1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Sadedîn Çira
  4. ZİLAMÊ KU ÊDÎ NEDİXWEST TİŞTEKÎ ZANİBE
ZİLAMÊ KU ÊDÎ NEDİXWEST  TİŞTEKÎ ZANİBE,zilamê,ku,êdî,nedixwest,tiştekî,zanibe

ZİLAMÊ KU ÊDÎ NEDİXWEST TİŞTEKÎ ZANİBE

A+ A-

ZİLAMÊ KU ÊDÎ NEDİXWEST TİŞTEKÎ ZANİBE



"Ez naxwazim êdî tiştekî zanibim", got zilamê ku êdî nedixwest tiştekî zanibe. Zilamê ku êdî nedixwest tiştekî zanibe, got: "Ez naxwazim êdî tiştekî zanibim."

Gotin hêsan e.

Gotin hêsan e.

Û niha telefon lêdixist.

Û ji dêvla ku tiştê hewcebû bikira, kabloyê ji dîwêr biqetîne, ji ber ku ew êdî nedixwest tiştekî zanibe, rahişt bihîstokê û navê xwe got.

Ew ê din got: "Roj baş"

Û zilêm jî got: "Roj baş."

Yê din got: "Îro hawa xweş e."

Û zilêm negot: "Ez naxwazim vêya zanibim," tewrê wî got: "Bêgûman, îro hawa pirr xweş e."

Û paşê yê din hinek tiştên din got.

Û paşê zilêm jî hinek tiştê din gotin.

Û paşê bihîstokê bi çiqilkê telefonê ve kir û pirr hêrs bû, ji ber ku ew niha fahm kiribû hawa xweş e.

Û niha wî kabloyê ji dîwêr qetand û qîriya: "Ez naxazim vêya jî zanibim û dixwazim ji bîr bikim."

Gotin hêsan e.

Gotin hêsan e.

Lewre roj ji pacê dida hûndir û ku roj ji pacê bide hûndir, meriv dizane ku hawa xweş e. Zilêm panjûran girt, lê niha roj ji navbera (qelîştekên) panjûran xûya dikir.

Zilêm rahişt kaxezan bi camên pacê ve zeliqand û di tariyê de rûnişt.

Û ew wanî demeke dirêj rûnişt, jina wî hat û kaxezên bi camên pacê zeliqandî dît, tirsiya. Wê pirsî: "Ev çi ye îcar?"

Zilêm got: "Ev wê rojê asteng bike."

Jinikê got: "Ew çax tu yê bê ronahî bimînî."

Zilêm got: "Ev ji vê hêlê ve dezavantajek e lê wanî çêtir e, lewre ku qet tava min tune be, her çiqasî ez ê bê ronahî bimînîm jî, lê bikêmanî ew çax ez ê nizanibim ku hawa xweş e."

Jinikê got: "Çi yê te û hewa ya xweş li hember hev heye? Hewa ya xweş mirov kêfxweş dike."

Zilêm bersiv da: "Tiştekî min yê li dijî hewa ya xweş be nîne, bi tu awayî tu tiştekî min li dijî hewa yê jî nîne. Tenê ez nexwazim zanibim ew(hewa) çawa ye."

Jinikê got: "Ew çax qet nebe bişkoka çira yê bizîvirîne." û jinik xwest ew wê bizîvirîne, lê zilêm lempê ji sepîtkê qetand û got: "Ez naxwazim êdî vêya jî zanibim, ez naxwazim qet zanibim ku meriv dikare bişkoka çirê jî bizîvirîne."

Li vir jina wî giriya.

Û zilêm got: "Yanî ez naxwazim êdî qet tiştekî zanibim."

Û ji ber ku jinikê nikarîbû rewşê têbighêje, dev ji girî berda û mêrê xwe di tariyê de hişt.

Û ew li wira demeke pirr dirêj ma.

Û mirovên ku hatin serdanê, ji jinikê mêrê wê pirsîn, û jinikê ji wan re rave kir: "Yanî ji ber ku ew naxwaze tiştekî zanibe, ew di tariyê de rûdinê yanî, eynî wanî."

Mirov pirsîn: "Ew çi naxwaze êdî zanibe?", jinikê bersivand: "Tu tişt, ew êdî naxwaze qet tiştekî zanibe.

Ew naxwaze êdî zanibe, çi tiştê ku ew dibîne- yanî hewa çawa ye.

Ew naxwaze êdî zanibe, çi tiştê ku ew dibihîse- yanî mirov çi dibêjin.

Û ew naxwaze edî zanibe, çi tiştê ku ew dizane- yanî çawa meriv bişkoka çirê dizivirîne.

Ev eynî wanî ye." got jinik.

Mirov gotin: " Axx nexwe wanî ye", û careke din êdî nehatin serdanê.


Û zilêm di tariyê de rûnişt.

Û jina wî ji wî re xwarinê anî.

Û wê pirsî: "Tu êdî çi nema dizanî?"

Û wî got: "Ez hîn her tiştî dizanim", û ew xemgîn bû, lewre ew hîn her tiştî dizanîbû.

Li vir jina wî hewl da ku li ber dilê wî bigire û got: "Lê belê, tu nizane bê hewa çawa ye."

Zilêm jî got: " Ez nizanim hewa çawa ye, lê ez hîn jî dizanim ku ew dikare çawa be. Hîn rojên bi baranê tên bîra min û hîn rojên bi tav jî di bîra min de ne."

Jinikê got: "Tu yê vê ji bîr bikî."

Û zilêm got:

"Gotin hêsan e.

