Zerdeştê Kal û A.Öcalan
Zerdeştê Kal ji hezarên salan, Bz.ye. Û Birêz A. Öcalan jî, ji hezarên salan, Pz.ye. Her du zanyar jî xwedî doktirîn in. Navê doktrîna Zerdeştê kal Bahdînî û ya A. Öcalan jî Demokratîk konfederalizm e. Di Bahdînî de sê xal bingeh in: Ramanên Pak, Peyvên Pak û Kiryarên Pak. Li ser van her sê xalan, Bahdînî hatiye sazkirin. Demokratik Konfederalizm jî ji sê xalan pêk tê. Demokrasî, Aştî û Azadî. Li gor Bahdinî dema ku raman pak be dê peyv jî pak bin; dema ku peyv pak bin dê kiryar jî pak bin. Bi heman şêweyê di Demokratîk Konfederalizmê de jî wiha ye; dema ku Demokrasî hebe dê Aştî hebe, dema Aştî hebe dê Azadî jî hebe.
Bahdînî û Demokratîk Konfederalîzm:
Gelo, çima Bahdînî û Demokratik Konfederalizm? Bê guman her du têgih jî ji bo ku mirov hem bi xwe re û hem jî bi derdora xwe re, di nav xwezayê de, bi xwezayê re di nav ahengekî de xweş bijîn, hatine bikaranîn. Armanca Bahdînî û Demokratîk Konfederalizmê, li vir mîna hev e. Raman, Peyv, Kar, Demokrasî, Aştî û Azadî. Ev têgih wek xelekan bi hev ve girêdayî ne û hevûdu temam dikin.
Zerdeştê Kal dixwest ku xelk dev ji koçberiyê berdin. Ji bo ku şaristanî were afirandin û zanîn were bi pêşxistin, pêwist e ku xelk gundan, bajaran ava bikin, niştecih bibin. Erd bajon, dibistanan damezirînin da ku gel ji baweriyên bê bingeh û ji esaretan azad bibin. Lêkirina xaniyan, çanda avahîsaziyê, ajotina erd, çanda ziraî, folklor, avakirina bajar û gundan, çanda dan û stendinê, karsazî, bazirganî, damezirandina dibistanan, çanda zanînê bi xwe re tînin. Ji ber van sebeban jî, Zerdeştê Kal dixwest ku gel bi cîh bibe. Ji bo ku tirs û zordestiyê ji holê rake, Zerdeştê Kal hemû xwedayên zordar ji holê rakir û tenê xwedayekî ji nû ve afirand û wî bi Xwedayê Giyan û Zanistê bi nav kir û jê re Ahûra Mazda got. Doktirîna wî ji hemû zanyarên cîhanê re bûye mînak.
Têgihiştin û rewşenbîrî:
A. Öcalan gelek zû baldarê sîstemê û xwediyê ramana azad û wekheviyê dibe. Lewra hê zarok e, alîgirê dostaniyê ye. Ji ber ku xwedî neyar in û dostaniyê bi xortên eşîra ku nakokî di navbera wan de heye re datîne. Bi vî rengî, herçiqas bi dilê malbata wî nebe jî, ew hîn di zarokatiya xwe de rê li ber dijminatiyê digire. Dema ku diçe dibistanê, ferq dike ku perwerde ne bi zimanê wî ye û zimanê wî hatiye qedexe kirin. Li her derê, qereqolên cendirme û polîsan hene û zilm û zorê li xelkê dikin.
Di xortaniya xwe de ji bo xwendinê diçe metropolan. Xwendekaran xwe bi rêxistin kirine û xwediyên fikrên cûda cûda ne. Xortên kurdan û yên gelên din, di bin îdeolojiyên guhartî de, bi hev re tevdigerin. A. Öcalan jî tevlî wan dibe û dest bi lêkolînan dike. A. Öcalan pêşî gurubek bi navê Şoreşgerên Kurdistan dadimezirîne. Piştî demekê li Amedê ji alî vê gurubê ve PKK tê damezirandin û A. Öcalan mîna serokê PKK tê hilbijartin. Armanc azadkirina Kurdistanê û damezirandina sîstema Sosyalizmê ye.
