Çavdêrî -2-
Roza Metîna
Ji bo bernameya Koma Helbestê ya Amedê ku ew ê vê carê Nivîskar û Helbestkar Mervan Serhildan biba mêvan, serê sibehê ez saet di 07:00’an de ji Dêrikê bi rê ketim û hatim Amedê. Vê carê em ê biçiyan Şikeftên dîrokî yên Hîlarê yên Erxanî û biçiyan Navçeya Gêlê ya Amedê. Dema ez bi rê ketim min agahî da hevalê xwe Ehmed ê ku ew ê jî ji derveyî komê beşdarî bernameya me biba. Di destpêkê de ez hatim malê min amadekariya xwe kir û ez derketim. Hevalê min Ehmed li nêz malê li heviya min bû. Li rawestgeha nêzî mala me me hevdu dît. Em berê çûn firnê da ku nan û hinek bogaça bigirin. Piştre em çûn marketê me hinek penîr û tiştên wekî din ên taştiyê girt û em çûn hinda Nînovayê. Baş e em zêde dereng neman. Vê carê jî hevalên cuda yên ji derveyî komê ji bo beşdarî bernameyê bibin hatibûn. Me bi vê sayê hevalên nû jî nas kir. Tiştekî ya ez pê kêfxweş bûm endamê komê hevalê Sait ku ji zû de ji ber hinek kar û bar navber dabû beşdarbûna bernameyên komê, hatibû. Me li hevdu pirsî. Ji ber ku di heman demê de hîn nû zewicî bû jî car caran dibû mijara henekan jî. Baş e heta em bi rê ketin me saet dîsa li xwe kir deh. Adeta me kurdan wiha ye. Divê her em dereng bimînin qaşo em ê saet di 09:30’an de bi rê biketan. Sîdar Jîr û hevala xwe jî vê carê beşdarî bernameya koma helbestê bûn. Ew bi erebeya xwe hatibûn û wan da pêşiya me.
Koma Helbestê ya Amedê hîn li ser hing û dinga xwe bû. Tew vê carê min erbane jî bi xwe re anîbû. Min bi kêf û coşek mezin li erbaneya xwe xist. Heval jî bi stanên xwe beşdar bûn. Bê henek nedibû gerek dîsa min bi wî kenê xwe yê bi nav û deng gotinek bikira. Kesên ku li çepika nedixistin min ji wan re got:
-Yên li çepikan nexin bila destê xwesiya wan bişkê.
Li ser vê gotinê yên xwesiya wan tune bû jî li çepikan xistin. Çepik, stran û ken kêm nedibû. Her çiqas jî pêvajoyek dijwar em dijiyan jî. Sultanê jî piştî stranan ji Mervan Serhildan got:
-Ka tu jî çend stranan bibêje.
Di destpêkê de Mervan hinekî li berxwe da ji bo nebêje. Digot ‘Min ji bîr kiriye’. Lê piştre bi dilekî şewat stran got. Bi ahenga strana got em hem kêfxweş hem jî xemgîn bûn. Dema Mervan stran digot nêrînê Sultanê diguhert. Devê wê li ber guhe wê diket.
Hevala navê wê Xetîce ya cara yekem beşdarî bernameya koma helbestê bûbû jî bi kenê xwe û kêfxweşiya xwe rengekî cuda dida komê. Xetîce bi Kurmancî nizanîbû lê tim digot ez hewl didim hîn bibim. Hevala Ronahî di nav sohbetê de keniya û ji wê re got.
-Tu heta Kurmancî fêr nebe em êdî nahêlin tu beşdarî bernameyên komê bibe.
Xetîce jî keniya û got:
-Ma ka ez ê du hefteyan de çawa hîn bibim.
Min jî got:
-Temam wê demê heta du hefteyên din 50 peyvên Kurmancî hîn bibe. Bila ev ji te re sipartekek be.
Bi ken, stran, sohbet û galegalê em gihaştin şikeftên dirokî yên Hîlarê. Ji ber ku 18’ê Tebaxê bû, germ bû. Her çiqas qurix hilati bû jî dîsa jî germ bû. Ji bo taştiyê me berê xwe da binê siya daran. Lê ji ber me tej ji bîr kiribû hevalan gotin ka em derbasî cafeyê bibin. Me dîsa alavên xwe girt û me berê da cafeyê. Jinekê me pêşwazî kir û got:
-We ji bo seyranê cih veqetandiye?
Me got:
-Na
Wê jî got:
-Divê hûn 40 tl heqê cih bidin.
Me çend caran dubare kir û me got:
-Ji bo me hemûyan wiha ye?
