1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. ŞEVA QAQINDOSKÊ Û SERSALA KURDAN
ŞEVA QAQINDOSKÊ Û SERSALA KURDAN,şeva,qaqindoskê,û,sersala,kurdan

ŞEVA QAQINDOSKÊ Û SERSALA KURDAN

Li Kurdistanê serêsalê di şeva 14'ê meha Çile de tê pîrozkirin

A+ A-

 

Kurd, ji vê şevê re Qaqindosk dibêjin.

Peyva Qaqindoskê koka navê xwe ji Kakilêgûzê digire.

 

Di rastiya xwe de navê vê şevê Kakilgûz e.

 

Wekî gelek peyvên me ev jî bi demê re hatiye ristin û di nav gel de wek Qaqindosk belav bûye.

 

Ji bo ku taybetmendiyên vê şevê xwarinên bi kakil in û xwarina sereke gûz e jê re gotine Kakilgûz.

 

Ji bilî Gûzê, fêkiyên wek, Behîv, Tûyên Hişk, Mewij, Nokên Qûmê, kakilê qawindê, Kakilê Zebeşê, Hêjîr, Leblebû, Bastêx, Meşlûl û Kesme xwarinên vê şevê ne.

 

Pirahiya xwarinên Qaqindoskê bi tiriyê ve têkildarin.

Meşlûl, Bastêx, Dims, Mewij û Kesme bi xwe ji şîreya tiriyê têne çêkirin.

 

Wekî din hişkemêweyê wek Gûz, Behîv, Hêjîr, Leblebû, Tûyê Hişk û Nokê qûmê jî hemû bi kakil in. 

 

Meşlûl bi gûza tê çêkirin, bastêx, pê behîv, nokên qûmê, leblebû û tûyê hişk tê xwarin, hêjîr, mewij, kakilê qawindê û kakilê zebeşê jî bi serê xwe têne xwarin.

 

Ji Ristemê Zal heta Dewrêşê Evdî, bavê me kalê me, bi hezar salane sala nû di vê şevê de pêşwazî kirine û hê jî dikin..

 

Şeva 14"ê meha Çile, ji bo me kurdan destpêka sala nû ye.

 

Di vê şevê de dîwanên dengbêjan û qonaxên çîrokbêjan têne lidarxistin.

 

Dayîk, qîz û bûkên me berpirsiyariya amadekirina pîrozbahiyê di vê şevê de digrin ser milê xwe û xwarin û vexwarinan ew amade dikin.

 

Zarokên temenê wan 13,14 salî ne sûretê xwe rengûreng xêz dikin û dikevin nava gund, mal bi mal li Qaqindoskê digerin.

 

Zarok, di vê şevê de yekê ji nav xwe dikin Xizir û bi mûyê mêşin û bizinan ser û gohê wî dixemilînin û piştre bi qinûtik û pêkenokan wî mal bi mal digerinîn.

 

Di vê şevê de, xwarin û vexwarinên têne amadekirin li der û cîranan têne belavkirin û dilmayîn û xeydaniyên navbera wan têne pûç kirin.

 

Yek ji taybetmendiyên vê şevê ev e ku, zarok divê biçin her malê û li Qaqindoskê bigerin..

 

Ji her malekî cûreyekî fêkiyên hişk yên bi kakil berhev dikin û li malekî dicivin bi dilşadî dixwin.

 

Di zivistanên zor û zehmet de, dema zarok li nav gund û gundikan digerin wê şevê wek festîvalekî heta destê sibê zindî ye..

 

Dengê zarokan bi gotina taybet a vê şevê "Serê salê binê salê, xweda lawek/qîzek bide vê malê " li şevê belav dibe.

 

Gotina "Serê salê binê salê, xweda lawek/qîzek bide vê malê" li gor rewşa xwediyê malê tê gotin.

 

Heger, mala ku zarok li deriyê bixin, zarokên wan ê law tune bin dibêjin, "Serê salê binê salê, xweda lawek bide vê malê" 

 

Heger qîzê wê malê tunebin, dibêjin "Serê salê binê salê, xweda qîzek bide vê malê" 

 

Car caran jî, zarok dibêjin "Serê salê binê salê, xwedê tifaqê bike vê malê"

 

Her weha gotinên li gor dilê malikê tînin zimên û germahiya xwe nîşanî şêniyên malê didin.

 

Zarokên, bêne heskirin bi xwarinên taybet têne pêşwazî kirin lê yên neyên heskirin bi şekirê çay têne oxirkirin, ev jî bêhurmetiya şevê ye û sebebê dilşikandina zarokan e.

 

Carna jî, ji dilreşî zarok destvala têne şandin û zarok nifirên xwe li xwediyê malê bi gotinên "Serê salê binê salê, xweda xira bike vê malê" dikin.

 

Ev jî dibe sebebê ku bi salan zarok di bin bandora vê bêqimişiyê de bimînin û tu caran ji bîr nekin.

 

Pîrên temendirêj di vî warî de zêdetir merdî dikin û bi çengan nok, mewij û leblebû didin zarokan û wan birêdikin.

 

 

Kalên heftê heştê salî jî vê şevê ser û gohê xwe paqij dikin, rûyê xwe şeh dikin, li dîwanan rûdinin û ji civatê re çîrokan dibêjin..

 

Taybetmendiya çîrok û klamên di vê şevê têne gotin tunene, kî çi di kîsê wî de hebe radixe ber çavan.

 

Dema yek klamekî bêje, hemû kesên li dîwanê rûniştî pê re neqil dikin û bihevdû re serî dihejînin.

 

Piştî çîrok û klam li dîwan û qonaxan xelas dibin herkes belav dibe û diçin mala xwe.

 

Helbestvanê hêja û qedirbilind rêzdar Hasan Harranî li gor wateya vê şevê helbestekî bi navê Sersalê honandiye.

 

Gotinên helbestê wiha ne...

 

SERSAL

 

Werin zarokino îşev sersal e

Salek bihurî salek nû li va ye

Îşev sersal e berf li dar û bera ye

Zarokino werin pîroz ev roj hêja ye

 

Sersal e zarok derketin kuçe û kolan e

Kom dikin kakil û mewij û gûzan e

Hewa sar û serma be jî li dil rehman e

Kêf û şahî xweş e li gel keç û xortan e

 

Zaroka bang dikir digotin serê salê

Binê salê xwedê lawikek bide vê malê

Bûkên teze jinên bêzar şabûn ji hal ê

Sersal hêvî û zêdebûn be ji bo mal ê

 

Gotin me kir Qaqindoskê vê salê

Peyvê ji kakil û goz tê ji dema Ristemê Zal ê 

Hersal bi vî navî pîroz dikin sersal ê

Zarok bi kêf şa ne ligel mal û eyal ê

 

 

Mordem Zel

13/01/2019 Amed