1. Tekst

  2. Gotar

  3. Sîdar Jîr
  4. ÊŞ Û AFİRANDİN
ÊŞ Û AFİRANDİN,êş,û,afi̇randi̇n

ÊŞ Û AFİRANDİN

A+ A-

Sîdar Jîr Gelek caran dema ku em têgih û hêmayan bi kar tînin, mumkin e ku em hin xalan ji bîr bikin an jî di ser guh re bavêjin û lê biçin. Hêrs û wêrekî jî du ji wan ên ku mumkin e em rist û peywira wan ji bîr bikin. Wekî gelek beşên hunerê wêje/nivîsandin jî xwedî taybetiyên xweser e. Ev xweseriya wêjeyê jî dihêle ku nivîskar têgih û hêmayan bi awayê cuda û xweser bi kar bîne. Di jiyana asayî de, hêrs û wêrekî her çiqas wekî têgihîştina destpêkê dijber xuya bikin jî di rastiya xwe de, nivîs anku wêje van her duyan bi awayekî henûn digihîne hev.

Wê hevsengiya ku hev aciz nekin, hev pûç nekin pêk tîne. Di rastiya xwe de hêrs û wêrekî ji heman malzarokê dizên. Yek xwe bi tiştên heyî yan jî yên borî re mijûl dike û zindî dihêle ku ew hêrs e û ya din yanî wêrekî jî hêz û enerjiya guherîn û veguuherînê ye. Ji ber vê yekê, di bikaranîna van her duyan de, wêjekar hostetiya xwe ya peyvan bi kar tîne û wê hevsengiyê derdixe holê. Dihêle ku her du hev xurtir bikin, şêntir û henûntir bikin. Sedema ku vê henûnî, hevsengiyê û hevxurtkirinê bi nivîskar dide afirandin êş bi xwe ye. Ji lew re hêrs û wêrekî ji hêviyê dizên û hêvî jî ji êşê dizê. Êş dibe maka hemû berheman…

Dema em bala xwe bidinê em ê bibînin ku nivîskar û hunermendên ku mayînde ne, zêmk û lana berhemên ku ew diafirînin êş e. Êş dike ku em xwe, derdora xwe, mirovan, xwezayê û her tiştî baştir hîs bikin û têbigihîjin. Êş dihêle ku afirînerî derkeve pêş. Ji ber ku nivîskar/wêjekar divê beriya her tiştî adil be da ku bikaribe êşê hîs bike. Dema ku êşê hîs neke nikare hêrs bibe û wêrekiyê bike. Ew êş dike ku wêjekar di giyanê xwe de, bi pênûsa xwe serhildêr be. Bergiyeke gelekî fireh û dirêj a wêjeyê heye ku dertê nava serhildanê. Li hemberî desthilatdarî û yên ku êşê didin kişandin heye. Di berhemên mayînde yên wêjeyî de helweseteke xurt, bi hêrseke xurt û bi wêrekî heye li hemberî desthilatdariyê… Jixwe heta ku wêje û huner, nivîskar û hunermend xwedî vê helwestê bin girîngiyeke wan a di civakê de heye. Ji ber ku helwesta li hemberî zordarî û desthilatdariyê yan jî li hemberî êşkişandina mirovan ne dermanê rehetbûnê lê qîrîna hayjêbûnê ye, banga hişyarkirinê ye. Mirovan û civakê ji êşê rizgar nake rasterast. Lê mirovan û civakê bi êşa wan dide hesandin, dike ku hay ji êşê hebin. Lewma jî hêrs û wêrekiya xwe bi êşa xwe xwedî dike, kedî dike.

Hevsengiya di navbera hêrs û wêrekiyê de pêk tîne. Di vê pêkanîna hevsengiya hêrs û wêrekiyê de hêvî dide der. Dema ku hêvî bide der, êş hinekî din aş dibe. Hêrs ku koka wê xwe digihîne êşê, wêrekiyê wêrektir dike. Hêrs ji bo veguherînê hêzê dide wêrekiyê û di heman demê de rê li ber serkeftinê vedike. Gelo kîjan berhema hunerî ku di bingeha wê de hêrs tune ye zû bi zû dikare mayinde be? Hêrsa li hemberî nakokiyên jiyanê, hêrsa li hemberî desthilatdariyê… Hêrsa ku lawazî û hejariyê qebûl nake. Afirandina piştî êşê, dihêle ku nivîskar bi çavekî dîtir li jiyan û cîhanê binihêre. Wêrekî jî ligel hêrsê dibe hêvî ji bo serhildana li hemberê fersata desthilat û desthilatparêz. Di vir de ya herî girîng, kontrolkirin û pêkanîna hevsengiya di nava hêrs û wêrekiyê de ye. Di taliyê de êş dibe zêmk û lana afirandinê.

Azadiya Welat


Gotinên miftehî :