1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. Çavdêriyên Bernameya Koma Helbestê ya Amedê (BAZÎD)
Çavdêriyên Bernameya Koma Helbestê ya Amedê (BAZÎD),çavdêriyên,bernameya,koma,helbestê,ya,amedê,bazîd

Çavdêriyên Bernameya Koma Helbestê ya Amedê (BAZÎD)

Beriya du hefteyan bi boneya danasîna berhema helbestkar Hasbey Koksal em li Dersîmê bûn

A+ A-

 

Piştî bernameya Dersîmê, em weke Koma Helbestê ya Amedê ji bo bernameyeke nû ketin nav şêwr û mişêwran û di encamê de me biryara çûyîna Bazîdê girt.

 

Beriya em biçin Bazîdê, em bi hevalan re sêwirîn ku helbestkarek ji herêma Agiriyê em bikin mêvan.

 

Di vê çarçoveyê de weke organîzatorê bernameyê bi çend hevalan re ketim têkiliyê.

 

Di van têkiliyan de, bi pêşniyariya Welat Bazidî min bi helbestkar Firat Keklîk re têkilî çêkir û me sozê beşdarbûna bernameyê jê girt.

 

Her çi qas Firat ji nêzîk ve nasnekim jî, di pêvajoya plansaziya bernameyê de gelek caran bi rêya têlê me danûstandinan bi hevdû re kir û têkiliyeke dostanî di nav me de çêbû.

 

Di pêvajoya plansaziya bernameyê de ewilî me ji bo beşdarbûna hevalên komê ragihandineke li ser koma watsappê û tora civakî kir.

 

Mixabin gelek hevalên me yê komê bi boneya kar û barê wan ê şexsî hebûn nikaribûn tevlî bernameyê bibin.

 

Di vê çarçoveyê de tevî Rozayê em ketin nav hewldanan ku kesên ji derê komê tevlî karwana me bibin.

 

Çi hewildanên min û Rozayê çêbûn tenê em dizanin, ger bi gotinek bê pênasekirin, kezeb li me reş bû.

 

Di encamê de lîste bi navê 14,15 kesan hat tijekirin, lê hin hevalên sozê hatina dabûn ji sozê xwe vegeriyan û gotin em nikarin werin. Ev jî ji bo me bû sebebê şikestineke derasayî.

 

Di dawiyê de em ê kêm biketana ser rêya Bazîdê û bi îhtîmaleke mezin xuya dikir ew ê macerayek li benda me hebûna.

 

Roja em bi rê bikevin, sibehê zû rabûm û min agahdariyeke dawî li ser komê kir.

 

Ji ber ku Roza beriya çend rojan çûbû Dêrikê, ez li benda têla wê bûm. Roza, bi rêya têlê li min geriya got; ez niha li malê me û divê derbasî Ofîsê bibim.

 

Di vê navberê de ji bo eyarkirina kamerayê bi hevala Nûrcan û Arîfeyê re ketim têkiliyê. Nûrcan jî beriya çend rojan çûbû Wanê û li wêderê şîfaya xwe girtibûn û nexweş ketibûn. Lewra jî divê Arîfeyê kamerayê ji Çinarê bi xwe re bianiyana. Arîfe li dora seet 19:00'an li min geriya, ez çûm ser rê min kamerayê jê girt û dîsa li Rozayê vegeriyam.

 

Roza, ji Ofîsê dihat ez jî li Rezan bûm, em li parqa Koşûyolûyê gihîştin hevdû.

 

Hevalên me yê bihatana Bazîdê jî divê li dora Seet 21:00'an li Parqa Goletliyê biciviyana.

 

Ez û Roza li benda tofana A7 yê nesekinîn û me xwe avêt dolmîşekê û em derbasî cihê kombûnê bûn. (A7 otobêseke xetê ye û timî bi dev re tije rêwî ye)

 

Di rê de ji bo hevalên me bi rêkûpêk tevbigerin û kom bibin li ser komê me agahdariya dawî kir.

 

Hevaleka Rozayê ji Belçîkayê hatibû, ew jî li Parqa Goletliyê bûn. Em rasterast çûn gel wê. Çimkî hê hevalên me nehatibûn. Cara ewilî bû min vê hevala Rozayê dît, hevaleka hêjayî naskirinê bû. Rengîn Kardelen..

 

Di tama çayek û cixareyekê de me suhbetek bi Rengînê re kir û ew rabû.

