
ŞIKEFTA ÇILEXANE
Azad Bariş/Îbrahîm Osman
Ew der ne cîwar û sitargeheke ku tenê bi lat û zinaran hatiye rapêçan, di heman demê de ew bi xwe pencereyeke ku ji quncikê giyana mirov ciyê herî tarî re berbî ronkayiyê vedibe. Li vê derê dem, di nava bêdengiyeke pir giran de diherife û dilop bi dilop dihele; fikir li vê derê xwe wedugehzîne bêdengiya kurtepistê, di encamê de dil li xwe vedigere û dengê xwe yê zîz ji kûrayiya pîr û pak dibihîze.
Ev der şikeftek wisa ye ku, pîr’ek, zanayek, koçekek, micêwrek yan jî dunavekî bi kulik û xerqe di rêwîtiya xwenasiye, ya li xweşikandinê bi tikutenê de, bi ezmûn tê ceribandin. Li vêderê, aramî ta bi ta, hevde bi hevde tê hûnandin, giyan bi êgir tê şuştin û parzinandin, ev der warekî wehaye ku qudreta Îlahî bi heftrengî lê olaneke evdênî dide.
Kesê ku tê vê derê tenê bi dîwarên kevir re rû bi rû nabe, ew bi zinar û newalên hundir xwe de jî rû bi rû dimîne; ê ku bi serkeftî û ji nûve vejiyaî ji vir derdikeve jî, bi mora heqîqetê ya giran mohrkirî derdikeve.
Pîroziya vê şikeftê ne tenê ji ber şop û rîtuelên reseniyên ola Ezdayî lê hatine ji bîrkirin tê, na, ji ber ku ev der rê dide mirov ku berbî deriyê xwenasiyê ve biçe û xwe bigihîne cewherê hundur xwe û xwe veguherîne tê. Ev der, ji bo ku mirov ji zinîrên nefsê ên giran rizgar bibe, cihekî bi êş û azaran hatiye sitrandin. Eynî mîna Zerdeştê zanayê gerdûnê yê destpêkê, beriya ku bijigihîje wahiyê çawa bi salan xwe avêt himêza tenêtiya çiyayan, surr û razeke şikefta Çilexane jî ya wisa bêhempa heye.
Ev war, deverke wisaye ku mirov lê huşdibe û dil li xwediyê xwe yê rast vedigere. Ên ku ji heyteholê direvin û xwe davêjin himêza bêdengiyê, roj li vir bi deziyê sebir û aramiyê tên hûnandin, şev li vê derê nevsên takekesî ko dikin û arezûyên zayendî li vir zirav zirav dihilin heta ku bi giştî tune dibin. Di lîteratora Ezdayî de navê vê li xwe şikandine. Ev pirayeke ku di navbera bîranîn û jibîrkirinê de hilweşiyaye, ango mabede û perstgeheke razan ya ku ji xweliya zemên afirîye. Rîsipîtiyeke (bilgelik) ku li lênûsa bîranînan ya qewmên kevnar hatiye neqişkirin, ev rawestgeheke ku mirov çirûsk û nûra hundir xwe ya veşartî lê kifş dike û rawstgeheke pîroz ya ku mirov ji bin barê heyînê ye giran difilite û giyana xwe dadiwerivîne.
Şikefta Çilexane, li Başûrê Kurdistan li herêma Behdînanê, li rohilatê çiyayê rêzeçiyayê Garê ye. Ew mîna surr û razekê di quncikê dilê çiyayan de bi bêdengî veşarti ye, ku tu lê neqelibe nabîne. Ev şikeft li serê çemê Xazir e. Ava rêbarê Xazir ji wir derdibe, hewz û sûlavan li pêş xwe çêdike û serberjêr berbî çarenûsa xwe diherike. Ava çemê xazir sipî mîna şîrê mêşinî ye. Hinekî dişibe ava Kaniya Sipî. Di nava niştecihên herêmê de ji bo ava Xazir weha dibêjin; “ev av li deverna têkilî ava kaniya spî dibe û tê parzinandin.”
Belê; çawa ku av axê pak dike û qudreta hêza jiyanê didi, ev şikefta Çilexane jî , deriyê pakkirina giyanî ye. Ev şikefta pîroz ku mîna kaniya ilimdara û tevna raza ye, nêzîkî bajarokê Şêladizê, Dêrelûk û Akrê ye. Gundê Kafiya û Çemankê yê herî nêzîkî şikeftêne.
