Çavdêriya Bernameya Koma Helbestê ya Amedê (Licê)
Ji bo çalakiya Koma Helbestê ya Amedê vê carê me berê xwe da yek ji cihê dîrokî û di warê têkoşîna doza azadiyê de cihekî giranbiha, navçeya Licê ya Bajarê qedîm ê Amedê
Roza METÎNA
Organizasyona bernameyê hevalê Mordem Zel dikirin. Piştî hilbijartinê Mordem berhemên gelek helbestkarên kurd bi dabû destnîşankirin û ji bo diyariyê biribû şaredariya Licê û sozê çêkirina bernameyek taybet ji hevşaredarên Licê Tarik Mercan û Rûken Yilmazê girtibû.
Ji bo meha remezanê nêzîk bû mecbûr bername talûqê piştî cejnê hat kirin.
Em jî weke Koma Helbestê ya Amedê di meha remezanê de ketin betlanê.
Di warê organîzayonê de her çiqas zehmetî hatin jiyîn jî, di encamê de em 17 kes li ber Nînovaya Amedê hatin gel hev û ber bi Licê ve bi rê ketin.
Ji ber ku ez hinek bi derengî ketibûm, di dolmîşê de cihê herî dawî para min ket. Her çi qas ne bi dilê min be jî, ji ber kelecana bernameyê min zû ji bîr kir û zêde ji xwe re nekir derd.
Her hevalên me yê beşdarî bernameyê dibûn taybetmendiyên wan ên cuda hebûn. Hinek bi stranên xwe, hinek bi xwendina helbestên xwe, hinek bi henekên xwe xwedî aheng û rengekî bûn.
Berî em bigihêjin Licê ji bo taştiyê em li tesîsa Deşta Fîsê sekinîn. Her çi qas me dixwest li ser Kaniya Feyzo bi rîtm û ahenga dilê Nûrê taştê ya xwe bixwin jî, li gor derfetên heyî me li tesîsê li ser masayê taştiya xwe xwar.
Ji bo Mordem ji Licê bû, wî baştir bi rewşa herêmê dizanibû. Lewra jî bi zanetî me nebir ser kanî û rûbaran û li deşta Fîsê li tesîsekî da sekinandin.
Seyda Goyan her çi qas nehişt em bi rehetî taştiya xwe bixwin û piştre surprîz ji me re çêkir jî dîsa bi awayekî bextewar me taştiya xwe xwar.
Her ku min pariyek diavêt devê xwe Seyda hewl dida ku wî pariyê min diavêt devê xwe wêneyê wê yan jî dîmenê wê bikşîne.
Lê bi ser neket. Çimkî min nehişt. Lê ji lîstikên wî yên wekî din xilas nebûm. Çimkî karê xwe yê kişandina dîmen û weneyan baş dikir.
Piştî xwarinê min û Mordem hewl da em hevalên xwe li wesayetê siwar bikin. Lê heta me hevalên xwe kom kir û em li wesayetê siwar bûn kezeb li me reş bû.
Hinekan cixare dikişand, hinekan wêne, hinek diçûn destavê, tew hinek jî ji ba me winda dibûn.
Başe ku em kom bûn û li wesayeta xwe siwar bûn.
Seyda Goyan, Delalê, Mordem Zel û Seydayê Dilbixwîn bi dengê xwe ahengek cuda li rêwitiya me zêde dikirin.
Siltan Yaray hinek bi kelecan bû. Çimkî me yê pirtûka wê ya helbestê ya bi navê "Bêyî Te" binirxandan. Ev pirtûka wê ya helbestê ya yekem bû.
Piştî gotina stran, xwendina helbest û sohbetek xweş em gihaştin Şaredariya Licê.
Hevserokê Şaredariya Licê Tarik Mercan û xebatkarên şaredariyê me pêşwazî kirin. Di destpêkê de em rûniştin me hinek derbarê çand, huner û wêjeyê de sohbet kir.
