Zaza Çawa Bûn Kurmanc?
Li gor min kird hebûn û kirdmanc hebûn, lê herdu jî bi kirdkî diaxivîn.
Ev kurmanciya ku îro Zaza jê re dibêjin "kirdmanckî" jî, piştî gelek
dewranan derketiye holê.
Ez
ne dîroknas im û hivza xwe ji rewşeke wisa dikim, ku çavdêriyeke wisa
li pey xwe bihêlim, piştî vê nivîsê. Lê der barê zaza û kurmancan de
hewceyî heye ku dîtin û ramanên xwe bînim ziman, ji ber ku li ser vê
mijarê ji zû ve teoriyeke min heye.
Li bajarê Mêrdîn navçeyên
Dêrik, Qoser, Şemrex, Mehsertê, Nisêbîn, Stewr û Kerboran hene. Li van
bajaran Zaza tune ne. Lê mînak li navê Qoserê binihêrin. Dewleta
Tirkiyeyê navê navçeyê kiriye "Kiziltepe", yanî "Girê Sor." Di dîroka
Qoserê de jî tê gotin ku hinek navên kevin ên Qoserê hene, wekî Kosar û
Dunaysir. Niha jî navê taxeke Qoserê "Kosar" e, ev 20 sal e ez wisa
dizanim.
Dema mirov bi Zazakî bifikire "Kosor" an jî "Koyê Sor"
bi Kurmancî "Girê Sor" bi tirkî jî "Kizil Tepe" ye. Yanî navê rastî yê
Qoserê Kosor e û bajarekî Zazayan e. Li Mêrdîn mirov bigere, li herêmê
gelek nav hene ku kurdî ne, lê di kurmanciya îro de tu ma'neya wan nayên
zanîn. Di bingeha xwe de ji Zazakî tên.
Jixwe berê Kurmanc bi
Kurmancî nediaxivîn, bi Zazakî diaxivîn. Lê Kurmanc hebûn. Em îro ji wan
re dibêjin "Kurmanc" lê Celadet Elî Bedirxan dibêje tîpa "u" berê di
kurdî te tunebû. Jixwe ji ber xwê em di jiyanê de hinek dibêjin "buxwe,
juxwe, birxur", lê di zimanê nivîskî de em dibêjin "bixwe, jixwe,
birxwir" û hin wekî din. Yanî Zaza belasebe nabêjin "Kirmanc", ya rast
jî jixwe ew e.
Navê Zazayan heke ji Zozanan tê, heke ji tiştekî
din tê, welhasil navekî nû ye. Li herêma Qerejdax gel nedigot "Zaza", lê
digot "Dimilî". Gotina "Zaza" min piştre bihîst.
Di dîrokê de,
yanî gelekî berî Îsa ku hîn "kirmanc" bi "kirdkî" diaxivîn, kurd ji du
sinifan pêk dihatin, xwedî ax û yên ne xwedî ax. Kirmanc feqîr, xizan û
bê erd bûn. Zazayan ji kirmancan jin nedianîn, kirmanc sinifa jêrîn bûn.
Mirov dikare van herdu sinifan wekî "kird" û "kirdmanc" bi nav bike.
Zaza "kird" bûn, xwediyê axê bûn û yên feqîr ku axa wan diajot, li pezê
wan dinihêrî jî "kirdmanc" bûn. Yanî ji kirdan bûn, bi kirdkî diaxivîn,
lê sinifa jêrîn bûn.
Ev li hemû cîhanê wisa bûye jixwe, sinifa jêrîn û jorîn hebûya.
Her
di dîrokê de çi bûye, nizanim. Bi salan min lêkolîna vê yekê kir, hîn
jî dikim. Bajarên ku hîn arkeolog neçûne wir, ez çûmê. Kelehên ku hîn
nehatine keşifkirin li Kurdistanê hene, ji dema "kirdan" mane. Heta navê
kevirên wan îro di mîmariya îngilîzî de jî hîn navê xwe diparêze.
