Çima Grevên Birçîbûnê -II-
Piştî beşa yekemîn a Çima Grevên Birçîbûnê? ez gelekî ketim tasewasên ku şaş bêm famkirin, lê ez dibêjim qey dema derdê mirov aşkere be, tişt şaş nayên famkirin. Wê demê ez ji hinek şaşiyan ditirsiyam, niha xuya ye ku gelê kurd bi armanceke mezin bi biryar e ku vê grevê bi berfirehî bidomîne û ji niha ve her kesî xwe ji berdêlên giran re amade kiriye.
Di vê gotarê de jî, em ê li ser hinek şaşiyên ku di demên wiha de derdikevin holê nirxandinan bikim.
Di serî de hêjayî gotinê ye ku Facebook û Twitter di çalakiyên wiha de riya herî berfireh a agahdariyê ye û gelek caran ji ajansan bêhtir kîtekîtan dirêjî girseyan dike. Dîsa jî ji bo provakasyon û çêkirina tevliheviyan cihekî bi derfet e, lê kurd ji hemû gelên Rojhilata Navîn polîtîktir e û provakasyonên kesî niha çavan natirsîne.
Di grevên birçîbûnê de yek ji xetereyên herî mezin bêdengî û bêxwedîtî be, ya din jî helwesta doktoran û dewletê ye. Dema girtî ji ser hişê xwe diçin, valahiyek çêdibe ku dewlet îdiaya "ew êdî nikare biryaran bide" pêşve bibe û mudaxaleya tibî bike. Di demên wiha de dewlet divê bi darê zorê girtiyan ji destê hevalên wan derxe. Hingê jî xetereyên dana canan çêdibe. Di roja 47'mîn de yek ji xetereyên girîng ku xuya dike jî ev e.
Çi dibe bila bibe, tişta herî aşkere ev e; ku girtiyan ji bo armanca xwe berdêlên mezin dane ber xwe û dê bidin jî. Ev berdêl dê can bin û ev can dê bibin sedema pêxistina agirekî. Helbet girtî naxwazin ku tiliya kesî xwîn bibe, lê ji ber ku kirinên dewletê ji dana canan zêdetir wan diêşîne, ev rê dane ber xwe.
Ji girtîgehan derketina tabûtan dê bibe sedem ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke bê veger dest pê bike. Konjonktur ji vê yekê re pir musaîd e. Piştî Misir, Lîbya û Sûrî psîkolojiya hemû gelên Rojhilata Navîn ne wekî berê ye. Van serhildanan bawerî dan gelên Rojhilata Navîn ku ew dikarin bi destê xwe her tiştî biguherin. Li Misrê digel her tiştî serhildan bê serok û rêveberî bû. Li Lîbya û li Sûrî jî wisa bû. Ji ber wê, di encama van serhildanan de û piştî hilweşîna îqtîdara van welatan, şer ranewestiya û tevlihevî neqediya. Îro jî li wan welatan pêdiviya serhildanê neqediyaye, lê hîn serhildaneke nû jî nestewiyaye. Çima ku, tişta nû ji tişta kevin ne çêtir e.
Îran, Tirkiye û heta Herêma Kurdistana Federal jî îro gumanan dikin ku dibe ew jî bi serhildanekê hilweşin. Ji ber vê sedemê ye ku li Bakurê Kurdistanê waliyên dewletê wekî cin ên ji hesin bitirsin ji konan ditirsin. Çima ku kon, li Misrê bû dawêr û nîşana navenda serhildanê. Îran û Tirkiye digel vê jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan tu reform û guhertinan çênakin. Berevajî wê, der barê kurdan de karaktera xwe ya qedexekar û astengkar didomînin. Tirkiye bi destpêka grevên birçîbûnê re îro hatiye asta herî krîtîk.
Îro li kuçeyên Tirkiyeyê girseyên bê armanc digerin. Ji dikanekê derdikevin, dikevin dikanek din. Di pêvajoya cejnê de, wekî ku tu tiştek tune be, amadehiyên cejnê kirin û cejna xwe pîroz kirin. Vê girsa ku wekî avekê bêhay û bêxeber diherike, wekî ku guh nade tu pirsgirêkan û tu tişt ne li ser bala wê ye, tevdigere. Keç û xortên ku destên wan di dest hev de, ji kafeyekê derdikevin û dikevin kafeyekê, li kolanan hevdu hembêz dikin û bêyî ku derdora xwe bibînin tevdigerin ji bo Tirkiyeyê xetereya herî mezin e. Ev girse, digel hemû gazî û hawaran beşdarî çalakiyan nabe û danakeve kolanan. Îro dewlet jî, polîsên dewletê jî gelekî kêfxweş in ku ev çalakî wiha bi girseyên biçûk pêk tên. Heta kêfxweş in ku bi mudaxaleyên biçûk van girseyan belav dikin.
Lê ev grevên birçîbûnê û berdêlên ku van girtiyan dane ber çavên xwe, dê wê girseya ku li tu tiştekî guhdar nake daxe kolanan. Ew girse wekî karaktera xwe, dema dakeve kolanan wekî niha bêrêxistin û wekî xwediyê cîhanê be tevdigere. Ew girse ji kesî re rihetiyê nahêle. Û dê hemû ruhê xwe yê maceraperest, hemû xweziyên xwe yên ji fîlmên Holywoodê girtine di kolanan de veberde. Ji hemû aliyên serhildanan bêhay û bêxeber e. Ya ku pir û têkiliyên her tiştî xera dike û tu riyên berê nahêle jî ew e.
Wisa xuya dike, dema Tirkiye dest bi reform û guhertinan bike, dê pir dereng be.
Hêvîdar im ez şaş bim.
Nîşe: Gelek tişt, helwest û kirin hene ku divê mirov rexne bike, lê ji ber hesasiya rewşê û pêvajoyê, belkî dengnekirin bixêrtir be. Bi hêviya ku her kes bihîstyar, guhdar û hişyar be.