Gotin hêsan e."

Û ew di tariyê de ma û jina wî rojane ji wî re xwarinê anî û zilêm li teyfikê nerî û got: "Ez dizanim ku ev patat in, ez dizanim ku ev goşt e û ez keleriman jî nas dikim; û ev qet bi kêr nayê, ez ê tim her tiştî bizanibim. Û her gotina ku dibêjim, wê dizanim.

Û dema ku jina wî neqla din ji wî pirsî: "Tu hîn çi dizanî?", ew jî got: "Ji dema berê pirr tir tişt dizanim, bi tenê nizanim ku hewa xweş û hewa ya nexweş çawa ye, lê ez niha jî dizanim, ku hewa qet tune be, ev çawa ye. Û ez dizanim ku bi tevahî bibe tarî jî, ev tarîtî hîn jî wê tim têr neke."

Jina wî got: "Lê tiştek heye ku tu wê nizane." û xwest here, dema ew wê sekinand, jinikê got: "Yanî tu nizanî bi çînî navê 'hewa xweş' çi ye," û ew çû û derî li du xwe girt.

Zilamê ku êdî ne dixwest tiştekî zanibe, li vira ket nava fikaran. Ew bi rastî jî çînî nizanî bû û qet fêde ya vêya ji wî re tune bû ku bibêje: " Ez naxwazim edî vêya jî zanibim", ji ber ku ew vêya qet nizanî bû.

Zilêm qîriya: "Divê ez berê bizanibim ku ez naxwazim çi zanibim", û kaxezên li ser camên pacê çirand û panjûran vekir, li ber pacê baran dibariya û ew li baranê nerî.

Paşê ew çû bajêr, ji bo ku ji xwe re pirtûkên bi çînî bikire û ew paşde vegeriya û bi dirêjahiya hefteyan rûnişt van pirtûkan xwend û nîşanên nivîsa çinî li ser kaxezan xêzkir.

Û ku mirov dihatin mêvandariyê û ji jinikê mêrê wê dipirsîn, wê digot: "Ango ev wanî ye, ew niha fêrî çînî dibe, eynî wanî ye ev."

Û mirov êdî nehatin mevandariyê.

Lê ev bi mehan û bi salan domiya, heta zilêm fêrî çînî bû, û axir dema ew bi çinî zanî bû, wî got: "Ez hîn jî tim têra xwe baş nizanim.

Divê ez gişî zanibim. Tenê ew çax ez dikarim bêjim, ku ez naxwazim vana hemû zanibim.

Divê ez zanibim, tehma şerabê çawa ye, tehma şeraba xerab û tehma şeraba qenc.

Û ku ez petatan bixwim, divê ez zanibim, meriv wan çawa diçîne.

Divê ez zanibim, heyv çawa xûya dike, ji ber ku ku ez lê binerim, demek dirêje hîn jî nizanim, ew çawa xûya dike û divê ez zanibim, meriv çawa digihêje heyvê.

Û divê ez navê ajalan jî zanibim û ew çawa dixûyin û ew çi dikin û ew li ku dimînîn."

Û ew ji xwe re pirtûkek li ser kîvroşkên kovî* kirî û pirtûkek li ser mirîşkan û pirtûkek li ser ajalên li daristanê û pirtûkek li ser kêzikan.

Û paşê ew ji xwe re pirtûkek li ser kerkedanê hindê** kirî.

Û ev kerkedanê hindê bi wî xweşik dihat.

Ew çû bexçê heyvanan wî li wir dît, ew di hûndirê qefeseke mezin de disekinî û xwe ne dilivand.

Û zilêm bi baldarî dît, çawa ev kerkedanê hindê hewl dida ku bifikire û hewl dida ku tiştekî bizanibe û ew dît ku vêya çawa pirr zehmetî dida wî.

Û her cara ku tiştek dihat aqilê kerkedanê hindê, ji kêfan baz dida, du, sê caran li hûndirê qefesa mezin dizîvirî û pê re jî ku çi hatibû aqilê wî ji bîr dikir. Ew çax demeke dirêj sekinî dima-saetekê, du saetan- û ku tiştek bihata aqilê wî, dîsa baz dida.

Û ji ber ku ew tim piçekî zu dest bi bazdanê dikir, di rastiyê de qet tiştek nedihat aqilê wî.

Zilêm got: "Min dixwest ku ez kerkedanekî hindê bûma., lê ez dibêm qey niha ji vêya re pirr derenge."

Pişt re ew çû malê û li kerkedanê xwe fikirî.

Û ew li ser tiştekî din nepeyivî êdî.

Wî got: "Kerkedanê min î Hindê pirr hêdî difikire û pirr zû dest bi bazdanê dike, rastî ya wî ev e", û ew bi vê yekê re jî, ji bo êdî nexwaze tiştekî zanibe, çi tiştê ku ew dixwest zanibe ji bîr kir.

Û ew jiyana xwe ya ku berê çawa bû wanî domand.

Bi tenê, ew niha çînî jî dizanî bû.


Peter Bichsel, navê çîrokê yê resen: (Der Mann, der nichts mehr wissen wollte) ye.

Wergera ji elmanî: Sadedîn Çira




*Navê ev ajala bi elmanî "Kaninchen" e, hinek cûre ne têde, ji cûre yê kîvroşkan tê hesêb, loma me jêre kivroşka kovî got.

**Bi îngilîzî: Indian rhinoceros, tê wate ya kerkedanê Hindê; bi elmanî: Panzernashorn, tê wateya kerkedanê bi zirx.