 

Piştî Rengîn rabû paketekê cixareyek Marlboro jî ji çentikê xwe derxist ji min re danî ser maseyê û bi xêr û xweşî xatir ji me xwest çû.

 

Hevalên me jî êdî êdî bi têlê li me digeriyan û li dora min û Rozayê kom dibûn. Balkêş bû, ajokarê me beriya hemû hevalan hat.

 

Di vê navberê de Siltan û Nûrcan jî li me geriyan û xemgîniya xwe ji me re dianiyan zimên. Siltanê digot dilê min bi we re ye, Nûrcan jî digot rihê min bi we re ye. Herdû hevalên me jî dilnizim in û ji bo me hêja ne.

 

Piştî kişandina dîmenek birêketinê em siwarê dolmîşê bûn û ketin ser rêya Bazîdê..

 

Di destpêka rê de Necat ji me re klama Bavê Feqiya stirî û piştre min jî klama Memliyê min got û Sewê jî yeka din pê ve girê da.

 

Fethî û Adil jî, strana Tu bûyî dengê Zerdeşt stirîn û akorta dengê wan tevlihev bû.

 

Di vê navberê de mîrata şarja kamerayê jî xilas bû, têrê nekir di ser de jî ya têlê. De were safî ke!

 

Navberêkê li tesîsa Ûçyola Farqînê ji bo dîtina pêdiviyan me mola da. Xwarina ku Sewê ji me re amade kiribû tevî çay me di qirikê de berda xwarê.

 

Firat jî, di wê kêliyê de li min geriya û got ew ê çend hevalên wî jî beşdarî bernameyê bibin û têl di destê min de bedeng bû. Şarj xilas!

 

Piştre ez bi têla xwe ya din li Firat vegeriyam û di derbarê bernameyê de me axaftina dawî kir. Firat ji hemû hevalan re silavên xwe got û me xatir ji hevdû xwest.

 

Em rabûn me tev û talên xwe top kir û dîsa em ketin ser rê..

 

Di tarîtiya şevê de şewqa lembeyên rêya navbera Farqîn û Hezoyê weke rihê Egîd zindî bikin bi me re dikeniyan.

 

Di ser de min xwe negirt û du stranên li ser lehengiya wî min ji hevalan re xwend.

 

Stran li dû stranê dihatin gotin, ji aliyek de Sewê, ji aliyek da Delalê digotin..

 

Mamoste Adil jî, kela dilê wî diqijqijiya û li dû Sewê û Delalê neqil dikir. Yekî nizanibiya ew ê bigotana hozanê serdemê ye. Bijî mamoste Adil, tu hêjayî weleh.

 

Rêya me bi rîtm û ahenga neqilkirina stranan didomiya. Çimkî rêya me dûr û dirêj bû..

 

Li ser daxwaziya min a dawî lê nayê, Rozayê ji me re dîsa helbesta "Ji pekandina pêtên qidûmşikestî xwend û Fethî jî şêrgele. 

 

Min jî helbesta "Morîka min a zer" a ji nava dilê beybûna Nisêbînê Bêrîvan Zînzalê xwend û bi çepikên xweşik me şeva xwe dawî kir û herkes kete xewê.. 

 

Lê divê ez û şofêr hişyar bimana. Çimkî hevaleka me ew ê li Tetwanê beşdarî me bibûna. Hevala Evîn. Seet li dora 01:30'ê bû dîsa heval ji xewê hişyar bûn û deng li stranan kirin.

 

Delalê ji me re strana Sîpanê Xelatê got û Elqajiya Dersîmê jî jê re kir gorî.. 

 

Heyva nîvçe li ezmanê Xana Hewêl bi me re melodiya stranan digotin. 

 

Di vê navberê de Seydayê dilbirîn Necat, ketibû xewa temarê. Xwedê dizane çi di xewa xwe de didîtin. 

 

Apê Hemîd, Fatma, Haşîm û Bîlal di rêwîtiyê de bi bêdengiya xwe rengek cûda didan rêwîtiya me. 

 

Sewê jî dilorîndin û digotin Dayê leyro leyro.. 

 

Roza hê jî di xewê de bûn û lingê xwe dirêjî ser koltixa navbera min û şofêr Tûran kiribû. 

 

Fethî jî ha bîre xwe bi xwe konsantreyê helbest û stranan dibûn.. 

