ÎXANET
Fêrgîn Melîk Aykoç
Îxanet çi ye? Hima bigire di hemû ziman û çandan de bi kurtî wiha tê şirovekirin: Di têkiliya nava mirovan de bawerî û sadiqîya merivatî, dostanî, hevaltî, gel û netewbûnê binpêkirin, sir û rastiyên divê veşartî bimînin, ragihandina kes û komên dijber, bi rengê ajaniyeke aşîkar - veşartî ketina xizmeta derdorên dijmin, bi wê kiryara xwe di têkbirina xizm, gel û neteweya xwe de roleke nerênî lîstin e. Gelek rengên wê hene. Ji cih, meterîs, biryaran îxbarkirinê bigire, hetanî têkbirinê erk û karekî nerênîkirinê diçe.
Ti gelî îxanet nebexşandiye, lew re wê bexşandin, têkçûna xwe, kuştina xwe bi destê xwe îmzakirin e. Lema her gelî ew bi armanca têkbirinê, heta bi rengê “îbretê alemê” kuştine. Dibe ji wê be, di nava her gelî de li ser reng û darezandina îxanetê gotinên pêşîyan ên weke şiyarî tên girtin, hene. Mînak: Ev herdu gotinên pêşiyên Almanan:
1 - „Dema mirov dilsoziyê weke kêmasî bibîne, ixanetê payeberz dike!“
2 - „Hetanî ku ew xwe nekuje, lêborîna îxanetê nayê pejirandin!“
Di Kurdî de jî, di vî derbarî de gelek gotinên bi wate hene. Mînak, „Ku diz ji malê be ga di kulekê re derdikeve!.“ Bi gotineke kurt ti gelî, ti neteweyî xayîntî nehewandine û xayîn ne bexşandine. Yên xayînên xwe bi awayekî „îbretê alemê“ bi mirinê nedarezandine, di tu warî de bi ser neketine. Eger sebebê bindestiya me Kurdan ji alîyekê ve ji ber welatê me di navenda çarrêya sê parzemînan de be, egera dudyan, heta ya bingehîn jî, îxaneta bêbav ya ku bi cezayên mirinê nehatîye têkbirinê ye. Hê di ser derdê derdan re jî, gelek caran di nava me de îxanet bûye şêx, pîr, rêberî û qehremanî, ew di van serdemên dawiyê de bi aliyê gelek kesên bi dîplome ve hatine pesinandin. Dagirkerên Tirk jî di vî warî de wêrekî hildane, heta li ser bingehê vê wêrekiyê; hin rêber û kesên pêşeng ên parçeyên din di avahiya îstîxbarata xwe de pêşwazî kirine!... Mînak serokên Başûr, li gel wê hin zilam û kesên qaşo pêşengên hin koman bûn û li Ewropê pênaberbûn, dewleta Tirk ew vexwendin, dema dagerê jî ew li Enqerê dibirin avahiyên xwe yên îstîxbaratê, hê rê didan wan ku biçin cihên ji herkesî re vekirî, yan jî berdidan û ew kesana li pey vê ziyaretê mîna rayedarê dewletê bin; di her deriyê re dikevin Tirkiyê, diçin Başûr, li wir peyaman didin, li pey jî weke dîplomat bin bi mil libakirinê derdikevin Ewropayê, carnan jî di girtîgehan de kesên bi guman ziyaret dikin, bi rengê cûda êrişê kom û hêza Tirkiye ji bo xwe talûke dibîne dikin, yan jî tenê wê hêza berxwidêr weke nîangeh hildibijêre. Lê sed car mixabin ku ji ti kesî dengekî kêrhatî dernakeve, mîna bubin hecî lêdinêrin. Hem jî ew kesên diçin ber wan deriyan bi bê şermî îftîra davêjin kesaytiyên di paş heft deriyên hesinî de ne. Birîn û şerma mezin ev e; vê rastiya vê rûreşiyê nedîtin û ne darezandine. Yanê îxaneta li welatê me ji hemû rengên îxanetên cihanê der e.
Li welatê me gelek mînakên rastiya vê rûreşiyê li ber çavan radixînin hene, Dema ev mijara îxanetê vedibe, di warê îxanetê de mija herî balkêş şirove û nirxandinên li ser wî Îdrîsê Bîtlîsîyê navdar e. Beşekê xwendayên me; îxaneta wî ya bêbav bi daneyên tên zanîn li ber çavan radixîne, beşekê jî wî wek gernas û kesê rêya yekitiyê vekirinê dibîne. Ev têgîhîştina koraniyê hê îro jî, li ser xaka me di mazatê de ye. Beşermiya herî mezin jî ev e: Yên di bin çengên dijmin de ne, payeberz û qehreman in, yên ji bo doza xwe ditêkoşin û canê xwe didin jî, weke derdorên ji rê û xetê derketî, goşîst, macereperest, provokator û bi nevên gelek nerênî tên pêşkêşkirinê, bêguman bi fermana dagirkeran. Bi gotineke kurt ji ber ku di dîroka me de ev mijara îxanetê baş nehatiye zelalkirin û ew bîr nehatiye kuştin yan jî mehkumkirin, îro bi aliyê hin derdoran ve; ev îxaneta di hemêza dijminan de weke qehremanî û welatparêzî tê firotin, ji wê jî em hê bi serneketine. Ji bo serkeftinê divê ev îxaneta bêbav teqez bi awayekî herî xedar were mehkumkirin ku êdî ti kes newêribe têkeve kirasê îxanetê. Ezê di vê gotarê de hinek vê mijarê vekim.
Berê ji bo fikirandin û mijarê baş derxistina hişmendiyê, hin gotinên pêşîyan yên divê bi kûrahî li ser wan were rawestandin, şirovekirin û ew bibin şiyariyên jiyanê:
„Çavên li deriya xwelî li seriya!“
„Kûçikê me ye, li derê xelkê diewte!“
„Xulamê mejî bi olam!“
Malê axê (diçe) ye, canê xulam diçe!“
„Quta me dixwe di pûnika xelkê de hêk dike!“
„Nanê deriyan ketiye zikê wan!“
„Mirê min mîrê mîran e, li qonaxê padîşahan e!“
„Bêhna bostanê xelkê zikê mirovan têr nake!“
„Bilûrvanê derê xelkê ye“
„Guhê deriyan hene!“
Di dîrokê de Îxanet.
