1. Tekst

  2. Gotar

  3. Amîda Kurd
  4. ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ YA BI ONLINEYÊ (2)
ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ YA BI ONLINEYÊ  (2),çavdêriya,koma,helbestê,ya,amedê,ya,bi,onlineyê,2

ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA AMEDÊ YA BI ONLINEYÊ (2)

A+ A-

 

Sabrî Vûral

 

Helbest di nav  jiyan û hewldanan de xwedîyê  cihê  herî  payebilind e. Ji ber ku helbest ji bo aştî û evînê û gerdûneke aram tê nivîsandin.Helbest ji bo bextewarî û aramiyê bi rateqîna şer û pêvçûnan dikeve û jiyanek bi rûmet ji ber  devê cercere ya êş û azaran direvîne û wan tîne ser rêya evîn û aramîyê. Helbestvan Mizgîn Ronak di nav çar dîwaran de ev barê giran hilgirtiye ser milê xwe û di nav jiyaneke bêdeng de helbestên xwe kiriye dengê, bêdengîyê û bi helbestên bêhna cahterîyê jê difûre dil û hinavê mirovan hênik kiriye. 

Dema em bala xwe didin helbestên birêz Ronak xemê rojane, xatirxwestinên bi gazinc bêrîkirinên  bêpîvan û nêrînên bûye sebeba têkçûnan rû daye tê de heye Taybetmendiya hest û xeyalên Ronak çiqas laşê wê dîl girtî be hest û xeyalên wê weke nikulê Albatrosê dîwarên tirs û tariyê  nikulandîye  û derbasî nava civaka azad bûye. Carinan jî, ji şevbarana re bûye pêçî û şibakê bêdengiya hewara tiqandiye.

Carinan bi çavên nedawî ew bûye berbûyê kulîlkên hêviyê. Pênûsa helbestvana rêzdar bûye siwarê xeyalên wê û li ser çemê Dijlê ew av daye û serê birînan bi wê avê şuştiye.Di nava dîwanê de bi navê guhertî çi qas helbest hatibe nivîsandin jî,zimanê helbestên wê êş, çavên helbestên wê hêvî û nasnameya helbestên wê hewar û azadî ye. Me weke Koma Helbestê ya Amedê  ji panzdeh rojan carekê Şevbihêrkên helbestê li dar dixist. Ji ber Vîrusa Koronayê şapatekî dirêj e  Şevbihêrk nedihat lidarxistin. Bi rêya Enstîtuya online bi moderatoriya mamoste Hasip Yanliç berhema Helbestvan a hêja Mizgîn Ronak a bi navê "Dilavî"(Li ber devê birînê) bi beşdarbûna gelek wêjevan û helbesthezên weke Hasip Yanliç Gernas Koçer, Fatma Savcı, Adnan Dogan, Reşê, Kamran Simo Hedilî, Kevok Mizgîn, M.Sait Arzu, Gohar Mano, M. Emin Aksu, Nurcan Delîl, Bayram Endez, Baran  Ozek, Aziz Nemati, Deniz Şan, Îrfan, Dilbezarê Bêkes  Muhsin Ozdemir û Sabrî Vûral beşdarî nirxandin a berhema "Dilavî"bûn. Di derbarê rastnivîsa dîwanê de M.Emin Aksu, di warê şêwaz û dubarekirina hevokan de Hasip Yanliç bi taybetî li ser navê bikaranîn a Darcêwî "Akasya", kul û birînê rawestiya. M.Sait Arzu di derbarê jiyan û keda helbestvanê de nêrînên xwe parve kir.min jî, li ser bargiranî ya helbestê û zîrekiya helbestvan a ku di kêmderfetîyê de 

helbestên herî serkeftî afirandiye bi lêv kir û min got di nav helbestvanên jin yên jê herî pêşketî Mizgîn Ronak bi helbestên xwe cih girtiye. Ji beşdarvanan helbestvan Reşê bi xwendina helbesta "Nêrgizên Lêborînê û Herikîn”Helbestvan Adnan Doğan bi helbesta"Venemirîne"Helbestvan M.Sait Arzu helbesta"Li ber Devê Birînê"Helbestvan Sabrî Vûral helbesta"Dema Em Diçin Amedê"Helbestvanan bi xwendina helbestan kêlîkê dilên lerizî germ kirin.Bi xwednina helbestan şêwira koma Enstituya onlinê bi dawî bû.

 Helbestên di şevbihêrkêde hatine xwendin.