Jina me pêşwazî kir got:
-Erê
Me masa danîn ber hevdu û me taştiya xwe xwar. Piştî me taştiya xwe kir Mordem hêrs bû û hat got:
-Ma ne vê hevala jin ji me re negotibû ji bo hemû kesan 40 tl ye?
Em jî şaş man û me got:
-Erê
Lê jina ku me pêşwazî kiribû piştre gotibû ji bo 4 kesî 40 tl ye. Yanî 160 tl divê me bida. Lê me ewqas neda. Çimkî ji serî de ji me re wiha nehatibû gotin. Me zanîba ew ê her serê çar kesî ewqa pere be jixwe em li wir rûnediniştin. Em ê biçiyan li bin dara li erdê rûniştana. Her cihê ku em çûnê teqez em bi bûyerên ku hemû cihên xweş û dîrokî bûye qadên rantê rû bi rû mane. Dîrok hafizaya civakî ye. Xweza nirxek giranbiha û xwezaya hemû mirovan e. Lê mixabin wekî cihê rantê her dem tên bikaranînin.
Em hemû bi kelecan û bi kêfxweşî çûn Şikeftên Hîlarê. Di bin sîwana dîrokê de me xwest em bernameya xwe li dar bixin. Me berê hinek wêne kişand û piştre me dest bi bernameya xwe kir. Di destpêkê de Mervan Serhildan behsa çîroka destpêkirina helbestê kir. Mervan anî ziman ku wî romana bi navê Elektropola jî nivîsandiye û di sala 1970’ê de dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Wî bi lêv kir ku ew dixwaze bi helbestê hestên cuda parve bike û li gor wî helbest pênasekirina jiyanê ye. Tiştê xweş ew bû ku Mervan di warê hînbûna rêzamana Kurmancî de li ber xwe dabû pêş ketibû û dest bi nivîsandinê kiribû. Di vê kêliyê de hevjîna Mervan Serhildan Sultan Yaray a ku me pirtûka wê ya bi navê Bêyî Te li Licê nirxandibû ket navberê û wiha got:
-Hevalekî Mervan ê bi navê Fuad hebû û ji Mervan re digot tu helbesta nenivîsine. Lê min her moral dida Mervan û min digot dev ji nivîsandina helbestê bernede.
Dema Sultanê diaxivî mêşek li der û dora me diçû û dihat. Bela xwe bi me dida. Ji ber Mordem video dikişand me nikaribû bi dilekî rehet mêş biqewiranda jî.
Piştî axaftina Sultanê Mervan bi dilekî şikestî anî ziman ku wî pirtûka helbestê ya Gerîneka Hestan diyarî Şehîda Çapemeniyê Evîn Bûldan kiriye. Mervan dema ku behsa Evînê dikir ew êş ji çavên wî diyar dibû. Weciyê wî diguhert û digot:
-Min sê salan qunciknivîsî kir û sê salan jî di Rojnameya Azadiya Welat de karê redaksiyonê kir. Bala min her li ser Evînê bû. Ew xwedî vîzyonek bi qîmet bû. Hinek rûpelên rojnameyê yên wekî polîtîka û jinê zehmet bû. Lê Evînê herdu jî çê dikir û piştre jî karê redaksiyonê dikir. Mixabin Evînê di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest da. Gelek pirsnîşan jî li dû xwe hişt.
Mervan piştî ev gotinên hestiyar helbesta ji bo Evînê nivîsandibû xwend. Piştî helbestê Sîdar Jîr jî axivî û got:
-Te di helbestên xwe de hestên neteweyî parastiye. Helbest wek şûrekî di destê şervanekî de ye û kedek mezin dixwaze. Gotinek Platon heye dibêje ‘Ez ji Xwedî û Helbestkaran zêde hez nakim. Çimkî ji min afirînertir in.
Di hundur şikeftên Hîlarê de em rûniştibûn û me berê dabû derîyê şikeftê. Tavê li ser çavên me dixist lê em ne rehet nedibûn. Bi wê dilxweşiyê me şêwra xwe domand. Vê carê Mordem destûra axaftinê xwest û got:
-Mamoste te hestên xwe bi awayekî zelal aniye ziman. Ez gelekî di bin bandora helbesta te ya Sûrê de mam. Ji kerema xwe ji bo me bixwîne.
Mervan helbesta Sûrê xwend. Piştre Mervan helbesta ku ji bo Sultanê jî nivîsandibû xwend. Hevalên ku ji derveyî komê beşdar bûbûn jî hestên xwe anîn ziman. Xetîce ya ku bi Kurmancî nizanibû anî ziman ku ew gelek kêfxweş bûye û wê hîn bêtir xwestiye ku hînî Kurmancî bibe. Xetîceyê bi vê gotina xwe bal kişand:
-Dema bapîrê min digot ‘pirtûk’ min digot qey behsa çopê dike. Ez piştre hîn bûm ku pirtûk tê çi wateyê. Lê dema bi zimanê xwe nizanibe ev kêmasiyek mezin e.