Rêzdar Nurullah Alkaçin di gotara xwe ya Îndipendinê de wiha dinîvîse: „Gelo emê bikanin bê ku serî li siya îdeolojiyeke serdest û dekbaziyên akademîk bidin, tenê li ser bingehê dane û rastiyên dîrokî yên berdest rabirdûya dîroka Kurdan vebikin...“
Belê ev pirsgirêkeke bingehîn e. Ji ber ku her kesên di vî warê mijdagirtî de di nava lêkolînan de ne, nekanîne yan jî hewlnedane ku xwe ji siya dekbaziyên akademîk, îdeolojîk, canbaziyên xinizî û bîrên serdestan rizgar bikin û bi awayekî objektîf rastiyan li ber çavan raxînin. Ji wê jî mijar her û her di nava mijê de dimînin.
Ji bo gîhîştina rastiyê û vê mija xwekujîyê derxistina hişmendiyê: Em li rölyef û nivîsên kevn dinêrin, nivîsa herî kevn ya bi hin rölyefan destana Gilgamêş (gamêşê mezin) e. Nivîskarê wê destanê „Sinn Laka Unini`yê“ Kasît (Kasît ji pêşiyên Kurdan yek e) di wê destanê de li gel îxanetê dildostî û sadiqiya Gilgamêş derdixe pêş. Gernasê destanê Gilgamêş di destanê de rastê îxanet û xezeba xwezayê jî tê, ji wê nekaniye gihayê pêşî li mirinê digire, bîne.
Em ji destana Gilgamêş bi rê ketin, niha jî xal bi xal hetanî roja me werin. Dawîya Mînatniyan, yan jî têkçûna wan jî, gelek balkêş e û hêjayê nirxandinên zanistî ye. Heta mîna ku ji wê rojê tanê vê roja me dîroka me di her sedsalî de bi wî rengî çendî car hatibin çendbarekirin. Divê ev mijar teqez were vekirin ku jê ders were girtin, lê jê dersgirtinê cih bihêle, ti kes behsa wan mijareyan jî nake, heta ji %99,99,99 yên me haya xwe ji vê rastiya encama Mîtaniyan ya bi êş tine. Di serdema keyatiya Tuşartayê bavê Jiyar de xizmê wî yê bi navê Artatama II. bi Hîtîtan re dibe yek û dixwaze bi awayekî xwînin serweriya Mîtaniyan ji destê keyê serdemê Tuşarta derxîne. Misir jî piştgiriya Tuşarta dike. Tuşarta bi ser dikeve, lê Misir dû re ji ber berjewendiyên xwe dest ji piştgiriya Tuşarta dikişîne, wê serdemê li aliyekî jî êrişên Asûran heye. Tuşarta li hemberê van êrişên di çend eniyan de xwe li pê nagire û dikeve. Hîtît Artatama II. wek serwer yan jî walî dide ser Mîtaniyan û Asûr jî di vê rewşa melûl û dubendiyê de firsendê bi dest dixe û bi hemû hêza xwe ve êrişê ser wan dike û imparatoriya Mîtaniyan ji holê radike. Îro lê binêrin: çar kesên ENKS ê yên li ser bendê Erdo dilîzin, bi baweriya çeteyên bi Tirkiyê ve girêdayî û bi piştgiriya PDK rasterast bûnin çoyê destê Erdogan û dixwazin rêveberiya Rojava ji holê rakin. Qada îxanetê dîsa qada cih û warê Mîtaniyan e. Hemû têkçûyîyên Bakur jî, bi tevê PDK.I. bi hêviya têkbirina destkeftiyên Rojava bêdeng in, yan jî peyamên reşkirina rêveberiya Rojava belev dikin, yanê rasterast piştgiriya serkariya Erdo dikin. Gelo em wê serdema Mîtaniyan ji nû ve dijîn?!!?...
Medan çima wendakirine?
Belê em dibêjin; „em zarokên Împaratoriya Med in, bi wê serbilind in!“ Wê serdemê em Kurd ji serwerên cihanê yek bûn. Lê çi bû? Çi ttofan di ser me de hat? Me çima wendakir? Rastiya herî berbi çav ku divê were vekirin a ev serdema Medan e. Bi taybetî di serdema êrişên Pers, ango Kambîsê Pers û kurê wî Kuroş de îxaneta navxweyî bi aşîkarî derdikeve rojevê. Bi wê têkçûna me ji asoyê bêbextiyê xuyakir, lewra Pers wê serdemê ne hêzeke mezin bû, tenê Satrapiyeke bi Medan ve girêdayî bû. Rast çi bû û çawa bû? Egerên bingehîn çi bûn? Di vî warî de lêkolînên zanistî hene? Na, na! Mixabin ku na! Bes zanîna em dizanin wê serdemê li gel êrişên bêbav yên Asûr û Skîtan, xwerû hin eşîrên Başûrê-Rojhilat wek eşîra „Pada /padî“ îxanetê li Medan dikin û bi hemû hêza xwe ve piştgiriya Persan dikin. Lê mixabin ku di nava wê têkiliyê de tenê navê serfermandarê artêşa wê serdemê „Herpago /Herpagoyê Ewan“ yê bi guman derdikeve pêş. Lê di rastiyê de îxaneta mezin ya eşîra Pada /Padia ye (dibe konfederasyona eşîran jî be), her çendî di nivîsên mixî yên Bestûnê de ev mijar bi aşîkarî hem jî xal bi xal hatiya nivîsandin jî, mixabin ku ti kesî, ti dîrokzanî behsa îxaneta vê eşîrê û rêveberiyên wan ên zîşt nekiriye, nake. Yanê rastiya îxanetê tenê bi navê Herpago hatiye nixumandin.
