ÇÎROKÊN MÎTOLOJÎK-TEOLOJÎK Û RASTIYÊN DÎROKÎ
Awireke zanistî li ser çîroka Habîl û Kabîl
Mûsa Dojender / @dojender
Mîtolojî awayê veguheztinê ye ku rastiyan şîfre dike û digihêjîne nifşên nû. Yên şîfreyan dibişkêfin, xwe digihînine razên rastiyan. Yên nikarin bibişkêfin jî, çewa hatibe van rojan, wisa jî jê têdigihêjin û bi hezarê salan e li ser nîqaşan dikin.
Çîroka her du kurên Adem Habîl û Kabîl ji aliyê hemû çavkaniyên mîtolojîk û teolojîk ve bi heman awayî tê vegotin. Dinivîsin ku Kabîl Habîl dikuje û “kujeriya yekem a dîroka mirovahiyê dike û dibe kujerê birayê xwe“. Hema bêje hemû mirov bi vê vegotina mîtolojîk dizanin.
Heya niha li ser vê vegotina mîtolojîk du şiroveyên cuda hatine kirin.
Ya yekem:
Li gor pergala ji pêş ve hatiye avakirin (ku ev pergal jî bi fermana xuda ye) diviya Habîl, bi xuşka xwe ya cêwiya Kabîl e re bizewiciya û dîsa ji ber heman pergalê, Kabîl jî diviya, bi xuşka xwe ya cêwiya Habîl e re bizewiciya. Lê Kabîl dibe evîndarê bedewiya cêwiya xwe û hesûdiyeka mezin dike, birayê xwe Habîl jî ji ber vê sedemê dikuje.
Şiroveya duyem jî wiha ye:
Kabîl cotyar e û Habîl şivan e. Ji ber mijarekê, wê salê Kabîl çinîna salê û Habîl jî berxikên dê wê salê bizên dikine gazî ji xwedê re. Dawiya salê, gaziya Habîl ji aliyê xwedê ve tê pejirandin. Li ser vê yekê, Kabîl dibêje çima xwedê ne çinîna wî ya salê lê berxikên Habîl pejirandiye, wê demê xwedê ji Habîl bêtir hez dike, bêtir rûmetê didê û bi vî rengî jî Habîl wekî mîratgirê Adem destnîşan kiriye. Kabîl bi van ramanan dikeve nav hesûdiyeke mezin û ji ber vê hesûdiyê jî, birayê xwe dikuje.
Veguheztinên mîtolojîk û teolojîk, ji me re tiştekî vedibêjin. Em wan bikaribin bibişkêfin, em dê derfeta meşeka bê qeda û bela bi dest bixin. Em jê tênegihêjin, em ê her li ciyê xwe bişemitin û bi hev û du bikevin. Her wekî vê mijarê ku bi hezarê salan e em li ser nîqaşan dikin û ji ber em nikarin xwe bigihêjînine biryareka rast, bi goştê canê hev û du dikevin.
Di mijara Kabîl û Habîl de tişta divê em wê bibişkêfin û jê têbigihêjin, ev e:
Kabîl, Homo Sapîens e. Habîl, Homo Neandertal e. Mirovê Sapîens, Mirovê Neandertal kuştiye. Weke bişaftineka kûrtir; Mirovê Sapîens, Mirovê Neandertal qir kiriye û koka Neandertalan biriye, ango paqijiyeke etnîkî kiriye. Mirov vê yekê wekî paqijiya etnîkî ya pîlankirî ya yekem a gerestêrka me bi nav bike, bêtir di cî de ye û bêtir nêzî rastiyê ye. Tê gotin ku bi kuştina Habîl re li gerestêrka me cureyê Homo Neandertal hatiye tunekirin. Li gor daneyên zanistî jî, di şerê qirkirinê yê Sapîens de, ji Neandertalan bi tenê ji sedî 3 an 5 mane ku ew jî ji ber karîne xwe li şêwaza jiyana Sapîensan bînin, ji mirinê rizgar bûne.
Bi qasî têgihiştina min a dîrokê, şerê qirkirinê yê Sapîensan li dijî Neandertalan, di pêvajoyeka 150 hezar salî de bêyî navber domiyaye. Pêkan e ku 40 hezar sal berê ji cureya Homo Neandertal tu kesekî li ber xwe bide nemaye, loma jî, ev pêvajoya erjeng û hov bi dawî bûye.
Dîsa bi qasî têgihiştina min a dîrokê ev “kujerî“ nêzî 200 hezar sal berê li herêmên bi ber û avî ên Rojhilatê Afrîkayê dest pê kiriye. Pêşdîtina min ew e ku, Habîl, li perava herî bi ber a peravên Rojhilatê Afrîkayê hatiye kuştin.
Nirxandinên yekser bi rengê ku di çavkaniyên mîtolojîk û teolojîk de derbas dibe, wekî şerê hesûdiya navbera du kesan rûxarî û şaşiyeka mezin e. Her wiha tênegihiştina giyana mîtolojî û teolojiyan e. Ya tê gotin ne şerê navbera du mirovan lê şerê navbera du cureyên mirovan e ku di kesayetiya du kesan de hatiye pênasekirin û ev jî divêtiyeke vegotinên mîtolojîk û teolojîk e.
Kabîl nûneriya Homo Sapîens dike, Habîl Homo Neandertal e. Adem jî, pir pêkan e ku Homo Erectus e (an jî Homo Rhodesiensis e).
Ev kurtegotar ji alîkariyeke pir hêja ya ji zanistê û zanyaran re wêdetir xwedî wateyek e. Dixwazim bidime zanîn ku bi armanca alîkariya mirovahiyê, bi zanyarên bixwazin bala xwe bidine ser mijarê re ez amade me bikevime nav her cure nîqaş û gotûbêjan.