Piştre min ji Hemîd Hewrewî rica kir ku çîrokhelbestên piştî bernameyên Licê û Bazidê nivîsandiye ji me re bixwîne. Hemîd bi kêfxweşî xwend.
Piştre hemû kesên beşdarî bernameyê bûn helbest xwendin. Kesên ku dihatin serdana şikeftên dîrokî dengên wan û dengê xwendina helbestên me bi hev re di hundur şikeftên dîrokî de olan dida. Kesekî tevî malbata xwe hatibû silav da me. Bi awayekî xwezayî me helbestên xwe xwend. Dilê min rehet bû ji ber kesekî wekî Qesra Îshaq Paşayê nehatibû şêwra me qut nekiribû. Tiştekî dîrokî me dîsa pêk anîbû loma ev cihê şanaziyê bû.
Tiştekî din ê bala min kişand ew bû. Hevalê Saîd di hundur şikeftê de sola xwe ji pê kiribû û helbest dixwend. Baş e ku dûvpişkan bi lingên wî venedabû. Em ji bûyerên balkêş re amade bûn jixwe. Her di bernameyên me de bûyerek balkêş diqewime jixwe.
Piştî şêwra me qediya şûnde em ber bi Gêlê ve bi rê ketin. Xetîce diyar kir ku erdê petîxan ê xizmekî wan heye û em hatin nêz erd em ê bisekine. Piştre min ji Ronahî got hela ka strana keç keçikê ji ser înternetê bibîne da em bibêjin. Me di destpêkê de ceriband ka bê em çawa dibêjin. Dema me ceriband Xetîce dengê xwe rakir û got:
-Lê ji ber sitrana Ronahî me erdê petîxan derbas kir.
Ez gelekî li ber ketibûm. Êdi min nexwest sitranê jî bêjim. Min lênûska xwe ya nîşeyan dikira bigirta da ku vê bûyera petîxan nîşe bigirim ji bo ez ji bîr nekim. Di wê kêliyê de Xetîce bi kelecan got:
-Me erdê petîxan derbas kir ka vê jî nîşe bigire.
Dema Xetîce wiha got ez keniyam û min jî got:
-Tu bawer bike hat hişê min jî û ji bo ez vê yekê nîşe bigirim min dikira lênûska xwe ya nîşeyan bigirta.
Di wesayetê de rûyê herkesî dikeniya. Zûgotinoka “Guvîj û vîjik di kevçî de min guvîj xwar vîjik ma di cî de” hat bîra min û min got hela ka bê kî dikare vê zûgotinokê bêje.
Piştre me zûgotinok li dû hevdu rêz kir û gelek hevalan nikaribûn bigotan. Ev yek jî bû mijara qerfan.
Me ji kêf û coşa xwe tiştek winda nekir û em derbasî Gêlê bûn. Xetîce got ez ê ji bo xwarinê bazariyê bikim da ku ji me re kêm bihesibîne. Di destpêkê de Sait û Mordem bi Kurmancî bi xwediyê cihê xwarinê re axivî û got:
-Em 20 kes in divê hûn ji me re buhayê xwarinê daxin.
Xwediyê cihê xwarinê jî diyar kir ku ew bi Kurmancî zêde nizane ew Dimil e, lê hewl dida ku bi Kurmancî biaxive. Buhayê xwarinê 30 tl bû lê xwediyê xwaringehê got bila bi 25 tl be. Ji nişka de Xetîce ket navberê û bi Tirkî axivî. Xedîce diyar ku divê bi 20 tlyî be. Dema Xetîce axivî xwediyê xwaringehê keniya û got:
-Ez tam Kurmancî hîn dibûm lê te nehişt.
Li ser vê gotinê em jî keniyan û em derbasî jor bûn. Dema min li dora xwe dinihêrt dîroka bi hezar salan di guhê me de olan dida. Navçeya Gêlê ya Amedê xwedî efsûnek giranbiha bû. Bîlal jî heta ku xwarin hat ji me re behsa dîroka Gêlê kir.
Piştî xwarinê me berê xwe da Ameda rengîn. Lê Xetîce gotibû silûeta Qîza Qrêl derdikeve. Ez û Sûltan em ji wesayetê daketin da ku em bibînin lê me tiştek nedît. Dema em li wesayetê siwar bûn hevalê Saît diyar kir ku wî dîtiye.
Her çiqas me petîx ji erd negirt û ew meraqa di dilê min de mabû jî dîsa me bernameyek bi rûyên ken li dû xwe hiştibû û berê xwe dabû Amedê.
24.08.2019 Amed