ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ (1)
Min Xwe Birçî Dihişt û Min ji bo Xwe Pirtûk digirt
Nûrcan Delîl
Wekî Koma Helbestê ya Amedê me vê hefteyê Pirtûka bi navê Îmaj a Roger Acûn nirxand. Roger Acûn di pirtûka xwe ya bi navê Îmajê de li ser helbestên Arjen Arî, Berken Bereh, Fatma Savci û Gulîzerê sekiniye. Roger Acûn ev 20 sal in bi helbestê mijûl e. Li Amedê me bernameya xwe ya ji du hefteyan carekê li dar xist. Roja me bernameya xwe li dar xist baran dibariya. Bi ahenga baranê lê hinekî dereng me dest bi nirxandina pirtûkê kir. Roger di destpêkê de behsa xwe kir. Hemû kesî bi baldarî guhdar dikirin. Hinek mêvanên ji derveyî komê jî beşdar bûbûn. Ev jî ji bo me dilxweşiyek din bû. Tiştê ku di destpêkê de Roger got gelekî bala min kişand û ez bi bandor bûm. Roger gotibû '20 sal berê dema min lîse qedand bavê min gotibû kurê min ez wekî diyarî ji te re çi bikirim. Min jî gotibû ji min re deqtîloyekê bikire'.
Ji ber ku baran dibariya û sar bû Argûn hat pêxistin. Bi reng û germahiya agirê argûnê sohbeta ji bo nirxandina pirtûkê geştir dibû. Di nava sohbetê de gotinên Roger jî bi dilekî geş dihat guhdarkirin. Roger di nava sohbetê de bal kişand ser vê yekê jî. Roger anî ziman ku wî dema helbest dinivîsand li bin helbesta xwe navê xwe dinivîsand. Lê piştre hinek hevalên wî jê re gotine tu li bin helbesta xwe navê xwe nenivîse û nebêje Şaîr Roger ew ê çêtir be. Roger got ji wê rojê şûnde êdî wî navê xwe wekî Şair Roger li bin helbestên xwe nenivîsandiye. Tecrubeyên jiyanê dem bi dem hinek rastî nîşanî mirovan dide.
Carinan di sohbetan de mirov diponijin lê dema tiştekî ku bala mirov dikşîne û bandorê li mirov dike, tê gotin mirov ji carekê de tê ser hişê xwe. Ez dikarim bêjim Roger dema behsa çîroka helbesta xwe dikir bi gotinek wî ya din jî ez gelek bi bandor bûm. Roger got 'Min xwe birçî dihişt û min ji bo xwe pirtûk digirt'. Wî digot ew ê demê nîşan bide ka em kî helbestkar in an ne helbestkar in. Ya girîng jê yek ew bû ku tiştên nû em wekî endamên helbestê û mêvanên ji derveyî komê ji Roger hîn bûn. Her wiha wî got helbesta yekem a lîrîk ji aliyê jina Yewnan a bi navê Sappho hatiye nivîsandin. Jinan di warê gelek tiştî de pêşengî û serkêşî kiribûn. Di heman demê de Roger bal kişand ser helbestkarê mezin Adonîs û wiha got:"Adonîs dibêje 'îcab nake jin bibe helbestkar jixwe jin helbest e'. Lê em vê yekê bibêjin li gor min em ê niheqiyê li jinan bikin."
Piştî gotinên Roger Acûn beşdarvanan pirsên xwe pirsîn. Di nava pirsan de li ser girîngiya îmajê û derûniya mirovan a di qada helbestê de hinek xal hatin nîşandan. Hasbey Koksal behsa şîroveya biharê kir û anî ziman ku wî di têgeha biharê ya di nava helbestên di nava pirtûka Îmajê de cihê xwe digire wekî bihara jinê pênase kiriye. Roza Metîna li ser derûniya helbestê pirs kir. Roger bi baldarî û ji dil bersivên pirsan li gor fikrên xwe dibersivand. Feratê Dengizî jî bal kişand ser hestên helbestê û got 'ji bo çi mirov dema kêfxweş be nikare helbestê binivîse?' Roger jî got dema mirov bextewar be tenê dixwaze tama wê bextewariyê bigire naxwaze bi tiştekî din mijûl bibe. Sultan Yaray jî ji Roger ev pirs kir û got 'çima hûn li ser helbestkarên klasîk nesekinîn?' Roger jî wiha got:"Min xwest ji bo destpêkê helbestkarên nûjen hilbijêrim."
Piştî pirsan hevalan gotin saeta me bi ser jî ketiye. Saeta me bi dawî bûbû lê têrê nekiribû. Roger hemû tiştên ku dixwest bibêje negotibû. Dem têrê nekiribû ku hemû pirs û fikrên ku beşdarvanan dixwestin bibêjin, di vê bernameyê de bibêjin. Dem gelek carî têrî gelek tiştan nake. Xwezî me dem bikariba zevt bikira. Piştî pirsan helbest hatin xwendin û Roger pirtûka xwe îmze kir. Bernameyek têr û tije û bi hêvî derbas bûbû.