Rêzeçiyayên derdorê mîna sûrên parastinê dergûşa şikevta Çilexanê di landika himêza xwe de dihejînin. Di demsalên biharan de dema mija spî ya mîstîkî bi evsûn dadikeve ser geliyê Xazir û ava mîna şîr dibin re bi nazenînî diherike, ev werdigere dirûvê rûyê pîrekî kalî rîspî yê gerdûnî û mirovan bi xwe re diherikîne lûtkeya hestên bexteweriya bê dawî…
Ji bo ku mirov fêm bike bê zeman çawa giyana mirovan mîna hevîr distirê, divê mirov nêta wan kesên ku gava destpêkê berbî Şikefta Çilexane davêjin bizanibe.
Di baweriya ola Ezdayî de cîhan, navbirreke ku divê mirov xwe lê biparzinîne û pak bike. Ji bo beden bê gemkirin, mirov nebe evdê hest û arezûyên xwe, giyan dawerive û bigihîjê hêza îlahî, divê li xewleyekî di himêza tenêtiyê de bimîne. Eynî mîna nebiyên ku beriya bigihîjin wahiyê çawa xwe davêtin bext û himêza tenêtiyê, rêwiyên pîrantiya Ezdayî jî wisa sînorekî datînin navbera xwe û cîhanê; bi vî hawî li xwe, li dengê hundirê xwe vedigeriyan, dipan heta ku di bêdengiya xirûxalî de dengê dilê xwe dibihîstin.
Tenêtiya ku Mûsa li çiyayê sîna, Îsa li çolê, Mihemed li şikefta Hîra dijiya, naveroka olandana bêdengiya li vir e. Ên ku li şikefta Çilexane derdiketin rêwîtiya xwenasî û xwe dawerivandinê, tenê bi dîwarên kevirî re rû bi rû nedibûn, wan newalên hundir xwe yên kûr jî didîtin. Ev şikeft, awêneyek bû ku giyan ji barên cihanî rizgar dikir û çirûska rastiyê nîşan dida. Her yekî ku mîna mirovên ji rêzê diketin hundir şikeftê, çil rojan di kûrayiya şikeftê ya tarî de bi dia û lêgerînê li ronkaya hundir xwe digeriyan heta ku didîtin ji hêza afrînêr re kemberbest dibûn. Di tûrikê wan de çil xurme û çil hêkên xaşandî hebûn. Rojê tenê hêkek û xurmeyek dixawrin pê li jînê diman. Ev ne tenê ezmûneke bedenê bû, ev rastiyeke wehabê ku giyan ji xwestek û arezûyên xwe ên bingehîn pak bibe. Ev bi zimanê olî “li xwe şikandin e.” Birçîbûn dibû sedem ku mirov li dijî xwestekên xwe yên zayendî û cîhanî li ber xwe bide, bêdengî jî dibû egera ku aqil û hişmendî ji tevliheviyê aram bibe daku fikir zelal bibe.
Armanca rêwîtiya ku ji bo vê derê dihat kirin ya bêdawî, hewildana ji bo giyana di nava dengên heyinê de xwe wendakirî, di xwe bibuhire û bigihîje heqîqeta îlahî. Her gaveke ku dihat avêtin girêkin deriyê dil ên girtî yek bi yek vedikir, raza vê rêwîtiyê ya herî mezin, di encamê de rêwî bi xwe xwe re rû bi rû dima.
Ev olan qîrîna Halacê Mansûr e ya ku digot; “En el heq” a lêgera hilma îlahî ya hundir mirove. Ên ku tên vêderê, ne ku hew tên dikevin nava dîwarên kevirî, ew berbî şikefta xwe ya rastîn ya bê ser û ber jî gav davêjin. Û eger bi sebir, dilsozî nefsa xwe di nav pizotê êgir re derbas bike, piştî çil rojan, wê dengê Xwedayê hundir xwe bi giyana xwe bibihîze. Ji ber ku heqîqet, ne li cîhana derve, di kûrayiya heyîna mirovan de veşartî bû. Mîna ku di metafora şikeftê ya platon de çêbû, mirov cîhanê bi siyan û xeyalan tê digihê. Lê gava mirov derdikeve derveyî şikeftê û digihîje ronkayê, wê çaxê rastî tê dîtin. Ên ku çil tojan li Çilexane diman, di nava tariya şikeftê de dipan heta ku ronkayiya rast didîtin. Ji ber ronkayiyên sixte ên cihana derve direviyan, di kûrayiya giyana xwe de li ronkayiya rastîn digeriyan. Tenêtiya li vê derê, ji bo rizgarbûna ji rastiyên civakî ên sixte, ev amrazek bû ji bo ku mirov xwe ji dîl bûna hişmendiyê bifilitîne. Piştî çil rojan, ew kesê ji şikeftê derdiket helbet wê ne ew kesê berêbûna. Êdî ewê ne tenê rêwiyekî ji rêzê, ewê bibûna rîspîyekî, yan pîrekî ku gihîştîye rexê heqîqetê. Lewre wî êdî xwe ji xwestek, arezû û pêdiviyên takekesî rizgar kirî, ji vê qonaxê û pê de yan ew Koçek e, yan Qewal e, yan micêwre yan jî zana û xizmetkarekî olî yê xwebexşî dunave.
