1. Tekst

  2. Gotar

  3. Gelawêj Ewrîn
  4. Zarokên Êzîdîxanê
Zarokên Êzîdîxanê,zarokên,êzîdîxanê

Zarokên Êzîdîxanê

A+ A-

Nexşeya Rojhilata Navîn bi salan e ku li ser maseyên li Ingilîstan û Emerîkayê li gora kêfa wan tê guhertin. Herçend rastiya dîrokî ya pêkhate û çanda herêmê destûrê nade ku di vê mijarê de pir bi serkeftî bin jî. Lê ya dîsa dibe para gelê herêmê felaket û karesatên mirovî ne.

Taybetmendiya herî sereke ya pergala heyî ew e ku di serî de dikuje, talan dike, birîndar dike û paşê jê re dermanan dibîne. Bi vê mekanîzmayê xwe li ser piyan digire.

Rastiya şer û talanê îro ku xelkê li Rojhilata Navîn û gelek welatên din pê re rû bi rû ne, ji ber hesabên pergala heyî ye û xwe bi wê li ser piyan digire. Dema li dîmenên koçberiya xelkê me yê Êzîdî ber bi Ewrûpayê û welatên Rojavayî ve temaşe dikim, ev gotin hatin bîra min: Çûyîna wan ya ber bi Ewrûpa ve fermaneke din e bêguman.

Bi nêrîna min kesên DAIŞ berdane canê Şengalê, hesabê van hemû tiştan kirine û îro mixabin li ber çavê me pêk tînin. Hesabê ka wê piştî komkujiyê Şengalê wê çawa di nava xwe de dabeş bikin. Hesabê wê kirin ka dema jinên Êzîdî revandin, li kîjan bazaran bifroşin û çiqas buha wê ji her jinê re diyar bikin. Hesabê têkçûna asta jiyanê û baweriya xelkê Êzîdî kirin. Hesabê wê kirin çawa destê wan ji jiyanê qut bikin û ber bi nemana hêviyê û bêîradebûyînê ve bibin. Hesab kirin di kîjan rêyan re derbas bibin û paşê di kîjan serê dunyayê re derkevin.

Mîmarên şer bi van hesaban û gelek hesabên di bin navê azadî û demokrasiyê de destdirêjiya welatan dikin. Xelkê me yê Êzîdî ber bi fermaneke din ve diçe. Kesên himbêza xwe ji wan re vedikin, ji bo wan di himbêza xwe de tine bikin û bêîrade bikin, vê dikin. Dixwazin ji wan re bibêjin li welatê we hêvî û jiyan nemaye, hûn neçar in ku di wê jiyanê de ku em ji we re hildibijêrin, bijîn.  Çîroka koçberiya Dêrsimê tîne bîra mirovî, çîroka rêwitiya Ermeniyan bi bîra mirovî dixe; ha ev e, meşa xelkê me yê Êzîdî ya ber bi welatên Ewrûpa ve. Ew diçin navekî din li xwe bikin, diçin ku paşê newêribin bibêjin em ji Êzîdxanê hatine û dayik êdî newêribin bi dengê hêdî jî di guhê zarokên xwe de behsa Tawusî Melek bikin. Ev koçberî nixumandina hemû baweriyane di bin darên tirsê de.

Êzîdî ber bi fermaneke din ve diçin li pêş çavê me û em tenê li rêwitiya wan ya ber bi mirinê ve temaşe dikin. Ji derwazeyên Îtalya û Yûnanîstanê ve gelo çend neteweyan hêvî, rastî û evîna xwe berdane avê û pişta xwe danê? Wek çîroka zaroka ku diçe mirinê lê bav ji ber ku nezan e, hertim jê re dibêje ‘Em ji xwe re dilîzin’. Ev jî lîstoka mirinê ye ku zarokên Êzîdxanê pê şa dibin, di bin vî ken, şahî û lîstoka xweş de sêvek tal heye ku Kurd gelekî bi bêhna wê aşîna ne. Werin em nekin vê lîstokê, werin em nekin vî kenî û şahiyê, werin em nekşînin hinavê xwe vê sêva jehrî.


Gotinên miftehî :