ÇEND GOTIN BO Î. BEŞIKÇÎ
Hesen Harranî
Gotinên tên gotin bi lez û bez
Mirov nagehîne warê elegez
Rewşê baş biwezinînin nebez
Da hun bibin ezîzê pez û rez.
(HesenHarranî)
Piştî vê gotinê ezê li ser Î. Beşîkçî
çend gotinan bêjim.
Dostino, hevalino!
Wekî hun jî dizanin li ser hinek gotar û nêrînên Beşîkçî çendî rojin tofanekî di nava alîgirên Tevgera azadîyê û hezkirî û donkêşvanên Beşîkçî de rabûye û her hêlê di nava teflû dûxanê de hiştîye.
Ez Beşîkçî baş nas dikim û min herê kêm çar - pênc pirtûkên wî jî xwendîye. Raman û mantelîta wî çîye, çawaye bawerim baş dizanim.
Nêzîkatîye Beşîkçî di dema ku nêrînên Tevgera Azadî diparastin jî min di gelek hêlan û pîvanan de rast nedidîtîn û niha ku aligirîya hinek kes û rêxistinan jî dike dîsa rast nabînim.
Ev pîvana min ji vê yekê tê. Mirovekî ku mebest û sekna wî heqîqet û zanist be divê zêde nekeve nav herêmên berjewendîyên demkî û partîvanî û sîyasî. Beşîkçî di dema aligirîya Tevgera Azadîde jî sînorê xwe derbas dikir û diket nava qada ne ya wîye, îro jî dîsa heman tiştî dike. Ev jibo zanyarek encamek baş nîne.
Sedema ku ewqas rexne û refleksekî neerênî digire an jî zêde erênî digire jî ev xal e.
Ti gotinên min ji ked û sekna wî ya muxalifîyê re nîne û ji ber vê û berdêla daye bi hurmetin û bi rêzgirî nêzîkê wî dibim.
Lê dîsa ez vê yekê bêjim: Zanyar û zanistvanekî karê wî yê herî girîng sebre. Metod û hêceta wî ya herî girîng jî çavdêrîye. Ji ber vê yekê dibêjim pîvana wî ya pêşîn divê sebir be. Lewre çavdêrî bi lez û bezê nabe û jêre aqlê selîm û sebir lazime.
Beşîkçî di analîz û tahlîlên xwe de bi lezgîne û nêrîna wî û sînorên wî yê analîtîkî hinek teng e. Ji ber vê yekê nîrxandinên wî pir zêde nayên ronişkandin. Û zêde pêgir nabe.
Mafê her rewşenbîr û zanyarî heye li tevger, sazî û kesayetan rexne bike û rewş û sekna wan analîz bike. Jixwe ev nebe di civakê de û di pêşketina civakê de rastî nayê dîtin û pêşketin jî nabe.
Ev maf yê Beşîkçîye jî dikare her dem bikarbîne.
Lê belê jibo herkesî û jibo birêz Beşîkçî jî divê ev heqîqet neyê jibîrkirin. Dema mirov rexneyan bike divê mirov rexneyên xwe ji rastîya civak, demê, merc û şertên merîyetê dûr û qut neke. Divê mirov van hemî xusûsîyetan li ber çavan bigire. Lewre tu guherîn û pêşketin ji şert û mercên ku tê de çêbûye an jî pêkhatîye cuda naqewime. Dema guhertinek an jî ramanek biguherê divê mirov şert û mercên guherîna van tiştan jî bibîne.
Rexneyên Beşîkçî di gelek waran de jibo Tevgera Azadî dibe ku rastbin û bi gorî min jî di warê taqtîkî û sîyasî de di van deh panzdeh salan de şaşî çêbûn û niha Tevger bixwe jî berdêlên van şaşîyan dide. Lê nêzîkatîyek ji kok û bi temamî jî rast nîne û divê mirov hinek bi însaf be.
Divê mirov neyê galîyan û kelecana derdorên xwe. Û her wiha bi van layan mirov nekeve nav şaşîyan.
Birêz Beşîkçî di van demên dawî de birastî jî şaşîyan dike û bi lez û bez tevdigere. Sedema vê yekê bi kûr û fireh çine ez baş nizanim lê tişta ku li min û li kesayeta min tê ev e ku ez bêjim Beşîkçî xwe û zîhnîyeta xwe li gorî demê û zirûfên cîhana nûh negurtîye. Nêrînên wî li ser fikir û argumanên 80 sal berê çêbûne hatîye avakirin di zirûfên vê demê de gellek hêlan de şaş û qelsin. . Gelo nifşên ku îro 15-20 salîne çiqas Beşîkçî nas dikin? Çiqas bi fikir û ramanên wî re eleqedarin? Eleqe û meylên vê nifşê çine û daxwaza wan çîye haya wî jê heye? Gelo dikare lo gorî pêdivî û daxwazên vê nifşa nû argumanekî nûh û rasteqîn biafirîne? Ne bawerim.
Ji ber vê yekê di van demên bi lez bez ku du rojên wî ne yekin û her wiha kaotîkin divê mirov hê bêtir bi bal û keys be.
Dema mirov alîyekî rexne kir divê alîyên heman parçeya bitûn lê qiyas neke û yekî baş yekî jî xerab neke. Kî çîye û çi hêz çawaye divê mirov wî di çarçova nav sînorên kêmasî û sînorên berjewendîya bitûna cîvakî de binîrxîne û rexne bike.
Dema te yekî girt û yê din avêt, yekî baş kir gihand esman yê din jî xerab kir avête bin qatê erşan ew çax rewşenbîrî û zanyarîya mirov dikeve nav qada nîqaşê.
Van gotinan ez jibo rûmeta Birêz Beşîkçî dibêjîim û tu menfîetê min jî têde nîne.
Çi dibe bira bibe divê rexne û nêrînên mirov ji nava sînorên medenî û exlaqî dernekeve. Ev jibo Beşikçî jî û jibo parastvan û alîgirên wî jî û jibo alîgirê hizban jî rastîyekîye. Lê di vir de barê giran yê birêz Beşîkçîye.
Divê zêde nekî lez û bez
Da ku nebî zelîlê qerez.