Divê em vê rastiyê jî bêjin: Wendakirin ne tenê ji destê îxanetê ye. Hin rastiyên mijara ramandinên kûr û gengeşiyan jî hene. Di dîrokê de yên ku bi wehşeteke ji hiş der bi hovane di ser dijberên xwe de neçûne, her cûre bêbavî bikarneanîne, dijminên nava xwe di nava wehşetê de nefetisandine û bi rêya wehşetê ew ji xwe netirsandine, her tim wendakirine. Ev di dîroka her gelî de teqez pêkhatiye. Anegorî hemû daneyan zelal dibe ku Serweriya Med li gel îxaneta navxweyî bi giranî ji ber dada xwe ya mirovî wendakiriye. Mînak: Ermenî hê jî ji ber wê dada Medan bi pesin behsa serweriya Medan dikin, heta wek serweriya xwe dibînin. Herododos (B. M: 484 - B. M: 425) radigîhîne ku serwerê Medan yê yekem „Key Deiokes“ dozger bû ye. Anegorî daneyan wê serdemê her kesî behsa dada wî kiriye. Ev Karektera dadwerî hê îro jî di nava Kurdan de bi zindî dijî. Mînakên herî balkêş; gerîlayên PKKê tim bi dadwerî û însanî nêzîkên leşkerên dîl girtî dibin, di vî warî de bi dehan belge hene. Her wiha YPG û YPJ jî wisa nin. Saddamê ku komkujiya Helepçê layîqê me Kurdan dîtibû, di dema têkçûna xwe de ji jin û keça xwe re gotîye; „Tenê teslîmê Kurdan bibin, ew dest nadin dîlên şer û namûsa we, we diparêzin.“ Lê Ereb Faris û Tirk bi îşkence û wehşeteke bêbav nêzikê yên dîl girtî dibin û wan bi wehşeteke nedî dikujin. Cinawiriya Cengîz Xan, Omer bîn Xatap, Darious I. di cihanê de bi nav û deng in. Her rengê îslamîstên Ereban û peyrevê wan piştî Omer Bîn Xatabê xwînxwar, yan ji têgîhîştina Ereban jî, hê ji wehşetê jî wehşettir in.
Tîranê Faris Darious I. ne tenê wehş bû, bi hovane serê rêveberên Medan jîkirin, li singan xistine û girseyên gel di ber wan re derbas kirine ku Medî cardin newêribin li hemberê wî serî hildin. Her wiha wî îxanet jî pir baş bikaraniye. Di rölyefê Bestûnê de (Kirmanşan) stûyê pîr û rêberên Med xistiye zincîrê rêveberê mezin Gaumata (bi ihtimaleke mezin neviyê Aştiyago ye) jî kiriye bin lingê xwe, xayîn Taxmas Pada yê serokê eşîra Pada /Padia jî li pişt wî ye û wisa löyef daye kolandin. Dû re jî pîrên xwe perwerde kiriye û bi rêya wan Zerdeştiya xwe çêkiriye. Lema hê jî Kurdên Êzdî û hin Kurdên rêya Heq dibêjin; „em ne Zerdeştî ne!“ Qesta wan baweriyên qedîm rasterast Zerdeştiya Darious I. ê xwînxwar e. Hemû dagirkerên Kurdistan dagirkirine ev kirinên wehş ên Darious I. ji bo tirsandina Kurdan teqez mînak girtine. Dema Omer bîn Xatabê ereb, dikeve Kurdistanê heta zimanê Kurdan jî jê dike. Her wiha bîsta xafiyeyên Erdogan li Amedê di ser avahiya HADEPê de girtibûn, wan jî destê rêveberan HADEP kiribûn kelepçê, anbûn ber avahiyeke ku bi tevahî dişibiya zinarên Bestûnê, Wêneyê wan kesên dîlgirtî, kişandibûn û ji bo tirsandina Kurdan dabûn çapemeniyê. Yanê bi vê kirine gef li me Kurdan xwaribû û bi wê gotibû: „Darious I. çi aniye serê we, emê jî wê bînim serê we, di cihê xwe de rûnin û dengê xwe bibirin!“
Çend kes ji me ev rastîya herroj li ber çavên me ne têgîhîştnine? Hima bigire ti kes! Mixabin ku rengê îxanetê di genên hin mirovan de wisa rûniştiye, hin xwenezan, bi navê dîrokzaniyê radibin, pesna Darious I: ê kurê Hîstaspayê xwînxwar (di ser Wî Hîstaspayê xwînxwar bi dehan dibistanên zerdeştiyên Medande girtibû û zarok qetilkiribû) didin, heta yên ku wî bêbavî wekî Kurd nîşan didin jî hene. Ne tenê îxanet, mejî jî wisa tevlihev e. Lê êdî tê zanîn ku Kalên Darious I. ji nava Hazaranê Afganîstanê hatine (Hazaran komeke bi aliyê nijadê ve têklihev e).
Darious I. di nivîsên mixî yên Bestûnê de bi aşîkarî behsa serokê vê eşîra „Padî /Padia“ Taxmas Pada dike. Hem jî li serê her hevokî bi vî awayî „... Peyayê minê medî Txmas Pada...“ Taxmas Pada wek serok cerdewanên vê roja me bi nav û fermana Darious I. bi artêşa ji eşîra xwe ve êrişê bajarên Medan dike û ji Hamedanê bigire hetanê Urmiyê bi sedhezaran Medî di nava xwînê de difetisîne û cih û warên wan talan dike. Darious I. vê rewşê bi aşîkarî di nivîsên mixî yên Bestûnê de daye nivîsandine. Lê mixabin ku me Kurdan ev serok eşîra Pada /Padia TAXMAS PADA yê xayîn ti car dernexistiye pêş. Her çendî di nivîsên Bestûnê de bi aşîkarî behsa wî tê kirin jî, bi qasê ez dizanim, bê min, ti kesî behsa wî nekiriye. Bes her tiştî tenê di kesayetiya Herpago de nirxandîne. Eger di destpêkê de ev îxanet baş bihata vekirin, rewşa me wê niha sedîsed bi awayekî din ba. Di rastiyê de ev mijara îxanetê di destana Mem û Zînê de xwerû jî di kesayetiya Herpagos> Herbakos > herbeko > Bekoyê Ewan de baş hatiye vekirin, lê mixabin, sed car mixabin ku ev tenê wek çîrok hatiye xwendin û têgîhîştin, ders jê nehatiye girtin. Divê em çîrokên di nava gel de bi awayê şiroveyên beşeke dîrokê binirxînin. Mînak di nava gel de, di bin navên „Gomerd, Comerd, Gayê Mardo“ çîrokek heye, di çîrokê de pîrekî kamil li dijê qiraleke zalim şer dike, lê bi xedarî tê Kuştin. Ev rasterast çîroka „Gaumata /Gaumada“ ye.
