1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. ÊRÎŞÊN HEVP’AR Û DERSÊN DÎROKÊ
ÊRÎŞÊN HEVP’AR Û DERSÊN DÎROKÊ,êrîşên,hevp,ar,û,dersên,dîrokê

ÊRÎŞÊN HEVP’AR Û DERSÊN DÎROKÊ

ÊRÎŞÊN HEVP’AR ÊN R’ÊJÎMA FAŞÎST A T’IRKÎYAYÊ Û BARZANÎYAN LI SER HERÊMA XWEP’ARASTINÊ YA MEDYAYÊ Û DERSÊN DÎROKÊ

A+ A-

Ezîz ê Cewo

 

Di sêrî da – têbînîyeke biç’ûk.

Ew, ku min di sernivîsa evê gotarê da gotina r’êjîma faşîst a T’irkîyayê bi k’ar anye, nayê wê wat’eyê, ku r’êjîmên berê yên vê dewletê  ne faşîst bûne.  Na! Di bingeha avakirina vê k’omarê da, wek proyêkteke dewletên gewre yên mêtînger, hema  di sêrî da faşîzm hatye danîn. Lewra ku, ji bo ev proyêkt pêk bê û bik’eve jîyanê, divê pir’r’engîya net’ewî ya vê  herêmê di nava hev da bihata helandin, û ji hole r’abûya. Û ji bo vê jî, divê di bin navekî hinartî yê giştî (t’irk) da hemû gelên vê herêmê bihatana bişavtin-t’unekirin (hem bi wat’eyî, hem jî bi fîsîkî). Lewra jî, ji bo vê herêmê navekî hinartî (sunî) tê p’eydakirin – K’omara T’irkîyayê (ne ya t’irk, ha-a-a!). Paşê ji bo vê k’omara lêp (a sexte) destûreke bingehîn (dîsa ya lêp!) tê hinartin, û di wê da jî t’irkbûna hemû gelên komarêmisogerkirin  (anegorî xala 66-an a vê destûrê: Her mirovek, ê ku bi tayên hemwelatîtîyê bi dewleta T’irkîyayê va girêdahî ye, t’irk e. – Hema wisa, ne kêm, ne zêde!). Û, ji bo  ku ev proyêkta pêk bihat, evê dewleta faşîst her r’ê û r’êbaz bi k’ar anîne: têr’ora dewletê, siyaseta bişavtinê (assîmîlîatsîon!), ya r’edkirin û t’unekirinê, ya t’evkujîyê, wêrakirin û t’alanê! Û ev hemû ji bo wê tişkekî nû nînin. Hemû r’êjînên vê dewleta zulmê, her yek weke xwe faşîst bûye, û ewana her bi r’engê xwe yê faşîstî û bi şêwe û r’ê û r’êbazên pêkanîna faşîzmê di jîyanê da ji hev cuda bûne!  

Ev dewleta lêp a ne xwezayî û ev gelê hanê yê ku bingeheke xwe ya net’ewî nîne, her bi şêweyekî weha dikaribûn bi sunî bihatana hinartin, û bi nasnameya dewletê û di bin sîwana wê da hebûna xwe (an t’unebûna gelên dinê!) li cîhanê bi zorkuştî bidana p’ejirandin!…

Û di vê r’ewşê da her gelê k’urd karibûye bi bingeh û r’ehên xwe yên net’ewî va  xwexwetîya xwe bip’arêze, di nava xwe da, di k’ûrahîya r’ewan û mejîyê xwe da hêvîya Azadîya xwe veşêre û bip’arêze, heya ku T’evgera R’izgarîxwaz bi r’êberîya bir’êz Abullah Ocalan ewê hêvîyê bi zanistî vejinîne, bike bîrdozîya Azadîyê, û bi wê  Armanca Azadîya Mezin gel hişyar bike û r’ê û r’êbazên pêkanîna wê bide pêşîya wî…  

Û ev jî dê paşê bibe bingeha bîrdozîya T’evgera R’izgarîxwaz a Net’ewî, ya ku ji bo gelê k’urd, wek net’ew,  bûye garanta hebûna wî û r’onahîya r’êya berbi Azadîya Mezin va…

  

Naha em bên ser mijara van r’ojên me!  

