Çand - I
Belê, çand têgîneke abstrakt ango nedîtbar e û bi zanyarî,
tevger û baweriya mirovan û tiştên madî yên li ser van ava dibin ve girêdayî
ye. Her tiştên di jîyana mirovan de, yên mîna ziman, dîtin, kevneşopî, sazî, amûr,
pergalên danîşanan, qanûn, teknîk, berhemên hunerî û her tiştên madî û giyanî, mîna çand têne binavkirin.
Hemû tiştên madî û manewî yên civakî ku ji nifşên berê hatine wergirtin û ji yên
nû re têne hiştin, çand in.
Bi sûdwergirtina ji hewm ango pevcivînên hevbeş ên mirovahiyê re, ji bo hêsankirina jîyanê, zanyariya nirxandina bûyeran jî, rengekî çandê ye. Çanda gelemperî heye; mîna şofêriyê an siwariya hespan, bikaranîna çetel, kefçî û kêr, gudarîkirina muzîkê û hwd. û çanda herêmî heye; mîna lixwekirina şal û şapik an şalwar, mîna nexd girtin an eşîrî, axa û begîtî û çandên bi van ve girêdayî û hwd. Bêyî ku mirov hay jê bibe, mirov di bin bandora refleks ango hînbûniyên civaka ku tê de dijî de dimîne.
Têgîna çandê, cara yekem di sedsala 17yan de ji aliyê Samuel Von Pufendorf ve hatiye bikaranîn û şirovekirin. Li gor Pufendorf; hemû berhemên mirovahiyê yên ku di nav girêdaneke civakî de derdikevine holê û li dijî xwezayê ne, çand in.
Feylosofê Alman Immanuel Kant jî, çandê weha daye nasandin: Ji ber derûniya mantiqî ya mirovan, hemû armanc û îdealên wan ên ku dê bikaribin bi serbestî bigihîjinê û bijînin, çand in. Feylosofek din ê Alman Herder jî, çandê mîna şêwaza jîyana gel an jî neteweyekê şirove kiriye.
Yek ji damezrînerên antropolojiyê Edward Burnett Taylor jî, di şiroveya xwe ya li ser çandê de weha dibêje: "Çand hevgirtiniyeke tevlîhev e ku ji zanyariyan, baweriyan, hunerê, exlaqê û hemû kapasîte û hînbûniyên mirovan ên ji ber hebûna xwe ya civakî girtine, pêk tê.
Bi pêşketina antropolojî û etnolojiyê re, tevlîheviya bûyera çandê jî, bêtir aşkere bûye û loma jî pênasî ango tarîfên wê jî zêde bûne. Antropologên amerîkî A.L.Kroeber û Clyde Kluckhohn, di xebata xwe ya bi navê "Nêrîneke rexnegirî li têgîn û şiroveyên li ser çandê - 1952" de 164 tarîfên çandê didin. Yek ji van; "tevgerên hînbûyî" ye, lê ev tarîf têre nake. Lewra di jîyana ajelan de jî, ji derveyî tevgerên xwezayî, tevgerên ku paşê hatine girtin ango hînbûn jî hene. Tarîfeke din; "çand ji ramanên di bîrê de ne tê". Ev jî têre nake, lewra raman, piştî ku di ziman, tevger û hilberînên hatine afirandin de teşe digire, dikare bibe xwedî wateyek û bi kêr be.
Çanda Populer:
Pop, tê wateya tiştê ku di nav gel de belav bûye, tê hezkirin û li gor dilê gelakan e. Çanda populer jî, çandeke bazirganî ye. Li ser bingeha pêşaniyê şîn dibe û ne mayînde ye. Ji aliyê îndustriya çandê ve tê afirandin û pêşkêşkirin. Bêyî ku ji gel bipirsin, li gor derfetên xwe ew biryarê didin dê çi bibe populer. Di çanda populer de her tişt dikare bê kirîn û firotin. Lê ji ber ku tu çand bêyî dil û hezkirina gel nikare bi pêş bikeve, divê gel ji xwe parçeyek bibîne, di wê çandê de. Loma jî çanda populer hin nerazîbûn ango reksiyonên nava gel, bi taybet ên li dijî sîstemê bi kar tîne. Mînak; gel bi rêya muzîka protest hin nerazîbûnên xwe dide der, lê dema ev muzîk di nav îndustriya populer de ji nû ve tê çêkirin, ji rastiya xwe tê bi dûrxistin û dibe muzîka pop. Nerazîbûna li dijî sîstemê bi amûr û derfet û rê û rêbazên sîstemê bi xwe têne nîşandan, nava wan nerazîbûnan tê valakirin, têne bêesilkirin an jî xesandin, dikine malên bazirganiyê û car din difiroşine gel. Bi vî rengî komên marjînal di nav sîstemê de dihelînin û bi sîstemê re dikine yek.
