Çavdêrî û analîzek li ser çend xalan
Îro 2 heyv û 20 rojên min li Cenêz a Siwîsreyê qedîya. Dema berîya ku ez bêm vê derê zêde xeyalên min yên xweş û geş tinebû. Û min xeyalên wiha jî nekiribû. Bi xeyalekî wiha jî nehatim vê derê. Di vî zemanî de hêvîkirina têkilî û jîyana kolektîf ji xwe li ser zemîna Ewropayê xeyalwêranîyek mezin e. Her tiştên ku ketine ser peran, mêzîn û pîvana her merhele û qada jîyanê ku bi peran tê dîyarde kirin, di nava pergal û mercên wiha de tu nikarî jîyanek xweş û geş bibînî an jî xeyal bikî.
Tiştên ku min li vê derê êşand û tewand ne hêvîkirina tiştekî wiha di nava vê pergalêde bû. Ez vê yekê pir hindik dizanîbûm û min texmîn jî dikirin. Lê tişta min êşand û tewand hêvîdarî û bendewarîya li hevalên me, rêxistin û dezgehên me bû. Rewşa vê derê û nêzîkatî û têkilîyên li nava van rêxistin û dezgehan ku hatine roniştandin bi yek gotinekî karesate.
Carinan dema ez li ser rewşa van komele, meclis û dezgehên din difikirim mejî û aqilê min disekine. Nikarim tu tiştekî ji nava hevudu derêxim. Nikarim navekî li tu rewşekî bikim.
Tişta min roja pêşîn dîtîye, piştî wê tiştên dibînim hêna jî ew tişta ku min roja ewil dîtîye xurt dike û piştrast dike.
Çibû ya ku min roja ewil dît?
Bêguman ew tişt ev tişt bû. Rihê rizîyayî, mejîyê vala û kesayetên kavilîn.
Ezê vê analîzê li ser van hersê xalan pêşde bibim: Rihê rizîyayî, mejîyê vala û kesayeta kavilbûyî.
Mirov li vir bi rastî jî rîzîyayîne. Mejîyê wan vikî vala bûye û tu tiştekî aîdê xisletên camêrî û mirovbûnê nemane. Kesayet tar û mar bûye û ji lingan ve şikestîye. Bi rastî jî kesayet rûxandîye. Bi yek gotinekî kavil bûye.
Çima wilo dibêjim? Û tişta ku ji min re vîya dide gotin çîye? Û bi rastî jî ev tişta ku bi min tê gotinê gelo rast e?
Çîye emarene ku van tiştan bi min dide gotin?
Niha ezê van xalan yek bi yek rave bikim.
Yê mirov dike mirov bêguman fikir û ramana wî ye. Ger mirov ji hizirînê hatibe qutkirin bawerim îmkan û derfetên nûbûn û pêşketinê wenda dike. Mirovek dema van xisletên xwe wenda kir nikare tiştek jî biafirîne. Ew afînerîye ku mirov bi veger dîsa dike nava kar û barê hizirîn û ramyarîyê hizirîn û dîsa afirînerî û dîsa lêvegera hizirînêye. Ev herdu tişt mirov wek dînamoyê hevudu xweyî dikin.
Hêvî û tehayûla pêşerojê ya mirov li ser kar û barê ku ew bi destê xwe dike û diafirêne ava dibe. Xweşbînî û hêvî bi van afirînerîyan tê holê.
Heya mirov dikare bihizire dikare biafirîne jî. Lê dema ji hizirînê qut bû, wekî dara ku rehê wê ji avê qut bibe hêdî hêdî ziwa dibe. Pêşî hizirîn disekine û paşê vedigere ser roj û demên borî û ji xwe re nostaljî dike. Paşê ew jî ji holê radibe û hêdî hêdî dikeve pêvajoyekî rizînê.
Rizandin helqe bi helqe pêvajoyên din li pey xwe tîne.
Çine ev?
Mejî vala dibe. Bîr diçe. Hêvî dimirin. Têkilîya te ji jîyanê hêdî hêdî qut dibe. Tenê rewş bi vê yekê sînor namîne. Kesayet jihev dikeve. Tevgera mirov xera dibe. Pergal û qaîdeya mirov jihev dikeve û gelek tiştên ne normal derdikevin holê. Kesayet wêran dibe.
Lewre pêşî mejî wenda kirîye.
Emê niha sedemên vê encamê bêjin. Tale lê verisîne kêşeya jîyanê li ser vî esasî tê kirin. Mirov qebûl bike neke rast î ev e.
Motîvasyon tiştek muhîme. Di civakên berîya civakên endustrîyalê de a rastî gotin û pêdivîyekî wek ahenga motîvasyonê nebû û tinebû jî. Lê çiqas civak curbecur bû, çiqas civak di nabeyna cureyên pîşe û dereceyên civakî de dabeş bû ahenga nabeyna mirov û jîyanê jî xera bû. Pêvegirêdana mirov û jîyanê, mirov û kar, mirov û rola afirînerîyê xerabû. Pîsporîya dabeşîya civakê tiştek kifşkir. Ew jî motîvasyon bû. Pêdivîya kifşkirina motîvasyonê qutkirina bala mirovan ya li ser beşên jîyanê yên din bû. Komkirina balê tenê li ser kar û barê wî bû. Di nava kaosê de avakirina pergalekî mînîmalî bû ji bo xebitîna mirovan.
