Êzdî Êzdayetî û Reform
Divê di destpêkê de bê zanîn ku, pêwendiya navbera zanist û baweriyê, nakokiya dijberî ye. Tu nêzîkî kîjanê bibî ji ya din dûr dikevî!
Belê, xweza maka zayin û hemû bûnewera ye. Her hebûnên ku li xwezayê peyda dibin, di nava tevgêr, liv û bizavê de ne. Bê guman her tiştên ku bizrê xwe ji xwezayê digre guherbaz e. Hinek zû, hinek jî hêdi têne guhartin. Lê di encamê de têne guhartin.
Li cîhana xwezayê, çi hebûna ku qudreta xwe guhartinê di kakilê wê de nemîne, dimre, tune dibe. An jî, ji rastiya xwe derdikeve werdigere tiştekî din.
Bîrdozî, teolojî, siyaset, destûr û hemû felsefeyên ku bi jiyana civakê re pêwendîdar in, ji bo ku demdirêj bijîn û bandora xwe wenda nekin, di nava pêvajoyê de reformên xwenûkirinê û guhartinan dixwazin. Ji lewre bi taybet yasayên olî, di dema destpêka xwe de ji bo bersifdayina daxwaziyên civakê ên wê serdemê hatine danîn. Lê bi demê re û bi pêşketina civakî re, tu bixwazî an nexwazî ew yasa wateya xwe a destpêkê û divîtiya xwe wenda dikin. Çi bîrdozî û olên ku xwe neguher in, an pêwîstî bi xwe nûkirinan nebînin, dê li paş serdema xwe bimînin û li hemberî pêşketinên cîhana îro ku her tişt bûye dijîtal, bi nakok û beloq bisekinin. Heta dê bibin kosp û belaya serê civakê. Ola îslamê mînakeke herî zindî û li ber çava ye, ku em dibînin îro bi navê ol û Xwedê çawa mirov têne serjêkirin.
Olên semawî bi giştî, ku riknên xwe li ser mutlaqiyet û îdîalîzmê avakirine, reform û guhartinan red dikin, nûbûnê napejirînin. Ne tenê li dijî reforman derdikevin, ew di heman demê de lêkolîn û nîqaşên di vê derbarê de jî red dikin û pêşî li guhartin û nûbûnan digrin. Li gorî wan, divê her tişt wekî ewla xwe bimîne. Ol bi dîwarên stûr riya mereq û lêpirsînan digre, qedexe dike û dixetimîne. Li vir ilm û zanist tê kuştin.
Lê belê Martin Luther, wekî lehengê reformîst ê mînaka destpêkê, di ola Ciristiyan de ev sînorê stûr bi ked û têkoşîneke bêhempa şikand û bi 95 ristik tezên xwe ên dijber derkete hemberî kilîse yê. Wî bi wergerandina Încîlê bo latînî, di navbera salên 1517-1524 an de, pêşengiya reform û serhildanên civakî kir. Pêvajoyeke gelekî hişk, bi xwîn û zahmet derbas bû di ola Ciristiyan de. Lê di encamê de tevgêra reformê bi ser ket û em nuha encamên wê li seranserî parzemîna ewrûpayê dibînin.
Êzdayetî
Ola Êzdî, ola destpêkê ya yekemîn a Xweda nas e. Sedemên wê îro pirr ne zelal û diyarbin jî, di bin navê parastina "Xwîna bijûn û pak" de çarçoveya sînorên vê ola qedîm, pirr teng hatine danîn û dora wê bi dîwarên zirxî hatine lêkirin. Dîwarên gelekî stûr li hemberî olên derveyî xwe ji bo xwîn têkil hev nebe, hatibin lêkirin jî, qet guman nîne ku, di serdema Şêx Adî de, çanda ereban û îslamê têkilî ola Êzdî bûye û êzdayetiya resen bi xerabî hatiye bandor kirin. Ji xeynî vê jî, dikarim bibêjim; ku bi hatina Şêx Adî re, dîwarên stûr ên navxweyî ku hatine lêkirin, civak bi çînên mîna şêx, pîr û mirîd ji hev hatiye veqetandin, zewaca wan li hev hatiye qedexe kirin û sînorên olî ewqasî hatiye tengkirin, ku êdî di roja îro de civaka Êzdî bi giştî bênçikiyayî kiriye. Ev kiras êdî li bedena êzdayetiyê teng e.
