Çewtiyeke Çîrokiya Dema Bê: `a` ya zêde
Dema ku mirov bala xwe dide hinek weşan û malperan, di raweya çîrokiya dema bê û çirokiya raweyên xwestekî de çewtiyekê dibîne. Hinek weşan û malper tim ‘a’yeke zimanê devkî li lêkerê bar dikin û weha dinivîsin :” Bihatama, biketama, biçama/ bihatana, biketana, biçana” Li gorî rê û rêzikên rêzimanî divê ew ‘a’yên ku binê wan hatine xêzkirin li wan lêkeran neyên zêdekirin. Di dema bê ya çîrokî de ‘a’yek heye, ew ‘a’ tê dawiya lêkerê û çîrokiyê temam dike. Çend sedemên vê tevliheviyê hene; yek jê, ew tîpa zêde(‘a’ya zêde) bi tîpa çîrokiyê re(bi ‘a’yê re) dema ku tê bikaranîn di warê hevdengiyê(kafiyeyê) de li hev tê û di helbest û stranan de, ahenga dengan çê dike, ji ber vî hawî tê bikaranîn. Sedemeke din jî ew e ku, dema ku rader ji hinek lêkeran dikeve tîpa wan ya dawî dibe ‘a’. Ew lêker dema ku tên kişandin dibin “Bireviyama, bifiriyama, bigiriyama/ bireviyana, bifiriyana, bigiriyana” di van lêkeran de ‘a’yek jixwe ya lêkerê ye, pirsgirêk tune ye, ji ber ku ‘a’yek li dawiya wan heye, hinek kes dema ku lêkerên din dikşînin(ên ku li dawiya wan ‘a’yek tune ), ew wan lêkeran bi van lêkeran re tevlihev dikin. Dema ku li dawiya lêkerê ‘a’ yek tune be, divê lê neyê zêdekirin.
Çîrokiya Raweya Dema Bê(Ji bo lêkerên ku li dawiya wan tîpa ‘a’yê tune ye)
Dema ku çîrokiya raweya dema bê tê çêkirin, lêker ji dema borî tê stendin û ji bo çîrokiyê “ a ” yek tê dawiya lêkerê. Ji bo raweya çîrokiya dema bê, awayê lêkerê yê dema borî tê bikaranîn. Li gorî kesê yekemîn ê yekjimar û kesên pirjimar çîrokiya dema bê bi vî awayî çê dibe:
Qertf. dema bê Rayeka dema borî Qertf. kesane Qertf. çîrokiyê Encam
Dê/ê + bi hat- -im -a Ez ê bihatima
Dê/ê + bi ket- -im -a Ez ê biketima
Dê/ + bi mir -im -a Ez ê bimirima
Ji bo kesên pirjimar
Qertf. dema bê Rayeka dema borî Qertf. kesane Qertf. çîrokiyê Encam
Dê/ê + bi hat- -in -a Em ê bihatina
Dê/ê + bi ket- -in -a Em ê biketina
Dê/ + bi mir -in -a Em ê bimirina
Hinek weşan û malper weke ku me diyar kir, van lêkeran bi awayên devkî, bi “a”yeke zêde weke “bihatama, biketama, bimirama/bihatana, biketana, bimirana” bi kar tînin, li gorî pîvanên rêzimanî ev ne di cî ye. Raweya çîrokiya dema bê di çîrokiyên raweyên xwestekî de jî naguhere. Ji ber vê yekê çewtî bêtir belav dibe. Raweyên xwestekî bi heman teşeyî dibin çîrokî. Tenê peyvên weke “Divê, heke, xwezî, bila…” tên serê hevokê.
Çîrokiya Raweya Dema Bê(Ji bo lêkerên ku li dawiya wan tîpa ‘a’yê heye)
Di van kişandinan de tu pirsgirêk tune ye; ji ber ku ‘a’yek bi lêkerê ve ye. Hinek kes van her du awayan tevlihev dikin. Tevliheviya ‘a’ ya zêde ji ber vê ye. Li gorî kesê yekemîn ê yekjimar û kesên pirjimar bi vî awayî çêdibin:
Qertf. dema bê Koka dema borî Qertf. kesan Qertf. çîrokiyê Encam
Dê/ê + bi beziya -m -a Ez ê bibeziyama
Dê/ê + bi reviya -m -a Ez ê bireviyama
Dê/ê + bi firiya -m -a Ez ê bifiriyama
Dê/ê + bi meşiya -m -a Ez ê bimeşiyama
Dê/ê + bi keliya -m -a Ez ê bikeliyama
Dê/ê + bi ma -m -a Ez ê bimama
Ji bo kesên pirjimar
Qertf. dema bê Koka dema borî Qertf. kesan Qertf. çîrokiyê Encam
Dê/ê + bi beziya -n -a Em ê bibeziyana
Dê/ê + bi reviya -n -a Em ê bireviyana
Dê/ê + bi firiya -n -a Em ê bifiriyana
Dê/ê + bi meşiya -n -a Em ê bimeşiyana
Dê/ê + bi keliya -n -a Em ê bikeliyana
Dê/ê + bi ma -n -a Em ê bimana
Eger tercîh awayên kurt yên van lêkeran be “a” ji holê radibe: Bezîn, Revîn, firîn, meşîn, kelîn…
Qertf. dema bê Koka dema borî Qertf. kesan Qertf. çîrokiyê Encam
Dê/ê + bi bezî -m -a Ez ê bibezîma
Dê/ê + bi revî -m -a Ez ê birevîma
Dê/ê + bi firî -m -a Ez ê bifirîma
Dê/ê + bi meşî -m -a Ez ê bimeşîma
Dê/ê + bi kelî -m -a Ez ê bikelîma
Ji bo kesên pirjimar
Qertf. dema bê Koka dema borî Qertf. kesan Qertf. çîrokiyê Encam
Dê/ê + bi bezî -m -a Em ê bibezîna
Dê/ê + bi revî -m -a Em ê birevîna
Dê/ê + bi firî -m -a Em ê bifirîna
Dê/ê + bi meşî -m -a Em ê bimeşîna
Ev awa zêde nayê bikaranîn.
HINEK AWAYÊN ÇEWT Û RASTIYÊN WAN
Awayê çewt-Negerguhêz Awayê rast-Negerguhêz
(Çûn) Biçama/biçana Biçûma/biçûna
(Bûn) Bibama/bibana Bibûma/bibûna
(Mirin) Bimirama/bimrana Bimirima/bimirina
Awayê çewt-Gerguhêz Awayê rast Gerguhêz
Min ê ew biceribandana Min ê ew biceribandina
Te dê ew bidîtana Te dê ew bidîtina
Wî dê ew bikuştana Wê dê ew bikuştina
Awayê çewt li gorî yekjimariyê Awayê rast li gorî yekjimariyê
Wan dê ez bixwarama Wan dê ez bixwarima
Me dê tu biqewirandana Me dê tu biqewirand(i)ya/biqewiranda
Wan dê ew têr bikirana Wan dê ew têr bikira
Wan dê ez bibirama Wan dê ez bibirima
Bahoz BARAN
[email protected]
Hêmana Rêzimana Kurmancî, F. H. Sagniç, Melsa(1991)
Rêzimana Kurmancî, M. Bilbil, B. Baran, Enst. Kurdî Ya Amedê(2008)
Ev nivîs di kovara Çirûskê de hate weşandin.