Di encama têkoşîneke dûvedirêj, bi xwîn, rondik, êş û elem de û bidestxistina destkeftiyên mezin û dîrokî û azadkirina hiş û ramanan de, 37 welatên Natoyê dor li A. Öcalan teng kirin û wî radestî dewleta tirk kirin.
A. Öcalan di zîndana Girava Îmralî de di nav hemû bê îmkaniyan û di bin zext û zoran de jî, bê rawestan ramanên xwe bi pêş xist. Demokratîk Konfederalizm wek kevokek sipî ji nav destên wî firiya û gihîşt cîhê xwe, nav gel û rêxistina wî. A. Öcalan bi rêya parêzerên xwe fikir û ramanên xwe bi hostetî digihîne gel û rêxistinên kurd.
Xêrnexwazî, Hesûdî û Ezezî:
Derdorên xêrnexwaz di her firsetî de dixwazin A. Öcalan wek Kemalîst bidin nasandin. Ji ber ku A. Öcalan di notên xwe de pirê caran behsa Atatirk dike. Ji ber ku A. Öcalan bi zeafa tirkan baş dizane û Atatirk wek amûrek siyasetê bi kar tîne. Yên ku pirtûkên A. Öcalan xwendibin dizanin ku di cîhanê de kêm kes bi qasî A. Öcalan ji dîrokê haydarin. Ma qey A. Öcalan nizane ku Atatirk li ser mîrata împaratoriyeke mezin rûnişt û her îmkanên wî hebûn. Û Atatirk xwînxwarekî ne ji Hîtler ne jî ji Musolînî ne kêmtir e. Lê ji bo A. Öcalan ne împaratorî ne jî dewleteke qels hebû. Ji bilî çend serhildanên têkçûyî yên kurdan pêştir tu mîras ji kurdan re nehiştibûn pêşiyan. Kurd êdî tar û mar ji mecal ketibûn û hebûn û tûnebûna wan dihat nîqaşkirin. A. Öcalan ji sifirê dest pê kiribû. Piştî 2600 salên di bindestiyê de, A. Öcalan agirek vêxist û em qebûl bikin jî nekin jî, li xweşiya me biçe jî neçe jî, bi miljonan kes niha li dû wî dimeşin.
Di dema Zerdeştê Kal de jî, xêrnexwaz gelek bûn û dixwestin ku Zerdeştê Kal reş bikin. Rahîb û serdestan digotin Zerdeşt sêrbaz e. Zerdeşt Xwedê nenas e, ew dîn û har e, baweriyê pê neynin. Ger kî ku bawerî bi Zerdeşt bîne dê Xwedayên me xezeb û hêrsa xwe bi ser wan ve bibarînin û dê wan tar û mar bikin. Hê di zarokatiya Zerdeştê kal de sê caran xwestibûn ku wî bikujin. Dîsa di xortaniya wî de hewl dabûn ku wî bikujin lê bi ser neketibûn. Tê gotin ku di 77 saliya xwe de dema ku li ber agirê pîroz di silûkê de bûye ji aliyê barbarek Tûranî ve hatiye kuştin.
Dewlet:
Di derbarê dewletê de wiha dibêje Zerdeştê Kal: Ji cinawiran dewlet cinawerê herî dijwar e. Ji ber ku her tim dewlet dibê ’Ez dewlet im, her tişt ez im’. Dewlet kana xerabî û derewan e. Hebûna dewletê hemû talan û malê diziyê ye. Dewlet her tim waazê mirinê dide. Li gor dewletê li ser rûyê erdê ji wê mezintir tu tiştek nîn e. Ji ber ku dewlet her tim li cem serdest û dewlemendan e, serdest û dewlemendan jî, wê mîna pût û xweda pejirandine û wisa jî bi mirovan dane pejirandin ku karibin bindestan biafirînin û jiyana xwe li ser hebûna wan ava bikin. Her wiha li gor Zerdeştê kal: Di têkçûna her dewletekî de, mirovên payebilind, hişmend û tiştên pak diafirin.