Bi qasî tengkirina sînorên olî di serdema Şêx Adî de, ji wê zêdetir jî, bandora çand û olên biyanî li êzdayetiyê bûye. Ango naveroka vê ola resen bi vîrûsên dijber hatiye berevajî kirin. Belê, reformên ol î ji bo vê olê pêwîst in. Lê çawa? Helbet divê li destpêkê Êzdayetiya pîr û pak a resen ji wan vîrûsên ji derve hatine nava ola me bê bijûn kirin û rafîne kirin. Pişt re çi tiştên berovajî vê serdemêne dikarin werîn nûdemî kirin.
Kîjan hêz dikare reforman pêk bîne?
Bi navê "heyeta ruhanî" heyeteke ji çend kesan pêk tê heye. Lê ev heyet ne bi raya civakê û hilbijartinan hatiye hilbijartin. Lewma jî ew heyet li ser giştiya civaka Êzdî bê bandor e. Ev heyet, di heman demê de bê îradeye û di bin bandora hêzên siyasî ên li herêmê desthilatdarin de ye. Ev heyeta qaşo rûhanî, bi temamî ji rastiya naveroka Êzdayetiya resen dûr e û bi qasî wê jî teslîmkar e. Binêrin, ku endamên vê heyetê ên qaşo sereke, wekî Mîr Tahsîn û Bavê Şêx, bê şerm û fedî dibêjin; "Kî li herêmê bibe desthilatdar emê ala wî hildin." Ev mirovên bê vîn, berê bi Sadam re bûn, ji wî re li çepkan didan, ala wî hildidan. Aniha jî bi Barzaniyan re ne, ala wan hildidin. Îcar ên qaşo rêberên civakêne, heke di rewşeke weha kambax û sosret de bijîn, dê hêviya kîjan reforman ji van belengazên aqil were kirin?!
Divê ez li vir bidim destnîşankirin, pirr tiştên ku ola Êzdî ji bo êzdiyekî guneh û qedexe dike, ne bi fermî û destûra hinekan be jî, di roja me de hatine şikandin. Yanî sînor hatine rakirin, dîwar heta radeyekê hatine hilweşandin. Mînak, qusandina simbêlan, lixwekirina libasên hişîn, lixwekirina kirasên stukur qelaştî, di jiyana rojan de lixwenekirina tok Uhw. din, li gel ku gunehin jî, hatine şikandin. Zewaca Êzdiyan bi kesên ne ji ola xwe re bi yasayên olî qedexe ye. Ez dikarim bibêjim, ev qedexe jî heta bi radeyekî, ne bi fermî be jî, hatiye nerm kirin û jêbirin. Ji ber ku gelek keç û xortên demekê bi kesên ne Êzdî re zewicîne, piştî careke din vegeriyane, malbat û mervên wan ew cardin pejirandine û ew kes mîna kesên din di nava şîn şahiyên civakî de cî digrin û tu kes nerazîbûna xwe li dijî wan kesên ji olê "derketî" nîşan nade. Heta pirrê wan piştî vegeriyane bi yekî/e êzdî re zewicîne. Ev jî tê wateya pejirandinê.
Civaka Êzdî ji serok û rêberên ku bikaribin bi dema xwe re bibin yek, bersifa tevayiya daxwaziyên civakî ên demî bidin, hemû civaka xwe himbêz bikin, li hemû warên jiyanê êzdiyan ji bela û bobelatan biparêzin û temsîl bikin mahrûme. Rêxistin û komikên bi navê Êzdiyan kar dikin pirr in, lê her yek ji wan tenê derdorên xwe bandor û temsîl dikin û di nava xwe de bê hevgirtin û tifaq in. Di rewşeke wisa de, ku her hinek bi derekêve girêdayîne, hêviya reforman ji van rêxistinan jî nayê kirin. Hinek sazî û rêxistin hene ku ji demeke pirr dirêj de ye bi navê Êzdiyan qaşo kar û xebatê dikin, lê heta vê saetê jî hê berhemeke wan a lêkolînê û xebateke wan a Akademîk li ser dîrok, çand, qewl û naveroka Êzdayetiyê derneketiye holê ku civak jê sûd wergire. Ciyê mixabinyê ye ku, xebatên van rêxistinan jî ji sînorên partiyên kurd ên siyasî derbas nebûye û berbî xweseriya êzdayetiya maka ol û çandan ve pêş neketiye.
Lewma, di qonaxa îro de çareya reforman bi fermî bêne kirin nîne, dê ev rewş heta demekê weha dom bike. Domkirina wê rewşê bi vî awayî, her roj hinikî din wendabûn û kêmbûne ji bo êzdiyan, lê aniha li asoyê çareseriyek xuya nake..!
Îbrahîm Osman