Serdema hatina îslamê
Em li serdema îslamê xwerû jî weke karesateke kuliyan bi navê dîn di ser me de girtina Omer bîn Xatap, çoyê destê wî Xalit bîn Welîdê wehşê firtina kîsa çolistanê dinêrin: Di wan êrişan de hedef û dijmin tenê Kurd û baweriya Kurdan bû, Lewra wê serdemê ne hêza Bîzansiyan, ne jî ya Sasaniyan mabû. Li hemberê îslamê ereban tenê Kurd mabûn. Peyva „Gawir“ cara yekem wê serdemê di wateyeke xirab de tê bikaranîn, lê di rastiyê de, peyveke pîroz e, navê ayetên Gatayê ye. Bi awayê „Gawrî gaurî gavurî“ hatiye bikaranîn. Wê serdema êrişên Omer bîn Xatab û çoyê destê wî Xalit bîn Welîd de; gelek Kurd ji bo ku bikarin xwe ji wehşeta wan rizgar bikin, revîn ketin kîlîseyên Suryaniyan û yên Ermeniyan, di nava wan de heliyane bûn Suryanî û Ermenî. Ji ber ku Suryanî û Ermenî xiristiyan bûn, dînê wan jî dînê Samiyan bû, îslam jî li ser têgîhîştina wan rûniştibû, wan bi Omer bîn Xatab re peyman îmzakiribûn, Heta wê demê Omer walîyekî jî şandibû Ermenîstanê.
Hima mirov çiroka „Teymûs“ ya li Milazgirê ku wê serdemê xiristiyanbûyîna tîne ziman bibihîse vê rastiyê dibîne. Yek jî wê sedemê beşeke eşîra Bilikiyên Serhedê ketin nava Ermeniyan û di nava wan de heliyan bûn Ermenî lêbikole vê rastiya wehşetê bi aşîkarî dibîne. Belê Erbên xwînxwar jin û keçên me biribûn di bazarên Ereban de bi navê Allahê dijminê jinan, maşiqê navşeqê mêrên Ereban de firotin. Ev Allah çima ji navşeqê ereban hezdike jî, mijareyeke gelek balkêş û paradoks e. Xwezila yekî bikaniya bi awayekî zanistî û fîlozofîk ev mijara nava şeqê Ereba vekira. Bes herkes vê helbesta ku rastiya wê serdema Omer bîn Xatab tîne ziman (dîroka nivîsandina wê ne girîng e, bes wê rastiyê tîne ziman) ji wan serdemên kevn maye û rastiya wê serdemê tîne ziman dizane.
„Hurmizgan riman atran kujan
Weşan şardewe gewrey-î gewrekan
Zurkerê Ereb kirdine xapûr
Ce Gineyi Paleyi heta Şarezûr
Jeni û keynekan we dil beşina
Mer-i aza tile wa rû-i hiwina
Rawişt Zerdûştra manewe bê kesayetiya
Bazêka nika Hurmiz we hiç kes!“
Dema em li vê dîroka serdema derew, wehşet û binê doxînê ji ereban re helakirinê dinêrin, bi aşîkari dibînin ku hin Kurdên bi navê „El Kurdî“ di qesrên Emeviyan de bûnin xizmetkarên Emeviyan û dijminê her rengê bîra Kurdî. Bîra Kurdî, têgîhîştina Kurdî, baweriya Kurdî di wê serdemê de bi navê dîn di nava firtineya quma wehşeta ereban de hatiye fetisandin û ev dîn hê jî bela serê me ye. Lê mixabin ku di vî warî de lêkolîn û nirxandinên bingehîn hima bigire tine. Em dûr neçin, li Daîşê binêrin, wan tenê êrişê Kurdan û namûsa Kurdan kirine, malên Kurdan talankirine. Li gel wan carê jî li kirinên Erdo, li felaketa Ayetûllahên Faris binêrin! Hûnê wê xwînxwariya bi navê Allahê ku weke pîrozî firotine bîra me, bi aşîkarî bibînin. Di vê mijarê de hemû derdorê di xizmeta Ereb û dînê ereban de bûnin xwediyê payeyên El Kurdî nizanim el çi bi saziyên bi wan ve girêdayî rengên îxanetêne, dive bi zelalî û bê tirs werin lêkolinkirin.
Hatina Moxolan
Mijara hatina Alparslanê tewşumewşo (anegorî daneyan ew ji nava Hazaranê Afganîstanê hatîye,) lê her çawa bûye, ew jî weke hemû Tirkên ne Tirk bûye Tirk û di wê şerê bi Bîzansan re de qaşo piştgiriya Mervaniyan wergirtiye!? Lê ev mijar hê jî baş nehatiye zelalkirin. Ti tehlîlên zanistî li ser wê tine. Dibêjin Alparsan bi 1500 leşkerî ve hatiye, Mervanî jî bi 10 000 / 20 000 leşkerî ve dikeve xizmeta wî. Ev çawa dibe? Ji wê ev mijar hê jî fenomeneke derê hiş, tarî û paradoks e. Di rastiyê de Alpaslan û Mervanî hevdu nanasin, têkilî çawa hatiye danîn, nayê zanîn. Rast e, êrişên Bîzansan dabû hestî, lê bi 20 000 leşkerî çawa nekaniye zora Bîzansan bibin? Ma hêz û quwet bi tevahî a 1500 kesî bû, yê ku Bîzans ruxand!? Ev lihevkirina Alparsan û Mervaniyan çawa bûye, çima bûye (!?) hê jî nehatiye zelalkirin. Gelo ta wê çaxê ev gotina bêbext û teşvîkkirina xayîntiyê hatiye gotin: „Mîrê min mîrê mîran e, li qonaxê padişahan e!“ Ev qonaxa padîşahê rojhilatê Xorezmiyê (Horasan) di dawiyê de bû xinçera ber qirika me. Belê xuyaye ku mîrê li qonaxê padîşahan ji mîrîtîyê bêtir agir berdaye mala me. Çêlikên Alparslanê xwînxwar piştî Împaratoriya Selçûkî afirandin, berê mîrîtîya Mervaniyan ji holê rakirin. Segbavan ta wê çaxê ji me re gotin; „Tu tinî!“
Mijara Selhedînî Eyûbî jî bi serê xwe weke tiştonekek bê şirove ye. Li aliyê din bi mija dînê îslamê ya reştarî ve porkirî ye. Ew berê serleşkerekî Selçûkiyan bû. Wî ji mijara Kurdan bêtir bi çeka baweriya ereban yanê ji bo dînê îslamê û Selçûkiyan şûrê xwe li ba kiriye. Lema, hê jî rola wî û kesayetiya wî ya bi rengê kurdî ne zelal e, ji ber vê rewşa wî ya tarî, mijara wî di nava Kurdan de ketiye nava gengeşiyeke serêşê. Bes gelek aşîkar e ku ew tenê di xizmeta baweriya Ereban yanê xizmeta dînê îslamê de bûye, di mijara Kurd û Kurdistanê de ti tiştek nekiriye. Heta anegorî hin daneyan bi nerênî nêzîkê mijara Kurd bûye, bes di avabûna Misrê de roleke bingehîn lîstîye. Yanê ji malbatek Kurd bûyîna wî vê rastiya wî naguherîne. Mixabin ku ew di nava xwenda û lêkolînerên Kurd de tenê mijara gengeşiyên serî tevlihevkirinê ye. Her çendî wî bi navê Kurdan ti tiştekî ber çav nekiribe jî, tirs, dijminahî, yan jî dilsariya welatên xiristiyanan ya li hemberê Kurdan, bi giranî di rûyê wî kesî de ye. Kurdên misliman ji ber vê rastiyê biqehirin jî, ne xem e, rastî rastî ye. Divê mijarên wiha li ser bingehên daneyên zanistî û bê tirs di ber şûrê rexnegiriyê re were derbaskirin, aliyê rengê wî yê îxanetê, eger hebe yê rûmetê jî divê bi daneyên zanistî were zelalkirin. Daku em bikarin kar û zirara wî ya ji bo Kurdan li ber çavan raxînin.