Nêrgizên Lêborînê

Wek xatirxwestinek neyê

Dixwazim destên şefeqê

Bidim ser eniya te

Baranan bişom ji çavên te

Da ku heyv hilbê…

Wek çiyayekî dûr nesekine 

Dixwazim baskên şevê 

Li birînên te bipêçim

Stranekê bêjim

Pirsa gotinên ku têra 

Tu tiştî nakin bikim ji te…

Dixwazim bimrim li nav gulên spî

Ji min re behsa deriyên bajêr bike

Deriyên ku qet venabin…

Wek xatirxwestinek neyê

Ji min re qala nêrgizên lêborînê bike

Li min bibore

Bihêle bila şîn bibin ev nêrgiz

Li vê lêborîna bêdawî…

 

Herikîn

Jiyan diherike 

Bi dilopên serê tiliyan

Bi bîna baxçê cîranan

Demsala zivistanê tije agir e

Periyên nazdar direqisin

Îlahiya agirê bêdawî dixwînin

Jiyan diherike

Bi dilopên serê tiliyan…

 

Venemirîne

 Roniyê venemirîne

Ez ê werim

Bila şev be

Bahoz 

Û bager be

Dûr bin şax û baxçe

Xem nîne

Roniyê Venemirîne 

Ez ê werim

Bila sal û zeman ketibe navbera me

Mijangên me girtî bin

Cemidî bin mijangên me li bin berfê

Guleyekê rê çêkiribe ji xwe re li singa me

Xem nîne 

Roniyê venemirîne 

Ez ê werim

Belkî wek giyanek koçber

Belkî bi merhebaya berfinekê

Belkî bi girtina riyên zivistanê

Belkî bi nehatina xeberek xweş

Xem nîne ez ê werim

Roniyê venemirîne 

Ez ê werim

Bila pênûs bê hubr mabin

Çivîkan firînê ji bîr kiribin…

Ez ê qeyikên helbestê bi rê bixim

Perçeyên dilê xwe berhev bikim

Bêhna hena porê xwe li kemanek bar bikim

Û 

WERIM!

Bes tu roniyê venemirîne

Hêviya xwe ya bihardiz neqedîne

Û li benda min be

Teqez e soz a evîndaran.

 

Li ber Devê Birînê

 

Xwişka min qîza baranê ye

Ji daristanên nehatinê derbas dibe

Ji xewnên ku ji nexşên 

Nazbalîfên dayikan reviyane…

Ji kulîlka hinarê

Ji kila çavên biharê

Hin tişt tên bîra me

Tiştên kûr û dûr

Tiştên ku em nizanin

Me ew kengî winda kirine

Tiştên şîrîn û nas

Tiştên ji sûretên avê…

Xwişka min qîza baranê ye

Wek periyek xerîb 

Serê tiliyên xwe li şibaka şevê dixim

Gelo kes nîne?

An jî her kes heye

Lê tu kes tune ye…

 

Xwişka min qîza baranê ye

Li deştên gulberojan

Li benda me ye

Rêwiyen ku barê wan êvar e

Siwarên ku rûyên xwe

Bi heyvê veşartine

Behsa kê dikin niha?

Xwişka min qîza baranê ye

Dema ku şevên zivistanê

Wek janek reş û zirav hatin

Mûmekê vêxin û

Li çîrokên ku xwe 

Li siya mijangên we

Veşartine guhdar bikin

Li çîrokên kin

Li çîrokên ku we

Ji heyatê didizin…

 

 

Xwişka min qîza baranê ye

Çem riya xwe şaş dike

Çivîk li baxçê zaroktiya me 

Hêlîn çêdikin 

Hubra pênûsê ziwa dibe

Gotina li ser lêvê dixeyîde

Dê kî gulan şiyar bike?

Hespên ku em li bendê ne nehat

Dê kî devê vê birinê veke?

Xwişka min qîza baranê ye

Qasidên Nêrgizan li ber derî

Destên vala yên li berîkê

Tije bêrî ne

Erê, em ji vê pirê jî derbas bûn

Li ber şaxên vê bîşengê jî mirin

Erê me ji qestî ve ji her tiştî bawer kir

 

 

Xwişka min qîza baranê ye

Me destên xwe şûşt

Ji bajarên tarî

Tenezulê ewrên reş nekir 

Lê ya ku wiha bi dizîka 

Pêl dide û wek Albatrosê

Serê şefeqa dilê me nikul dike çi ye?

Xwişka min qîza baranê ye

Bi xatirê we…

 

 

Dema Em Diçin Amedê

 

Dema em diçin Amedê

Sosin zer dibin

Parka Koşuyolê dibe hêlîna şîlanan

Her gul dilopek xwîn dirijîne

Keman hêdî hêdî dişewitin

Pira dehderî deriyên xwe digire

Trêna Qûrtalanê ji êvarên zaroktiya me 

derbas dibe

Em destên xwe dihejînin ji rêwiyên nenas re

Êvar trênê dûr dibe, wenda dibe her tişt

Dema em diçin Amedê

Binevşên pêşwext vedibin

Hechecîk li Koşûyolê dimirin, dibin dilopên xwînê ji

Şîlan nikare bigrî, 

Dîlan nikare bimre

Trênên Qûrtalanê bi vagonên mirinê ji me derbas dibin

Dema em diçin Amedê,

Akasya rê nadin mirina zarokan

Ramanên ewrspî şîlan vedikin

Trêna Qûrtalanê tije hêvî, derbas dibe

Rêwiyên wê yên rûbaran

Qevdên nêrgizan didin me

Divê em niha herin Amedê

Şîlan û Mizgîn li benda me ne

 

 

 

Têbînî: Hevalên nav û nêrînên wan hatine jibîrkirin lêborîna xwe ji wan dixwazim.