Îna Bi Xêr an Yekşema Bi Xwîn?
Pêwîst nake mirov vebêje ka pirsgirêka kurd çend hukûmet kevin kiriye, çend Serokwezîr guherandiye û bûye şahidê çend derbeyên leşkerî. Yên polîtîkayên eglekirinê û tunekirin û înkarkirinê pêk anîne, di heman çalî de ji xwe re cî dîtine ku ev nehatine jibîrkirin. Ji aliyê din ve, li gel ku gumanên derdorên çep û sosyalîst hene derbarê pêvajoya aştiyê de û ev dikare bê famkirin jî, divê bê gotin ku gavên têne avêtin, di bin rastiya dorpêçkirina Şemzînanê, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan pêk hatin, bêencammayîna operasyonên di bin navê KCKê de dihatine pêkanîn û li Rojava bidestxistina kurdan a statuyekê de pêk tên. Eger çareseriyek bibe, divê nirxandin û nêzîkahî, li ser vê bingehê bin.
Derketina ji derveyê sînoran çewa dibe?
Em bi pirsekê dest pê bikin: Li gel ku pîlansaziyeke berçav a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameyên ku dane heyetan de hene jî, Ji bilî lîsteya ´Rûspiyan´ pê ve, tu daxuyaniyek, an xebateke din a AKPê ya derbarê ku bernameyeke wê heye de bûye? Em dev ji daxuyaniyên mîna ”Kuro gaza raya giştî ya tirk digirin” berdin jî, gelo daxuyaniyên berdevkên Serokwezaretê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yên derbarê ”bêçekbûyîn”ê de, ne çareseriyê lê xala tunekirinê di dest xwe de nagirin? Hevoka ”Dê çekên xwe deynin û biçin, an na em dê mudaxele bikin”, di raya giştî ya kurd de mîna amadekariya dubarekirina pêvajoya 99´an tê famkirin ku di vekişîna hêzên çekdar ên PKKê de wê demê xwestin wan tune bikin, lê bi ser neketin. Dema mirov li vegotinên gerîllayên ku wê demê jiyane dinihêre, pir aşkere diyar e ku PKKyî bê çek bin, dê bi dehan carî ji wê demê zêdetir kuştin pêk bên. Tevgera kurd ji ber vê rastiyê jî, peyama; ”Bi xweziyan mirov nagihêje baqê keziyan” dide. Hevoka Ocalan ”Divê Meclîs têkilî vî karî be”, di vir de pir grîng e û di pêşkeftina çareseriyekê de, gava yekem e. Eger bi pêş bikeve, dê gava dawîn jî dîsa ew be.
Parlamenterên BDPê dikarin bêne girtin?
Niha muzakereyeke îlegal heye ku hewl didin bi tevgera kurd bidine pejirandin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan bi hevdîtinên ne fermî û ne tomarkirî û bi gavên ne qanûnî, wisa difikire ku dê bikaribe navê ”aştî”yê li vê zaroka mirî çêbûyî bike. Di vê demê de ku derbarê pêdiviya ku divê çek rawestin û raman biaxivin de guftûgoh têne kirin; bêrol û ji dervehiştina meclîsê, ramanê xurt dike gelo? An gelo bi ray û baweriya we, niha garantiya kîjan ”maf”ên ku ji sala 2002´an û vir ve lutûf kirine û dane heye? Nema ku qanûn, bi destê kesên qanûnê bi rêve dibin ve tê binpêkirin ku ev dibe sûc. Mînak; TRT 6´a ku di erd û asîmanan de bi cî nekirin, niha weşaneka qaçax, ango neqanûnî dike. Mijara pêşvebirina kurdî jî ku îdîa dikin bi pêş dikeve, ne xwedî zemîneke qanûnî ye. Her wiha hewl didin ku vê pêvajoyê jî, di vê ava korsan re bidine derbaskirin. Parlamenterên BDPê yên bi Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan re hevdîtinan dikin jî, piştî 3 mehên din bi sedema ku ”qasidiya rêxistinê dikin” dikarin bêne girtin, li gor qanûna bingehîn a îroj. Parêzerên ku girêdayê Buroya Huqûqê ya Sedsalê kar dikirin, ji ber bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinan kirin û van hevdîtinan bi çapemeniyê re parve kirin, ev ji salekê zêdetir e ne girtîne gelo? Gavên ku li gor polîtîkayên rojane û bi destûra Serokwezîr têne pêşxistin û tu bingeheka wan a qanûnî tune, tu bawerî jî nade gelê kurd.
