Çi hat serê min!
04.01.2009 Ber bi nîvro ez bi peyatî hatim Aksaraya Stembolê. Bihna min pir teng bû. Îsrail ev çar roj bû li Xezayê agir dibarand; nedigot jin nedigot zarok dikir ev gelê xizan û belengaz bi gişkî ji holê rake... Min dil hebû ji xwe re rojnameyek bistînim. Di ber rawestgeha otobûsê re derbas dibûm ku camêrekî zerîn ê bejindirêj, çav hêşîn bala min kişand... Li piştê çanteyek sor, li serî fotêrek reş e û li eniya fotêr xaçekî zêrîn , di destan de kaxizek A4... Ez hinek din ber bi wî ve çûm; min dît ku li ser kaxiza di destan de bi Tirkî wiha dinivîse:
“ Ez dil dikim herim Qudsê û ji wir derd û kullên Flistîniyan ragihînim raya giştî ya Cihanê; jibo xatirê Xwedê alîkariya min bikin; pereyên min qediyan...”
Min bi Fransizkî lê silav kir û jê pirsa welat û nasnameya wî kir. Ew pirsên min bi awayek sergirtî bersîvandin:
“Ji başûrê Fransayê me; lê ji Saint-Jacques a Îspanyayê têm”
-Bi te xêr e monsieur, tu û van deran? Çima tu hatî Stembolê? Ez dibînim tu merivek bi dil şewatî; bi serê Îsa, niha tu, ji 30-40 hezar kurdên bi destê Tirka ev çend salên dawîn hatin kuştin jî hayîdar î? jibo wan jî te li tu derek karekî kiriye, an na? Camêr di cihê xwe de miciqî û ma... Stuyê xwe xar kir, bi dengekî feqîrok bersîvand:
“- Wele, keko ez Xaçparêzekî oldar im, ehlê terîq im, ez û çend hevalên xwe em dikin wek xaçparêzên mezinên xwe bi peyatî herin hec. Heca me ji Îspanyayê destpê dike; li Qudsê bidawî dibe”
Ez şaş bûm mam! Devê wî tiştek , kaxiza di dest de tiştek din digot... Min kir nekir, devê min bi ya min nekir û ev pirsa hanê jî jê kir: - Monsieur, ev kaxiz gotinên te sererast nake? Kaxiz dibêje tu diçî hewara Filistîniyan! Serê xwe hecand û got:
“O la la! min ji Tirkekî Fransînas re mirazên dilên xwe gotin, zalimo gotinên min berovajî kiriye; şeytan wî fasiqî bi xwe re dibe înşaellah!”
Piştî ev çend gotinan, lavayî min kir û got: - Ez birçîme; ka hinek pere... Min ew di cih de hişt û ketim rêya xwe. Di rê de ez ketim nav bi hezaran xem û xeyal û fikaran. Di dawiyê de ez têgihîştim ku “kes û kesayetiyên mirovhez, şoreşger, oldar, ji mafên mirovan hayîdar, di warê binpêkirina nirx û hêcayiyên mirovahiyê de hestiyar” divê barê hemû Cihanê bide pişta xwe. Divê ew ji Kurdistanê heta Sûdanê, ji Nijeryayê heta Îrlandayê di ser mirovan de bigirîn... " Tenê wê demê mirov dikare bi şîn û giriyên wan bawer be... Tenê wê çaxê ew dibe fazil û cihanşumûl û şoreşger... Ev mîzanek heta tu dibêjî rast û durust e... Çend pirsên li ser Kurda pûşên xalê Fransiz derxistin holê... Bi rastî jî ew bi qasî “çûyîna Qudsê ya jibo Filistîniyan” hestiyar û bi dilşewat bûya; ew ê tekoşîna gelê Kurd jî nas bikira, jibo zarokên wî jî şîn bigirta. Wê bombeyên duh li Qendîlê di ser serê wan de hatin barandin jî bibihîstana û êrişkaran bidilkî û bi devkî protesto bikira... Niha hin kes dibêjin; “ ew Fransiz e, çi dike dike; ji me re çi ye?” Belê em bêjin ev gotin rast e; di cih deye û werên dora Kurdên me yên jibo Filistîniyan ketine cezmeyan û dikin bi “Ellah û Ekberan” êriş bibin ser Cihûyan... Gelî xêrxwazno, dilşewatno, -Duh ne pêr, neyaran bi dehan balafiran çiyayê Qendîlê dan ber bombeyan, hûn pê hesiyan? - Bi hezaran mêr û keçên çav reş- belek ên ter û can , li serê wan çiya û baniyan, di bin van berf û baranan de çawa dijîn; çi dixwun- vedixwun? Hûn pê dizanin? - Ew serê xwe didin ser kîjan kevirî tê bombekirin; ew xwe dispêrin kîjan şikeftî tê wêran û wêrtaskirin; di her bobardimanê de çendik û çend kes jiwan can didin; gelo jibo wan jî hûn reş girêdidin? Bi sonda qesemê, heger kê û kî van pirsan bî erênî nebersîvîne, elhaq derewîn e... Ew jî wek Monsieur, li dû firawîn e...