îstatîstîkên fermî hewl bidim rewşa bi taybet zarokên kurd û rewşa zarokan li Tirkiyeyê diyar bikim ku dewleta tirk bi hemû sazî û organîzasyonên xwe ve, raste rast sedem e.

Beriya her tiştî kujêrên zarokên li Tilêlî´ya Serêkaniyê dewleta tirk û hukûmeta AKPê ye. Lewra bi dehan caran têkiliya wan a bi van hovên DAÎŞ û El Nusra re bi delîl û şahid îsbat bûye. Yên çek didin, fînanse dikin û rê li wan vedikin, dewleta tirk û hukûmeta AKPê ye.

Piştre û dîsa tê zanîn ku dewleta tirk, dema zarok hîn 14 salî ne gazî wan û leşkeriyê dike. Bi nameyeka taybet, pesnê leşkeriyê, erk û armancên neteweperweriyê, gazî zarokan û leşkeriyê dikin da di lîseyên leşkerî de perwerdeya xwe bidomînin û bibine leşker û pîlotên balefirên şer.

Hin îstatîstîk:

1- Li Bakurê Kurdistanê ji her sê zarokan yek, narkotîk bi kar tîne an jî aniye. (Çavkanî: Parlamenterê HDPê yê Çewlikê Îdrîs Baluken - ANF)

2- Bi hezaran zarokên kurd li Dibistanên Herêmê yên Sereta yên Leylî (Yatılı İlköğretim Bölge Okulları - YİBO) bi perwerdeya nîjadperest a tirk ji bo ewlehiya pêşeroja dewleta tirk têne gihaştin û amadekirin. Hema bêje hemû zarokên kurd ên li van dibistanan rastî şideta fizîkî tên û gelek ji wan jî rastî êrîşên zayendî ango tecawizan tên.

3- Tirkiye li seranserê cîhanê di mijara îstîsmara zayendî ya zarokan de di rêza 3. de ye. Di deh salên dawîn de hejmara zarokên ku bi îstîsmara zayendî re rûbirû mane 250 hezar e.

4- Ji sala 1988an û vir ve hejmara zarokên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatine kuştin 576 e. Kujer û berpirsên yek ji van kuştinan jî nehatiye girtin û cezakirin.

5- 2300 zarok niha di girtîgehê de ne. Di nav salekê de 10 hezar zarok ketine girtîgehê û derketine. Hemî jî rastî êşkence, heqaret û pirê wan jî rastî destdirêjiya zayendî ango tecawizan hatine.

6- Tirkiye di kalîteya perwerdeya zarokên dibistana sereta de, di nav 65 welatan de di rêza 44an de ye. Dema kalîteya perwerdeya li Bakurê Kurdistanê li ber çav bê girtin, ev hejmara rêzê bê guman ku pir bilindtir dibe.

7- Di mijara tendurustiya zarokan de Tirkiye di nav 129 welatan de di rêza 61î de ye. Dîsa dema kalîteya xizmet û derfetên tendurustiyê li Bekur li ber çav bê girtin, ev hejmar dîsa pir bilindttir dibe.

8- Hejmara zarokên didine xebitandin li seriya milyonekê ye û ji van 500 hezar zarok li derve didine xebitandin.

9- Di nav salekê de 15 zarok bi şideta nava malê hatine kuştin, 20 zarok xwe kuştine û 59 zarokên karker jî, di qezayên kar de mirine.

10- 42 hezar zarok li kuçe û kolanan dijîn û radikevin. Li gor hejmarên ne fermî seriya 200 hezar zarok li derve dijîn.

11- 10 hezar zarok parsekiyê dikin.

12- Ji milyonekê zêdetir zarok di bin sînorê feqîriyê de dijîn û pirê wan nikarin perwerdeya xwe bidomînin.

13- Hejmara zarokên di navbera salên 0–18 yî de yên dermanên hişbir ango narkotîk bikar tînin 99 hezar e.

14- Hejmara zarokên ku teşwîqê sûc hatine kirin di nav 3 salan de 250 hezar e.

15- 4,5 milyon zarok nikarin herine dibistanê.

16- Di sê salên dawîn de hejmara bûkên zarok ji 130 hezar î buhurî.

17- Di sê salên dawîn de hejmara zarokên ku wenda bûne û nehatine dîtin 27 hezar e.

18- Di sê salên dawîn de derbarê 500 hezar zarokî de doz hatine vekirin.

19- Di sê salên dawîn de hejmara zarokên ku bi wan fuhuş didine kirin gihîştiye 50 hezar î.

