1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Çima Grevên Birçîbûnê?
Çima Grevên Birçîbûnê?,çima,grevên,birçîbûnê

Çima Grevên Birçîbûnê?

A+ A-

Wekî tê zanîn ez bixwe 17 salî ketim girtîgehan û 7 salan mam. Ji sala 1995'an heta dawiya 2001'ê ez li girtîgehên Mêrdîn, Trabzon û Mehsertê bûm. Di wan salan de ez sedan caran ketime grevên birçîbûnê. Di van grevan de carekê 21 rojan bê navber domiyaye, lê carên din hemû 2, 3, 7, 10 rojan domiyane.

Ez divê hinek fikr û ramanên li ser grevên birçîbûnê bînim ziman. Ji ber ku girtîgeh cihekî wisa ne, ku bi hezaran kes tên û diçin, timî kesên bi tecrûbe peyda nabin. Mînak, di demên ku li Girtîgeha Amedê de ruhekî polayî serdest bû, li hinek girtîgehên din teslîmiyet serdest bû. Lê dema kesek ji girtîgeha Amedê diçû girtîgehek din, bi zanebûn, çiqas pirsgirêk jî hebin, ruhê serkeftinê vedijand û dikir serdest. Li hemû girtîgehan çîrokek bi vî rengî heye.

Dema em ji girtîgeha Mêrdîn çûn girtîgeha Trabzonê (12 Adar 1997), li girtîgeha Trabzonê hejmarek pir hindik hebû. Çawa ku çûbûn girtîgehê, gardiyanan gotibûn "dema em hatin nav we, divê hûn rabin ser xwe. Dema em hatin we bihejmêrin, divê hûn têkevin rêzê û xwe bihejmêrin, 1, 2, 3, 4, 5, 18". Hevalên me li hember vê yekê li ber xwe dabûn. Li quncikên hewş, xwaringeh û razangehê bi rojan lêxistin xwaribûn.

Li xopana Trabzonê tiştekî bikirina tunebû. Ketibûn greva birçîbûnê. Di rewşên wiha de rêxistinê her tişt nîşanî girtîyan dabû. Tecrûbeya salan hebû. Dê girtî têketina girevên birçîbûnê, lê, dê tiştên ku bibûna sedema mirin, seqetî û nexweşiyan nekirina. Lê mirov hene ku di roja duyem a greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest didin. Ew bixwe jî nizanin ku pirsgirêka dil, aşok, kezeb an jî tiştekî din heye. Ji ber rewşên wiha me gelek hevalên xwe şehîd dan.

Di dema grevan de me hemû daxwazên xwe dinivîsand. Û me ev daxwazên xwe bi riya daxwaznameyên fermî pêşkêşî dozgerê bajêr û Wezareta Dadwerî ya Tirkiyeyê dikir. Piştî ku çalakiya me di çapemeniyê de deng dida (malbatên me dema pê dihesiyan, çapemenî pê dihesandin), hinek saziyên wekî Komeleya Mafên Mirovan dihatin girtîgehê. Hevdîtinan dest pê dikir. Carinan me li hev nedikir, carinan ji 10 daxwazên me 3 heb dihatin qebûlkirin û me navber dida çalakiya xwe.

Ji 10 daxwazan dema 3 heb dihatin qebûlkirin, li zora me diçû. Bi ya me bûya, me yê berdewam bikira û hemû daxwaz bida qebûlkirin. Lê rêxistin zana bû, bi tecrûbe bû. Rêxistinê, ji bo em bêyî berdêl bi ser bikevin, em mecbûrî berdana grevê dihiştin. Lê 40 roj piştre, heke ji daxwazên mayî, hinek daxwazên heyatî hebûna, em dîsa diketin grevê.

Carinan rojnameyên wekî Gundem û Azadiya Welat nedidan me. Ev ji bo me wekî qutbûna hewayê bû. Hîn nû me xwe di girtîgehê de hîs dikir. Me dixwest em di demildest de dest bi grevê bikin. Lê rêxistinê destûr nedida van hewildanên me yên hestiyar.

Gelek caran bi nameyan em hatin hişyarkirin. Baş tê bîra min, di wan nameyan de carekê tiştekî wiha ji me re hate nivîsandin, ku em li Trabzonê bûn.

"Gelî hevalan, bi rastî pirsgirêkên girtîgehan ji bo me pir girîng in. Em dema xwe yeko yeko jî ji bo pirsgirêkan vediqetînin. Lê tiştek heye ku, girtîgeh divê tu carî xwe wekî li der ve bin, nebînin. Hûn girtî ne, hûn nikarin derve biguherin. Li derve rêxistin heye û rola girtîgehan ne wekî ya Girtîgeha Amedê ya salên 1980'yî ye. Tenê dema ku teslîmiyet radestî we kirin, dema jiyana we ket xetereyê, dema êrîşî pîvan û rêzikên berxwedanê kirin hûn dikarin çalakiyên bêdawî yên greva birçîbûnê li dar bixin. Wekî din, tenê ji bo 2 rojan, 3 rojan, têkevin grevên bi navber."