Ji wê rojê va, dema di çapemenîyê da hate r’agîhandin, ku serekwezîrê Herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê Mesrûr Barzanî çûye Ankarayê û li wira bi serkfaşîstê t’irk, serekk’omarê T’irkîyayê û emîrê DAÎŞ-ê yê ne formal Erdoxan r’a hevdîtin pêk anye, her mirovekî, ê ku p’ir’î-hidikî agahîyên wî ji p’êwendîyên PDK-ê û r’êvebirîya Herêma Otonom (bixwîne – mala barzanîyan!) ên bi r’êjîma T’irkîyayê r’a heye, dizanibû, ku ew hevdîtin ji bo xêrê pêk nehatye, ku ewana plan û projeyên xwe ji bo şer’ekî hevbeş li dijî gelê me û T’evgera R’izgarîxwaz nirxandine, û r’ol û p’eywirên xwe di wî şer’î da p’arvekirine…    

Wê demê di k’ûrahîya r’uhê min da hêwarzeyekê r’û da: “Gelo vê carê bazirganîya wan dê bi k’uva bibe?”   

Çar r’oj jî pey vê hevdîtinê r’a derbaz nebûn, û dest bi êrîşên hevbeş ên t’irk û barzanîyan li ser Herêma Xwep’arastinê ya Medyayê bû…

Û ji wê demê û vir va, di K’urdistanê û welatên cuda yên cîhanê da gelê k’urd li ser p’êyan e: k’omele, r’êxistin, sazî û dezgehên net’ewî, r’êxistin û kesayetîyên welatên bîyanî yên dêmokrat û aştîxwaz, li hember êrîşên r’êjîma T’irkîya faşîst ên ser Herêma Xwep’arastinê ya Medyayê bert’eka xwe didin xuyan, wan êrîşên k’irêt şermezar dikin. Û di vê derbarê da  herr’oj agahîyên cihêr’eng ji Başûrê K’urdistanê jî tên. Tê r’agîhandin,  ku art’êşa t’irk a dagerker bi balafir’ên leşkerî, bi tank û t’opan, bi ç’ekên k’îmyewî êrîşê dibe ser hêzên HPG-ê yên Herêma Xwep’arastinê ya Medyayê, û PDK (bixwîne –mala barzanîyan!) bi hêzên xwe va di van êrîşan da cîyê xwe girtine û wek şaxekî r’êjîma faşîst a T’irkîyayê û art’êşa wê ya dagerker li hember parazvanên maf û hebûna gelê k’urd t’evdiger’in... Wisa jî tê r’agîhandin, ku gêrîllayên r’izgarîya net’ewî bi lehengî berxwe didin, û êdî derbeyên giran gîhandine art’êşa dagerker.  Ku t’irkan êdî destpê kirine, bi helkopterên mezin termên leşkerê xwe yên kuştî û birîndaran ji qadên şêr’ veguhêzin…   

Ev jî hema r’astîya evî şer’î ye!

Helbet, ev êrîş a yekem nine. Hê ji nîveka salên heyştêyî yên sedsala XX va r’ayedarên dewleta t’irk hersal r’adigihîhînin, ku  ewê “vê  bahara tê”, “vê havînê”, “vê paîzê” gêrîllayên r’izgarîya net’ewî têk bibin. Lêbelê, bahar û havîn û payîz tên û derbaz dibin,  serokdewlet, serekwezîr û serekfermandarên art’êşa t’irk li dû hev tên guhar’tin,  lê hêzên gerîlla r’oj bi r’oj xurttir dibûn, û her carê derbeyên giran digihîhînin hêzên dagerker…

Û vê carê jî, dê wisa bibe!

Erdoxan û Baxçelîyê jî her’in, dê li şûna vana faşîtên nû bên…Û ev hemû dê bibin p’arç’eyekî dîroka r’eş ne ku t’enê ji bo T’irkîyayê bi xwe, lê, her weha, ji bo wan, ên ku ev proyêkta k’irêt a bi navê  “K’omara T’irkîyayê”  plan û amade kirine…

Û dîrok jî, dê gotina r’astîyê ji wan r’a bibêje! Ev her pirsa demê ye!  

