Çend Nîqaşên Di Heqê Asîmilasyonê de, Li Amedê
DÎMEN-1 Taxa Bayramoglu’yê, xwendekarên ku ji Kurdî-derê tên, nîqaş dikin: – Mamoste, me saziyek divê: ku bikare li dijî asîmilasyonê bixebite. Ez dema ku rewşa me dinihêrim, dibînim ku em li ser asîmilasyonê di navbera xwe de pir dipeyivin; lê tiştekî nakin. – Hevala min, tu rast dibêjî; ma em tenê ji bo ku rêzimanê fêr bibin diçin Kurdî-derê. – Mesela, we qet di Roj Tv’yê, yan jî Tv’yên din de ‘bernameyek’ li ser asîmilsayonê ditiye? Bernameya DTP’yê, an jî saziyên Kurdan ên din heye di der barê asîmilasyonê de, ku tune be- ku wisa xuya dike- çima tune ye? Divê hebe. Divê di Tv’yan de jî bernameyên mayînde hebin li ser vê mijarê. Divê her sazî di vî warî de bixebite, ev ferz e.
Hevalê Şêxmûz: – Birîna mirov ya kûr kîjan be, divê pêşî mirov wê birînê derman bike. Ji damara zendên me xwîn diherike, em çûne bi êşa lingê xwe daketine. Divê pêşî, ew birîn bê dermankirin. Pirsgirêka me ya herî girîng asîmilasyon e; lê ji xeynî axaftinê tu tişt nayê kirin. – Welleh heval Şêxmûz tu rast dibêjî. Weke ku heval Pinarê got, divê em bikarin “saziya li dijî asîmilasyonê” ava bikin. Dê ew sazî plansaziyan bike. Em ê bibin endamê wê saziyê, em ê bi rojan vê mijarê nîqaş bikin. Bila sazî, derbarê asîmilasyonê de daneyan ber hev bike, lêkolîn û anketan çê bike, bila hinkes bes bipeyvin li ser navê xelkê. Bila ev sazî gotar û pirtûkan bîne bide xwendin. Em şano û sînemayên derbarê asîmilasyonê de bînin bidin temaşekirin. Mal bi mal bigerin em. Bi Xwedê dê di nava mehekê de endamên vê saziyê bigihîjin hezarî. Ez ji vêya pir bawer im. Em ê nexşeyekê derxin pêşiya xwe. Ma em ê benda kê bisekinin. Xatir ji hev du dixwazin; Serdar ji hevalên xwe dipirse: – Haya we jê heye, saziya navenda çandê ya Cegerxwîn vedibe li ‘Parkormanî’yê’, gelo wê berpirsiyarên wê derê kurderwar bin an na? Hûn dixwazin em herin bi wan re bipeyvin, ka çi difikirin? – Dibe, çima nebe, jixwe divê tiştên wisa bên kirin. – Heval, Emîne Aynayê salek berê sozek dabû, gotibû ez ê fêrî kurmancî bibim. Divê em bi awayekî, soza wê bînin bîra wê. – Temam, em ê li vêya jî bifikirin.
