Zarokên Me Çawa Dîrokê Dixwînin?
Li gor zanistê, di nav zindiyan de zindiyek hebû ku tişt di hişê xwe de digirt. Ferqa vî zindiyî we bû ku di serê wî de mejî sê parçe bû, "beja jêrin", "beşa navîn" û "beşa jorîn". Lê ev zindî bêziman bû.
Vî zindiyê ku dikaribû tişt di serê xwe de bihişta, ji bo dengê avê bi kesên dora xwe bide famkirin got "xuşxuş". Dema behsa teqînê kir got "teq". Hawê tiştan kir, dengekî wekî tiştan derxist. Ji ber ku ew deng di hişê wan de dima dikaribûn hawê deng bikirina.
Hînkariya herî mezin wê demê "dîtin" bû. Ji bo zanîneke baş a dîrokê diçûn bûyer li cih ditînin. Dîrok û dîtyarî yek bû. Nivîs tunebû, vegotin tunebû.
Dema min mirovên li ser sînor dîtin, ku diçûn cenazeyan ji pişt sînor bînin, ev dîrok hat bîra min. Ji ber ku zarokên xwe jî bi xwe re biribûn.
Ez fikirîm, ajot ev bixwe ye. Ajoyên mirov ên bi milyonan salan dirûv girtine, xwe bi vî rengî didin nîşan. Wan dê û bavan bi destê zarokên xwe girtibûn û bi xwe re dibirin cihê herî xetere, ku dîrok lê tê nivîsin.
Dema ew zarok mezin bibin, wekî me li ber pênûs û kaxezê rûnenin jî, li ber klavyeya komputerê rûnenin jî, dê bi teknolojiyekê wan bîranên xwe yên ji vê roja maye, binivîsin.
Ew tovên zindî yên dîroka kurd in. Nebêjin qey fam nakin. Nebêjin qey bêhemd li wir in. Dema we berhemên ji destê wan derketî dîtin, hûn ê fam bikin ku ev zindî çawa bi milyonan salan xwe li ser lingan dihêle û dewr dike.