ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ (AMED)
Roza Metîna
Wekî Koma Helbestê ya Amedê me biryar da ku vê carê em di 25'ê Cotmeha 2019'an de pirtûka Helbestkar Mahabad Felat Arda binirxînin. Her wiha me biryar da ku em bavê Mahabad, Şêx Mishabê Silîvî jî vexwînin bernameyê. Me xwest em ji tecrube û têkoşîna wî ya bi salan a ji bo wêjeya Kurdî ya hêjayî pesindayinê ye, fêdeyê bigirin. Di destpêkê de me got em ê li Weşanxaneya J&J'yê bernameya xwe çêbikin. Lê di roja ku me yê bername çêbikira cenazeyê xwişka Azad Zal a ku di oxira têkoşîna ji bo azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû hatibû teslîmkirin. Ji ber vê yekê me bernameya xwe li Med Derê li dar xist.
Berî ku bername dest pê bike hevalê Bîlal têlêfonî min kir û anî ziman ku ew hatiye Amedê. Bername ew ê saet di 18.00'an de dest pê bikira. Saet di 17.00'an de me li Ofisê hevdu dît. Bîlal surprîzek xweş kiribû. Dema me hevdu dît min jê re got:
-Wa ye dîsa wênekêşa te bi te re ye. Weleh tu hêja yî.
Li ser vê gotina min Bîlal keniya û got:
-Erê weleh wiha ye.
Hinek pêdiviyên min hebûn. Me bi lez û bez ew safî kir û em derbasî Med Derê bûn. Dema em derbasî Med Derê bûn dîsa ez hem bi kelecan hem jî hestiyar bûm. Ji ber ku min perwerdeya xwe ya xwendin, rêziman û wêjeyê ji wir girtîbû. Kurdî Der hatibû girtin û dewsa wê Med Der hat vekirin. Di serdema ku min li Kurdî Derê dersa wêjeyê dida, Kurdî Der hat girtin. Lê me dev ji dersên xwe bernedabû û me li Parka Orman Parkê wê demê rojekê dersa xwe dabû heta ku me cihek pêde kiribû. Me zimanê dijmin ji xwe re nekiribû kiras û ji bo parastina zimanê xwe her hewl dabû.
Bernameya me ew ê di 18.00'an de dest pê bikira lê ji bo xwendekarên Med Derê yên asta sêyem jî beşdar bibin me saet di 18.30'an de dest bi bernameya xwe kir. Vê carê moderatora bernameyê Sultan Yaray bû. Di destpêkê de Şêx Mishabê Silîvî axivî û bal kişand ser girîngiya wêjeya kurdî û zimanê kurdî. Di hinek kêliyan de hestiyar dibû û hêsirên çavên wî wekî barana payizê dihat xwarê. Jixwe demsal jî payiz bû û li hêviya rêyek berê wê li ronahiyê bû.
Şêx Mishabê Silîvî di destpêkê de behsa girîngiya Zimanê Kurdî kir. Şêx Mishabê Silîvî di heman demê de girîngiya peyama yekîtiya kurdan anî ziman û wiha got:
-Divê em her dem qedir û qîmetê bidine zimanê xwe. Bê ziman em nikarin hebûna xwe jî rave bikin. Zimanê Kurdî gelekî dewlemend e. Divê em qedir û qiymeta vê dewlemendiyê û yekîtiyê bizanibin. Bi hezar salan e em di bin destên Ereb, Tirk û Farisan de ne. Kî bi zilma ku li Gelê Kurd hatiye kirin rû bi rû bimaya niha ji zûde hatibû bişaftin. Heger ev zilim û lîstik li çiyayekî hatiba kirin niha çiya heliyaba. Tu gel wekî gelê kurd qehreman tune ye. Em di navbera Ereb, Faris û Tirkan de ne. Her dem bi hev dikevin lê dema mijar dibe Kurd dibin can û ceger. Yanî daweta çivîkê teva li ser garisê me ye. Divê dirûşma me jî Kurd û Kurdistan be. Dibe ku îdeolojiya her kurdî cuda be lê divê hemû kurd ji bo doza Kurdistanê bibin yek.
Sultan jî ket navberê û hestên xwe wiha anî ziman:
-Bi rastî jî dema seyda dipeyive hezkirina xwe ya ziman, wêje, azadî û Kurdistanê ji dil tîne ziman.
Seyda mîna ku hundur wî tije bûbû hîna Sultan gotina xwe neqedandibû axivî û got:
-Her ajal bi awayekî xwe diparêze. Hinek bi qiloçên xwe, hinek bi reva xwe. Lê xezal nikare zêde xwe mihafaza bike û bêtir dibe hedefa nêçirvanan. Yanî divê her em xwe bikaribin biparêzin. Gotinek heye dibêje 'Gul tu carî tê çînînê? Ger nexwe zexm û kelem. Jîn jixwe şer û pevçûn e.' Yanî bê têkoşîn em nikarin bigêhêjin tu derê.