DÎMEN-2 Heval Diyarî û heval Baqî li Ofîsa Amedê dimeşin, Baqî: – Diyarî, çima haya van însanan ji zimên çê nabe, hişmendiya bi ku de çûye? Em çawa hişyar bûn; lê ew hîn nebûne? – Welleh biqasî ku ez dizanim hişmendî, bi axaftinê û fikirînê çê dibe, hişmendiya wan bi wan re ye; lê ez dibêjim qey ketiye xewê. Divê bê şiyarkirin, divê li vî bajarî mozên zimên hebin, bi mirovan ve bidin û wan hişyar bikin. Mirov bibêje ez kurd im û bi kurdî nepeyîve, ev çi rezalet e li vî bajarî! Li piştî wan mêrikekî ku temenê wî li dora çilî bû, guhdariya wan dikir, mêrik nema debar kir û axivî: – Ê bi Xwedê hûn rast dibêjin, mirov kurd be divê bi kurdî bipeyîve, xwarzê ez jî çend roj in ku li ser vêya difikirim. Ev kurd, çima bi kurdî napeyvin? Qey hişê wan ne li serê wan e? Weke ku we got, divê mozên zimên hebin li vî bajarî! Ez xwediyê otogaleriyê me li ofîsê û bi Xwedê kî tê, ez pê re bi kurdî dipeyîvim. – Xalo ev karekî pîroz e, em ê bi wir de herin, seheta te xweş , tu her hebî û bi xatirê te. – Hûn jî her hebin, divê mirovên mîna me hev pir bibînin! Ji me re cihek lazim e bavê min! – Rast e xalo, ew ê jî hebe. Xalo bi rûkenî ji wan veqetiya. – Wey Diyarî! Bala xwe bidê, mirovên wisa her ku diçe, zêde dibin, ev tiştekî baş e. Moz, divê moz hebin. Divê mirovên wisa, hev bi rasthatinî nas nekin, divê cihek hebe, navendek!
DÎMEN-3 Kurdewarek di erebeya xetê de ye, her kes bi tirkî dipeyve, li ber nezaniya mirovên xwe dikeve, şaş dimîne ku ev însan hê jî çima hişyar nebûne, nema debar dike, radibe ser piyan û berê xwe dide rêwiyan û dipeyve: – Ez fam nakim, ev bajarê kurdan çawa guherî bû bajarê tirkan! Hûn hemû kurd in; lê hûn bi tirkî dipeyvin! Ka we zimanê xwe xist ku derê? – Ez dema ku li erebeyê bûm bi kurdî peyîvim û ji we çend kesan li min nihêrî! Ji bo çi? Ji bo ku cilê li ser min paqij bûn! Ew kes, bixwe bixwe fikirîn; kesekî cil paqij çawa bi kurdî dipeyive! Wa ye dipeyive bavê min! Baş li min binihêrin! Wa ye dipeyive, eyb e, fedî ye şerm e… Hûn zarokên Medan in! Bêdengiyek çêbû, bi pişt re kesên din axivîn: – Ê welleh xwarzê tu rast dibêjî, divê kurd bi kurdî dipeyvin. – Rast e rast, divê em xwe layiqî tiştên xweş bibînin û bi zimanê xwe, ne bi zimanê xelkê… – Xwarzê min, xwe neqehirîne, wê hişê wan bê serê wan. Xaltiyeke din axivî: – Welleh mirovê ku eslê xwe winda bike ne tu însan e… – Yaw, em çawa ketin vî halî, qet kesekî baqil tunebû di nava me de, ku me hişyar bike.
DÎMEN-4 Du mamoste li dibistaneke Amedê bi hev re dipeyvin:
– De ka li van zarokan binihêre, ji me tiştekî jî fêm nakin, ku ew bi zimanê xwe bên perwerdekirin, wê çawa zimanê wan vebe, wê çi nivîskar, helbestvan, parêzer û mamoste ji wan derkevin, lê bextê wan reş e… – Wellehî tehdeya ku li wan hatiye kirin, li tu kesî nehatiye kirin. Dewletê kîmyaya wan guhertiye, bê ziman hiştiye wan… Ev sûc e! Ma ji vêya xirabtir çi heye, mirov dikeve rewşa heywanan. Ka binihêre çawa li nava çavên me dinihêrin. Dema ku peyveke kurdî dibihîsin çawa jîndar dibin. Heyf… – Û ev dewlet hê