IRA-PKK û Good Friday
Pêvajoyên muzakereyan ên li cîhanê bi pêş ketin û bi encam bûn an jî nêzî encamê bûne, bi temamî bi biryarên ku li meclîsan hatin girtin û qanûnên ku hatin derxistin pêk hatin. Di sala 1998´an de, di encama dan û stendinên bi Artêşa Komarger a Îrlandayê (IRA) re de, li parlamentoyên Îngiltere û Îrlandayê, li ser peymanek bi navê Good Friday, lihevkirinek pêk hat. Dema mirov li xalên vê peymanê binihêre, dê mirov bibîne ku ji bo nifteya çareseriyê, gavên ku ji aliyê tevgera kurd ve mîna sereke têne dîtin û ev xal, dişibine hev. Bi qanûneke ku di parlamentoya Îngiltereyê û ya Îrlandayê de hatiye pejirandin, milîtanên IRA´yê, ji bilî ku bikevine ber cezayekê, dê bêne bêçekkirin. Bi sedan îrlandiyê ku tu girêdana wan bi IRA´yê re nebûye û hatine kuştin, ji mirovên wan dê di asta herî bilind de lêborîn bê xwestin. Rayedariya Îngiltereyê ya siyasî, edlî û leşkerî ya li ser axa Îrlandayê dê bê tengkirin. Hukûmeta Îngiltereyê, ji mafê çarenûsiya (Self determination) Îrlandayê re bi rêz e.
Bêyî ku mirov pêdivî bibîne û li xalên din ên vê peymanê binihêre, mirov dibîne ka lingên pêşîn ên mijara herî populer ku tê nîqaşkirin ”bêçekbûn”ê çewa çê dibin. Di sala 2005an de, di ser re 7 sal derbas bûbû û piştî piraniya milîtanên IRA´yê serbest hatin berdan, IRA´yê çekên xwe radestî komîsyoneke serbixwe kir. Hêzên Ulsterê jî ku ji aliyê îngilizan ve li dijî IRA´yê ji bo kiryarên kontrayî dihatine koordînekirin jî, çekên xwe radestî heman komîsyonî kirin.
Hêzên Ulsterê ku bi kiryarên kontrayî, li dijî IRA´yê suîqestan pêk dianîn, di pêvajoya aştiyê de hatine bişkaftin û aşkerekirin. Her wiha hatin bêçekkirin û belavkirin. Lê dewleta tirk, di pêvajoya çareseriyê de, ji bo zêdekirina hejmara cerdevanan bang dike.
Her çendî hejmareke zelal neyê dayîn jî, di pêvajoya muzakereyên bi IRAyê re de zêdetir ji 3 hezar girtiyên siyasî serbest hatine berdan û biryara girtina endamên IRAyê ku li wan digeriyan jî, hate rakirin. Lê Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê, dîsa di vê pêvajoyê de, mîna ku mizgîniyek bide, radigihîne ku heya gulana sala 2014´an, li bajarên kurdan dê 64 girtîgehên nû bêne temamkirin. Piştî ku pêvajoya serbestberdana girtiyên siyasî 7 sal ajot, IRAyê çekên xwe radestî komîsyona serbixwe kir. Lê li Tirkiyeyê, operasyonên siyasî, di pêvajoya muzakereyan de jî didome û hukûmet daxwaz dike ku PKK çekên xwe deyne û bê çek ji sînoran derkeve û çareseriyeke bi vî rengî pêş dibîne. Parlamenterê Sinn Féinê Raymond McCartney ku di muzakereyên IRA´yê de cî girtiye, wiha dibêje: ”Di mijara danîna çekan de, divê ji destpêkê ve şertên pêş neyêne danîn û rewşeke ku yê hember radest bibe, neyê afirandin. Lewra ji xwe ev tişt dikarin bibine hêmanên ku pêvajoyê bifetisînin.”
