1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Çend gotin li ser romana "Nûrheyata Licî"
Çend gotin li ser romana "Nûrheyata Licî",çend,gotin,li,ser,romana,nûrheyata,licî

Çend gotin li ser romana "Nûrheyata Licî"

A+ A-

Beriya çend rojan me di malpera xwe de pirtûka Lokman Polat a nû dabû nasandin û me gotibû ku em dê li ser vê pirtûkê nirxandinekê bikin.

Bê guman armanca me ne bi tenê û bi taybet nirxandina vê pirtûkê ye. Ev bi tenê mînakek e lê balkêş e. Ji niha û şûn ve jî, em ê nirxandin, rexnegirtin û ji her alî ve danasîna bi taybet berhemên nû yên bi zimanê kurdî bikin. Lewra di nav me kurdan de sazî û dezgehek rexnegirî, nirxandinî çênebûye û ji xwe çandek me yê weha jî nîne. Em dixwazin vê valahiyê li gor derfetên xwe, hinek be jî, dagirin. Ev dikare di destpêkê de bibe sedema nerazîbûnan jî, lê tişt nabe; lewra em dizanin ku çand û wêje bi rexneyan pêş dikevin û li nav gelên din jî weha pêş ketiye, sazî û dezgehên rexnegiriyê li nav wan rûniştiye.

Pirtûka Lokman Polat a ji gelek aliyan ve balkêş!..

Di destpêkê de divê mirov bêje ku têgînek mîna "kurteroman" di tu zimanî de nîne. Dikare kurteçîrok an kurtedîrok be lê kurteroman gotinek ango têgînek nû ye ku ji aliyê Lokman Polat ve hatiye afirandin. Ya din navê romanê ye: Nav "Nûrheyata Licî" ye lê di derbarê Licê de tu agahî, şayes ango teswîr nîne. Du herêmên Licê jî ji "kurteroman"a xwe re kiriye bingeh. şîro û Entax. şîro li pişta Licê ye û Entax jî, gundekî Licê ye. Entax di dema Mîrên Merwaniyan de mîna havîngehê hatiye bikaranîn û girêdayê Meyafarqînê bûye. Amed jî herweha. Lê kesekî ku ne Licî an jî Amedî be û wê cografyayê nas neke û vê "kurteroman"ê bixwîne, dê tênegihije gelo şîro çi ye an li ku derê ye; Gelo Entax li hîvê ye an li qeraxên Derya Reş eş Hinek teswîrên pir kin û ziwa kirine lê bi wan jî mirov nabe xwedî agahiyekê.

Giraniya "kurteroman"ê dîyalog in û ew jî li hin deveran zêde nav bi kar anîne, li hin deveran jî bi tenê xêzik (-) bi kar anîne. Di beşa 14 an paragrafa duduyan de, nivîskar şiroveya romanê kiriye. Ev jî di roman nivîsînê de gihîneke nipû nû ye!..

Yek ji qehremanên romanê Şîrvan, ji bo jê re zarok çê bibin, dişîne ser gorên şêx û mişayixan. Paşê bahsa mîrekî Hûriyan dike ku ji rojê bawer dike, roj xwedayê wî ye.

Di dema Hûriyan de şêx û mişayix tunebûn lewra Îslamiyet û heta dînen semawî hîn li holê nebûn.

Di rûpela 77 an de, nivîskar împaratorê selçûkiyan dide axaftin ku derdor li kela mîrê hûriyan girtiye. Împarator weha dibêje "ev elameteke xwedê bû" paşê jî li ser pêşniyaza wezîrê xwe, dibêje "em şaman in lê divê em herin ser dînê hûriyan" xuyaye hîn şaman in û şaman jî bi xudayekî sondê naxwin ango wan hay ji xudayek nîne, bawerî û pîroziyên wan pir cuda ne.

Di rûpela 27 an de, bahsa "şervanên gladiyator" dike ku li Îranê ne û koleyên şah in. Veca, gladyatorî bi xwe şervanî ye. Ya duduyan jî, li Îranê, gladiyator çênebûne. Kole hebûne û car caran ew berdane hev. Lê navên wan ne gladiyator bûye û bi taybet nehatine xwedî û perwerdekirin.