 

Şev diçû, em jî her diçû nêzîkê Bilîsê dibûn..

 

Di têketina Bilîsê de, kontrola nasnemeyan hebû û qederekê me dane sekinandin. Piştre dîsa em ketin ser rê û Rozayê li ser daxwaza min ji me re strana Darhejîrokê got.

 

Dîsa herkes raza û ez û ajokar tenê hişyar man.

 

Armanca min hem ajokar bi tenê nemine û hem derketina rojê li ser rêya Serhedê temaşe bikim û bikêşînim vîdeoyê.

 

Seet nîvê şevê bûm em têketin nava Tetwanê. Me hevala Evîn ji ber malê girt û di nav kêfxweşiyê de me rêya xwe dewam kir.. 

 

Hevalên me gelek westiya bûn. Me şêwra xwe kir û li Elcewazê dîsa me mola da. Cihê me mola da paqekî gelek xweş bû. Parq li beravê bûn. Hevalên me têra xwe li wir wêne kişandin. Bi taybet Apê Hemîd berê têla xwe bi me dikirin û vîdeo dikişandin. Her çiqas temenê Apê Hemîd zêdetirî 60 salan be jî dilê wî weke xortek nû bikeve dara xwe ciwan e. Apê Hemîd jî çavdêriyên xwe bi helbestek têr honandibû û paşê ew ê ji min re birêbikirana. (Li dawiya nivîsê hûn dikarin vê helbestê bixwînin)

 

Seet bû 05:50

Em gihîştin Sûlavên navçeya Bêgiriya Wanê. Hema bi lez û bez û bi kelecaneke hemû hevalên me li hawirdorê belav bûn û ji bo dîmenek bîranînê bigrin herkesê berê têlên xwe bi heybetiya Sûlavên Bêgiriyê ve kir. 

 

Bi rastî jî, Sûlavên Bêgiriyê cihek hêjayî dîtinê ye.

 

Piştre wek şivanekê bêrtî yekoyek min hevalan kom kir û ji bo wêneyek bîranînê min wan derbasî nav avê kir.

 

Sewê, weke li Dersîmê di şûna mêzekirina kadrajê de berê xwe dabû Pilûrê, vê carê jî berê xwe didan Qersê û dîsa wêne xira dikir. Welhasil kezeb li min reş bû heta me wêneyekî baş girt. Ev wêne ji aliyê hemû hevalan ve hate ecibandin. Wênekêşa me jî Nesê bûn.

 

Piştî kişandina wêne, me taştê amade kir lê ecêba giran vê carê Semîhayê cizdana xwe wenda kiribû.

 

Virda cizdan wêda cizdan, me nedît. Ji bilî me tu kes jî tune bûn ku em bêjin hat dizin. Li hawirdorê bi qefleyan qijik hebûn. Ajokar Tûran got; bîstek berê qijik li ser çenteyê Semîhayê kom bûbûn. Di vê çarçoveyê de em li derdorê belav bûn. Me cizdanê nedît û em di nav ponijandinê de li taştê kom bûn. Xwarin di qirika min de neçû xwarê û ez dîsa çûm cihê qijik civiya bûn. 

 

Qederekê derbas nebû jinikek hat û cizdan pê re bûn. Nexwe qijikê cizdanê biriye li hemberî çem avêtiye.

 

Di nav kêfxweşiyê de me taştê ya xwe kir û em ketin govendê. Ji bo hevalên me bê serûber diketin govendê ez bi wan re xeyîdîm. Netîce me helqeyek baş çêkir û li ber strana Keç Keçikê û Heyran Heyranê me dîlanê gerand.

 

Piştî govendê dîsa em ketin ser rê..

 

Dema em ketin têketina navçeya Çildêran a Wanê li ser tabelayê Çildêran nivîsnadî bû, Fethî got; ne Çildêran e Çardêran e. Heta min û mamoste Adil rastiyê pê da qebûlkirin me dîn kir. Di dawî de qebûl kir ku Çildêran e.

 

Roza jî, digotin hevalno, Mordem helbestên Firat li ser komê parvekiriye ji kerema xwe bixwînin bila em li hemberê wî şermîn nebin.

 

Ji Çildêranê şûnde gundê Avasor hebû. Bawer dikim li herêma çiyayê Tendurekê ye. Herêmeke bi kevirên reş ê kirçomirço ye. Pir bala min kişand, weke ezman were xwarê û kemîna keviran veke.