Çanda populer li ser serfkariyê şîn dibe û ji aliyê medyayê ve tê belavkirin. Loma jî bêtir li ser ciwanan bandorê dike. Lewra ciwan dikarin bêtir serfkar bin û bêtir nûxwaz in, ji guherînan re vekirîtir in. Medya jî, li gor daxwazên serfkariya ciwanan a rojane propagande dike. Lewra her tişt ji bo medyayê malê bazirganiyê ye. Çand û huner û hunermend jî wisa.
Armanca esasî ya medyayê kara zêde ye. Loma jî çanda xwe, çanda medyayê diafirîne. Çi, çawa dê bê guftûgokirin, medya dîyar dike. Dikarin rojeva welatekî û bi deh milyonan mirovî, "carnan ev dikare bibe bi dehan welat û bi milyaran mirov jî", bi kesekî xwedî ne tu taybetî dagirin. Kesekî ku nexwazin, di rojekê de dikarin bikin dijmin an bikin kesekî herî ketî.
Pîyase tijî bûne "hunermend" û "welatparêz". Mirov dikevine halekî wisa ku, êdî nikarin lêpirsînan ne ji xwe ne jî ji jîyanê bikin. Nikarin rexne bikin. Nizanin!.. Nizanin daxwazên civakî bikin. Herkes her ji bo xwe dixwaze. Loma jî hîn nabin, nagihên, kamil nabin û civak dirize. Sedema esasî jî, bi îdeolojiya wî welatî ve girêdayî ye. Sîstem dixwazin civakeke çewa biafirînin?!
Ciwan, li şûna bi tiştên grîngtir re ku jîyana wan, pêşeroja wan eleqedar dike serên xwe biêşînin, enerjî û kela wan bi tiştên vala tê serfkirin û sarkirin. Ku ew tişt, tu tiştekî ji bo pêşerojê, ji bo civakê, ji bo pêşketina jîyanê bi xwe re nayînin. Dizên demê û kesayetiyê ne. Çanda populer, xortanî û mêrxasiya ciwanan dixesîne, wan nerm dike. Êdî hosteyekî/e baş dikare li gor dilê xwe teşe bide wan û wan bi rê bixe. Sîstem jî ji xwe re ji wan hevîran keriyên pez, colên pez diafirîne. Çanda populer, spopa ewlakeriyê ya sîstemê ye.
Di çanda populer de her tişt li ser îmajê ava bûye. Kî ye, çi ye pir ne grîng e. Medya di aboriyê, sîyasetê, sporê û hunerê de "stêrk"an diafirîne. Eger dê tiştek bê gotin, bi van kesan didine gotin û ji xwe tiştê ku dê bêjin ji berê ve hatiye dîyarkirin. Ev nêrîna medyayê ye ku milekî sîstema kapîtalîzmê ye.
Îdeolojî û çanda Amerîkayê her ku diçe li hemû cîhanê belav dibe, lewra mîna her tiştî, serdestiya çandê jî bi hêza aborî ve girêdayî ye. Loma jî zahmet e ku di demeke kin de li dijî îdeolojiya Amerîkayê ya serdest tiştek bikaribe bê kirin. Li welatên Rojava tevgerên li dijî globalîzmê hene, rêxistinkirî ne jî û dengê wan jî car caran tê bihîstin, lê ev tiştek ku bi pêşketina demokrasiyê ve bi sermayê ve girêdayî ye. Di salên 1970yî de UNESCO yê li dijî Amerîkayê hin biryar girtin, lê UNESCO bi giranî ji aliyê Amerîkayê ve dihate fînanse kirin. Loma jî biryarên ku hatin girtin, nikaribûn pêk bên.
Çavkanî: 1- Ansîklopediya Ana Britanica 2- "Popüler kültür ve yüksek kültür" Herbert J. Gans, Weşanên Yapi Kredî Mijareke pir zêde berfireh û ji gelek şiroveyên cuda re vekiriye. Li ser vê mijarê gelek lêkolîn û şiroveyên hêja jî hatine kirin. Loma jî dema mirov bixwaze lêkolîneke berfireh li ser vê mijarê bike, mirov nikare bi tenê bi gotarekê bi sînor bike. Ez jî îddîa nakim ku ez ê nirxandineke berfireh li ser vê mijarê bikim, lê bi qasî ji hêza min bê û bikaribim bi du beşan bi sînor bikim, ez ê hewl bidim li ser vê mijarê û di dawî de rewşa civak û çanda kurd de hin tişt bêjim.
Dê bidome!..
Mahabad F. Arda