Serdema Osmanîyan
Mijare, yan jî îxaneta ku bûye mijara gengeşiya Kurdan yek jî; mijara Îdrîsê Bîtlîsî ye. Îdrîsê Bîtlîsî ji tarîqata „nurbaşî“ ye. Ev Tarîqat li dora Tahran û Tebrîzê hebû, zêde neketiye nava Kurdan. Bîtlîsî li bajarê Rey ku niha taxeke Tahranê ye, tê dunê, perwerdeyeke baş, lê ji têgîhîştina kurdayetî dûr bi navê tarîqata Nûrbaşî dibîne. Berê dixwaze têkeve xizmeta Şah Îsmaîl, bes kesên li dora Şah Îsmail rê nadin wî, ew jî lêdixe diçe Stenbolê û dikeve xizmeta Bazîdê II. „Malê bazarê!“ û di encamê de jî dikeve bin fermana Yavuz. Bi dek û dolaban, bi xugî û sozdayînan hin mîr û begên Kurdan bi Yavuz ve girê dide. Di wê pêvajoyê de Kurd dibin du parçe, yên di bin siya Persan û yên di bin mij û fermana Osmanyian de. Li ser rola wî yan jî îxaneta wî hê jî gelek gengeşîyên mafdar û ne mafdar hene. Bes bi rîya wî hatina Osmaniyan re, Kurdistan cara yekem dibe du parçe. Ev parçebûn di peymana Qesrî Şîrîn de hate mîsagorkirin. Mixabin ku ev mijar hê jî, bi awayê pêdivî pê heye, zelal nebûye, ya rast hê nehatiye zelalkirin, bi her aliyê ve hê jî gelek tarî ye. Bê wî têkiliya Osmaniyan û Kurdan gelek dijwar dibû. Ew îro bi giranî weke sembola îxanetê tê nasîn. Bêgûman wê serdemê hin mîrîtîyên Kurdan jî li gel Osmaniyan bû, Rola jehra îslamê weke şîî û sûnî jî, egereke bingehîn bû. Divê piştî nirxandinên kûr rola vî Îdrîsî Betlîsî bi her aliyê ve were zelalkirinê û xwerû rola wî ya nerênî teqez were mehkumkirin.
Piştî parçebûna Kurdan û Kurdistanê bi rola Îdrîsî Betlîsî, tevliheviyeke gelek tarî û ruxînêr di nava Kurdan de belav bû. Bi peymana Qesr-î Şîrîn re Kurdistan bû du parçe. Heta Îngîlîzan jî, dest nedan vê xeta /sînorên parçebûna Kurdistanê ya di navbera Osmanî û Farisan de. Piştê Îdrîsî Bîtlîsî her weke bayê fesadiyê weşiya, eşîr li eşîran hatin sorkirin û bi rêya wan hem pêşî li yekitiyê hatiye girtin û hem jî, serhildanên Kurdan bi hêsanî hatine têkbirin. Mînaka herî balkêş jî mijara „Said Begê, Bedirxanan û Yêzdanşêr“ e, ev bi her awayî baş tê zanîn. Osmanîyan rasterast bi alîkariya Bedirxaniyan Seîd Begê xalê Yêzdanşêr têk dibe, piştî wê bi alîkariya Yêzdanşêr jî Bedirxaniyan têk dibin û herî dawî jî li Yêzdan şêr dixin.
Di pejirandindayina Peymana Lozanî de wan gelek parlamenter û hin serpîjên nijad kurd bikaranîn û peyman bi alîkariya wan dan imzakirin. Mixabin ku niha jî, wan çar kesên ENKS e û hin kesên li derdora Mesrûr Axayê li Hewlêrê bikartînin.....
Di serhildana 1925 an ya bi navê Şêx Şeîd tê zanîn de; ji kesên wek Cemîlê Çeto bigire hetanî hin eşîrên Semsûr û Elezîzê baş tên bikaranîn û bi rêya wan serhildan tê têkbirin. Di vê serhildanê de mijara Elewîtî û sûnitîyê jî bi dek û dolabên bêbav baş tê bikaranîn Mînak çîrokek li ser viran avabûyî li tevahiya Dêrsimê hetanî Gimgimê belakirine. Çîroka ji hemû rastiyan dûr û bêbingeh wiha ye: „Qaşo peyayên Şeyx Seid hatine Dêrsimê, dêrsimiyan jê re pez serjêkirine, wan jî gotine „em destkoja Qizilbaşan naxwin!“ Lê tiştek bi vî rengî ti car pêknehatiye, ajanên dagirkerên Tirk ev derew tenê ji bo wergirtineke şaş okus-fokus lihevanîne. Bi gotineke kurt bangaşî li ser bangaşiyên viran avabûyî bikaranîne û parçebûna mezhebî hê kûrtir kirine. Mînak: li ser vê bangaşiyê hin derdorên Xormekan û çekdarên Karêrê (di navbera Kixî û kanîreşê de mintiqa Azapêrtî) êrişê serhildêrên serhildanê dikin.
Di serhildana Dêrsimê de jî kesên wekî Rayber û Pirço heta hin eşîr jî tên bikaranîn, yanê rengê îxanetê her û her bela serê me bû. Cerdewanên vê rojê, parlamenterên di nava AQPê de hê îro jî erkê îxaneteke bêbav wergirtine, ji bi wergirtinan derew û boblatan diafirînin.
