Êşa Dayikek Ermenî
Ji komputerê dengê strana "Bililo" tê, Aram Tîgran dibêje.
Dayika
pîr ku çavên wê hûr bûne, li ber xwe dinihêre, kefa destê xwe di ser
merşa raxistî digerîne. Xwiya ye li gemarekê digere. Di nav kefa destê
xwe de gemarê zeft dike û dixe nav pêçiyên xwe:
- Ma qey
ev dinya dê xelas nebe, qey em ê hemû herin ber destê xwedê. Xwedê mezin
e, dê hesabê her tiştî ji van zaliman bipirse, ku bûn sedema ên wekî
Aram Tîgran evqas eziyetê bikişînin.
Di hundir de herkes bêdeng e, guhê wan li ser stranê, hişê wan li ser dîrok û jiyana Aram Tîgran e.
Çavên
hûr ên dayikê di paceya malê re li ronahiyekê digere, lê rûyê wê bi
ronahiyê kêfxweş nabe. Car bi car baweriya xwe dipeyitîne û dilê xwe pê
xweş dike:
- Dê xweda hesabê her tiştî ji van zaliman bipirse.
Dûre jinbûna wê tê hişê wê. Berê xwe dide mêrê xwe:
- Min jî pir ji ber destê te kişand! Gelo tê li dinya din çawa bisitirî ?!
Pilqînî bi zarokên wê dikeve, dikenin. Lê rûyê dayikê ewqas cidî ye ku tu ken nikare xwe li ber bigire:
- Zalim hemû wekî hev in, nûra xwedê di rûyê wan de nemaye.
Haya
me kesî jê tune ku dayê jî ermenî ye. Di tevkujiya Ermeniyan de ew li
vir maye, bi zarokatî lê xwedî derketine. Çima ku qîz e, gotine "em
bidin mêr dê neslê ermenî jê çênebe." Heke law bûya, belkî nefilitiya.
Piştî ku bûye qîz, bi xortekî malê re hatiye zewicandin. Niha herdu kal û pîr in. Ew jî misliman bûye. Di nav re carinan dibêje:
- Mala xwedê ava be ku ez bûm misliman, xwedê li min hate rehmê. Min ji xwe re riya rast nas kir. Mala xwedê ava.
Bi vê gotinê re ez jî pê dihesim ku ew ermenî ye. Êdî bi çavekî pir cudatir lêdinihêrim. Dixwazim doktorek bûma û min hemû birînên wê derman bikira. Dixwazim tiştekî awarte bûma û min hemû hesretên wê bi dawî bikira.
Her ku pîrê diaxive mûyên canê min dibin wekî şûjinan.
Kesî ji bo ermenîbûna wê zilm lê nekiriye, lê jin e û hemû jin ji destê
mêran dikişînin. Lê ji bilî kul û birîna wê ya jinbûnê, birîna wê ye
ermenkî jî heye. Dê û bavên wê her yek çîrokek in, xwişk û bira, gund û
war.
Ji komputerê dengê strana Bilbilo tê.
Bilbilo îro em
in, lê do ermenî bûn. Her wekî ku Aram dibêje, hemû perîşan bûn, ketin
ser riyan. Hêlîna wan hate xerakirin. Bê cih û war ji vî welatî
terkedinya bûn.
Ez xwe nagirim êdî, dipirsim:
- Ma kurd jî beşdarî tevkujiya ermeniyan bûn gelo? Çi tê bîra te?
- Ez zarok bûm lawo! Ma çi tê bîra min! Lê kurda ez stirandim. Roma reş kes nedihişt. Hin axa maxa, kûçikên nav firaxa jî dabûn tengala wan. Lê kurmancên feqîr ji xwe'r di halê xwe de bûn lawo.
Gotina wê dilê min rihet nake. Ez dizanim ku bi xapandinên olî û aborî gelek kurdan beşdariya vê yekê kirine. Li gundekî navçeya Dîcle ya Amedê bi qasî saetekê min li yextiyaran guhdarî kiribû, dema çîroka kuştinên wan vedigotin.
Aram Tîgran jî yek ji wî nifşî bû. Dîtyar û dozdarê
wan rojan bû. Wekî Garabatê Xaço. Hemû kal bûn, îcar yek bi yek ji vê
cîhanê koç dibin. Vê cîhana ne bêziman, lê herkes jê fam nake. Vê cîhana
ne bêhelwest, lê kes nabîne.
Dayika ermenî her ku devê xwe
vedike em dikevin nav reh û şaxên felsefeyê. Yek behsa xwedê dike, yê
din materyalîzmê tîne bîra xwe. Yek behsa têkoşîna mirovan dike, yê din
hesabê Xwedê tîne bîra xwe û her tiştî ji wî re dihêle.
Dayê di ber xwe de dibêje:
-
Min jî serê xwe daniya (bimirima), ez ê ji xwe re rihet bibûma. Bi
qurbana xwedê bim, êdî bes e. Heke ji bo çi em şandibin vê cîhanê êdî
bes e. Tu êş, elem, zilm û kedereke ku me nekişandî nema. Tu birçîbûn,
tunebûn, feqîrî, xizanî û bêderfetiya me nedît nema. Tu nexweşî, elem,
kul, birîn û derdê ku me nedît nema.
Çavên xwe dikute ronahiya pacê:
- Çav jî nema dibînin.
Bi vê gotina wê re ceryana Xerafa ya Qoserê jî çû:
- Çi bû, çi bû?
- Ceyan çû dayê!
- Ey de qey gor jî tiştekî a wiha tarî ye.
Berê xwe dide aliyê kalo, ji tariyê re dibêje:
-
Ceryan çû, dengê Aram jî biliya. Xwedê temenekî dirêj bide wî. Em ê
bimirin, lê ew ê bimîne ebedî. Dengê êş û elema me dê wekî alayekê li
ser serê zalimên wekî te kil bibe, li ba bibe.