Ev rêwîtî, ne rêwîtiyeke pakkirina takekesî ye, ev xeyala rêwîtiya mirovatiyê ya hebûnê bixwe ye. Ji bo yek bibe Pîr, divê berî her tiştî pîr û pak be. Ango pîranî û pakbûn mîna du têgehên cêwîne. Lê ev pakbûn wekî diyarî ji derve ve nayê ji mirov re, kes vê bi keda xwe bi dest dixîne. Ango bi xerqe û kulikên hinekan kes ne dibe Pîr, ne dunav, ne alim û ne jî pêşengê civakê. Pîrantî û lixweşikandin, bi şewitandina giyana xwe di êgir de, bi aram û sebir parzinandin û pakirinê û xwe giyandina ronkayiya hundir xwe pêkan e. Ev şikefta ku şopên bêhesab fermanan û ramanan li ser dîwar û reşquncikên wê nimiyane, cîwarekî bi delîlan diçespîne ku li xewlequncikekî tenêmayin pîrantî û rîspîtiyê pêşkêşî mirov dike û bêdengî, li xwe guhdarîkirin mamosteyê herî mezin e.
Dem û serdeman gelek ciyên pîroz li ser rûyê erdê raxistine, lê gelek ji wana neçarî jibîrkirinê kirine. Lê hinek ji vana eynî mîna mînaka ku li Girê Mirazan derket holê, wekî şahdeyên bêdeng ku rehên koka wan digihîje beriya 12 hezar sal derdikevin rûyê dinê. A şikefta Çilexane jî warekî weha ye. Dibe ku îro di rewşeke bêdeng û wêran de be. Lê belê, gava hûn destên xwe bi henûnî li ser wan dîwarên kevirî bigerînin, hûnê raza wan diayên ku ji serdeman herikinê û heta roja me hatine bibihîzin. Li vê derê şopên wan kesên ku heyamekî çavên xwe digirtin û berbî heqîqetê dimeşiyan heye. Ji ber ku ronayiya heqîqetê di sîngê mirov de veşartîye.
Û piştî gelek serdem û qurnan neviyên wan pîr, koçek û micêwranên ku dimeşiyan heqîqetê, ji nûve hatin vê şikefta bêxwedî ku bayê jî jibîrkiribû. Di tûrikên wan de ne libek xurme ne jî hêkek hebû; lê di ramanên wan de diaya qurnan ya lal û bêdeng hebû, şîret û temîniyên pîrên heyamên berê di dilê wan de olan dida. Di bin siya kevirên ku bi bêdengî diaxivîn de xwe sipartin raza şikeftê. Û careke din bi tenêtiya xwe li Xwedayê heqîqetê geriyan. Guh dan wan sur û razên bêdem li ser dîwarên şikeftê nimyabûn. Bizrê silametiyê yê di hundir de veşartî hildan û birin. Û pişt re, bi tîrêjên berbanga sibê re, bi dilên parzinandî, giyanên xwe bi êgir morkirin û berbî lûtkeya çiyayan dane rê û çûn. Yekî gava destpêkê avêt û yên din li pêy wî meşiyan. Ax ji binê piyên wan dişimitî, kurtepistên serdemên berê bi wan re hevaltî kir.
Siya wan kesên ku heyamekê li ser van keviran kemberbest dibûn, ên bi diayan hilm distandin, ên bi sebrê pijyabûn ket ser rê ya wan. Di encamê de alaya pîrê pîran dane ser milên xwe, berbî dilê wan çiyayên bi sebra Eyûb hatine stran ên ku bi rûmet li bende wan dipan ve meşiyan. Wilo meşiyan ku, bayê gobilîna xwe jibîr kir, geliyan hilma xwe ragirtin, zeman ji bo kêliyekê bi bêdawîtiyê serniximî bû. Asîman rawestiya, çiya lolijîn û kemberbest bûn û axê, axa dayika zayinê ya pîroz, ew raza ku bi qurnan di paşela xwe de vedişart, bi comerdiyeke bêhempa li ser sivreya rojê raxist.