Mijara Başûr:
Dema Şêxmehmud Berzencî ji bo serxwebûnê li dijê Îngîlîzan şer dike, Îngîlîz bi wan nikarin. Îngîlîz ji bo ku bikanin pêşî li alîkariya ji Bakur xwerû ji herêma Hekarî tê, bigirin. Ji bo vê bi eşîrên li ser sînorê Tirkiyê, xwerû bi malbata Barzanîyan re li hev dikin û bi rêya wan pêşî li alîkariyê digirin, jixwe Rojhilat di bin destê Îngîlîzan de bû. Li ser vê rewşê dengbêjekî dilar strana „Şêxê Zirav“ distirê, berê navê hin eşîran di nava gotinên stranê de tê bikaranîn, ji ber ku hin dengbêj tên kuştin, dengbêj ji tirsan di cihê nevê eşîran de biweja; „....Kurd xayîna pîuuuu!“ bikartînin. Ev stran hê îro jî li dora emîrata Hewlêrê qedexe ye. Têkiliya dagirkerên Tirk û PDK mîna têkiliyê cerdewanên Bakûr e. Êdî herkes dizane ku wan li ser fermana Enqerê Sait Elçî kuştin, kirin stûyê Dr. Şivan, Çeko û Birusk û ew jî piştî îşkenceyên giran kuştin. Heta dewleta Tirk li ser xizmetên wan yên bi vî rengî demekê pasaport jî dan wan. Niha jî wan di her tengasiyê de bi rengê cûda bikartînin. Saziya wan ya bi navê Parastinê, MÎT a Tirk û sermezinên ENKS ê her dicivin û li ser daxwaziya Tirkiyê biryar didin. Têkçûyên Bakur jî ji wan re çepikan lê didin.
Îxaneta Mejiyê asîmîle.
Îxaneta bi mejiyên dagirkeran; di paralêla êrişên dagirkeran de êrişê berxwidêran kirin, bi rêya wê yên di bin êrişê de tewanbar derxistin û karên dagirkeran hêsankirin e. Bi mejiyê dagirkeran li rastiyên welêt nêrîn û wan rastiyan mîna trolerekî dagirkeran be, reşkirin e.
Her dewlet piştî damezrandina xwe îdeolojî û mejiyeke dewletî diafirîne, hemû saziyên dewletê xwerû sazî û derdorên perwerdekar li ser bingehê mejiyê dewletê hewl didin ku hemû mirovên di nava wê xakê de li ser bingehê ideolojiya dewletê perwerde bike û têke nava tevgerê. Dagirker ji bo vê di dibistan û zanîngehê xwe de psikolog, SOSYOLOG, perwerdekar, stratejîst, yekîneyên sîxwiriyê, çîrokbêj, dîrokzan, wêjekar, xebatkarên dezgehên ragihandinê bi perwerdeyeke îdeolojîk û nijadperesiyê perwerde dike. Ew jî gel bi tevahî li dor mejiyê dewletê birêkdixin û serê wan bi awayê neyê guhertin dişon. Ji bo bingeheke qaşo zanisti afirandinê jî bi dehan, têz û xebatên doktorayê didin nivîsandinê. Heta bi xewjînî hin profesorên biyani jî diafirînin, bi taybetî Îttihat Teraqqî serî li vê rêyê dabû. Ev rêbaya perwerde û amadekariya li dor mejiyê dewletê xweber siya xwe berdide ser gelê bindest jî. Her wiha dewlet her cûre rengê xwe jî di nava gel û welatê dagirkirî de, bi cih dike ku bikane mejiyê bindestan di bin kontrola xwe de bigire. Heta bi her awayî hewl dide ku bikane hin mirovên koloniyan jî, di vî warî de baş bikarbîne. Di encamê de artêşeke ji van xayînên mejî şuştî birêkdixe û dadixe nava gelê bindest.
Dema dagirker (xwerû dagirkerên Tirk) êrişê kes, kom, partî yan jî parçeyeke welatê me dike; hemû derdorên qaşo xwe muhalîf, pirr hişmend, rewşenbîr, têgîhîştî û û û dibînin; bi boneyên cûda wan kes, kom, partî û parçeyên di bin erîşan de ne, rasterast yan jî bi boneyeke ku dagirkeran bi rê û azînên cuda di mejiyan de daye rûniştin, tewanbar dikin, yan jî dest bi çîrokên ji bo bal û konzentra gel bela bikin dikin. Mîna ku hatibin programkirin, erkê troleriyeke bêbext werdigirin. Ti kes li ser karektera êrişkariya dagirkeran ji bo plan û projeyên xwe afirandina boneyan ranaweste û nake rojevê. (Bêguman mirov dikane xeta û kêmasiyên hêz û kesên rastê êrişê hatine di demekê ku nakeve xizmeta dagirkeriyê de rexne bike. Lê di pêvajoya êrişan de ev nabe rexne, dibe êriş, tenê ji dagirkeriyê re xizmet dike û dibe îxanet. Li ser vê awa îxanetê, nirxandinên zanistî gelek kêm in. Xwerû li welatê me îxaneta herî mezin ev afrîndekên dagirkeran e. Mînak di vê mijara êrişên li ser Rojava de hemû derdorên têkçûyîyên gotin pîj yan bêdeng in, yan jî ji bo balê belakirinê mijareyên derê rojevê vedikin. Divê em li ser vê rengê îxanetê jî rawestin.
Îxaneta bi navê Ometê
Di serdema belavbûna îslamê de hêzên herêmê Bîzans û Sasan ji ber şerê ku ji sedsalî zêdetir di navbera wan de kudandibû, herdu hêz jî ji xar ketibûn, di wê pêvajoyê de hêzeke wek çeteyan jî dikanî ew têk bibirana, eger hêza wan ya berê ba, îslam jî nedibû. Wê serdemê de li rojhilat jî, Goktirkan êrişê Sasaniyan dikirin, ji wê Sasanî ji herêmê kişyan, Kurdên bê rexistinî û bê hêz li ber destê Artêşa Omer bîn Xatabê ma. Di wê serdemê de Patrîkxaneyên Ermeniyan û ya Süryaniyan bi Omer bin Xatap re peymana aştiyê û dostaniyê imzakiribûn Omer walîyekî jî şand Ermenîstanê. Xiristiyanî û cihûtî jî baweriyê Samîyan bûn ji wê wek baweriyên û bingehê îslamê dihat dîtin, lema wam ti zirar ji ârtêşa Omer bîn Xatap nedîtin.