 

Bîstek şûnda klûbeyên leşkerê Îranê û Tirkiyê li kontara çiyayan hatin xuya kirin. Ev bi min re hestek nexweş çêkir. Li qontara çiyayên welatê me klûbeyên du dewletên desthildar!

 

Roza û hin hevalên din dîsa ketin xewê. Ez ê reben dîsa bê xew û bê hal mabûm. Tabelaya Bazîdê 32 km derket pêşiya me ez parî kêfxweş bûm. Ew çax seet li dora 08:30'an bû. 

 

Dema heybetiya çiyayê Araratê derket qarşî me em hemû heyr û miheyrî man. Xwedêyo! Ev çi heybetî ye, serê çiya wek danasîna Kurdistanê bike heta erşê bilind e! Aha di wê kêliyê de Sema û Hozan Serhed ketin bîra min!

 

Di têketina Bazîdê de, dîsa qontrola nasmayan û dîsa bêhntengî, ooof offf!!!

 

Heybetiya Araratê şewq dabû ser Bazîdê. Dema em ketin nav Bazîdê bala min kişand bajar di nav û tozê de mabû. Gelo ev bermahiyên şaredariya berê bûn an şaredariya nû hewl didan xizmetekê bike. Min vê mereq kir!

 

Bi derbasbûna Qesra Îsheq Paşa re em ketin hundir, min hew dît peywirdarek devê derî got têketin bi pera ye! Min got we diziya xwe anî vê derê jî!

 

Min vê mijarê ji hevalan re rave kir û me biryara têketinê girt. Serê kesî 7 lîra me da û em derbasî hundirê qesrê bûn. Qet kêfa min ji wir re nehat, lê ji bo hevalên me dilsar nebin min zêde mijarê dirêj nekir. Tenê min wêne û vîdeoyên Rozayê dikişandin. Navberekê min strana Qasimo got û Rozayê jî min kişand kamerayê. Bîranînek bûn û ewqas.

 

Ziyaretkirina tirba Ehmedê Xanê bu sebebê jibîrkirina vê mijarê û em li dû hev derbasî dîwana pîrê dilan bûn. 

 

Bi rastî jî hestên cûda li ser me çêbûn, hin hevalên me dia kirin, hinekan jî yasînek xwendin ji erşê û radestî rihê wî kirin.

 

Di vê navberê de Firat, li min geriya û me ziyareta dîwana Ehmedê Xanê bi dawî kir û em dîsa derbasî Qesrê bûn.

 

Berî wextan min bi Firat re mijara cihê şêwrê xeber dabû lê ji bo Qesra Îsheq Paşa girêdayî wazereta tûrîzmê ye divê ji bo bernameyê destûr bihatana girtin. Min jî jê re gotibû hewce nake em destûrê bigrin, em ê li ciheke din şêwra xwe çêkin.

 

Hema min ji hevalan re pêşniyar kir ku em bê xebera wan derbasî beşekî qesrê bibin û em vê qanûnê binpê bikin. Hevalên me jî erê kirin û em derbasî hundirê qesrê bûn.

 

Me odeyek di çavê xwe re kir û me lê pal veda..

 

Bi moderatoriya Rozayê şêwra me dest pê kir.. kesên hatibû ziyaretkirina qesrê jî li me civiyan û bernameyê ji dûr ve temaşe dikirin. Bi qasî nîv seetî me şêwra xwe kir me hew dît peywirdarek qesrê hat got, bernameyê bi dawî bikin, qedexe heye! Qedexe! Me got baş e..

 

Di dîrokê de ev yekemcar bû Koma Helbestê ya Amedê li Qsra Îsheq Paşa civînek wêjeyî lidarxistibû. Ev ji bo me serkeftinek bû.

 

Piştî qesrê em derbasî navenda Bazîdê bûn. Em çûn cafeyekê wek dîwana çandî xemilandî me rûnişt û şêwra xwe bi nirxandinên helbestên "Tûrikê Dil'ê" Firat Keklîk û xwendina helbest û stranan domand. 

 

Li ser pirsên Rozayê, Firat bi berfirehî ji me re behsa xebatên xwe kir û me jî di derbarê berhema wî de nirxandinên xwe kir. Dû re Firat ji bo me pirtûkên xwe destnîşan kir û şêwra me derbasî qonaxeke din bû.