Di derbarê dewletê de dîtinên A. Öcalan bi yê Zerdeştê Kal re yek in. Li gor A. Öcalan dewlet sistema wê çi dibe bila bibe, zilma beşek piçûk a civakê ya li ser beşê mezin a civakê ye, ji vê pêştir tiştekî din nîne û xerab e. Sazkirina Demokratîk Konfederalizmê jî, ji ber vê yekê ye. Bi kurtahî Demokratîk Konfederalizm li her cîhên ku avahî lê hene; mezra, gund, navçe, bajar hwd. Serbixwe ne û saziyên xwe ew bi xwe ava dikin û bi rê ve dibin. Tu avahî girêdayî tu cîhên merkezî nînin. Di vê astê de rola "Dewlet"ê ji holê bi temamî tê rakirin. Ya ku A. Öcalan dike; Zerdeştê hemdemîn belkî jî Demokratîk Konfederalizma A. Öcalan e. Di vê xalê de hinek derdorên xêrnexwaz û bi kompleks, ji tênegihiştin û kopleksên xwe, A. Öcalan mîna neyarê dewletbûna kurdan dinirxînin ku ev neheqiyeke mezin e.
Zerdeştê Kal ji bo magusan (Rahîbên xwe ) wiha digot: ”Ka li artêşa van lehengan binêrin. Hemû jî serwext û hêja ne. Dê rojek were ku hin ji van magusan derbeyên mezin li Bahdinî xin û Bahdînî qels bikin.”
Bi heman şêweyî A. Öcalan jî digot; ”Şerê me ji % 95 yê navxweyî ye. Di nav PKKê de çete hene. Bûne fermandar û ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Qaşo li hember axatiyê têdikoşin lê di koka xwe de bûne axayên nû û zirar didin gel û rêxistina me."
Rola mirovan di civakê û dîrokê de:
Gelo afirîner kî ne? Bê guman ên ku bi xemê re mijul in, hişmend in. Di demên berê de ji van kesan re digotin Pêxember. Peyva Pêxember peyvek bi kurdî ye ku ji sê peyvan pêk tê: Pê + Xem + Ber = Yê ku bi xemê re mijul dibe, yê ku di nav xeman de ye, yê ku xeman li xwe bar kiriye. Her wiha di dema me de ji van kesan re dibêjin Feylozof (Filozof). Dema ku pêxember an feylozof di hiş de ango di teoriyê de modela dîtinên xwe diafirînin ev prosesa yekem e. Ya duyem ne hêsan e, divê afirîner fikir û ramanên xwe di nav gel de belav bike ku li gor vê modela nû bijîn. Hemû qolinc, êş û elem di xala duyem de tên jiyîn. Lewra modela jiyanê ya nû ji aliyên serdestan ve bi hêsanî nayê qebulkirin. Loma jî di xala duyem de mirin, zîndan, sirgûn, êş û elem hene.
Em dîsa werin ser jiyan û afirandinên her du zanyarên xwe û bidine ber hev:
Zerdeştê Kal: Ji malbateke perwerdekirî ye û malbata wî hem eşîr e û hem jî dewlemend e.
A. Öcalan: Malbat ne perwerdekirî, ne eşîr û ne jî dewlemend e.
Zerdeştê Kal ji aliyê bavê xwe Poraspa û dayika xwe Doxdova ve tê perwerdekirin.
A. Öcalan di dibistanên biyaniyan de bi zimanê biyaniyan û îdeolojiya fermî ya înkarê perwerde dibe.
Zerdeştê Kal piştî perwerdeya xwe hewl dide ku modela jiyanê ya dejenerekirî biguherîne, berê xwe dide Çiyayê Sabalanê ku alternativek li hember modela jiyanê ya dejenerekirî biafirîne.
A. Öcalan jî hewl dide ku rêxistinek biafirîne û gele xwe ji bindestiya dagirkeran azad bike û di nav gel de modelek jiyanê ya heyî, sosyalizmê bi cîh bike.
Zerdeştê Kal, Navê Bahdînî li modela xwe dike.
A Öcalan Navê PKK li rêxistina xwe dike û digihêje encama Demokratîk Konfederalîzmê.
