Şerên dagirkeriyê û se(fe)riyên kurdan
Wekî tê zanîn ji destpêka yekemîn şerê cîhanê heta dawiya herba Çanakkale û herba Ûriz bi deh hezaran Kurd çûne seferiyê
Mordem ZEL
Di derbarê vê seferiyê de gelek çavkaniyên berevajî hene ku tê behskirin dibêjin rola kurdan di van herban de tune ye.
Hewceyê bibîrxistinê ye ku di vê pêvajoyê de bi hezaran mêr û mêrxasên kurd ji bo rizgarkirina axa tirkan di çeperên pêş de şer kirine.
Di derbarê hejmara kurdên ku di van herban de cîh girtine çavkaniyeke zelal tune ye.
Lê li gor gotinên bav û kalan, hejmara kesên beşdar bûne hindik zêde têne texmînkirin.
Weke mînak;
Tenê ji gundekî navçeya Licê ya Amedê (Husênik) 16 kes çûne seferiyê.
Ji van 16 kesan tenê 4 kes bi saxî vegeriyane û ji wan 4 kesan 3 kes di serhildana 1925'an de ji aliyê dewletê ve hatine kuştin.
Di derbarê aqibeta wan de li jêr ez ê pê behsbikim..
Ji mezreya Goma Xicîkan a girêdayê navçeya Licê ya Amedê 6 kes çûne û tu kes ji wan neziviriyê.
Hemû jin û bûkê wan jinebî mane.
Bêguman ji bo gundekî û mezreyekî piçûk ev hejmareke pirr zêde ye.
Îhtîmalekî mezine ku bi hezaran gund û gundikên wisa hene.
Di vê çarçoveyê de mirov dikare bêje ku bi gelemperî ji her gund û gundikên Kurdistanê beşdarbûnên bi vî qaydeyî çêbû ne.
Ji Goma Xicîkan, tevî Emerê Eyşikê, pênc zarokên apê hev çûne herba çanakkaleyê û nehatine.
Piştî nehatina wan Zeloya qîza Emerê Eyşikê û sê xwîşkê xwe Fato, Asiyê û Emîne, û du qîzê wê Zeyno û Wesîle jinebî mane.
Bi boneya xwedîderketinê gundiyên derdorê li wan xwedî derketine û bi wan re zewicî ne.
Zelo; bi Hesenê Medikê re zewiciyê. Hesenê Medikê kalê bavê min e. Ew jî piştre diçe herbê û venagere. Hezar mixabin du mêrê Zeloya pîra min dibin qurbanê rizgarkirina axa tirkan.
Asiye; Bi Husênê Mistefa re dizewice û piştre Husên jî diçe herbê û venagere.
Herî dawî bi Tahirê Ehmed re dizewice.
Tahirê Ehmed, di dema herbê de esker bûye, piştî ku herb çêdibe teskereya wî tê betalkirin. Piştî 7 salên eskerî û seferiyê bi saxî vedigere malê.
Emîne; Li Cinezûr* dizewice
Fato; Li Pehnav* dizewice
Zeyno; Li Qerengoz* dizewice
Wesîle; Bi Saîd Keyayê apê kalê min re dizewice. Saîd keya di serhildana 1925"an de bi boneya piştgiriyê daye serhildêran ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin.
SERPÊHATIYA TAHIR Û ELÎ
Tahir û Elî zarokên Mihemedê Resûlê mala Beza ne.
Ev herdû bira bi dawîbûna herba Çanakkaleyê bi saxî vedigerin malê.
Elî bavê pîra min bûn û Tahir jî apê wê bûn.
Pîra min Emika Elî behsa serpêhatiya wan wisa dikir..
"Dema seferî çêbû hê ez zorok bûm, wê çaxê gundê me (Husênik) 12 mal bûn, mufreze hatin gund gotin seferî ye û temamê mêran topkirin birin.
Di nav wan de Bavê min û apê Tahir jî hebûn. Du mêrên qirase bûn, herdu jî pirr jîr û wêrek bûn.
Gava bavê min û apê min birin herbê ez li dû wan pirr giriyam.
Ji bo ku apê min Hesen (Hesenê Medikê) kesekî safik bûn û Saîd (Saîd Keya) jî emrê wî piçûk bûn wan nebirin.
Ji bilî gundê me, ji gundên derdorê jî bi dehan kesan birin seferiyê.
Li gund û mezreyan mêrê ku destê wî sîleh digirtin nehîştin hemû birin.
Ji Goma Xicîkan 6 mêr çûne seferiyê û venegeriyan. Hemû jin û bûkên wan jinebî man.
Ji bo lêxwedîderkitina van jinan, mêrên ji gundên derdorê mara xwe bi wan re birîn û bi wan re zewicîn.
Apê min Hesen, bi Zelo re û Saîd jî bi Wesîleya qîza wê re zewicîn. Zeynoya qîza Zelo jî bi yekî Qerengozî re zewicî.