Wê demê Seyda jî wêneyên me dikişand. Tiştekî sor li dawiya min bû û dixwest min li ber wê bikşîne. Min her çiqas hewl da jî wî bi ya xwe kir. Ji bo min bibeecîne.
Dawiyê em daketin jêr û me li ber derî bi hev re wêneyekî hevpar kişand. Seyda heta wêneyê me kişand xew xist hezar teşeyî. Tew hew me carekê dît ku derket ser wesayeta li hember me. Ji bo wêneyê me bikşîne. Lê belasebe derket ser wesayetê çimkî êdî em aciz bûbûn û belav bûbûn.
Piştre em derbasî cihê çandê bûn û me dest bi bernameya xwe kir. Mordem Zel maderatortiya bernameyê kir.
Di destpêkê de Mordem behsa çand û dîroka Licê ji me re kir. Piştre mafê axaftinê da min..
Min jî behsa armanca avakirina Koma Helbestê ya Amedê û behsa çalakiyên ku hatine lidarxistin kir.
Piştre Sevgul Şaşmaz jî wekî endama Koma Xwendinê ya Amedê behsa armanca avakirina Koma Xwendinê ya Amedê û xebatên komê kir.
Piştre Siltan Yaray mafê axaftinê girt û behsa berhema xwe û çîroka çapkirina berhema xwe ya bi navê "Bêyî Te" kir.
Dema Siltan Yaray gotina xwe bi dawî kir şûnde hevşaredar Tarik Mercan jî di derbarê girîngiya çand û wêjeyê de axaftinek kurt kir û helbestek ji berhema Siltan Yaray xwend.
Piştî pirsên beşdarvanan Siltanê jî helbestek ji me re xwend û bi dorê re me jî her yekî helbesteke ji pirtûka wê xwend.
Bername bi dilxweşî bi dawî bû û bi kelecanek mezin me berê xwe da Şikeftên Birqleynê..
Tarik Mercan û xebatkarên Şaredariya Licê jî hatin Şikeftên Birqleynê û bi dildarî çopên Şikeftên Birqleynê kom kirin. Hinek hevalên me jî alîkariya wan kirin.
Min çend wêneyên kesên paqijî kirin kişand û em derbasî cihekî şênkayî bûn û me xwarina xwe ya nîvro xwar.
Piştî xwarinê, endamên koma helbestê û kesên ji derve beşdarî bernameyê bûbûn, bi hev re derbasî nava avê bûn.
Me bi hev re stran got, helbest xwend. Lê tiştê balkêş û xweş ew bû ku yên der û dorê yên me temaşe dikir ji me re li çepikan dixistin.
Zozan Gulan jî bi alîkariya Seyda Goyan ji bo xwe kilîbek xwendina helbestan kişand. Ew jî kelecanek cuda bû. Lê ya herî zehmet derketandina jor a ji bo dîtina şikefta mezin bû.
Heta em derketin jor bênna me çikiya. Heger em ji wir biketana ew ê mejiyê me belav bibûna. Lê piştî em derketin jor şûnde me betilandina xwe ji bîr kir.
Me bêhnek kûr kişand û li derdora xwe temaşe kir. Fethî Karataş dîsa ji me re helbesta Arjen Arî ya Şêrgele xwend. Min û Delalê jî di hundurê şikefta dîrokî û tarî de li gor dilê xwe helbest xwend û stran got.
Lê me kişandina wêne û vîdeoyan jî ji bîr nekir. Mordem, hem wêne hem vîdeoyê me dikişand. Bi rastî jî wêne û videyoyên me li Şikeftê kişand hêjayî arşîvkirinê ne.
Nizanim çi qas dem derbas bû, Şervan bang li me kir got; Seyda Goyan li wî geriyaye û gotiye Siltan ji ser hişê xwe çûye.