Di pêvajoya çareseriya IRA´yê de ku meclîsa Îngiltereyê ji Îrlandiyên di sala 1972´yan de li bajarê Derryê hatin qetilkirin di asta herî bilind de lêborîn xwest, îrlandî li hember vê rewşa berçav bi hêvî hatin dagirtin, lê xwîna li destê kujerên komkujiya Roboskiyê, bi destê meclîsa tirk hat paqijkirin, di vê pêvajoya çareseriyê de. Dema rewş ev be, gelê kurd dê çewa ewlehî û garantiyeke qanûnî nexwaze?
Di pêvajoya çareseriya IRA´yê de, Komîsyona Mafên Mirovan a Îrlandayê hat damezirandin û ev komîsyon di destpêkê de li ser dagirkeriya îngilizan û komkujiyên salên 69´an û 72´yan rawestiya, rûbirûbûnek pêk anî. Hat aşkerekirin ku teqînên di adara sala 1969an de yên li Belfastê ku hewl dan bikine stuyê IRA´yê, ji aliyê Hêzên Dilxwaz ên Ulsterê ve ku ji aliyê Îngiltereyê ve dihatine organîzekirin, hatine pêkanîn û bi vî rengî, rê li ber kiryarên nû yên kontrayî hate girtin. Komîsyona hatibû avakirin jî, li gor Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, hewl dida dawî li pêlêkirinên mafên mirovan bîne. Daxuyaniya Tevgera kurd û Serokayetiya wê Ocalan a derbarê avakirina Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan de jî, dibe daxwazek ji bo rohnîkirina komkujiyên ji 1938 Dêrsimê bigire heya 2011 Roboskiyê. Her wiha ji bo komkujiyên nû pêk neyên.
Piştî mafê çarenûsiyê bû xaleka vê peymanê, di rêveberiya Sinn Feinê de pêvajoya çareserkirina pirsgirêkên aborî û rêxistinî dest pê kir. Di vê roja me de jî ku BDP di muzakereyan de roleka çalak dilîze û bi amadekirina pêşniyazqanûnê re ji dewletê daxwaza rêveberiyeke ademî navendî dike ku ev xaleka grîng e ku divê bê pejirandin.
Her gavên di pêvajoya muzakereyên bi IRA´yê re de hatin avêtin, ji aliyê komisyona ku li meclîsê hatibû avakirin ve hat birêvebirin û bi derxistina qanûnan re jî, bingeha van gavan dihate ewlekirin û zeximkirin ku mîlîtanên IRAyê jî, di vê pêvajoya salên dirêj de, çekên xwe bi vî rengî karîn çal bikin û derbasî qadeka bêyî şidet, qada legal bibin. Hukûmeta AKPê û Serokwezîrê Tirkiyeyê R.T Erdogan eger dixwazin bi Qanûneka Bingehîn, bi aştiyeke mayende bibine welatekî demokratîk, divê dev ji siyaseta eglekirinê berdin û mînakên li dinyayê bigirin û deynine ser maseyê. Rêberê Gelê Kurd Ocalan, perspektîfa ku dişibe peymana Goog Friday û li gor mercên Tirkiyeyê dikare pêk bê, diyar kir. Rêbaza nû ya bê çek a Tevgera Kurd, di raya giştî ya cîhanê de pir hat axaftin û pêşniyaza çareseriyê ji aliyê derdoreka pir berfireh ve jî hat destekkirin. Eger Serokwezîrê Tirkiyeyê û hukûmeta tirk bixwaze, dê ji vê re bêje ”Îniya bi Xêr” û di zemîna meclîsê de bi lihevkirinekê û bi Qanûneka nû ya Bingehîn jî teşeyekê bidê. An jî ”Yekşemên bi Xwîn” ên bi serhildanên gel re di nîzama nû ya Rojhilata Navîn de rû dan, di demeke ne pir dereng de dê li me jî biqewime.
Berxwedan Yaruk 2013-03-07