Lewre civaka endustrîyalî bi xwe pircurebû û jîyan jî di nava vî pircureyê de dabeşkirî bû. Divîya mirovan li gorî vê rewşê cîbicî bikira. Û wilo jî kirin.
Çend sal berê di salên 2008 an de li ser polîtîzebûna civaka Kurd li Amedê ez gihabûm tahlîkek wiha. "Civakek ku zêde bê polîtîzekirin xetere."
Dibe ku ev gotin tûş û şaş bê dîtin. Lê di dîroka cîhana 100 salî de zeman bi dehan mînak û tecrûbeyên vê xalê tijîne.
Encamên vîya pirin û texrîbatên wê yên ku li ser civakê jî dikin pirin.
Çine ew?
Tembelî, bêxebat nan û xwarin û qezenckirina zêde, jîyanperestîya konformîst û hwd. Min van encaman hemî di dawîya wê polîtîzekirina zêde de dît.
Civakek ku di nava çerxû qaîdeyên wihade bête teşekirin di jîyana kedkarî û afirînerî de bi kêrî tiştekî jî nayê. Dema ew pergal xera dibe û hildiweşe hemî xeyal û hizirîna wan jî pê re hildiweşe û av û av diçe. Tecrûbeya Almanya, Romanya, Çekîya, sovyet û yên dawî jî Afganistan û ya me jî tecrûbeya Bakurê Kurdistan encamekî vê rewşê ya herî ber bi çav e. Civakên wiha piştî karesatên sîyasî ji her hêlî de wêran dibe.
Îro li Ewropayê kesên ku hatine li vir bi jîyanê re angaje nabin kesên ku ji wê atmosferê û ji wê motîvasyonê hatinene. Hemî li pey jîyanek konformîstin. Lê ew jîyan jî nîne. Ne feraseta wan ne zanebûna wan û ne jî pisporîya wan ya li ser beşên pîşekarîya jîyanê heye ku bikaribin daxilê jîyana civakî û xebata jîyanî bibin. Dema bi destê wan jî nakeve buhranekî mezin dijîn. Jixwe mejî têkilîya xwe ji hizirînê birîye. Mejî têra xwe tembel bûye û naxebite. Xeyal şikestîne û hêvî hêdî hêdî ditemire. Kelecana jîyanê vêsîyaye. Ka wê mirovên wiha çawa dikaribin bi jîyan û civaka moderen re entegre bibin?
Ger di civakek moderen de zanyarîya pîşeyî di hiş û mejîyê mirovan de neyê bicîkirin û di şûna vana de tenê propaganda û argumentên polîtîkî di hiş û ramana mirovan de were bicîkirin ew civak birçî dimîne û rehê afirînerîyê di jîyana wî de tê qutkirin. Lewre her mirovê nehoste li her derê betale. Kes karekî nade mirovê nexwedî pîşe. Civaka xurt ewe ku berîya nanê sîyasetê zanibe bi çend cureyan xwarina nanê pîşevanî bixwe. Ger pergala civakekî, her mirovekî civaka xwe herî kêm di du-sê beşan de neke xwedî zanîn û hostayîya pîşeyê nikare nan bixwe û nikare bibe civakek xurt.
Mixabin û hezar mixabin di jîyana pêşeroja me Kurdan de ez ne zêde xweşbînim û ne zêde hêvîdar im.
Hemî sazî û dezgeyên Kurdan li ewropayê di nava xîzanîyêdene. Kesek jî serê xwe naêşîne û nanihûre bingeha vê pirsgirêkê. Ka Kurd li vir li Ewropayê bi van kesên haşûrî polîtik û şoreşger li zemîna Ewropayê gelo wê şoreş çê bikin?
Na kesên li vir ser van dezgeyan peyewirdar bike jî divê di warê komelgehîyê de di warê civaknasîyê de pispor bin. Ji cihên wiha re jî pispor pêwîstin.
Lê ya muhîm divê projeyek rasteqîn ya pîşevanî û pîşesazîyê li ser esasên rasteqînîya jîyan û civakê bête avakirin û mirovên xwe di serî de jî ciwanên xwe di vî warî de perwerde bikin. Pêşî divê ligê van ciwanên xwe ji hewa daxîne deyne ser erdê. Hizir û xeyalên wan jî ji nava ewrê asîman daxîne bîne ser rastîya jîyanê û heqîqeta jîyanê bi wan bide nasîn û zanîn. Pêdivîya xebatê û berdewamîya jîyanê bi wan bide zanîn. Dema ev hate kirin wê ew çax bixwazin hînê pîşevanîyê jî bibin û bi zanîn û hunera xwe tevlî jîyanê bibin. Ev tişt wê têkilîyan jî nû bike, wê hêvîyê jî zindî bike û wê kesayetek nû jî ava bike. Wê mirov ji rihê rizandî xelas bibin, mêjîyê vale pak bibin, ji kesayeta kavilî derkevin û her wiha xwe ji nûve ava bikin. Ji xeynî vê rê tu riyekî li pêşîya van mirovên meyî linglihewa nabînim.
Hasan Harranî