Nivîskar, şûrekî taybet û bi sêr ji qehremanê yekem ê romanê Şîrzad re dide çêkirin lê Şîrzad, ew li "arenaya gladyatoran", li Îranê carek bi tenê bi kar tîne. Paşê û gelek caran Şîrvan di belayan de derbas dibe, dibe kole, dibe dîl lê şûrê xwe bi kar nayne û ji xwe bahsa şûr jî nayê kirin. Mîna ku ew şûrê taybet qet nehatibe çêkirin.

Nivîskar, di rûpela 60î de jî, bi Alparslan weha dide gotin: Li gor zimanê me, "tan" welat e. Navê pêş navê qewmê û "tan" jî di maneya welatê wî qewmî de ye..... Loma min navê vir Kurdistan danî"!.. Navê Kurdistanê bi Alparslan dide danîn, "is" a "istan" a ku bi zimanê hînd-awropî ye jê dike dike "tan" û dike tirkî. Ev agahî ji kur girtiye, "istan" çawa bûye "tan" û bûye bi tirkî, ne diyar e!..

Lokman Polat, di rastiya xwe de xwestiye bi vê "kurteroman"ê dersa dîrokê bide. Mîna mamosteyek ku ji bo dersên dîrokê bi şagirtên xwe bide hezkirin, ji xwe re fantazî çêkirine û li gor wan fantaziyan jî leheng afirandine. Lê hemû fantaziyên wî û piraniya navên qehremanên wî yên di vê "kurteroman"ê de bikar anîne, ji çîrokên nava gel hatine hilbijartin û navên kesên navdar ên dîrokê ne. Lê ev kesên navdar, ne di heman demê de jiyane û nivîskar, çîrokên nava gel jî serobinê hev kirine. Mînak: Prensesa ku bi sêva cadûyekê dikeve xew û paşê, ji aliyê prensekî ve, bi maçekê şiyar dibe. Nivîskar, sêva çîrokê, prens û prensesa çîrokê girtiye û li şûna prensesê di xew ke, şîyar hiştiye û paşê prensê wê tê û wê dike xew. Çima dike xew, ne diyar e, lewra prenses dibêje "dema ez radikevim, ez prensê xwe dibînim", li gor vê yekê, divê prenses rakeve, ji bo prensê xwe bibîne lê şîyar dimîne û ji bêxewî nexweş dikeve. Di "kurteroman"ê de gelek mînakên din ên bi vî rengî hene.

Di romanekê de, beriya her tiştî divê ziman xweş be, mirov jê tiştek hîn bibe, macerayek hebe, bûyer bi hev ve xweş bêne girêdan û xweş bêne hunandin û biherike. Dema qala tiştên dîrokî bêne kirin, divê rastiyek û girêdanek di navbera wan de hebe. Di vê "kurteroman"ê de tiştek ji van xalan nîne. Tevlî ku birêz Polat dersên dîrokê dide!.. Lewra bahsa dema Hûriyan, Kardoxan dike ku berî Medan bûne. Împaratoriya Mediyan, mîna ku tê zanîn beriya zayînê di 612 an de hatiye avakirin. Lehengên "kurteroman"ê di dema Hûriyan de dijîn, lê wan dibe di dema Alparslan de derdixe û bi şerê Melazgirê yê piştî zayînê 1071 an ve girê dide. Paşê, van qehremanan dibe ba Seleheddîn Eyûbî ku Seleheddîn di sala 1137 an de ji dayîk bûye û di sala 1177 an de Qudûsê ji destê Xaçparêzan girtiye. Bi gotineke din, di dema şerê Melazgirê ya Bîzansiyan û Selçûqiyan de ku kurdan jî bi giranî ji hêla Farqînê 20 hezar leşkerî şandin alîkariya Alparslan, Selaheddîn hîn ji dayîka xwe nebûye!.. Û gelek vegotinên dîrokî yên din ku tu girêdana wan bi hev re nîne û ne di heman demê de bûne. Di navbera wan de sed sal, hezar sal hebûye û bi hev ve hatine girêdan, mîna ku hemû di heman demê de rûdabin. Lê xuyaye mîna binavkirina romanê "kurteroman", nivîskar xwestiye di warê teknîka romanê de jî nûjeniyek bike, an xetek nû biafirîne(!)