jî dibistanên leylî û yên destpêkê vedike da ku wan bêhtir asîmîle bike..Têr nebûye hût! – Bi her awayî dixebite dewlet, lê em çi dikin? – Te, wê rojê qala şewata navçe û gundan dikir, te got çi? – Dewletê çima navçe û gundên me şewitandin? – Çima? – Ji bo ku em bên bajaran, da ku me bi awayeke rehet asîmile bike. Mirov li bajaran zû asîmile dibin. Ji ber vê yekê em ji gundan derxistin. Sedemek jî ev bû. – Rast e , lewre me bajariyê bi nûjeniyê ve têkildar kiribû û nûjenî jî zimanekî din bû. – Welleh ji destê dewletê bê, wê her derê bike bajêr…
DÎMEN-5 Du endamên nivîskariyê li qafeya Deniz’ê rûniştine û dipeyvin: – Evên ku bi zimanekî din dipeyvin, qesasê zimanê xwe ne, qesas in, qatil in. Qatilê sed hezar peyv, biwêj û gotinên pêşiyan in, qatilê dîrok û çanda xwe ne. Qatilê xwe ne! – Erê heval, em niha di nava qatilan de rûniştine, lê ew dikarin vê rewşa xwe biterikînin, tam ne qatil in ne werê? – Erê ,dikarin xelas bibin. Hîssîyat bi wan re çênebûye, hîs nakin… Piştî çend kêliyan: – Însan bi ziman difikire, ku ziman tune be, însan nikare bifikire… – Ê, ev kes bi her du zimanan jî nizanin, ne bi kurdî ;ne bi tirkî, ev tê çi wateyê? – Hevalê min , ev tê wê wateyê ku ev însan, yan qet nafikirin, wan jî pir hindik difikirin. – Rast e, ev bi awayê zanistî wisa ye, çi tiştekî ecêb e. Bajarê bêraman!
Navberekê didin axaftina xwe û dîsa dest pê dikin: – Ev însan werger in; lê wergereke têkçûyî….! – Te got werger in! – Erê, ka tu jî bifikire. – Tu rast dibêjî hevala min, li gorî ku ne ‘xwe’ ne, tiştekî din in. Werger in! Ev dibe werger. – Te dît, pirtûk dema ku tên wergerandin çawa orîjînaliya winda dikin, wan jî orîjînaliya xwe winda kiriye. – Tew, hin pirtûk hene ku wergera wan têkçûyî ye, ji ber ku zimanê din jî tevlihev dikin, em dikarin bibêjin, ew jî wergereke têkçûyî ne.
Bêhvedaneke din û piştre axaftin: – Tu çi divê, divê em çi bikin! – Welleh divê saziyek hebe “saziya li dijî asîmilasyonê” tenê divê li ser vê mijarê bixebite. Em çi dikin, radibin li komelê bi şev û bi roj li rêzimanê dixebitin. Temam, em wê jî bixebitin; lê ziman ji dest diçe. Divê em li ser hişmendiyê hûr bin. “Hesp ji dest, diçe ew ketiye dû hevsar” – Weke hin nivîskarên me, ketine hundir dernakevin, dibêjin em ê berhemeke bêhempa biafirînin. Dema ku berhema xwe afirandin û ji qulika xwe derketin, hew dinihêrin ku kesên ku berhema wan bixwîne nemane! Divê her kes bixebite. Berhema xwe jî biafirîne.
– Birîna herî mezin jî li bajaran e û bi taybetî jî, li bajarên weke Amedê ye. Berê her kesî li Amedê ye, divê Amed xwe rast bike. Birîna mezin li Amedê ye. – Yên Ewrûpa’yê jî divê berê xwe bidin Amedê… DTP divê ji bo vê rewşê, bernameya xwe çê bike. – Ha, min ji bîr dikir, wê rojê min got, ka bise ez di derbarê asîmilasyonê de lêkolînekê çêbikim, ez çi bibînim. – Te çi dît? – Min tiştek nedît, di derbarê asîmilasyonê de, ne pirtûk , ne jî tiştekî din… – Ku hebûya, ez ê biheyirîma…. – Ev, nîşan dide ku, em çi dikin û çi hatiye kirin…. – Fermo…
Bahoz BARAN 01.06.2009/AMED