1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. ÇANDA QEREÇÎ Û MIRTIBAN
ÇANDA QEREÇÎ Û MIRTIBAN,çanda,qereçî,û,mirtiban

ÇANDA QEREÇÎ Û MIRTIBAN

A+ A-

Mordem ZEL

 

Mirtib an jî Mitirb, di şahî û dawetan de bi reng û feslên xwe yê folklorîk ên cûr be cûr li dahol û dûdikê, def û zirneyê dixin û eşqa dilê mirovan xweştir dikin.

 

Mirtib, peyvekî erebî ye û di wateya hunermend an jî muzîkjen de tê bikaranîn.

 

Her çiqas di nav civakê de wek hin peyvên neyînî û piçûkxistinê bê bikaranîn jî, koka xwe ji navê hunerê digire.

 

Li hinek herêman Mirtib û Qereçî di heman wateyê de têne bikaranîn lê di eslê xwe de ji hev cûda ne.

 

QEREÇÎ

 

Qereçî, ji bo ew kesên ku bi ger û geşta boxçevaniyê gerokî dikin û li derdora gundan kon vedigirin tê gotin. Hunera wan a sereke çêkirina bêjing, moxil, selek, xilikê xêkan û hwd in.

 

MIRTIB

 

Mirtib, jî wekî qereçiyan li derdora gund û gundikan kon vedigirin û bi ger û geştê zexîre ji xwe re berhev dikin lê hunera wan ji ya qereçiyan cûda ye. Mirtib şênahiya şahî û dawetan in, hema hema her mêrê wan amûrekî muzîkê lê dixin.

 

Dema di civakê de kesên mereqa wan ji vê hunerê re çê dibe navên mirtibiyê bi dû wan tê xistin.

 

Li gor gotinên mezinan, pêşiyên mirtiban di serdema xwecihîya gundan de, wekî herkesî ji bo debara xwe çandinî û cotyariyê kirine.

 

Tê gotin, di wê demê de cara yekem ku çandiniya genim kirine, nizanibûne bêderê bikutin, li ba bikin ku kayê û genim ji hev û du derxînin.

 

Bi vê boneyê dev ji karê çandinî û cotyariyê berdane û dest bi karê mirtibiyê kirine.

 

MIRTIBÊN LICÊ

 

Li herêma Licê, heta dawiya salên 1980"an, şahî û dawet bi hunera Mirtiban dihatin kirin.

Mirtibên Licê di karê xwe de gelek serkeftî û navdar bûn.

Wekî tê zanîn mirtibên aliyê serhedê jî navdar in.

Her çiqas navçeya Licê li ser Amedê be jî, bi erdnîgarî û çanda xwe nêzîkê çanda serhedê ye.

 

Ji mirtibên herêma Licê re, Mala Îsê, Mala Bedo û Mala Ûsik dihat/tê gotin.

Mala Îsê li navenda Licê û gundên herêma Çiya û Qora Berber dawetan dikirin, mala Ûsik aliyê Pêşêkevir û derdora Hezroyê bûn û mala Bedo li aliyê Sîwan û Hênê bûn.

 

Ev her sê malbat jî pismamên hev in

 

Mirtibên mala Îsê, zarokên Mehmo bûn.

Mehmê mirtib du jinê wî hebûn. Ji jina mezin bi navê Baqo, Teyfo û Evdilrehman sê lawên wî hebûn. Baqo him li dûdikê dixist û him serawa digotin. Bi navê Xero û Efo jî du lawên Baqo hebûn. Teyfo û Evdirehman jî li dûdik û zirneyê dixistin.

 

Ji jina wî ya piçûk bi navê Feymo, Şîto, Remo û Yaso çar lawên wî hebûn, Feymo û Şîto li dahol û defê dixistin, Remo û Yaso li dûdik û zirneyê dixistin.

 

Mirtibên mala Ûnis, Defvan Taro û Esko bûn Heydo û Gulo jî li zirne û dûdikê dixistin.

 

Mirtibên mala Mistê Bedo yê navdar jî, Nezo bû.

Nezo, bi boneya dawetekî li gundê Comalaş ku bûye sebebê nîqaş û dilmayînê, du zarokên Mehmê mirtib, Evdirhiman (Lalo) û Teyfo li herêma golê ya di navbera gundê Pehnav û Goma Xicîkan de kuştibû.

 

Piştî kuştina wan di berdêla li hevhatinê de jinekî ji mala Mistê Bedo didin mala Mehmê mirtib. Baqo jî îkrama jina Teyfo li xwe mar dike.

 

Her çiqas pismamê hevdû bin jî, car caran di navbera wan de xusûmetên bi vî rengî jî dibûn.

 

LÎSTOKÊN DAWETAN

 

Di dawetan de gelek lîstok hebûn. Piraniya wan cewherên mirtiban in. Reqs û govendgirtina mirtiban bi demê re di nav civakê de belav bûye û lê hatiye zêdekirin.

 

Lîstokên bi navê, Dondirxan, Giranî, Delîlo, Cîda, Duling, Sêling, Esmer, Çepik, Milanî, Şêxanî, Şêrizdîn, Bablekan, Şemamê û hwd yên govendî ne.

 

Ji bilî lîstokên govendgirtinê, yên wekî pêkenok û laqirdiyan jî hebûn.

Wek, Trêna Karaz, Kose, Vizviz, Apê Mûs, Şûr û Mertal, Dugavî, Sêgavî, Mîrkuçik, Keviravêtin, Terş û Gog û hwd lîstokên girgir û şematê ne.

 

ŞABAŞÎ

 

Şabaşî ji bo mirtiban di wateya xelatxwestinê de ye û ji bo wan pir girîng e. Di dawetan de zêdetir kesên qodeman û stû qalind têne şabaşkirin lê car caran jî dema vexwendî biçin dawetê wan şabaş dikin û pere ji wan distînin.

 

SERAWA

 

Di dawetan de berî razanê mirtiban serawa lêdixistin.

Serawa bi bilûrê wekî helbestê tê lêxistin.

 

Serawayê navdar, Hêlbero, Gur û Kotan û Bûk û Xesû ne.

 

Hêlbero; Dema melodiya vê serawayê lêdikeve, wekî ji pez re bêje here ser avê û piştre banga vegerîna pez bike.

 

Bûk û Xesû; Bi melodiya vê serawayê nîqaşa bûk û xesûyê tê gohdarkirin.

Dema melodiya wê lêdikeve, mirov dibêje qey bûk û xesû şer dikin.

 

Gur û Kotan: Melodiya vê serawayê şerê kûçik û gurî rave dike. Dema kûçik dikeve ser gurî melodiyek bi eşq lêdikeve, gava gur dikeve ser kûçik melodiyeke melûl lêdixe.

 

Serawayekî mirtiban a devkî:

 

Ha kuro dîno min dî ye

Li ser banê xanî ye

Li ser kulafek cindî ye

Malîkî bê xwedî ye

Min ji xwe re li erdê dî ye

Ha kuro dîno ha wa ye

Li ser bana paldaye

Devî devê gura ye

Nikul nikulê kewa ye


Gotinên miftehî :