Çav ji dil xeyidiye
Di demeke ewqasî kurt de ketina teknolojî û amûrên teknîkî nava jiyana mirovan û guhertina têkîliyên civakî mirovan gelekî xemgîn û bêzar jî dike. Gelek kes mixabin ketina teknolojiyê nava jiyana mirovan ji aliyekî ve baş dibînin lê bi guman jî nêzî mijarê dibin.
Lê wek ku herkes bi dengekî nizim bi hevre bêjin; ‘Em hemû bi carekî êsîr hatine girtinê’. Ez naxwazim tabloyeke gelekî reş xêz bikim lê tişta heyî mirovan ditirsîne ku êdî bikaranîna zêde a amûrên teknîkî bingeha gelek peywendiyên civakî hildiweşîne.
Ev belaya civakî dibe ku welatên rojava û pergala modernîteya Kapîtalîst di bin navê pêşketin û hêsankirina têkîliyan de keşif kiribe, lê mixabin bi tenê li welatên xwe ev yek pêş nexistiye, welatên Rojhilata Navîn jî êdî ketine vê xefikê. Nexasim bikaranîna van amûran di nava zarok û ciwanan de bûye wek nexweşiyekê. Gelek caran mirov rojên tetîlê di hinek kuçeyan re derbas dibe, hêvî dike ku dengê zarokan bibihîze û carnan tevlî leyîstikên wan jî bibe. Lê mixabin gelekî kêm bûne.
Li şûna ku zarokên taxê ji xwe re gokekê bikirin û li dor hev bicivin û bi gokê bilîzin. Jixwe di telefona wan de hezar û yek leyîstok hene. Sibê hema beriya ku çavê xwe bişo, radibe û dikeve wê cihana mirî. Tu silavê lê dikî, bi tenê dikarê serê xwe bihejîne û bersiva te bide. Jixwe têr e û zêde xwarinê jî naxwe û xulase jiyan di wê kêliya ku ew zarok bi wê telefonê re mijûl dibe, disekine.
Lê êdî ew nabe kêlî, bi seatan bi rojan û yan jî heta hetayî. Li bajarê Silêmaniyê ez di kuçeyekê re dibihurîm, min dît gelek zarok ji xwe re li kêleka hev bi rêz rûniştine û di destê her yekê de telefonek heye û ji xwe re lê temaşe dikin û di ber xwe de dikenin. Qet di navbera wan de ti diyalog nebû, bi tenê serê wan li ser wê telefonê bû. dîtina vê tabloyê ew jî li welatekî Rojhilata Navîn bêguman mirovan dixe nava tirs û fikaran. Ez çûm û li gel wan rûniştim, hinekan ji wan serê xwe rakir û şaş û ecêbmayî li min temaşe kirin, min jî li wan temaşe kir. Paşê leyîstoka xwe dewam kirin yan jî kir, ji ber ku herkes bi tenê dilîst. 10 deqeyan li wir rûniştim, kesî ne li min temaşe kir ne jî pirsî te xêr e vê serê sibê tu hatî û li gel me rûniştî!? Ji xwe hinek awirên ku carnan firsend ditît li min temaşe bikin, weke ku bibêjin; ev dîn e!
Belê mixabin, wer li civaka me hatiye ku yên serê xwe bi seatan netewîne ber telefon yan jî kompûterekê, ew dîn e, yan jî ji qafileya vê rêwîtiya tirsnak paşde maye û divê hema xwe bigihîniyê. Kêmbûna diyalogên di navbera malbat û mirovan de yek ji mijarên herî bi êş e ku levîatana teknîkê bi xwe re aniye. kesê ku tu bixwazî ji xwe tu dikarî her serê deqeyê ji rewşa wê li ku dibe bila bibe, agahdar bibî, dengê wê bibihîzî û dîmenê wê bibînî. Ji bo wê êdî tu bêriya dengê kesî nakî, meraq nakî ku kesê ku te bi salan nedîtiye çawa bûye. Ew hertim li gel te ye, ji bo wê bêrîkirin, hesreta dîtinê û dûrbûnê wateya xwe mixabin ji dest didin. ma ev wate û tama jiyanê ne, wê demê çima em pêwîst e ji vê mijarê kêfxweş bibin ku cihan pêşketiye û em dikarin bi hevre 24 seatan biaxivin. Bi hevre 24 seat axaftin ne pêşketin e, mirina gotin û hestan e.
Her wuha çavê mirovan di peywendî û bihevrebûna jiyana civakî de gelekî bi bandor e û heta diyarker e. Lê tu dibînî mirovên me êdî ewqas serê wan di ber wan de ye ku dema bihevre diaxivin jî li nav çavê hev temaşe nakin. Gelek caran em dibêjin çav eynika dilan e, dema tu firsendê nebînî li nav çavê mirovên li derdora xwe temaşe bikî, tuyê çawa bizanî ew kî ye, çi dike û çawa dijî. Lê di cihana fîktîf de çav ji dil xeyidiye. Wê demê armanca sereke ya pêşxistina amûrên teknîkî di jiyana mirovan de, zuhakirina hestan e û bêwatekirina gotinan e. Yekane rêya rizgarkirina mirovan herçend li welatên Rohilata Navîn bi qasî welatên Rojavayî pêş neketiyê jî, avakirina zemînên civakî û aktîvîteyên cur be cure dûr ji teknîkê ye.
Gelek kes di rastiyê de hayil in ji giraniya vê karesatê, lê bêdeng in û ew jî tevlî dibin. Em bi destê xwe, yan jî teknîk bi destê me, ruhê me dikuje. Hêj dereng nebûye, em ji niha ve dest pê bikin û li şûna çavê telefona xwe li çavê kesên li derdora xwe temaşe bikin, emê misoger xwe tê de bibînin!