Lêbelê, di vî şer’ê k’irêt ê man û nemanê da, ya ku ji van faşîstan xetertir e, ew xiyanet û xwefiroşîya di nava me da ye, wek net’ew! Ya ku îro jî hema wêrekîyê dide dagerkeran û ji wan r’a dibe alîk’ar, ku ew êrîşan bînin ser gelê k’urd û hêzên p’arastina  wî, dîsa ev e! Û ev xiyanet jî navê xwe yê konkrêt heye, mirov îro ji k’ê jî bipirse, ewê navê PDK-ê û malbeta barzanîyan bide! Û tiştê ku di vê r’ewşê da hinekî dilê mirov baristan dike jî, ew e, ku gelê k’urd êdî gihîştye zanebûna xeterîya vê r’ewşa malwêran ji bo t’evahîya k’urd û K’urdistanê. Êdî gel derk’etye qadan, vekirî xiyaneta vê binemalê şermezar dike û bang li serkêşên vê malk’ambaxîya  net’ewî (Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî) dike, ku ew dest ji vî k’arê xwe yê r’eş bik’işînin, pêşmergeyên xwe bi eskerê dagirker r’a bi şer’ li ser xwîşk û birayên wan da neşînin!  

Helbet ev têgihîştin, b’ertek û şermezarkirina r’ewşa îroyîn tiştekî erênî ye! Dibe ku ji bo wat’edarkirina r’ewşê ev heya r’adeyekê baş e jî, lêbelê t’êrê nake. Eger em sedem û bingehên vê malwêranîya net’ewî t’enê bi malbatekê-duduyan, an çend k’omên çeteyên xwefiroş şirove bikin, ev têgihîştin û wat’edarkirin dê kêm bimînin.     

Di dîroka her gelan da jî xayîn û xwefiroş hebûne. Û xiyanet û xwefiroşî jî xwezaya xwe ya net’ewî ninin, ew nexweşîyên hemmirovî ne. Lê ew nexweşî di nava gel û welatên cuda da, anegorî şert û mercên dîrokî, bi awayên cuda r’û didin. Hemma, hemû gel û net’ewan, ên ku xwastine jiyana xwe ya net’ewî bi r’ûmet bidomînin, bê hêvşandin li dijî  xiyanetê têk’oşyane, lewra ku, wana zanibûne, eger xayîn û xwefiroşên net’ewî nînibin, dijmin dê nikaribe wisa bi wêrekî li ser wan da bê… Û lewra jî wan gelan, ên ku xwestine hebûna xwe bidomînin, her tişt kirine, ku wê xiyanetê bi r’ehên wê yên k’irêt va  bibir’in û ji nav xwe biavêjin… Eger civak bi xwe helwesta xwe ya nerênî li hember xayîn û xwefiroşan bide xuyan, dê cîhanê li wan teng bibe, ew dê cîyê xwe di nava civakê da nebînin, û wê neç’ar bimînin, an xwe biguhêr’in (her çiqas, wek ku pêşîyên me gotine: “Gayê r’eş ç’ermê xwe naguhêr’e!”), an jî dê ji nav civakê bir’evin… Û civakê her bi xwe bi vî awayî xwe ji vê nexweşîyê paqij bike! Her bi vî awayî ew dê bikaribe hêjayî pêşer’ojeke r’onî û azad bibe!

Binihêr’in dema di derbarê şer’ê cîhanê yê duyem da dihat axavtin, an nivîsîn, hewl dihate dayîn, ku faşîzma Hîtlêr û gelê alman ji hev cuda bikin, Û ev jî, wek prênsîp, dibe ku, r’ast bû jî! Lêbelê, ji bilî vê, t’erefekî r’astîyê yê dinê jî heye. Îro xut di nava gelê alman da gelek kes û kesayetî hene, yên ku vekirî dibêjin, ku ew sûcê giran, ê ku r’êjîma Hîtlêr li dijî mirovahîyê pêk anye, gelê alman bi xwe jî p’ara xwe di wî da hebûye…

Û ev jî r’astîyeke dîrokê ye!   

Heya em (dîsa wek net’ew!) ç’avê xwe li ser van r’astîyan venekin û bingeh û sedemên vê xiyanetê ji bo xwe r’ave û zelal nekin, wê demê dê mafê me nînbe, ku em gazinan li hineke dinê bikin.

