1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Çi dibe û dê çi bibe?
Çi dibe û dê çi bibe?,çi,dibe,û,dê,çi,bibe

Çi dibe û dê çi bibe?

A+ A-

Hemû hewldanên dewleta tirk; “Operasyonên KCKê yên qirkirina siyasî, “pêvajoya çareseriyê”, hemû têkiliyên bi dewletên din re, avakirina “eniya sûnî”, têkiliyên stratejîk ên bi PDKê û Hukûmeta Başûrê Kurdistanê re, nîqaş û amadekariyên qanûna bidarvekirinê ango cezayê kuştinê, desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê û girtina şaredaran, operasyona şevê din ku di encamê de Hevserokên HDPê jî di nav de bi giştî 12 parlamenterên partiya HDPê hatine girtin û diyar e dê bi wan jî bi sînor nemîne û heya bi derbeya cemaeta Gulen(!) û kuştin û hemû operasyonên di bin wê navê de têne kirin; ev hemî jî, bê şik û guman ji bo rêlibergirtina pêşkeftina Tevgera Azadiyê û destkeftiyên wê ne. Ji bo vê jî ew baş dizanin ku divê beriya her tiştî Şoreşa Rojava têk bibin. Lewra biserketina Şoreşa Rojava û avabûna pergalek li gor felsefeya Abdullah Ocalan, têkçûna pergala dewleta tirk bixwe ye ku ev jî bixwe re têkçûna dewletê dê teqez bike. Lewra li ser vê pergala derew, dizî, durûtî, înkar û hovîtiyê şîn bûne û ji destpêkê ve xwe pê dijînin û didomînin.

“Pêvajoya Çareseriyê”:

Bi operasyonên KCKê, xwestin di qada siyasî de hêza Tevgera Azadiyê bişikênin û piştre dest bi “pêvajoya çareseriyê” kirin. Ev ya rastî pêvajoya amadekariyên birêxistinkirin, perwerdekirin, biçekkirin û amadekirina çeteyan bû ku li dijî Şoreşa Rojava bidine şerkirin. Di hundir de jî, bi kêrî wan û amadekariyên hilbijartinan dihat. Her wiha hêvî dikirin ku bikaribin gelê kurd bi xap û derewan ji Tevgera Azadiyê bi dûr bixin û bi xwe ve girê bidin. Ji bo vê jî tiştek nema nekirin ku ji xwe ji bo armanca xwe tu sînor û pîvan ji kiryarên wan re tune ye û ev taybetiya wan a herî sereke û grîng e. Heta Mesut Barzanî anîn li Amedê gotina “Kurdistanê” bilêv kirin ku xewnereşka wan a herî mezin e! Bi gotineka din, bi “pêvajoya çareseriyê” xwestin bi kevirek çend çûkan bixînin. Heman pêvajo, ji bo Tevgera Azadiyê jî, pêvajoya xweamadekirinê bû. Sê sal û nîv berê min bi du gotaran hewl dabû analîza “pêvajoya çareseriyê” ji bo her du aliyan jî wate, armanc û xetereyên wê bikim. Wê demê jî min balê kişandibû ser bûyerên îroj û armancên wê ku îroj pir bêtir aşkere ne.

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ocalan_û_pêvajoya_nû

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/akp_û_pêvajoya_nû

Pêşkeftinên li Rojava yekser bandora xwe li ser polîtîkayên dewleta tirk û pêşkeftinên Bakurê Kurdistanê dikin. Dewleta tirk, tişta nikaribû bi destê çeteyên xwe bibe serî, îroj ew bi xwe di bin navê “têkoşîna li dijî terorîzmê de” hewl dide pêk bîne. Lê li vir du pirsgirêkên mezin derketin pêşiya wan. Operasyona Musulê û niha jî ya Reqayê.

Musul û Reqa weke tê zanîn du navendên herî grîng ên DAÎŞê ne ango “paytext”ên wan in. Daxistina van herdu bajaran, tunebûneke teqez e ji bo DAÎŞê ku ev têkçûna hemû hewldan û polîtîkayên dewleta tirk jî bixwe re tine. Di pêvajoyeke wiha dîrokî de têkçûna polîtîkayên stratejîk ên dewletekê, bê guman ku bi xwe re dê têkçûna wê dewletê an jî bi kêmasî têkçûna rêveberiya wê dewletê bi xwe ye û dê tu tiştek mîna xwe nemîne êdî. Di rewşekî weha de her tişt neçarî guherandinê dibe. Ev dê ne tenê bibe mirina desthilatdariya “Akinci”yan ku bi destê Receb Tayîp Erdogan û hevalbendên wî ve tê birêvebirin, lê dê bibe têkçûna pergala dewleta tirk bixwe jî. Têkçûna pergala dewleta wan tê çi wateyê, jixwe me li jor gotibû.