Bi gotineke kurt: Li hemberê Artêşa Omer bin Xetap tenê bawermendên Kurdistanî mabûn, yanê seferên wî tenê û tenê li hemberê Kurdan bû. Ereban ji ber Ayetên Gataya, bi navê din Yasna Avestayê ji baweriya Zerdeştî û gelê Arî re „Gawir“ digotin, Lew re; ji Gata /Yasnayê re „Gawrî gewrî gavurî“ jî dihat gotin. Qesta peyva „gawir“ bewermendên gelê Arî yanê bav û kalên me bûn. Wan ev peyva pîroz guhezandin çêrkirin û gunehkariyê. Heta dewleta tirk îro jî li ser wî bingehî hin peyvan û navê gelan wekî çêrkirinê bikartîne. Çend mînak: „Ulan Kürt, hey Durzî, ulan Yunan, ûlan Uris....!“ Yanê peyvên bê guneh dikin çêrkirin.
Bi gotineke kurt û kurmancî li hemberê Omerê Ereben (Omer bin Xetap) tenê Bawermendên Kurd mabûn. Ew bi nîyeta islamîzekirina Kurdan jî nehatibûn Kurdistanê, ji bo talan û xwînrijandinê hatibûn. Ji ber ku li hemberê wan çandeke herî dewlemend, baweriyeke li ser bingehê diyardeyên xwezayî rûniştî, bi belge û îspatên hezaran salan reng girtî hebû. Baweriya wan nedikarî li wir cih bigirta. Ji ber vê jî qetla me, malên me, jin û zarên me di bin navê „Gawir û xenimetê“ de ji xwe re helalkiribûn. Heta zimanê me qedexe kiribûn, zimanê bi sedan Kurdan ji ber ku bi kurdî axivîbûn, jêkiribûn. Mishefên Avesta û şiroveyên wî tev de şewitandin. Diketin kijan gund û bajarokê ew der di nava xwînê de difetisandin. Li gel talanê jin û zarok digirtin û dibirin, di bazaran de wekî ajalan difirotin. A dad yanê edaleta Omer bin Xatap ev bû. A ew tirsa şûr û wehşeta wan bingehê vê jehra ometa ku îro bûye bela serê me ye.
Her çendî li deverên din jî fikra ometê bi şûrê, talan û xwînxwariya ereban di mêjiyan de dabin rûniştin jî, bê Kurdan ti kes neketine vê kemîna derdorên ku peyva „ometê“ weke çekeke xapandinê bikartînin. Ereb, Faris û Osmaniyan ev fikra „Yekitiya Ometê“ ji bo xwe û berjewendiyên xwe pir baş bikaranîne, lê ev „yekitiya ometê“ ji bo Kurdan bûye kemîneke îxanet û têkçûnê. Mînaka herî balkêş di şerê cihanê yê yekem de hin Kurdên ku bi navê „ometê“ xwe bi osmanî û peyrevê wan ve pînekirine, ye. Bêguman wan jî ev aliyê melûl yên Kurdan pir baş bikaranîne. Heta têkiliya AKP û hin derdorên Kurd hê jî li ser vê bingehî ometê dimeşe. Hemû hêzên koloniyal yên îslamî ji bo Kurdan bikaranînê di nava Kurdan de her û her fikra „yekitiya ometê“ derxistine pêş. Wan bi mabesta xapandinê Kurd di siya vê ometê de hem fetisandine, hem jî Kurd anîne derekeya xwe û rastiya xwe înkarkirinê. Encama vê ya herî balkêş: Kurd li Kurdên ne misliman, heta li her nirxê xwe jî kiriye dijmin û vê rengê şovenîzma veşartî ji bo netewa Kurd di tevahiya dîroka 1400 salî de roleke gelek zîşt û nerênîya lixwedijminbûnê lîstîye. Her bûye hevîrê li xwe dijminbûnê. Bi gotineke din agir berdaye mal û bîra Kurdan. Ez baş dizanim ku wê berê dagirkeran ji ber vê rastiyê şirovekirina min, ew kes û komên mejiyên wan bi vê jehra ometî ya qirêj lewitîne êrişê min bikin. Lê rastî girîng e, êriş ne xem e.
Encam
Ji ber ku pêdivî pê hebû, min bi vê gotarê mijara îxanet û tevliheviya wê ya di tariyê de mayî piçek jî be vekir. Di rasiyê de divê ev mijar bi çend cild pirtûkan xal bi xal bi eger û palpiştên wê ve bi awayekî bêtirs û guman were zelalkirin. Heta divê çend têzên doktorayê li ser vê mijarê were nivîsandin, lewra têkçûna me ne ji melûliya hêza me, her ji ber vê îxaneta ji rêzê der pêkhatiye. Gelên xayînê xwe, têgîhîştinên îxanetê bi her awayî têk nebirine, ew di bîr û têgîhîştina xwe de nekuştine, ev rastiya negihandibin nivşên li pey xwe, ew gelana ti carî bi ser naketine. Hendîkapa me di vê xalî de ye.
Eger di sedsala 19 an de ji Îngîlîzan neba, împaratoriya Osmanî bi serhildanên wê serdemî xwerû jî serhildana waliyê Misirê M. Alî Paşa sedîsed têkdiçû, Lê qraliyeta Îngîlîz ya wê demê ket navberê û nehîşt Osmanî têkbiçin. A di wê serdemê de ew kesê nav Seyid Abdulkadîr bi navê dînê ereban li dij bavê xwe û merivên xwe jî derket û bi her awayî piştgirî da Osmaniyan. Her çendî plana Sykes -Pîkot Osmanî anîbû ber têkçûnê jî, vî kesê nav Abdulkadîr û hin derdorên wekî wî ku ji çanda „Hamîdîye Alaylari“ dihatin, piştgiriya Osmaniyan kirin û ew li pê girtin. Alayên Hemîdîye, li dij serhildanên Ermenî û hin serhildanên eşîrên Kurdan weke hêzeke paramîlîter hatibû organîzekirin. Bi zimanekî zelal Cerdewan/ qoriciyên wê serdemê bûn, di her serhildanên me de rola nerênî û ixanetê wergirtine. Jixwe Cerdewan jî li ser wê azmûn û bingehî hate birêkxistin. Divê ev rengê îxanetê teqez were mehkûmkirin.