Ma ev k’om û malbetên xayînan ji k’u derketine? Ma ew ji asîmanan va hatine xarê? Ma, gelo, ew ne beşekî civaka Başûr û  t’evahîya K’urdistanê ne? Ma ev xiyaneta vê malbetê ya yekem e, gelo, ya ku wê li hember r’êxistin  û hemû gelê K’urdanê pêk anye?  Gelo, ew, ên ku ji bo k’urtêlekî, li ber wan xayîn û xwefiroşan serî diç’emînin, ji wan r’a ç’epikan lêdidin, nizanin, ku wana xak, namûs û şerefa K’urdisatnê dane bin p’êyê  dagirkeran, herr’oj p’arç’e bi p’arç’e wan hemûyan difiroşin dijmin? Ma, gelo, ew nizanin, ku ewan xulamok û peyayên Erdoxan PDK kirine şaxekî AKP-ê, Başûr jî – qezayeke T’irkîyayê, û bi xwe jî wek qaymeqaymên t’irk di Başûrê K’urdistanê da t’evdigerin? Ku wana Herêma Otonom kirine baregeha sîxurî û leşkerî ya T’irkîyayê? Ku ew ç’ekê didin destê pêşmergeyên xwe û wana bi eskerên dagerker ên t’irk r’a mil bi mil li ser xwîşk û birayên wan da bi şer’ dişînin – li ser wan gêrîllayên HPG  da, yên ku p’arazvanên doza net’ewî ne, yên ku jiyana xwe gorî dikin, ku xaka K’urdistanê û gelê wê ji dagerkeran dip’arêzin?   

De, ka, îjar ji vî gelî r’a bibêjin, eger ev şengesiwarên xiyaneta net’ewî nînbina, dagerkeran dê biwêribûna, van êrîşan pêk bînin? Her weha, eger ev derdorên şelûze nînbûna, dê evan xayîn û xwefiroşan nikaribûna wisa bi wêrekî r’oj di nava r’ojê da vekirî xiyanet ji gel û welatê me r’a bikirana û hevsarê xwe bidana destê dagerkerên welatê xwe.

Ya ku wêrekîyê dide vana jî, hemaa ew e, ku di nava civaka me da hê jî kurtêlxwar hene, ên ku ji wan xayîn û xwefiroşan r’a ç’epikan lêdidin: – Ew jî ji wan r’a, yên ku r’oj di nava r’ojê da, li ber ç’avê vê cîhanê bê tirs û xof, bê şerm û fedî bazirganîya xaka welatê me dikin, r’uh û r’ewanê net’ewî û şeref, namûs û r’ûmetaa gelê me difiroşin. Ewana heya di k’arê t’evkujîya gelê me da ji kujerên wî r’a bûne heval û hevp’ar!

Û heya em (dîsa, wek net’ew!) di nava xwe da r’ehên malwêraanîya xwe ya net’ewî, sedemên p’arç’ebûna xaka welatê xwe, bindestî û nuxsanîya civaka xwe neger’yane, heya me nikaaribûye sedemên t’evkujîê, p’enaberîyê  û zordarîya mêtîngeran a li hember gelê xwe bibînin û derxin zanebûnê, dê t’ime jî hinek xayîn û xwefiroşên ji nav me derên, ên ku dê jîyana xwe li ser bingeha wan hemû bedbextîyên gelê me ava bikin!  

Wekî dinê mafê gotinê ê we ye, xwendevanên hêja! Ji bo ku ev r’ewşa malwêran di nava civaka me da bigihîje asta têgihîştin û wat’edarkirina girseyî, û pêşî li xiyanetê bê girtin, pêdivî bi dengê her k’urdekî heye! Bêdengî dê bê wê wat’eyê, ku em dibin hevk’ar û hevp’arên wan k’arên k’irêt, ên ku her t’enê t’evkujîyê, wêranîyê û t’alanê ji Welatê me r’a tînin!  

 

P.N.

 

Dema êdî nivîsîna vê gotarê berbi dawîyê va diçû, dostekî min ê dema xwendk’arîyê t’êlêfon kir. Me hev slav kir, bi kurtayî r’ewşa hev pirsî, û wî destpê kir:  

–   Ê, heşê te ji vê malk’ambaxîyê çi dibir’e? Emê weha k’uda her’in? Sedsala XXI û ev r’ûr’eşî! Gelo kesekî van r’awestîne, nine? Ma ne, ji herdû alîyan va jî zar’okên gelê k’urd tên kuştin! Çawa dibe, vê dewra r’onahîyê da r’ûr’eşîyeke weha li ser gelê me da tînin? Ma ev bêmejûyên netiştok ji bo navê malbeta xwe jî nafikirin? Ma sibê zar’okên wan dê çawa li ç’avê gelê me binihêr’in?

Dizanî, demekê, dema şer’ê Mele Mistafe Barzanî ji bo otonomîyê diçû, gelek k’urdên me yên Sovêtê navê lawên xwe Barzanî danîbûn. Hema di nava qewm û pismamên me da bi wî navî sê mirov hene… Û tu dizanî, ewana îro ji bo navê xwe şerm dikin, ku li ç’avê mirov binihêr’in.

