Çîroka Dayîkê
Zarokek bû
di hembêza dayika xwe de
lê di nav dilekî bi birîn de veşarî.
Dayikê ji zaroka xwe re digot;
keça min tu dîsa şiyar mayî
ez dizanim çima xewa te nayê
de ka serê xwe deyne ser çokê
wê diya te ji te re bêje çîrokekê
“Hebû tunebû;
zarokeke nebûyî hebû
di zikê dayika xwe ya bi kul de
Hîn ronahiya rojê
rûyê dayika xwe ya bi kîn
û bi zilma sedan salan neqişandî nedîbû
Ji bo çixareyekê bû hedef
ji singoyên barbaran re
Bi zikê dayikê re
navoka wê jî hate birîn
Navê rojê zilim bû
navê rojê xwîn û mirin
tertele û hovîtî
Yên ji tertelê rizgarbûyî
nav li zarokê kirin
Navê wê bû Dêrsim...
Ne tenê ew roj
lê zêde ji du hezar salan
navê rojê nebû xweşî
Carna bû Qoçgirî
carna bû Agirî
carna Palo
carna Amed
carna Sason
û carna jî Geliyê Zîlan”
Û jiyanê dom kir
çîrokê jî
Ta sal 1984
germahiya havînê
nîvê meha tebaxê
Çîrok didomiya
lê rengê çîrokê guherî
dengê wê jî
Her tişt ser û bin bû
Bû tofan
bû bahoz
û navê rojê bû Egîd
Navê rojê Nûjiyan
Zarok mezin bûbû êdî
bi navê Zeynep
Bi çîrokên dayikan
timî halan û tim talan
Lê bi xwe dît nûjiyan
egîdên li çiyayên Kurdistan
Ew jî bû bazek ji refên bazan
û soz da gelê xwe
soz da dîrokê
da bibe tola sedê salan
Ji kûrahiya mêjiyê xwe
ji kesera dilê xwe derxist
navê xwe kire Zîlan
çû Dêrsima xopan
Dêrsima bav û kalan
Di nava dilê dijmin de bû volkan
teqiya û bû dîlan
Bû mirin ji bo mirinê
Bû jiyan
Çiya hatin ziman
Deşt qêriyan
Newal oriyan
Deng gihîşt asîmanên bê dawî
Ji wir gihîşt sultanê kerr
û weha bang kirin:
Ey melkemotê jiyana azad
dijminê koka min
gornebaşo!..
Ma tê gulebarandin xiyalên mirovan?
Tê vemirandin ronahiya çavên zarokan?
Qeyî tê birîn hêviyên sedan salan delaliya xezalan?
Naa!..
Hezar hezar carî na!..
Vaye gul dibişkifin
ji ber qêrîna hevala Zîlan
û dibin mizgîniya hêviyên salan
Mahabad F. Arda 1998.09.16 – Swîssre [email protected]