Îrfan Qehreman e
Di nav yekîneyeke gerîla de bi navê Îrfan şervanek heye. Bi tirkî û kurdî xwendin û nivîsandina wî tune. Lê pênûs û lênûskê ji fermandarê yekîneyê dixwaze ji bo fermana serok bi cih bîne.
Fermandar ji ber ku xwendin û nivîsandina Îrfan tune, daxwaza lênûsk û pênûsê bi cih nayne. Îrfan çendek carên din jî dixwaze, lê bi ser nakeve.
Şevekê cil û bergên leşkerî girêdide û baregeha gerîlayan diterikîne. Bi qonaxa 5 saetan dimeşe, dihere bajarekî pêşmergeyan. Der û dora xwe xweşik qoleçan dike û diçe dikaneke li ser rê. Ji dikandar têra hemû hevalên xwe pênûs û lênûskan distîne. Ji dikandar re jî dibêje "Ez karker im, pere bi min re tune. Rojekê ku te berpirsiyarê me yê aboriyê dît, perê van alavan ji wî bistîne."
Di vê navberê de fermandarê yekîneyê firara Îrfan daye. Dema ku Îrfan vedigere baregehê, nobedar wan Îran digire û dibe cem fermandar. Fermandar jî cezayê girtinê lê dibire. Îrfan dimîne di sepanê de.
Piştî du-sê rojan ji Biryargeha Navendî fermandarek tê. Piştî hilma xwe vedike li Îrfan dipirse. Şervan jî dibêjin ku rewşa Îrfan ji vir heta vir e û ew niha girtî ye. Li ser vê yekê Femandar dibêje:
"Herin Îrfan bînin û berdin. Camêr bi derfetên xwe çûye ji we hemûyan re pênûs û lênûsk aniye. Hûn jî ceza didin wî."
Jan ÇIYA