Van netştokan çi kirin, çi anîn serê gelê me û malbeta xwe?

Şerma giran!...

Tu dizanî, – ewî gotina xwe domand, – ez dibêm, ewana hevsarê xwe ewqasî bi destê dijmin va berdane, ku êdî nikarin paşva veger’in!... Lê, eger gelê me bi girseyî li dijî vê xyanetê dengê xwe bilind bike, dibe ku nikaribe wan biguhêr’e jî, lê, hîç nebe, dê nivşên t’eze bizanibin, ku xiyanet û xwefirşî dijî nirxên mirovî û net’ewî ne. Divê fikra k’irêtî, nap’akî, nûxsanî û bêr’ûmetîya xiyanetê û xwefiroşîyê di nava zar’okên îro da bê çandin…

Min denekê berê gotareke te di derbarê wan êzdîyan da xwend, ên ku dest ji ola xwe ya kal û bavan berdidin. Te bi daxweza xwendevanekî p’arç’eyek ji helbesta helbestvanê ermenî Parûyr Sêvak wergerandibû k’urdî û li wira weşandibû. Ewê p’ir’ bala min k’işand, min ew li ser kaxezê nivîsye. Dixazî, ez wê ji te r’a bixwînim:

 

…Hûn p’ifî hemû mûmên wan bikin,

Find û ç’irayên wan vêsînin hûn,

Hemû şemdanên wan vemirînin,

Ku … r’onahî bê!   

Li tu bergehan qurbana wan jî

Hûn qebûl nekin,  

Ku ne ya wan e, lê hatye dizîn.

Wê qurbanê jî, ya-k wan soz daye,

R’ed bikin yekser,

Ku… bawerî b‘xwe jî nebe qurbanî –

Bawerîya paqij û nebînayî,

Ya durust-ne vir’! 

………………………………….

…Û guhên xwe jî hişkem bigirin

L‘ber dirozga wan, a-k dişûlike –

Li hember ewan dua-dirozgan,

Ên ku ew wisa bi hesab pey hev dixulxulînin,

Bi wê ewana xwe naxapînin,

Lê we – 

We dixapînin!

(Gotarê bi vê helbestê va hûn dikarin li vira bixwînin: https://www.amidakurd.net/ ku/tekst/BELÊ_BI_NIRXANDIN_Û_R_AVEKIRINA_PIRSGIRÊKAN_GELEK_TIŞT_R_ONÎ_BÛYE_LÊBELÊ)…

Ewî xwendina xwe bi dawî kir, û lê zêde kir:

– Dizanî gotineke gelê me jî li ser vê heye, ez dibêjim, ew ji vê jî xurttir e… – Û ewî ew got. Lê, ji ber ku ew gotina gelêrî, her çiqas r’astîyê tîne zimên, p’ir’ hişk û bê sansûr e, min ew bi şwazî hinekî veguhart û ev derk’ete hole: “Divê wisa bikin, ku heya p’arsekê birçîyê hevt r’ojan jî nan ji destê wan negire!” – Ez dibêjim, her kurdek, ê ku bi k’urdî jîyabe, orîjînala vê gotina pêşîyan dizane.  

– Û, eger li hember van netştokan helwesteke weke vê hebe, – ewî gotina xwe domand, – û ew helwest jî bi net’ewî be, dê r’êyên xiyanetê li wan bên tengkirin…

Îro ji dagerkeran û kolonîzatoran bêhtir evana zîyanê digihînin gelê me. Ji boy wê jî divê li dijî xiyanetê bêhtir bi bir’yar bê şer’kirin. Bi wê dagerkerê zîyanên mezi bibînin, û nikaribin wisa serbest tewlebazan bidin xwe!

Hema ji bo xatirê pêşer’oja me, zar’okên me yên îro, heya ji bo zarokên malbeta barzanîyan jî, ji bo ku ew ji hebûna xwe û navê xwe şerm nekin! – Ewî gotina xwe bi dawî kir û xatirê xwe xwest…

Piştî vê ez demekê di nava mitaleyan da li bersîvekê ji bo vê axavtinê diger’yam, û min bi xwe ji xwe r’a got:

– Ev jî nêr’înek e, ev jî helwestek e, û gelê me divê derbarê wê da jî bizanibe!

 

Slav û r’êz!

 

01. 05. s. 2022.

Pyatîgorsk/R’ûsîya