1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Çend gotin û pirs
Çend gotin û pirs,çend,gotin,û,pirs

Çend gotin û pirs

A+ A-

Sal 1984 em li Silîvan in û şerê çekdarî dest pê kiriye. Ez 18 salî me û em bi zavayê me yê nû re ketine nîqaşa 15ê Tebaxê, destpêka şerê çekdarî ku wan rojan ji vê mijarê pêştir, di devê dost û dijminan de tu tiştek din tunebû. Zavayê me pêgirtiyê rêxistina Rizgariyê bû û wiha digot: ”Ev pengav, bivirek e ku li mêjiyê şoreş û pêşeroja gelê kurd ketiye û ne rast e. Ev bi tenê dikare bi kêrî dijminan bê.” Min çi bersiv dayê wê demê ew li aliyekê, lê hîn salên dawiya 70´yî tê bîra min ku PKKê çi gav bihavêta, ji aliyê kes û derdorên ji derveyî wan ve bi tundî dihate rexnekirin û hîn ji wê demê ve, hewl didan PKKê mîna rêxistineke ku ji aliyê MÎTê ve hatiye avakirin nîşan bidin. Argumanta wan a herî xurt jî ev bû; kesên tirk ên mîna Hakî Karer û Kemal Pîr di nav de cî digirin. Nabe ku tirk rêberiya tevgereka kurd bikin, ev ne pêkan e û ev îsbata têkiliya MÎTê ye.

Ji wan rojan ta îroj ku ev bû kêmasî 35 sal, di her gaveka nû ya PKKê de, ev derdor êrîş dikin û têre nake nûçeyên ku li ser maseyên MÎTê amade dibin û têne serwîskirin ji xwe re dikin pal û pişt. Li gel ku di demeka pir kin de derewa wan derdikeve holê jî, dev ji vê yekê bernadin. Axir di helwest, angaşt û dijayetiya van partî, rêxistin, derdor û kesan de, ev 35 sal in tu tiştek neguheriye. Pîr bûne, lê jîr nebûne. Pirê wan mîna rêxistin û partî tune bûn, lê mîna kes, îroj jî di nav heman helwest û dijminahiyê de ne. 40 salan bi hêvî û xiyalên gelê kurd lîstin û bi xwe dane mijûlkirin. Îroj jî tiştekî cuda nakin. Ya herî zêde li ber xwe de Riya Azadî ango Kemal Burkay bû, ew jî îroj bi navê HAK-PARê di çi rewşê de ne, tê zanîn. Serokê rêxistina zavayê me yê berê Rizgarî Îbrahîm Guçlu, îroj ji TRT 6ê re bûye programçêker û giliyê PKKê ji dewletê re dike ka çima hin doz li serok û hin kadroyên PKKê venakin. Dijminahiya PKKê ewçendî wan gemirandiye. Lê pêkan e ku ji xwe ji destpêkê ve karê xwe dikirin, bi tenê îroj aşkeretir dikin, lewra Tevgera Azadiyê tu rêyeka din ji wan re nehiştiye.

Piştî biryara BDPê ku dê tevlî HDPê bibe, îroj car din ev derdor hela helayek li dar xistine. Her çendî ez bi xwe jî ji ber hin sedeman pir bi çavekî erênî li vê biryarê nanihêrim jî, helwest û angaştên van kes û derdoran mîna her carî pir tûj û xwedî angaştên pir mezin û vala ne. Sedema van helwestan, beriya her tiştî ji bêbaweriyê tê. Lê ji ber demek pir dirêj e ev bêbawerî heye, êdî di rengê dijminahiyê de dide der û bel dibe. Ya din û li gor min a herî grîng, di hebûna PKKê de tunebûn û têkçûna xwe dibînin. Lewra PKKê tu carî bi şêweya wan kirî, şoreşgerî û têkoşeriyê nekir û nake.

Wisa hewl didin bi raya giştî bidine zanîn ku ”du sê sûtalên çepên tirkan hatine û dê kurdan, têkoşîna wan, rêxistin û partiya wan û heta bi hebûna wan tune bikin, bi tirkîtî û kemalîzmê ve girê bidin. Abdullah Ocalan jî bi MÎTê re biryara vê yekê dane û îroj pêk tînin” Ya rastî, daxwaza dilê xwe dibêjin. Ji lewre jî bi dengekî bilind û jixwebawer dibêjin.

