Îsmail Beşîkçi di pencereya kî re li Şengalê dinihêre?!
Di 01.02.2017 de, birêz Beşîkçi nirxandineke dirêj û berfireh li ser romana Metîn Aktaş, a bi navê "Yezda" û tevkujiya Şengalê ya 03.08.2014 an de ku ji hêla DAIŞ ê ve hâte kirin, kiri ye. Ev nivîsa mijara gotinê, di hinek malperên intrenetê de hatiye belav kirin. Ên ku bixwazin dikarin peyda bikin.
Berî her tiştî, ez Beşîkçî weke kesekî qedirgiran, civaknas, sosyologekî xwedan bext, ku tenê bi mijarên zanistî re eleqedar dibe û gelek xizmet ji bo gelê kurd kirine, dinasim. Min dixwest ew di xeyala min de her wisa pak bimaya!
Em tev dizanim, ku birêz Beşikçi, ji bo van xebatên xwe, gelek berdêlên giran dane. Nîvê temenê xwe di zîndan û girtîgehan de derbas kiriye. Helbet ev ciyê hurmet û rêzgirtinê ye.
Lêbelê wî bi vê nivîsa dawîn a mijara gotinê, berovaji rastiya xwe derketiye, bi xwe xwe pûç û vale derxistiye.
Binêrin, qaşo wî li ser romana Yezda nivisiye. Lê ew gelekî ji naveroka romanê derbas bûye, çûye ketiye nava şîroveyên siyasî û rexneyên bê wate. Di mijara ravekirina pirtûkê de, li ser hinek beşan bê hed û hesab bi berfirehî rawestiyaye û di ser henek beşên pirr girîng re (wek mijara hezên YPG ê ku çawa bi xwîna xwe ji Êzdiyan rê korîdor vekirin, bi deh hezaran Êzdiyên bê çare ji mirinê rizgarkirin) hilawistiye, bi hevokeke kin qedandiye.
Nirxandineke bi vê nolê, naşibe nirxandina yekî xwedan bext, serbixwe û civakanas. Ev nirxandin, mîna deqeke reş mora xwe li bextê rewşenbîriya Beşîkçi xistiye. Ji xêra xweziyan re Beşîkçi nirxandinek weha bêyom nekiribûna û asta duristiya xwe şêlû nekiribûya.
Beşîkçî, li vir, ne tespîtên siyasî dike, wî hewil daye ku gunehên PDK ê (Ku di 03.08.2014 de pişta xwe da Êzdiyan, xiyanet kir. Ew teslîmî DAIŞ ê kirin) hinekî sivik bike û li şûna wê PKK tewanbar dike. Helbet ez naxwazim bibêjim, ku Beşîkçi naxwaze coka ku av tê re tê ser aşê "Weqfa Beşîkçî" bixetime. Lê wer diyar dibe ku, wî pênûsa zanistê dinivîse û a siyasetê li hev xelitandiye.
Ez ê li vir tenê li ser çend xalên girîng rawestim.
1- Beşîkçî, di şîroveya romana Yezda de, bêalî nemaye, aliyek parastiye, yek jî înkar kiriye. Ev helwest, bivê nevê bextê rewşenbîriyê birîn dike. Ji ber ku, wî di ser mijara herî girîng re qevastiye. Durist nêzîk mijarê nebûye, li gorî hinek hesabên siyasî nirxandin pêşxistiye. Ev jî şik û gumanê dixîne ser nirxandina wî. Ji ber ku nirxandin ne heqaneye.
2- Di şîroveya nirxandina tevkujiya Şengalê de Beşîkçî, dibêje, roja 03.08.2014 an hikûmeta Iraqê ji parastina Şengalê berpirsyarê bû. Dibêje, hikûmeta Iraqê Êzdî neparast. Di vir de pirr bi zelalî diyar dibe ku, Beşîkçî di vê mijarê de xwedan agahiyên şaş e. An di pencereya PDK ê re li mijarê dinihêre, an jî xwedan agahiyên şaş e. Di her du halanda jî nirxandin yek aliye. Ji ber ku ne li nava Şengalê, ne jî li derdorên wê, di dema tevkujiyê de tu hêzeke hikûmeta Bexdaye ne ya siyasî ne jî a leşkerî hebû. Çavkaniya vê agahiyê ji ciyekî qest e.
Her çiqas wê demê di hêla fermî de Şengal li ser Mûsilê dihate hesibandin jî, qaymikamê Şengalê û midûrê navçeya Sinûnê her du jî endamên PDK ê bûn. Ji bilî PDK tu hêzeke din nikarîbû li herêmê liv û tevgêrekê bike. Her tişt, heta bi qaçaxiya li ser sînorê Rojava jî di bin Kontrolle PDK ê de bû. Yek leşkereki artêşa Iraqê jî parastina Şengalê nedikir. Li herêmê tenê pêşmergeyên PDK ê hebûn û miaş ji hikûmeta navendî werdigirtin. A rastî, di dema tevkujiyê de ji parastina Şengalê ne artêşa Iraqê, di dereceya yekê de pêşmergeyën PDK ê berpirsyarbûn.
3- PDK, bi dewleta Tirk re heta bi qirikê di nava têkiliyên qirêj ên eşkere û dizî de ye. PDK bi vê jî nemane leşkerên Tirk aniye li ser axa Başûr bi cih kiriye. Lê birêz Beşîkçî ji vê rewşê qet nerihet nabe. Rojekê ji rojan rexne li PDK ê nekiriye. Lê heman Beşîkçî, ji mayina hêzên PKK li Şengalê acize û rexne dike. YBŞ ê jî ji ber pêwendiyên bi PKK ê re û xwedê giravî bi "Haşdi Şab î re " tewanbar dike.
Mirovekî endamê partiyeke siyasî be, belkî mafê wî hebe rexneyên wisa bike. Mînak, eger Eli Ewnî, an Qadir Qaçax ev nivis nivisîbûya, gazin jê nedibû. Ciyê wan û karên ku pê radibin diyar e. Lê yekî wek Beşîkçi, gava dikeve nava rewşeke wisa kambax, di heman demê de ew bi vê kirina xwe, helwesteke li derveyî exlaqê zanistê raber dike. Jixwe ewil şik û gumanê dadixe ser navê xwe. Ev jî ciyê mixabiniyê ye.
Îbrahîm Osman
4.2.2017