 

Di xwendina helbestan de dema dor hate Ronahiyê mele azan da û hevala Ronahî destê xwe da ser dilê xwe û sekinî heta azan xilas bû hê helbestê xwend. Ev tevgera Ronahiyê di nav hevalan de hêjayî teqdîrê hat dîtin.

 

Vê carê dora stran û klaman bû.

 

Hunermendê dengzîz Yinûs Agirî bi sewt û awaza xwe çend klamên Şakiro ji me re got û dilê me hemûyan neqişand. Seydayê Dilbirîn jî bi şêweya xwe klamek dengbêjî ya serhedê ji me re got û dilê me şa kir.

 

Navberekê Delalê bang li min kir got Sewê nexweş e. Ez rabûm çûm erê rewşa Sewê qet baş nîne. Hema cîda min bang li Fethî, Delalê û şofêrê me Tûran kir û min got Sewê bibin nexweşxaneyê.

 

Hevalên me Sewê birin û em jî di nav mereqan de li wê derê li benda agahiyek baş man..

 

Di vê navberê de, divê Firat biçûna Agiriyê. Bi kêfxweşî û bi hêviya hevdîtineke li Amedê me Firat birê kir û em ketin qonaxa agahiya ji nexweşxaneyê bê.

 

Di wê navberê de me hinek xwarinê filan jî xwar.

Piştî xwarinê hin hevalên me ji bê xewî çûn mizgeftê û hinek jê jî çûn ji xwe bigerin. Ez li wir mam û mam..

 

Du sê seet şûnda agahî hat, Delalê got tehlîlê Sewê baş derketine û tabûrcî bûye. 

 

Di wê kêliyê de Roza jî hat û got Mordem Sewê baş bûye. Me cîda hevalan dîsa kom kir û em derketin derve.

 

Em dema hatin derve serboriyeke ecêb qewimî. Apê Hemîd got berçavka min wenda bûye!. Virda berçavk wê de berçavk me nedît. Apê Hemîd bê hêvî destê xwe kir kêleka xwe û fikirî, dû re destê çêpê kir bêrîka xwe û got min berçavka xwe dît. De were temaşeya fîlmê..

 

Di nav pêkenokan de em derbasî ber Dolmîşê bûn. Me Sewê, Fethî û Delalê jî ji nexweşxaneyê girt û em dîsa ketin rê..

 

Dema em ketin rê ajokarê me Tûran ji me re klamên Hesenê Şêx Xalidê Hênêyî lê xist û em di Erdîşê de ber bi Sîpanê Xelatê ve çûn..

 

Sewê, weke format biavêjin laşê wê nexweşiyê ji bîr kiribû û dilorandin.. Sewê bise, Sewê hiş be, kî guhdar dike!

 

Di vê valahiyê de min jî wêne û dîmenên hevalan bi rêya watsappê dişandin.

 

Piştre min nûçeya bernameya me amade kir û ji mamoste Mahabad Felat re şand. Mala wî ava be nûçeyê neda rawestandin û cîda weşand.

 

Delal, Fethî û Sewê bênavber strana Keç Keçikê digotin. Evîn jî bi dilekî paqij tevlî karwana me bûbû lê divê li Tetwanê xatir ji me bixwestana.

 

Ji bo rawestandinê li tesîsekî di tama çayek û cixareyekê de me bêhna xwe da û em dîsa ketin ser rê..

 

Di rawestandina tesîsê de, helwesta çend hevalên me hêjayî teqdîrê bûn. Van hevalan spasiyeke ji dil heq dikin. Mala we hezar car ava be hevalên dilxweşik!

 

Ji tesîsê em derketin û derbasî Tetwanê bûn. Ji bo şofêrê me bê xew nemîne raket, em jî çûn berava gola Wanê. Bi rastî jî di çavê min de vê derê wek berava Bakirkoy heta Kadikoy xuya dikirin. Cihekî hêjayî dîtinê ye, divê mirov tenê carek be jî teqez biçe Tetwanê bidîne.

 

Piştî çend seetên têr, me Evînê li Tetwanê peya kir û bi hêviya careke din me xatir jê xwest. Bi rastî jî Evîn, Evîn e! Her çiqas li Danîmarkayê dijî jî, ji kurdayetiya xwe bostek gav paşve neavêtî ye. Eferim Evîn, tu can î!

