1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Zimanê ku pereyan bîne şîrîn e
Zimanê ku pereyan bîne şîrîn e,zimanê,ku,pereyan,bîne,şîrîn,e

Zimanê ku pereyan bîne şîrîn e

A+ A-

Tu hê di zikê makê de, fêrî zimanê dayika xwe, a afrînêr dibî. Dûrik, lorík û xerîbiyan ji wê guhdarî dikî. Lê pişt re rojek tê, an tu wî zimanî ji bîr dikî, an jî bi te didine ji bîr kirin. Tu êdî dibî biyaniyê evîn û hebûna xwe a resen. Jixwe, di jiyana mirovan de kutirimbûyîna bingehîn hema ji wir dest pê dike.

Heke te zimanê zikmakî ji bîr kir, êdî tu kesekî bawî û tawî ye li qada jînê. Gewdeyekî bê zar û lal, wekî qalikekî vale ye.

Ev rewş bi zanebûn an jî bi nezanî be pê, di naveroka xwe de, qutbûyîna ji nasnameya xwe a xwezayî ye. Kuştina hest, xewn, xeyal, hizir, bîr û giyanî ye! Bandora vê heya bi gorê dom dike.

Lewre, tu qîra ewil bi wî zimanî qîryayî, bi wî zimanî giryayî, keniyayî, êşyayî û coşiyayî. Qutbûna ji zimanê dayikê, wekî masiyekî jî avê gut bibe, di asta mirinê de bi bandore.

Ji bo miletekî ziman çi qasî girîng e. Rola zimanê dayikê di jiyana neteweyan de çiye, em tev ji vê mijarê re ne xerîb in. Lema, ez ê nakevim nava nirxandineke klasîk.

Bi kurt û kurmancî, ez dibêjim, eger gelê kurd piçeki weke xelkê neteweperwer bûna, wê rewş me pirr ji a niha cûdatirbûya.

Binêrin, li gorî texmînan, serjmara Kurdan bi qasî 40-50 milyonî ye. 40, an 50 ev pirr ne girînge. A girîng ji bo min ew e, ku ji vê serjiimarê rêjeya xwendin û nivisandina bi zimanê zikmakî çiqas e. Ango, çend kurd bi zimanê dayikê dixwînin û dinivisînin?!

Mixabin ku hejmar pirr û pirr kêm e.

Ez behsa sedeman û polîtîkayên asimîlasîyonê û otoasîmîlasyonê nakim. Em tev dizanin çi bûye, çi dibe. Ez dixwazim jî aliyekî din ve rahêjim meselê.

Mînak, ez gelek mirovên kurd nas dikim, piyê wan bi derîyê dibistanê neketiye, qene rojekê jî neçûne dibistanê, lê ked dane, xwe bi xwe fêrî xwendin û nivisandina zimanê Tirkî bûne. Hinek li malê, hinek ji wan li leşkeriyê fêrbûne. Ji ber ku pêdiviya wan ji wî zimanî çêbûye lema fêr bûne. Helbet ev hêjaye rêzgirtinê ye. Ziman fêrbûn tiştekî pirr hêja ye. Lê werin temaşe bikin ku, heman mirov, fêrî xwendin û nivisandina kurdî, yanî zimanê xwe yê zikmakî nabin. Diyar dibe ku tu îhtimamê bi zimanê xwe ê zikmakî nakin. Tew ev ciwamêrana dibêjin, xwendin û nivisandina kurdî zahmete.!

Binêrin, ev kesên mijara gotinê, bawer bikin ku hê qenc bi trikî nizanin. Axaftin û diyalogên wan tenê bi kurdî ye.

Beşekî din hene, ku ez wan ji nêzîk ve nas dikim. Vana dibistanên herî bilind xwendin e, Doktor in, Parêzer in, Rojnamevan in, Weke pêşiyên me gotiye, vana jî "Nav giranên mal wêran in." Ji bilî Tirkî, Erbî, Farisî bi Înglizî, Almanî, Fransî û gelek zimanên din ên biyanî dizanin, lê fêrî zimanê xwe nebûne. Li xwe danaynin ku fêr jî bibin. Evana zimanê kurdî biçûk û bê nirx dibínin. Eger were axaftinê jî pêlewanin. Ciyamêran dorê nadin kesî û şukir ji her kesí bêhtir kurdperwer in! Ew jî dibêjin, xwendin û nivîsandina bi kurdî pirr zahmet e!

Ev her du mînakên li jor besin ku em rastiya xwe fêm bikin û rewşê têbigihên.

Îcar biyaniyên ku fêrî kurdî bûne jî hene û pirr xweşik bi kurdî diaxifin.

Encam ev e, ku xwestek hebe, çawa yekî biyanî fêrî kurdî dibe, kurdek jî pirr bi hêsayî dikare fêrî xwendin, nivisandin û axaftina zimanê xwe bibe. Lê diyare ku xwestek nîne.

Xaleke din jî ew e ku, ziman eger li çarşiyê, bazarê û bazirganiyê neyê bikaranîn, xwesteka fêrbûnê jî jê re çê nabe.

Helbet sedema yekê nebûna hest û ruhê netewî ye. A din jî kurdî pere nake. Heke zimanê kurdî pere bikraya, dê di nava me de bi qîmet bûya.

Em çendî bi gotin bibêjin, "zimanê me nasname û rûmeta me ye," ev tiştekî îfade nake. Ji ber ku emelê me, me derwîn derdixîne. A rastí ew e ku em tu qîmetê nadine zimanê xwe.

Zimanê ku pereyan bîne, şîrîntire ji kurdî.

28.01.2017

[email protected]