Dema gotin Seyda gotiye min bawer nekir. Min got hey hebe ev ji bo em dakevin jêr wiha dibêje.
Lê dîsa jî ez tirsiyam. Cara duyem dema Şervan got weleh Seyda dibêje ecele bikin Siltan ji ser hişê xwe çûye, em êdî tirsiyan û em bi lez daketin jêr.
Dema em daketin jêr me dît ku Seyda dikene. Dema keniya min got:
-Min ji we re negot ger Seyda gotibe tiştek heye. Ew heneka dike.
Siltanê got:
-Weleh Seyda tew ji min re got. Keçê xwe li erdê dirêj bike. Ji bo ji me bawer bikin. Ez keniyam min got weleh ez wiha jî bikim ew ê bibizin.
Wer hasil Seyda dîsa kezeb li me reş kiribû.
Heta me hevalên xwe kom kir û me bi hev re weneyekî bi giştî kişand dîsa kezeb li me reş bû. Lê baş e ku ne kezebreşiyek dûdirêj bû. Dema em bi rê ketin min dîsa bêhnek kûr kişand û li şênkahiya li der û dora xwe nihêrt.
Dema min der û dora xwe temaşe dikir bêhna min fireh dibû. Em westiya bûn lê dilê me xweş bû. Bername li gor dilê me derbas bûbû.
Di hundurê wesayetê de me plansaziya bernameya ku em ê du hefte şûnde li dar bixin jî kir.
Du hefte şûnde em ê biçûna gundê Dirban ê girêdayî Mezgira Dersîmê û mêvanê Koma Helbestê ya Amedê vê carê ew ê Hasbey Koksal ba.
Dema em gihaştin Amedê bi bedenek westiyayî lê bi kelecana bernameya pêş ya dîsa bi hev re em ji hev qetiyan.
Pişt re hinek endamên komê derbarê bernameyê de çavdêriyên xwe nivîsandin. Yek ji van çavdêriyan çîrokhelbesta Hemîd Hewrewî bû. Çîrokhelbesta Hemîd Hewrewî wiha ye:
KOMXEBATA XWENDINÊ
Ez nenasê komxebata xwendinê bûm lê ne xem.
Dê binasim wan hevalan gav bi gavê, dem bi dem.
Em di Fîsê ra diborîn Dîqnenosê wê demê.
Hate bîrê, min ku dît ew her dijî va vê demê.
Zarg li Fîsê, her dijî bajarekî kevn û kebîr.
Bawerî pê tê ji wê man Eshabê Kehf yên feqîr.
Min dizî rojek ji havînê diçûm hêla Licê.
Komxebata xwendinê û ristinê got va Licê.
Çûne em ba şaredarî ew li wê bû hate der.
Pêşwazî kir, Şaredarê Navçeyê Tariq li der.
Got; dikin kar û xebatê, liv, lebatên birq li vir.
Her li pêş bû Mordemê ZEL dane nasîn em li wir.
Derdiket Roza Metîna ew li pêş bû dem bi dem.
Dane nasîn ristnivîs Siltan û helbestên bi xem.
Derketin rê ber bi bakur em gihîştin Korxeyê
Bo me gotin vaye Birqleyn ew e kana Dîcleyê.
Çûm şikeftê dît li wê dîrok li dîwar her hebûn.
Rêç û şopên Tîglatpîleser û Salmazer hebûn.
Bê sekin Seyda bi liv bû wênegir yê her li pêş.
Kamera wî tim di dest da geh li paş bû geh li pêş.
Û bi ser da liv, lebata komxebatê belge kir.
Wêne şandin, em gihandin dîmenên geşta me kir.
Roj bi rojê vîdeo û wêneyên Seyda Goyan.
Şa dikir em bê pesindan, kêfxweşim ez pir bi wan.
Min biborin çû ji bîrê dengxweşê Dengbêj Necat.
Wî bi degnê zîz dikir xweş, ev ger û hem çûnehat.