 

Hêdî hêdî jiyana şevê bi dawî dibûn li Tetwanê û em dîsa ketin ser rê. Êdî di tabelayan de navê Amedê jî xuya dikirin. 

 

Me Bilîsê û Xana Hewêl derbas kir, min hew dît Arîfeyê li ser komê nivîsand. Mereqa me kiribû! Min bersiva wê da û wê jî suhbetê dirêj kir. Dixwestin ez ranezim ku haya min ji şofêr hebe. Bi rastî jî divê wisa bûna. Çimkî em hemû emanetê dest û lingê Tûran bûn.

 

Ez û Arîfe heta tesîsa Ûçyola Farqînê li ser watsappê me suhbetê kir û piştre deng jê hat birîn.

 

Ji Farqînê şûnda bêhemdî ez jî ketim xewê. Min çavê xwe vekir hema hema em li Amedê bûn.

 

Me hevala Selma bir li Toplûkonûtê danî, ez, Roza, Delal, Nesê, Sewê û Haşîm jî li ber Nînovayê peya bûn. 

 

Sewê û Nesê, ji bo derengî bûn bi Rozayê re çûn malê. Ez jî bi Delalê re heta ber mala wan çûm û piştre derbasî aliyê malê bûm. Min hew dît Fethî û Fatma derketim pêşiya min. Nexwe li tesîslerê peya bûne û dimeşin ber malê ve. Em kêliyekî bi hev re meşiyan û min wan birêkir ez derbasî avahiyê bûm. Seet tam 05:21

 

KOMA HELBESTÊ - Hemîdê Hewrî

 

Hatin heval Parka Bermê.

Qasek dûr ketin ji germê.

Ta ketin rê şev bû yazdeh. 

Xwedê me qet neda şermê.

 

Koma Helbestê j’Amedê.

Bo biçin Agirî/Bazîdê,

Bi rê ketin, ber dane jor.

Keç û xort in, hem bav û dê.

 

Navçeya Bilîs Tetwanê.

Li perava Behra Wanê.

Şîrîna wan Evîn Tetwan,

Gihîşte me bo dîwanê.

 

Hê negihîştin wê derê.

Berî Bazîd çûn Bêgirê.

Bi kêf, şahî em daketin.

Û derbas bûn ser wê pirê.

 

Dengbêj Necat wî bi aheng.

Li ser pirê bilind kir deng.

Dil şad dikir, xweş bû awaz. 

Dida kilaman deng û reng.

 

Li çiravê xweş bû dîlan.

Li wir hebûn dirî, şîlan.

Bi dilokan govend xweş bû.

Coşî dida gan û dilan. 

 

Ew Çirava Bêgirê ye.

Xumîn, şirîn û çir jê ye.

Xwezayek bi rengê bihuşt.

Rengê sirûştê li wê ye.

 

Koma Helbestê dor bi dor.

Bo bîranîn û kelepor.

Li Gora Ehmedê Xanê.

Bi rêzdarî em bûne qor.

 

Bibîr anî Mem û Zînê.

Bo dûr nebin ji gencînê.

Aqaîd û nûbehar in,

Rêberên dîn û hem dinê.

 

Bikin dua û lavayan.

Ji bo Xanî û Melayan.

Hûn keda wan ji bîr nekin. 

Bi xwendin û bi selayan.

 

Me wekî Koma Helbestan.

Soz û peyman da wan dostan.

Em dê çêkin bernameyek,

Li ser pirtûka helbestan.

 

Pêşkêşvan jî wekî her car,

Kar kirin par mîna hevpar.

Mordem Zel, Roza Metîna.

Bi karê xwe her bextewar.

 

Li Seraya Îsheq Paşa.

Civîn pêk hat ji çend başa.

Nasandin wan TÛRIKÊ DIL,

Ya ji ristên jan û êşa.

 

Bi rexne û pesnên ji dil,

Dane nasîn TÛRÎKÊ DIL.

Ew pirtûk ya FIRAT KEKLÎK

Girantir bû barê li mil.

 

Wê Delalê dengzelalê.

Bi stranan kişand balê.

Kurdîhez û kurdperwerê,

Da me coş wê heta malê.

 

Sewêya me cixarenoş.

Bi cixareyê ew bû nexoş.

Wê gelekî em tirsandin.

Vegerîya dîsa bi coş.

 

Mordem Zel

28.07.2019 Amed