Dewleta tirk û dîktatoriya wê ya faşîzan bi zanebûna vê rastiyê tevdigere û hemû reaksiyonên wê (gotin, tevger, siyaset. diplomasî, têkilî, hevkarî û hwd.) li gor vê teşe û reng digirin. Loma ye ku di van hemuyan de ewqasî agresiv, tehdîtkar û bêperwa ne. Tirsa mirinê dikare her tiştî bi mirovên tirsonek bide kirin. Psîkolojiya ku niha têde ne ev bixwe ye.

Mûsûl, Reqa û girtina siyasetmedarên kurd:

Armanca dewleta tirk bi tevlîbûna operasyonên Mûsûlê, parastina çeteyên xwe û rêlibergirtina pêşkeftina YBŞê û cara duyemîn têkbirina Şengalê ye ku ev jî yekser bi armanca rêlibergirtina destkeftiyên Tevgera Azadiyê û şoreşa Kurdistanê ve girêdayî ye. Ev daxwaza wan biser neket, har bûn û hîn jî di nav hewldanan de ne. Piştre operasyona Reqayê kete rojevê. Tirk bi tehdît û lîstikan hewl dan û hîn jî hewl didin ku bi heman armancên xwe yên qirêj, tevlî vê operasyonê bibin û rê li ber pêşkeftina hêzên şoreşger û şoreşa Rojavayê Kurdistanê bigirin. Niha, piştî ku diyar bû dê nikaribin tevlî vê operasyonê jî bibin, berê xwe dane Bakur. Lewra dizanin pêşkeftinek bi taybet li Rojava ji bo Bakur tê çi wateyê. Bi van operasyonên li dijî siyaseta kurd û siyasetmedarên kurd dixwazin vê bandora erênî bişikênin. Lê ji wê jî grîngtir, dixwazin hêza Tevgera Azadiyê li eniyên cuda belav bikin û bi vî rengî wan lawaz bikin, ji bo bikaribin hêsantir bişikênin. Dema mirov li dijî van kiryarên dijmin daxwaz û hêviya bilindkirina şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir, divê mirov van rastiyan jî li ber çav bigire. Bê guman ku Tevgera Azadiyê jî van hesaban dike.

Helwesta PDKê:

Ew ji destpêkê ve di nav vê eniya kambax de ne ku Nêçîrvan Barzanî bi gotina “Têkiliya me bi Tirkiyeyê re stratejîk e” îtiraf kir. Bêdengiya wan a li hemberî hemû şewitandina bajaran, şewitandina jin, zarok û ciwanên kurd, komkijî û qirkirinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê têne meşandin, ji ber vê hevkariya wan a stratejîk e. Bêyî yek fişekek berdin, bitenêhiştin û reva wan a ji Şengalê û radestkirina Şengalê ji DAÎŞê re jî, encama vê hevkariyê bû. Dîroka PDKê bi kambaxiyên bi vî rengî dagirtî ye. Loma jî dema hêviyek li ser yekîtî û biratiyê bê kirin, divê ev rastî jî li ber çav bêne girtin.

USA, Rûsya û Ewropa:

Bi taybet jî ev her sê hêz sûcdar in û xiyanetkarin li dijî gelê kurd û Kurdistanê. Destê wan di dagirkirin, talan û wêrankirina Kurdistanê de û di xwîna gelê kurd de ye. Her sê hêz jî bi caran gelê kurd xapandine û cî hatiye bikar anîne, kirine armanca bazarên xwe yên qirêj û ew pêşkêşî dijminên wan kirine. Loma ku belê divê siyaset û dîplomasî bê kirin û têkilî jî bêne danîn, lê tu carî divê pişt bi tu hêzekê ve neyê girtin. Lewra her hêz û dewlet dostê berjewendiyê xwe ye û loma jî heye û loma ye ku tevger û têkoşînên mafên gel diparêzin, divê pişta xwe bi tenê bidine gelê xwe û hêza xwe. Birêz Abdulah Ocalan vê rastiyê ji roja pêşîn de dît û xwe wisa jî birêxistin kir. Kurteçîroka vê tevgerê ya 40 salan ev e. Di her musîbetek de xêrek heye. Xêra vê hovîtî û çavsoriya dijminan jî dê Kurdistaneke serbixwe be.

2016-11-04 

[email protected]


Gotinên miftehî :