Her du zanyar jî dadikevin kolanan û fikrên xwe ji gel re vedikin. Bê guman karê herduyan jî zehmet e. Lewra Zerdeştê Kal di doktrîna xwe de hemû xwedayan kuştiye. Urf û edetên kevnare ji holê rakirine. Û gel dewetî Raman, Peyv û Karên pak dike.
A. Öcalan di doktrîna xwe de dagirkeriyê kuştiye (ku xudayên modern û madî ne) gelê xwe ji aliyê raman û mêjî ve azad kiriye û demokrasiyê di nav jiyana wan de damezirandiye. Ji her du zanyaran re jî alîgirên ku karibin libasên ji agir li xwe kin pêwîst in ku karibin bi ser bikevin.
Gelê Zerdeştê Kal ji xezeba Xwedayan bizdiyan e. Bi hezarên salan ji van xwedayan re rojî girtine qurban ji bo wan dane ji bo tofan bi serê wan ve neyên. Rahîb û detshilatdaran, wan bi van Xwedayên şer ên wek Îndîra, Anahîta û Mîtra tirsandine û tac û textên xwe li ser tirsa wan ava kirine. Ji bo gel, qebûlkirina doktrîna Zerdeştê Kal ne hêsan e. Hejmara alîgirên wî ji 22 kesan zêdetir nînin û rêya sirgûnê xuya ye.
Gelê A. Öcalan jî bi heman şêweyê û bi hezarên salan welatê wan ji aliyê leşkerên biyanî ve hatiye dagirkirin. Gel di bin hovîtiya dijmin de hatine qetil, zîndan û sirgûn kirin. Gel ji aliyê olên biyaniyan ve bi şewitandin, zimanjêkirin û xezeba xwedayên wek Allah, Tanri û Jahve ve hatine tirsandin. Ji aliyê eşîr, axa, beg û şêxên xwe û yên biyaniyan ve jî hatine pelçiqandin. Ji bo gel, qebûlkirina doktrîna A. Öcalan ne hêsan e. Di serî de hevalbendên A. Öcalan ji yên Zerdeştê Kal ne zêdetirin. Û rêya sirgûnê xuya ye.
Zerdeştê Kal neçar dimîne ku koçî Baxtiyara bike û xwe bispêre bextê Key Wîstaspa. Zerdeştê Kal doktrîna xwe ji Key Wîstaspa re vedike û mafê penaberiyê daxwaz dike. Key mafê penaberiyê qebûl dike. Piştî demekê, ji ber zext û zora desthilatdarên cînar û rahîbên demê, Key neçar dimîne ku Zerdeştê Kal bavê zîndanê. Piştî îmtihan, dan û sitendinan Key doktrîna Zerdeştê Kal Bahdînî qebûl dike û dibe yek ji alîgirên Zerdeştê Kal.
Bi heman şêweyê A. Öcalan jî neçar dimîne ku koçî Sûriyê bike û xwe bispêre bextê Hafiz Esad. A. Öcalan daxwaza mafê penaberiyê dike. Lê belê ne Suriye Baxtiyaran e û ne jî Hafiz Esad Key Wîstaspa ye. Dewleta Sûrî ji bo berjewendiyên xwe û nakokiyên di navbera dewleta tirk û sûrî de mafê penaberiyê didin A.Öcalan. Piştî demekî ji ber zext û zora dewletên payebilind û dewletên cînar, ji A. Öcalan tê xwestin ku Sûrî biterikîne.
Dawî:
Wek ku tê dîtin paraleliyeke mezin di navbera Zerdeştê Kal û Birêz A. Öcalan de heye. Û heta karê Zerdeştê Kal ji yê A. Öcalan hêsantir bûye.
Bi munasebeta zext û zora li ser BIRÊZ A. Öcalan û bi taybet bi darê zorê porkurkirina wî ku ev di nav civaka me de û urf û adetên me de heqareteke mezin e û yên ku vê zordestiyê kirine jî bi vê zanebûnê kirine, her wiha bi mûnasebeta kampanyaya Êdî Bes e! min xwest ku ez bi vê nivîsa xwe qirşek deynim ser agirê azadiyê.
Li gel silavên germ.
08 07 17
Can Seker
[email protected]