20- Di sê salên dawîn de 70 hezar doz derbarê êrîş û tecawizên zayendî yên li dijî zarokan de hatine vekirin.

21- Tirkiye yek ji welatê herî zêde ku pornografiya zarokan lê tê temaşekirin e.

22- Di navbera salên 2008 û 2013an de, dozên êrîş û tecawizên zayendî yên li dijî zarokan, ji sedî 400 zêdebûn bûn.

23- 300 zarokên navbera salên 0-6, bi dayikên xwe re di girtîgehan de ne.

24- Ji her hezar zarokî 39 zarok, hîn nabine yek salî, dimirin.

25- Ji sedî 17ê zarokan ava paqij a vexwarinê nabînin.

26- Ji her 5 kesên ku tewanbariyekê dike yek, zarok e.

27- 12500 zarokên navbera 0-18an de, ji ber sedemên cuda, di saziyên dewletê de têne mezinkirin (îstatîstîka sala 2013an e)

Ev îstatîstîk, yên fermî ne û piraniya wan ji TUÎK, SHEÇK, UNICEF, Gerînendeya Giştî ya Xizmetên ji bo Zarokan û ÎHD´ê hatine girtin. Tê zanîn ku hejmarên rastîn her gav pir li seriya hejmarên fermî ne.

Ji bilî van îstatîstîk û hejmarên fermî:

- Tenê di dema hukûmeta AKPê de bi sedan zarok ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê ve seqet hatine hiştin, felc bûne, çavên xwe wenda kirine.

Bi dehan zarokên kurd ji ber derman û derziyên kevin û şaş, an hatine kuştin, an jî felc bûne û li benda mirinê ne.

Çend gotinên balkêş û hêjayî xwendinê ku ji bo zarokan hatine gotin:

- Eger we rojekê rêya xwe wenda kir, li nava çavên zarokekî binihêrin; lewra her tim sê tiştên zarokan hene ku dikarin fêrî mezinan bikin: Bêyî ku sedemek hebe şa bûn; her tim dîtina tiştekî ku xwe pê mijûl bike û ji bo tişta dixwazae bi dest bixe, bi hemû hêza xwe ve li ber xwe bide.

Paulo Coelho

Tişta herî xweşik ku mirov bikaribe bide zarokekî, dem e.

Fock

Jin be jî, zarok be jî, li dijî kesên li ber hêzên ewlekariyê radibin, çi pêwîst be dê bê kirin

Serokwezîrê Dewleta Tirk Receb Tayîp Erdogan

Û gotina dawîn:

Îdîa: "PKK zarokan bi zorê dibe û tevlî refên xwe dike!" Bersiv ji pêşiyan: "Mahniya tirekan arê ceyîn e!”

Pêveka birêz Ezîzê Cewo:

Çi belengazê heşê xwe ne, an pêdivîya wan bi wijdan û namûsê heye... Dema dagerker dikevn welatekî, herçê xwedî namûs û wijdan çi ji destê wan tê dikin, ji bo ku wan ji welatê xwe raqetînin. Di dîroka hemû gelan da heye, ku heya zarokên 14-15 salî jî beşdarî şerê rizdarîyê dibin, an jî wan ji bo leşkerîyê perwerde dikin. Dema şerê cîhanê yê duey (ji bo Sovêtê yê Welatîyî Mezin) komên zarokên partîzan hebûn, ji wan ra digotin "Gvardîya ciwan", gelek endamên wê bûn Mêrxasên Yekîtîya Sovêtê... Dema agir mala mirov dikeve, kesek napirse, zarok e, an mezin. Ev belengazana hînî rewşa xwe ya bindestîyê bûne, nabînin, ku dagirker roj nava rojê zarokên me qetil dikin, welatê me wêran dikin. Her kurdekî xwedî wijdan û namûs her carê dema ji xew radibe, divê ji xwe ra bibêje: "Heya duh welatê min azad û serbixwe bûye, îşev dema ez di xwe da bûme dijimin ketye welatê min, û divê em her tiştî bikin, ku wî ji welatê xwe raqetînin!"

(Dema min amadekariya vê nivîsê dikir, nûçeya komkujiya li dijî gundiyên Tilêliyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê derbas bû. Komkujî ji aliyê çeteyên DAÎŞê ve hatibû pêkanîn û herî kêm 7 zarok, 3 jin bi giştî 15 welatiyên sivîl bi hovîtî hatibûne kuştin û min nekarî nivîsê bidomînim. Lewra destê min ji nivîsê û dilê min ji vê jiyanê sar bûbû.)

Mahabad Felat Arda 2014-05-31 [email protected]


Gotinên miftehî :