Niha em bêne ser pirsan:

1- Ev 35 sal in, li dijî Tevgera Azadiyê û Serokayetiya wê, çend sed car in we tez û angaştên bi vî rengî dane pêş raya giştî? 2- Çend ji van angaştan rast derketine û hûn di çendan de şermî nebûne? 3- Eger yek ji van angaştên we jî rast derketibûna, Tevgera Azadiyê û Serokatiya wê dikaribû ev çendî bi pêş bikeve û di nav gel de cî bigire? 4- Eger bersiva we ji bo pirsa 3. ”Belê dikare” be, we çima cî negirt di civakê de û hûn li gel hemû angaşt û armancên xwe ve penaber bûn û têk çûn? 5- 35-40 sal in bi qasî ku we dijminahiya PKKê kiriye, we ji sedî dehê wê enerjiya xwe li dijî dijminan bikar bihaniya, hûn dê îroj di vê rewşê de bûna? 6- PKK îroj têk biçe, hûn dê çi bikin? ”Welatparêzî” û ”şoreşgerî”ya xwe li ser esasê çi bidomînin? 7- Eger, biserketina têkoşîna gelekî bindest ji bilî jixwedayîneka bê hesab û fedakariyê pê ve pêkan nebe, we heya niha ji xwe çi daye, çi fedakarî kiriye? 8- Dema mirov ne di govendekê de be û bi tenê temaşevan be, mafê mirov heye ku li gel car caran fîgurên şaş jî, rexne li govendgeriyan bigire? 9- Li gel vê jî, dema mirov rexne bigire, govnedgeriyek rabe bibêje ”de rabin hûn govendek li dar bixin ji me çêtir, nebe em ê jî bikevine govenda we û ji we hînê fîgurên rasttir bibin” rast e an şaş e? 10- Dema mirov vê jî neke û li ser serê rihet, zikê têr û cihê germ ya xwe bidomîne, navê vê dibe çi?

Xalên pirsan dikarin bêne zêdekirin. Lê ya grîng ew e ku govendgerî guh nadine temaşevanên lewçe û karê xwe dikin.

Divê baweriya mirov bi Tevgera Azadiyê hebe. Lewra ev nêzî 40 sal in, li gel hemû zor û zahmetiyan, li gel hemû lîstik û qirêjiyan, li gel hemû êrîş nebûyan jî, dest ji rastiyên xwe bernedaye. Dijberî wê, van rastiyan kiriye rengê jiyana xwe û ji bo pêkanîna wan ji tu fedakarî û bedêlê bi paş ve gav nehavêtiye. Sedema sereke ya ku îroj sîstema cîhanê bi xwe fikaran ji Tevgera Azadiyê û Serokayetiya wê dike jî, ev vîna serbixwe ye û ya bi vî gelî daye karkirin, rakiriye ser lingan û kiriye xwedî têkoşîneka bê hempa li seranserê cîhanê, kiriye xwedî vîn û bawerî û dîsa ya ku dê vî gelî bigihêjîne azadiya wî, her ev e.

Ji bo yên ev pirsên jor ji wan hatine kirin jî; 40 sal in hûn bi gotinên qirase bi hêvî û xiyalên vî gelî dilîzin bi tenê ji bo xwe bijînin. An bira kiryarên we jî li gor gotinên we qirase bin, an jî ji kerema xwe re êdî têbigihêjin ku ew aqilên hûn hewl didin bifiroşin, li bazara kelaxan jî, nake pênc kuriş û ji xwe ji we pê ve jî kesek xwe nêzî wê bazarê û kirînê nake. Tiştên hûn difiroşin, bi tenê hûn dikirin.

”Kes bi lav lav û bi dîlek vî berî nabî serî” ”Kirinek ji hezar gotinî çêtir e”

Mahabad Felat Arda 2014-04-19 [email protected]


Gotinên miftehî :