"Urban Granite" yek ji wan keviran e, ku kirdan ji heriyê çêdikirin û di
agir de dipijandin.
Dibe ku piştî dagirkeriyekê sinifa jorîn
teslîm nebûbe û derketibe çiyayan. Kirdmanc jî mabin li avahiyan. Ji ber
ku jiyan li bajaran ava dibe, têkiliya kird û kirdan, têkiliya kirdan û
jiyanê qut bû. Kirdmancan li bajaran ziman pêşve bir, ji ber ku
çandinî, xwedîkirina heywanan û bazar li bajaran bû. Her ku sedsal
derbas bûn, zimanê kirdan û kirdmancan jî ji hev dûr ket.
Bingeha
teoriya min ev e. Gelek kesan heta niha gotine "kurmanc" û "zaza" yek
in, heta zimanzanan nîşan daye ku bingeha herdu zimanan yek e. Lê li gor
min Zaza ji Kurmancan neqetiyane, esil Zaza kurdên esîl in. Yên ku li
çiyayan mane, teslîm nebûne û zimanê dîrokî yê kurdan parastine ew in.
Kurmancî zimanê kurdan ê bajaran e. Çawa ku Soranî jî pir dereng
derketiye holê û li gor hinekan kurdiya zanist û siyasetê ye.
Îro
li nav kurmancan hîn jî hinek tiştên balkêş hene, ku bingeha xwe ji
3000-4000 sal berê digire. Mînak min dîtiye ku jineke kurmanc der barê
bûka xwe de gotiye "vê kurmanca tew dike ku kar nîşanî me bide." Yanî
xwe kurd dibîne, bûka gundî jî kurmanc dihesibîne û li gor wê bûka
kurmanc nezan, bê çand û urf e. Ya rast herdu jî li Mêrdîn dijîn û bi
kurmancî diaxivin, ji Zazakî jî qet fam nakin. Lê ev nihêrîn hîn ji dema
"kird" û "kirdmancan" tê.
Gotin "Kurê Manco" jî li gor min,
navekî Zazayan e ku wê çaxê danîne. Di eslê xwe de heke "Gurgmanc" be an
jî tiştekî din be jî, ji dema wan tê.
Mirov Zazakî hîn bibe
mirov ê çêtir ji dîroka kurdan jî fam bike, çêtir nivîsên kevin jî fam
bike û têkiliya navbera sedsalan jî dayne.
Wekî encam, dixwazim
bêjim, ku zazakî zindî nemîne dê şensa kurdan a jiyandina reh û kokên
dîrokî jî nemîne. Çawa ku tirkan îro têkiliya tirkiya nû û kevin
nehiştine û tirkiya kevin winda kirine, kurd jî dê winda bikin.
Ji
ber ku ev ne nivîseke akademîk û lêkolînerî ye, tenê gotareke ramanî
ye, min pêdivî nedît ku koka wê daynim ser çavkaniyan. Li gor baweriya
min rojek dê were, zanist û dîrokzan dê vê yekê pir zelal daynin holê.
Mixabin
sazî û dezgeyên bakur ne di vê ferqê de ne. Di civîneke Komeleya
Nivîskarên Kurd û Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn de, min bi israr
gotibû "Şaredarê birêz, hemû şaredarî xebatan bi kurmancî dikin, tu Zaza
yî, balo hûn xebatên xwe bi Zazakî bikin, berhemên kurmancî bihêlin ji
yên din re, hûn Zazakî çap bikin." Lê şaredar bi israr got "em ferqê
naxin navbera zaravayan."
Ya rast, mesele ne ferq e. Encax ez
bêjim ku "divê em hemû kurmanc zûka zazakî hîn bibin", hîn were famkirin
ku ez dixwazim çi bêjim.
Li Amedê kursên Zazakî dê dest pê
bikin. Ez ê bixwe jî hewil bidim ku hîn bibin. Hêvîdar im "Zazayên" ku
niha li navçeya Kosor (Qoser) dijîn jî, yên din jî hîn bibin. Ya rast,
em hemû Zaza ne.