Sê xwişkê wê hebûn, yek li Pehnav, yek li Cinezûr û yek jî bi Husênê Mistefayê mala hezarê re zewicî.
Salekî derbas nebû apê min Hesen jî birin herba Ûriz. Saîd jî di serhildana 1925'an de ji bo alîkariya serhildêran dikir hate kuştin.
Zelo him jinmama min bû, him xesûya min bûn, jinekî mêrkan e û çeleng bûn lê tu xêrî ji xwe nedît, mêrê wê yê ewil çû herba Çanakkaleyê û nehat, mêrê wê yê din apê min Hesen jî di herba Ûriz de di sar û sermayê de qefilî.
Piştî çend salan tevî bavê min û apê min Mihemed Eliyê Zulfî û Tahirê Ehmed ji herbê bi saxî vegeriyan.
Di serhildana Sêx Saîd de, bi pêşengiya Mihemedê Şerîf, bavê min û herdû apê min, û Mihemed Eliyê Zilfîkar jî alîkarî didan serhildêran.
Piştî têkçûna serhildanê ku gund hate şewitandin, tevî bavê min û apê min, Mihemedê Şerîf û Mihemed Eliyê Zilfîkar wekî mehkûm û qaçaxê dewletê bûn.
Wê çaxê esker tim dihatin gund pirsa wan ji me dikirin. Rojekî dîsa esker hatin gund, wê çaxê Apê min Saîd keyayê gund bûn, jê re gotin tu mehkûman xwedî dikî û diparêzî.
Bi dar û dîpçikên tifingan li apê min xistin, çend roj derbas nebû ji ber lêxistinê xwîn kete hûndirê wî û rehmet kir.
Çendekî derbas bû hatin gund hemû dane ber agir û şewitandin, wê çaxê bavê min û apê min jî li cîhekî bi ewle veşartî bûn.
Piştî ku eskeran gund şewitandin û çûn, bavê min û apê min ji bo alîkariya tefandina agir hatin gund, me ew ku dît esker paşve hatin gund. Nexwe li ser îxbarê vegeriya bûn û hatin wan girtin birin.
Gava wan birin, apê min Tahir di destê eskeran de bi ser wî kesê îxanetkar ve zivirî û jê re got; "Heke em bi saxî vegerin, ez ê vê heyfê ji te re nehêlim, lê heke em venegerin wê mal û milkê me û jinê me tev ji te re bimînin.."
Wan birin û venegeriyan!
Xwedê mala wan xira bike, wan dibin li aliyê gundê Serdê* dikujin û diavêjin şikeftekî bê ser û bin."
Vê şikeftê di dema qirkirina Ermeniyan de şahidiya qetilkirina gelek kesan kiriye, bi sedan Ermeniyên ku kuştine avêtine vê şikeftê.
Mihemedê Şerîf û Mihemed Eliyê Zulfîkar jî li ser îxbarê têne girtin.
Mihemedê Şerîf pêşengê serhildana şêx Saîd bûn, wî dibin li niqeba cûmê înfaz dikin, Mihemed Eliyê Zilfîkar jî dibin di mesîleke di navbera gundên Hezan* û Kerwas* de dukujin.
(Hûn dikarin serpêhatiya wan li ser lînkê bixwînin)
www.amidakurd.net/ku/tekst/YEK_JI_SERHILDÊRÊN_SERHILDANA_ŞÊX_SAÎD_MIHEMEDÊ_ŞERÎFÊ_HUSEYNÎKÊ
Kesên ku ji gundê Husênik çûne seferiyê ev in..
Tahirê Hecî Keya: Çanakkale
Eliyê Hecî Keya: Çanakkale
Hesê Medikê: Ûriz
Hesenê Mistefayê Fatikê: Çanakkale
Husênê Mistefayê Fatikê: Çanakkale
Evdilayê Şerîf: Çanakkale
Mihemedê Gozê: Çanakkale
Mistefayê Hesenê Emîn: Çanakkale
Husênê Hesenê Emîn: Çanakkale
Mihemed Eliyê Zilfî: Ûriz
Guleyê Hesenê Emîn: Çanakkale
Husênê Mistefa: Ûriz
Tahirê Ehmed: Ûriz
Mihemedê Eyub: Çanakkale
Mele Emînê Mele Elî: Ûriz
Mihemedê Îsmaîl: Çanakkale
*Cinezûr, gundekî li ser Licê ye
*Pehnav, gundekî li ser Licê ye
*Qerengoz mezreyekî li ser navenda Licê ye
*Serdê, gundekî li ser Hênê ye
*Hezan, gundekî li ser Licê ye
*Kerwas, gundekî li ser Licê ye
http://www.amidakurd.net/ku/tekst/YEK_JI_SERHILDÊRÊN_SERHILDANA_ŞÊX_SAÎD_MIHEMEDÊ_ŞERÎFÊ_HUSEYNÎKÊ