Pirtûk bi xwe 86 rûpel e. Di her 86 rûpelan de jî mirov dikare rast li kêmasiyek an gelek kêmasiyên rêzimanî, danîna hevokên şaş, devoka herêmî (Licê û Torê. Ji ber Mele Beşîr jî redakte kiriye, wî jî devoka herêma xwe bikar aniye), şaşbikaranîna bêje û tîpan bê hejmar in. Di rûpela dawî ya pirtûkê de jî weha hatiye gotin: "Bixwînin/Bidin xwendin!" Ev jî tiştek nû ye. Berê, ev slogan ji bo kovar an rojnameyên sîyasî dihat bikaranîn. Gelo dê niha ji bo pirtûkan ango "kurteroman"an jî, bê bi karanînş

Beriya ku ez hinek mînakên balkêş bidim, dixwazim çend gotinan jî di derbarê Weşanxaneyên Dozê û Helwestê de ku ev pirtûk weşandine, bêjim:

Her weşanxane, divê xwedî redaksiyonek be û berhemên ku dê biweşîne bi baldarî kontrol û sererast bike. Ew vî karî, beriya her tiştî ji bo xwe û bilindkirina kalîteya berhemên xwe dikin. Lê xuyaye Weşanxaneya Helwestê an ne xwedî redaksiyonekê ye, an jî pêwîstî bi kalîtê nabîne. Bi kurtayî, di vê pirtûkê de, weşanxane bi xwe jî, bi karê xwe ranebûye!..

Neha em bên ser hin mînakên balkêş:

Devoka herêmî:

- Dixeyîdiyan (Dixeyidîn) r.29

- "Xuyaye em dê di vî şerî de bi ser bikevî" (bikevin) r. 58

- Wisan (Wisa. Ev di gelek ciyî de hatiye bikaranîn) r. 59

- Danê êvarî, (Danê êvarê) r.59

- Daynin (Deynin) r.60

- Nediheşt (Nedihişt) r.61

- Xweşka wî (Xwişka wî) r.62

- Li ko dijî (li ku dijî. Hemû "ku" kirine ko û pirsnîşan (ş) di gelek ciyî de nehatiye bikaranîn.)

- Bi birarzê (Bi biraziyê) r.64

- Nêriyane (Nêrîne) r.68

- Ez bijîjk nînî (Ez bijîşk nînim) r.73

- Direwan dike (Derewan dike) r.21

- Keçam (Keça min, li çend ciyên din jî heman şaşî heye)

Hevokên ecêb û şaşbikaranîna peyvan:

- Pûrtê mûyê wî

- Dikerike (Diherike) r. 3

- Em dixwazin ji te re başî bikin r.5

- Nayet we xeleqne ekane mîn en nar.... (xuyaye bi erebî ye, lê çima pêwîst dîtiye li wir bi kar aniye, ne diyar e) r.5

- Hewya xwe pêre bînim r.6

- Cihê hemîletiyê r.6

- Şîrzad ji nişke ve mezin dibe r.7

- Nikarin bi wan re derkevin serî (serî derkevin) r.58

- Kolên esîr r.63

- Nobedar, nahtorvan û pavan hebûn (her sê heman tişt in) r.64

- Dawet çêkirin (dawet kirin) r.80

- Ezabê xwe dikşîne (ezab dikêşe, dikşîne) r.84

- Biqurtîne û vexwe r.14

- Wê dê vexwarana (wê û dê heman tişt in.) r.14

- Canê xwe dikirin feda (feda dikirin) r.17

- Ji we re henek û tinaz bi te kirine r.19

- Toxumên jîndariyê tov dibin (toxum û tov heman tişt in û şîn dibin) r.19

- Biryara berxwedanê û şerkirinê girtiye (Biryara şer û berxwedanê girt) r.22

- Fetih bike, zeft bike r.22

- Wî di xew de xewnek dît r.24

- Em biçin hawariya qewmê xwe (hawara qewmê xwe!. Tu divêy qey qewm bi temamî qir kirine, ew jî diçine hewariyê ango şînê.) r.27

- Lê divê tu haya te ji te hebe r.28

- Pilingê pencker r.34

- Bigîşin (bigîjin, bigihên, di gelek ciyan de bikar aniye) r.58

- Eziband (ezimand) r.59

- Gemgîn (xemgîn) r.67

- Nûrhetata (Nûrheyata) r.15

- Wella (Welleh) r.20

- Piştbirk (pêşbirk) r.28

- Bidî yê (bidiyê)

- Xwelî e (xwelî ye) r.18

Tevlîhevkirina yekhejmar û pirhejmaran:

- Bixin bin destê xwe (destên xwe) r.58

- Yên ku herî zêde ji zebaniyan lêdan dixwar (lêdan dixwarin) mîr û paşa ne (mîr û paşa bûn) r.84

- Du gul jêkirin û hanîn da wan (anîn û dane wan) r.21

- Leşkeran deriyê kelê girtibû (girtibûn) r.21

- Artêşa şah li ber çem sekinîbûn (sekinîbû) r.22

- Cot bi cot bi hev re şer dikir (şer dikirin) r.34

- Kumên xwe nedabûn serê xwe (nedabûn serên xwe) r.39

- Yê sêzdan kî bûn (kî bû) û çima neketibûn (neketibû) qada şer. (ş) r.40

- Kanê şerkerê mîr yê ku bi xwazgînîyên mîr re şer dikin. (ş) (şer dikir) r.42

- Dîl nekeve destê wan (destên wan) r.44

- Çaqên wê jidîyaye (jidiyane) bûye (bûne) wek çaqên mêran r.47

- Porên wê (porê wê) dîsa dirêj bû r.47

- Ji serê sibê ve bi hev re şer dikir (dikirin) r.49

- Hatiye êrîşê herêma me dikin (dike) r.53

- Mîr û mîrekanên (mîrekên) r.54

Bê guman ku gelek mînakên balkêş ên din jî hene, ku min hemiyan jî not girtine; lê pewîst nedikir hemû li vir bêne nivîsîn. Neha, dema mirov karek weha bike, divê mirov ne ji bo tetmînkirina xwe, lê ji bo ku ji xwe tiştek bide, bike. Ji bo ku mirov bikaribe ji xwe tiştek baş bide jî, divê ew karê ku mirov dike, ji destê mirov bê, an jî mirov xwe di wî karî de baş bigihîne û paşê dest bi dayînê bike. An na, mafê tu kesî tune, ji bo tetmînkirina xwe bi çand, dîrok, wêje û zimanê me bilîze, serobino bike.

Li gel rêz û silavan.

(Bersiva Lokman Polat)

Merhaba Rêzdar Felat Arda,

Min nivîsa te ya li ser pirtûka "Nûrheyata Licî" xwend. Ji bo te pirtûkê xwendiye û nirxandiye, gelek spas. Ez wekî te nafikirim, lê ji dîtinên te re hurmeta min heye. Bi hêvîya ku tu li ser gelek pirtûkên kurdî binivîsî.

Tu bimînî di xweşiyê de. Silav û rêz.

Lokman (07/07/05)

Bersiva Murat Ciwan:

Birayê Felat dema te xwesh.

Min nivîsa te ya li ser Nûrheyata Licî xwend, gelek hêja bû. Nivîsên wiha derkevin êdî pirr kes ê newêrin hema çi were aqilê wan biweşînin û belkî bi saya wê edebiyata me ber bi naverokeka bilind here.

Têbiniyeka min li ser noxteyekê heye. Chend cumle ne, lê her eynî kêmasî ye, loma min xwest ez bala te bikêşim. Di cumleyên xwarê de ku min ew ji nivîsara te girtine bi baweriya min cumleyên Lokman rast in. Çimkî lêker li wir li gor objeyanpirejimarî û yekejimariyan digirin.

Wekî

Cumleya yekê: qesd ji "lêdan"ê lêdanek be gerek lêker "dixwar" be, lê qesd ji lêdanê gelek lêdan bin wê gavê dibe "dixwarin".

Cumleya dudu û sisê: "sher" yek be "dikir" rast e. Wan bi hev re sher dikir.

Cumleya dawî: "derî" yek e: Wan derî girtibû.

Di cumlê de ji subjekt û objektê kîjan netewandî be lêker divê li gor wê bê fikirîn.

A netewandî pirejimar be lêker jî pirejimar e, a netewandî yekejimar be lêker jî yekejimar e.

Bimîne di xweshiyê de, malpera we her gurr û geshtir bibe.

Mûrad Ciwan

- Yên ku herî zêde ji zebaniyan lêdan dixwar (lêdan dixwarin) mîr û pasa ne (mîr û pasa bûn) r.84

-Cot bi cot bi hev re ser dikir (ser dikirin) r.34

Ji serê sibê ve bi hev re ser dikir (dikirin) r.49

- Leskeran deriyê kelê girtibû (girtibûn) r.21 (08/07/05)

Mahabad F. Arda

2005-07-04