Piştî vê peyamê, me di roja 21'mîn de dest ji rojiya birçîbûnê berda. Sal 1999 bû. Berî wê jî gelek caran em bi mudaxale ji grevan hatibûn derxistin.

Wekî hûn dizanin, berî niha bi demekê li girtîgehan rojiyên birçîbûnê dest pê kirin. Van rojan bandora xwe li ser derve jî kirin. Jixwe ne mimkûn e ku bandorê neke. Malbat hemû bihîstyar in, sazî bihîstyar in û gel bihîstyar e. Di encamê de bi sedan mirovan li derve jî dest bi girevê kirin. Piştî rojê 40'î, bi mudaxaleya rêxistinê ev rojî hatin rawestandin.

Ez hed û hudûdê xwe, sînor û pîvana xwe dizanim. Lê ez divê ji bo hevaltiyê vê rexneyê bînim ziman. Dema ez li girtîgehê bûm hejmara me 10 hezar bû. Ez gelek hevalan niha li derve dibînim. Yê ku tedawiya çav dibîne, yê tedawiya ku kezeb, dil, gurçik, pişik û hin wekî din dibînin pir in. Ez yek ji wan im ku 24 salî derketim û 54 kîlo bûm û niha di 34 saliya xwe de hîn 59 kîlo me. Ya rast rêxistin li derve tunebûya em nediman û çalakiyên me tenê bandorek baş li ser me kir, tu caran bandorek baş li ser derve nekir.

Ji bo şert û mercên girtîgehê divê mirov nehêle ku hevalên mirov têkevin rewşa xerab. Dema ez di girtîgehê de bûm, ez tu caran wekî niha bi mentiqa xwe nedifikirîm. Girtîgehê ew derfet nedida. Me xwe wekî di qefesê de hîs dikir û ew psîkolojiya "tu tişt nekirinê" dikir ku mirov canê xwe bikoje.

Me biryar didan ku em bi malbatên xwe re hevdîtanan pêk nînin. Lê me nizanibû bê çi bandorê li ser malbatên me dike. Niha em her roj dijîn. Dema malbat neçin girtîgehê moralê wan xera dibe. Çalakiyek wisa wekî zilmeke li ser dê û bavan qebûl dikin. Tu caran dilê wan çalakiyek bi vî rengî qebûl nake. Malbat dibêjin ku "em di hevdîtinan de bêhtir ji wan şîroveyan guhdar dikin, li ser rojevê tiştan diaxivin û biryara me ya di berxwedanê de xurtir dibe, lê dema em naçin, em xwe tecrîdkirî, bi tenêhiştî dibînin."

Ji ber vê yekê, biryarên ku malbatan jî nehesibînin, dîtin û ramanên wan nenirxînin, ne di cih de ne.

Îro tecrîdeke giran li ser gelê kurd heye. Li hember vê yekê gelek çalakî tên kirin. Ji van çalakiyan yek jî dikare rojiya birçîbûnê be. Lê divê ne rojiya mirinê be, an jî rojiya birçîbûnê ya bêdawî be. Ev grev dikarin mînak li Kuça Hunerê ya Amedê çêbibin. Du roj, du roj dikarin bi dewr û daîm be. Ji ber ku di navenda jiyanê de çêdibe, dikare bandoreke pir mezintir li ser çapemeniyê û rojevê bihêle.

Lê ji bo girevên girtîgehan têkevin rojevê, divê bi ser 40 rojî bikevin. Mentiqek wisa li derve heye, ku heta mirov nemirin qaşo tu xetereya rojiya birçîbûnê tune. Kes nexweşiyên din nahesibîne. Ji ber wê heta bi ser 40 rojî nekeve, çalakiyên giran jî dest pê nakin. Lê dema li derve du roj, du roj bin, dê ji roja yekemîn û pê ve di çapemeniyê de bandorê bike.

"Do filankes jî di rojiya birçîbûnê de bû."
"Îro di rojiya birçînê de 300 kes hene".
"Ji sibe û pê ve li filan bajarî jî rojiya birçîbûnê dest pê dike."
"Rojiyên birçîbûnê bi beşdariya kesên navdar berdewam e."

Dema bi dewr be, karê kesî ranaweste. Jiyan kar e, divê mirov hesabê her tiştî bike. Bi milyonan kes hene ku tenê roja şemî û yekşemê beşdarî çalakiyek bi vî rengî bibe. Ma ne ji ber wê ye, ku çalakiyeke daxuyaniyê jî gelek caran di roja yekşemê de tê dayin. Dema kin be, her kes dikare 2 rojan, 3 rojan beşdarî çalakiyê bibe û piştre şûna xwe ji kesekî din re bihêle. Ev dê her roj di jiyanê de bibe rojev.

Lê rojiyên birçîbûnê, yên girtîgehan ne xwedî derfetên bi vî rengî ne.
Ji ber wê yekê ez gazî Roj, Ba, Av, Ax û Agir dikim ku li girtîgehan bila grevên bi vî rengî domdirêj çênebin û bila ew tenê dema xwe bidin xwendin û xwe-pêşve-birinê.

Ji hemû hevalên girtî re rêz û silav.


Gotinên miftehî :