Dema ev gotinan wekî hebê genim ji devê Şêx Mishabê Silîvî dihatin xwarê hemû kesên ku beşdarî bernameyê bûbûn bi baldarî guhdar dikirin. Carinan bi henek carinan bi ken carinan bi hestiyarî bername dewam dikir. Carinan diketim nav fikrên kûr û dûr lê baş e ku zû li xwe mikur dihatim.
Şêx Mishabê Silîvî wiha dewam dikir:
-Navê apê bavê min Meqsûd e. Li Helebê kuçeyek bi navê Şêx Meqsûd heye. Wê kuçeyê navê xwe ji navê apê bavê min girtiye. Du heb apê min îdam kirin. Şêx Mehemed li vir, Şêx Evdila li Xarpêtê îdam kirin. Di şehnameya şehîdan a Cegerxwîn çêkiriye de navê wan heye. Ez ji ber hêz û îradeya wan a xurt her li xebatên ji bo parastina çand, huner, ziman û wêjeyê xwedî derketim. Ez bi Erebî, Tirkî û Farisî jî dizanim ji ber ku min medrese xwendiye. Mirov çiqas ziman zanibe ewqas baş e. Lê ya herî baş mirov berê zimanê xwe bizanibe. Di vê rêyê de min gelek bedel da. Ji ber ku min li ser kevirê mezel ê Îmam Ebdullah ev her du hevok "Ditirsim ey welat bimrim nebînim serxwebûna te. Li ser kêla min binûse welat xemgîn ez xemgîn" nivîsandibûn di serdema 1980'an a Kenan Evren de ew hilweşandin û ez kirim girtîgehê.
Dawiyê em ji Farqînî ji ber zextên hizbullah mecbûr man ku koç bikin. Lê tu carî min dev ji xebatên ji bo wêjeya Kurdî berneda. Min 17 hezar pêşgotin nivîsandiye. Gotinên dapîr û bapîrên me. Ji bo ez bikim pirtûk ji vir gelek pere xwestin lê li Duhokê ew ê belaş bê çap bikin.
Bi van gotinan hinekî mest û xemgîn bûbûm. Li welatê xwe em her koçber bûn û bi zilmên mezin rû bi rû dihatin hiştin. Êrîşên sîstema desthilatdar her dewam dike. Ya din jî ew bû ku 17 hezar gotinên dapîr û bapîran ên mîna gencîneyan li Bakur ji bo çapkirina wan pere dihat xwestin. Keda ku di rêya ziman û wêjeyê de her dem dihat binpêkirin, radixist pêş çavan.
Piştî axaftina Şêx Mishabê Silîvî, bi rêya watsapê Mahabad Felat derbarê pirtûka xwe de axivî. Mahabad di destpêkê de Mihamed Omer Osman ê ku wekî Generalê Payizê dihat naskirin û dawî li jiyana xwe anîbû bi bîr anî. Mahabad piştre anî ziman ku berhama wî ya herî xurt bavê wî ye û ew di bin bandora bavê xwe de maye. Ew gelekî kêfxweş bûbû ku me bernameyek hem bi bavê wî re hem jî ji bo pirtûka wî çêkiribû.
Piştî Mahabad axivî şûnde kesên ku xwestin helbestên wî xwendin. Dawiyê jî Şêx Mishabê Silîvî yanî bavê Mahabad pirtûkên kurê xwe îmze kir. Dema pirtûkên lawê xwe îmze dikir hem hestiyar dibû, hem jî bextewar. Ji ber ku Mahabad li Ewropayê dima diyar bû ku hesreta ewladê xwe û neviyên xwe jî dikişand. Bêrikîrina ji bo wan ji bîbikên çavên wî diyar dibû. Ew bêrîkirin dibû sedema hestiyariya hemû kesên beşdarî bernameyê bûbûn.
Ya jê em bextewar kir yek jê ew bû ku xwendekarên Med Derê jî beşdarî bernameyê bûbûn û kêfxweşiya xwe bi awayekî ji dil anîbûn ziman. Dema bername bi helbestan bi dawî bû şûnde hemû kes derketin. Lê Şêx Mishabê Silîvî, Sultan, Mordem, Arîfe Lorîn, Hikmet, Bîlal û ez mabûn. Hevalan gotin ecele neke em hinekî rûnên. Lê hevalek min li min geriyabû divê ez demildest biçiyam. Destên min ne ji nehekê ne ji dehekê dibû. Werhasil di payiza Amedê ya ku di bin êrîşên li dijî Rojava de bêdengiya xwe diparast bernameyek din jî bi dawî bûbû.