Her çendî bi peymana Sykes-Pikot Kurdistan kiribûn çar parçe jî, qaşo Kurdên weke Ziya Paşa û Hasan Hayrî di bin perê Mustafa Kemal de siya têkçûna Kurdistanê weke kirasekê li bejnên xwe kiribûn. Ew di pejirandina Peymana Lozanê de jî, bi sozdayînên piçûk hatin bikaranîn. Piştê karê wan qedya jî dagirkeran ew bi boneyên piçûk dan îdamkirin.
Sovyeta wê demê jî, bi Îranê re li hev kir û Komara Kurd a Mahabadê bi 50 milyon dolarê firot şahînşahiya Îranê. Wê serdemê Mustafa Barzanêyê qaşo sererkanê komara Mahabadê bû, bê berxwedanekê di nava sînoran de, mîna ku ji derekî ferman girtibe, her tişt li cih hîşt, milê xwe li bakir, hate Başûr û cardin di nava wan sînoran re bi silava leşkerên Tirk û Îranê derbazê sovyetê bû. Heta tê gotin (belge di dest min de tine, lê gelek kesan ev mijar nivîsîne) ku nesîheta M. Mustafa Barzanî ji bo têkiliya bi Tirkiyê re li zarên wî heye û wî berê her tiştî ji wan re wiha gotiye: „Divê çi dibe, bila bibe, hûn dostaniya xwe û ya Tirkan ticarî xira nekin!“ Têkiliya wî û Îranê jî bi aşikari tê zanîn. Bi Îranê re di têkbirina tevgera Rojhilat ya di rêveberiya Dr. Qasimlo, Süleyman Mûînî û Mela Awara de jî, bi Îranê re bû yek û xwîna rêberên Kurdan rijandin. Heta bêku şerm bikin, Cenazêya gorbihuşt Muini û bi dehan leşkeran di romorka traktorê de hem jî li ber çavên tevahiya cihanê birin û teslîmê Îranê kirin. Mixabin ku wê çaxê, ji ti kesî deng derneket, ti kesî negotin ev çi ye! Hê jî mîna ku tew tiştekî wiha nebûbe, ev mijarana di nava mija xwebîrîyê de fetisîye. Rast navê vê çi ye? Van rastiyên dîrokê ji bîr kirin ne koraniye?
Barzaniyan tiştên nekirine nemaye. Bêku şerm bikin bi Saddam ra ketin Hewlêrê, Hewlêr ji destê YNKê bi xwîna niştimanperweran derxistin. (Saddam Ki bû?) Ew xwîna li wir hate rijandin ya kê bû., Dost û birayê wan Saddam bû, yan gelê me? Mesud Barzanî bi tevê hin kesan bi generalê Îranê Qasim re rûniştin û Kerkuk teslîmê Iraqê kirin, (Wêneyê wan jî hê heye) ev li ser kîjan biryarê bû? Lê mixabin ev mijar di cihê bi her aliyê ve were nirxandin, berpirsiyar werin darezandin, ji bo wan bû qehremanî û ji Mîr Mesût Barzanî re ma. Bi rêya trolerên xwe yên Bakur (hemu qehremanên siyasetên têkçûyi û marjînal, li Başûr jî tevahiya sûç /tewanê radestkirina Kerkukê her çendî di vê mijarê de ti roleke wî tinebû jî li Bafil Talabanî barkirin.
Herkes strana Hozanê gorbihuşt awaza dilan Serhat „Hewlêr Hewlêr“ dizane, yan jî bîhîstî ye. Wan li Hewlêra bîrîndar (Bîrîndar kuştin bi navnetewî sûç e.) hunermend (mînak Çiya) di nava xwînê de xeriqandin. Niha jî tenê li ser fîtîka Erdogan tevdigerin. Kurtelxwir û siyasetên têkçûyî yên Bakur gişt di bin çengê wan de ne. Hetanê ev mijarana neyê zelakirin, yanê xeta îxanet û berxwedanê ji hev neyên qetandin, wê barê me gelek dijwarbe û Kurdistan jî ti car rizgar nebe!...
Bi hêvîya rewşenbîrîya Kurd berê xwe bidin van formên îxanetê, rastiya wê û xeteriya wê ya di nava me de zelel bikin, daku gelê me bikane vê rastiyê derxe hişmendiyê.
Hin çavkanî
Gotarên min yên di vî derberî de di kovar û malperên cuda de hatine weşandin.
Notên min yên min bi salan girtine.
Agahiyên min ji heval û dostên hin komkujî bi çavên serê xwe dîtine.
Bîr el kîtabi Kürtler Mehrdad Îzady
Hevpeyvînên bi Kurdên Rojhilat re...
Gotarên rexnegirî yên di kovarên cûda de hatine weşandin.
Nirxandinên min yên li ser rölyefan.
Lêkolînên min yên di serdema nivîsandina Romanên min yên bi navê „Serwerê Med Aştiyago“ û romana „Neviyê Aştiyago Gaumada!“
https://ulb-digital.uibk.ac.at/download/pdf/1445998.pdf (Weißbach Frans H.)
http://www.achemenet.com/pdf/in-press/wolski.pdf (Ji nirxandina dîrokzan Robert Rollinger)
https://www.youtube.com/watch?v=_sApacYufOY (Xebata Doc. Dr Vural Genc ya li ser Îdrisî Bîtlîsî)
https://www.die-bibel.de/ressourcen/wibilex/altes-testament/verrat-verraten
https://www.jstor.org/stable/40746760
https://www.medico.de/schweigen-ist-verrat-13560
https://www.hausarbeiten.de/document/163980
https://www.youtube.com/watch?v=_sApacYufOY
https://demokratikmodernite.org/kurtlerde-ihanet-ve-isbirlikciligin-sosyo-politigi/
https://www.youtube.com/watch?v=xQolBY3RaV8
https://www.ozgurpolitika.com/haberi-82-yillik-ihanet-129669
https://www.indyturk.com/node/286831/t%C3%BCrki%CC%87yeden-sesler/k%C3%BCrtler-g%C3%B6kten-mi-indi-2
https://www.indyturk.com/node/286831/t%C3%BCrki%CC%87yeden-sesler/k%C3%BCrtler-g%C3%B6kten-mi-indi-2
https://www.ae-info.org/attach/User/Rollinger_Robert/Publications/rollinger_robert_publications.pdf