Çanda di nava mija têkçûnê de
Fêrgîn Melîk Aykoç
Gelê me bîle sebep negotiye „Sal bi sal xwezil bi par! (venagere ti car)“ Her sala nû tê, bi dijmin re dibe yek, perek ji çand û giyana me ya netew û gelbûnê bi destên mirovên bingeh ji me diqetîne!... Dil li ber wê dinale, dike hawar û qêrîn! Hewesiya xwe bi salên rawirtî tîne. Dijminê di kozikan de bi rêya bi dehhezaran pîyonên xwe, carna bi rêya mîrên ji dîn û hişên xwe, tarîqatên bi gustîla xwe ve girêdayî, bi qelem û şûrên xwe hêdî hêdi kendê dîroka giyana me dihêrifîne û bi rovîtî li erdê dipelixîne. Min îsal li ser medya civakî ev birîna nêmgirtî û di gelek ciyan re teqyayî bi êş hîs kir. Ezê hinek vê birînê bi nalîna yên bikanin fêm bikin vekim.
Sal 1979, em çûbûn gundekî, ciwanan Kalo-pîrê (Kalgaxend/qirdik) çêkiribûn. Dimenên wisa her dem rastê mirovan nayê, ji wê em gelek şa bûbûn, ji ber vê min wek diyarî pîncî panotê tirk yê wê demê wek geşt dabû xortan. Li wir du xortên di îmamxatîba Tirkan ya bêîman dike de dixwend jî hebûn. Piştî xortên kalgaxendê derketin çûn ji wan xortên Îmamxatîbê yekî gotin girt û got:
„Ev edetê kafirtiyê ye, ne çanda mislimatî û Tirkiyê ye!“
Min xwe ji bo axaftinê amadekiribû. Bes bavê wî xortî jî li wir bû. Bi gotina wî re sor û morê hev bûbû. Mînaku dupiştikê bi min ve vedabe, ez di cihê xwe de hatim û çûm. Berê ku ez li ser mijarî biaxivim. Bavê wî bi hêrs rabû û xwest lêxe û vê re bi hemû hêrsa xwe ve got:
„Law pêzevengê heram, Bavê min ev „kalo pîrê“ çêkir, kalikê min çêkir, min çêkir! Ma em kafir in? Tenê ew segbavên di wê dibîstanê de ders didin te misliman in? Hey bê edebê rezîl! Bi xaliq tu yê êdî neçe wê dibîstanê! Biçî ber pez, bibî şivan, qet nebe tu yê însan bimînî!“
Em ketin navberê, me nehîşt lêxe. Lawik ji tirsan dilerizî. We demê ez di nava lêkolînên çandî de bûm. Herdu berhemên min yên bi navên; „Çavkaniyên Çanda Gel I. II.“ û berhemên lêkolînî ne, yên wê demê ne. Min li ser çanda gelan jî gelek xwendibû, aliyê min ê şoreşgerî jî pir xwirt bû. Heta dema min rûpelên hin çavkaniyan didan, min vê re serê xwe jî mîna ku rûpelê wergerînim diçerixand. Min zimanekî gelek nerm ê îslam nediêşand bikaranî û mijare piçek çareser kir. Wî xortî Îmamxatîp li cih hîşt dest bi lîseyê kir. Cihana wî ji bin ve guherê. Lê hevalê wî bû seyê Akinciyan.
Çima min ev mijar vekir.
Her dem derbas dibe, bi demê re rûpelekî ji dara çanda me jî diweşe. Hem jî gelek kes û derdorên qeheremaniya niştimanperwerî nadin kesê (Xwerû jî yên mîna ku cûda bin peyva „kurdewar“ bikartînîn) baweşînê bikartînin ku, yên heyî jî nemîne, tenê çanda pîr û mîrê wan ên naxşîbendî bimîne. Em hinek çanda kevn vekin:
Berê dema zarokek dihat dunê, hetanî çilê wan derneketa, agir di wê malê de xevra nediçû, kesî nedikanî ji wê malê çîkek agir jî bibe. Sê kizotên agir û tevê parçekî hesin dikirin binê seradê û pêçeka dergûşê didan ser. Dema dayîka duxaskan derketa der, yan jî dergûş derxista der, berê şûjin di ber serderî re dikir, hê diçû der. Heftekî her êvar wek sembola marê reş werîseke reş li dora dergûş û dayika dixaskan diçerixandin ku dayîk û dergûşê ji giyanên xirab biparêzin. Hetanî çilên zarokan dernexistana dayîkên bi hev re zarok anîbûn, hev ziyaret nedikirin.
Ev çû hem jî av û av çû! Sembola wê jî nema. Bajarwanî, jiyana nû, bandora îslamî û ananeyên tirkayetî ev kuşt, bawerî bi têgîhîştinên genî şuşt. Bi giştî îslamîze /erebîze li bakur îslamîza tirkbûnê hevsarê hespê bişaftin û têkbirinê girt, baweriyên kurdistanî yek bi yek şüşt. Bawerî sêwî, ananeyên bav û kalan bêxwedî, jiyan rizî....Ooofff!
Her sal Şeva Yelda ango dagera rojê bi nav û rengê cûda jî ba dihat pîrozkirin, Navên wê li Mêrdîn ta Xerzan qirdik, Ji Amedê ta Wanê Kalo û pîrê, Li Agirî û Qersê Kosegelî, li Dêrsim, Çewlîg û hetanî Gimgim û Xinûsê Gaxend /Kalgaxend, di nava gelê me yê Êzdî de bi navê Cejna Êzî bi kelecan, bi çepik, ken û bişirînên kalan, bi diyarî û henekên ji qurna dîrokê dihat pîrozkirin. Van çend salên dawiyê li ser medya civakî jî bi kelecan û wêneyê rengîn, silavê hev pîrozkirinan bi hêvîya li çanda bav û kalan vegerînê şeva Yelda dihat pîrozkirin. Lê îsal? ÎSAL çi bû? Facebook, Twîter bi giştî bê reng, bi rengekî çilmisî derbas bû.
Gelo çi bû?
Bayê wîjdana mejîşuştina dagirkeran lê qelibî? Yan Îslama Tirk guhên hinan kişand, dibe bayê Coronayê jî gîhîştibe alîkariya mij û morana têgîhîştina çolistana Ereban, mejiyê dûpiştikên Taklamakanê. Nebe tarîqata naxşîbendiyan ji başûr kileke serdestî bi destxistinê lê dabe!? Çanda qedîm terorîst îlankiribe û di geliyên kûr de fetisandibe?
Gelên ji rîçalên çand û têgîhîştina bav û kalan qetyabin, di mija paşverûtîya kor a weke pêşverûtî û modernîzim hatî firotin de rê şaş kiribin, di pingara dîroka wendabûyê de dibe wek qirş û qal di nava kevir û rîçalan de wenda dibin. Hele ev weke jehra alîgîrî û polîtîkayê reşyabe ser mejiyan, encama Sumer û Xoriyan, encama Akadî û Asûran, Fîrîgî û Lûviyan tê serê wan û tenê wekî parekî rûpelên wendayî dimînin. Çanda wan dibe weke „malê Elayê li ber helayê!“ Biyanî û kolonyalîst jî wê dikin xenîmet û diziqûmin weke nîmet. Ji Fêrgîn Melîkê dil ar re jî dimîne qêrîneke bê raxbet.