Şeva Çileyê ango Şeva Yeldayê
Me çanda xwe ji têkiliyên xwe yên bi xweza û cografyaya xwe re girt û me li ser bingeha çanda xwe jî reng û teşe girt. Ew bûne kodên me yên civakî. Çanda me ya li ser bingeha fenomenên xwezayî û li ser bingeha cografyaya me ya wekî bihuşt tê pênasekirin şînbûyî, bû bingeha şaristaniya mirovahiyê. Gelek çandên îroj bûne nirxên hevpar ên mirovahiyê jî li ser wê bingehê şîn bûn.
YELDA ango Şeva Çile dirêjtirîn şeva salê ye. Ev roj ji dîrokeka pir kevin a serdema baweriya Mîtra ve wekî cejin tê pîrozkirin. Têkçûna tariyê tê pîrozkirin û bixêrhatina ronahiyê tê kirin. Bi bihêzbûna ronahiyê re Mîtra bihêztir dibe û giyan û enerjî dide xwezayê û hemû caneweran. Roj û cejnên êzdiyan jî, herçendî piştre û ji ber sedemên cuda di nav herikîna dîrokê de di bin bandora hin reng û motîfên îslamiyetê de mabin û manîpule bûbin jî, li ser bingeha vê çand û baweriyê reng û teşe girtine.
21ê meha 12an şeva herî dirêj e. Piştre şev êdî dirêj nabin lê ronahî jî 3 rojan li ber xwe dide û di 24ê mehê de dest pê dike dirêjtir dibe. Ev dibe têkçûna tariyê.
Ronahî mizgîniya germê ya liv û tevgera xweza û hemû caneweran e jî. Ronahî û germî, ber û berhemdariya xwezayê û mizgîniya berdewamiya jiyanê ne ku hemû jî, bi enerjiya ji rojê li hemû cîhan û jiyanê belav dibe ve girêdayî ne. Enerjî liv, tevger û jiyan bixwe ye ku ew jî ji rojê tê girtin. Loma ye ku roj sembola herî mezin a afirîneriyê ye û sembola pîroziya herî mezin e. Loma ku sembola herî kevin a kurdan e jî û loma ku di nav ala û hemû sembolên kurdayetiyê de roj ciyê sereke digire.
Şeva Çile ango Şeva Yeldayê bi şahî û germahiya têkilî, dan û stendinên mirovan, a xizm û malbatan, a der û cîranan, a heval û hogiran tê pîrozkirin. Mêweyên di rengê agir de û bi taybet jî hinar û zebeş têne xwarin, çerez û xwarinên curbecur têne amadekirin û her dever bi find û ronahiyan têne xemilandin, rohnîkirin.
24ê mehê jî Noel´a cîhana xirîstiyan e. Weke rojbûna Îsa pîroz dikin, lê wekî gelek tiştên din, ev jî ji fenomenên xwezayî li mirovan hatiye barkirin. Ango ji bo her fenomeneke xwezayî wekî sembol mirov hatine hilbijartin û ew mirov hatine pîrozkirin û pîrozdîtin. Lewre nekarîne tu wate bidine van fenomenan û şirove bikin. Mirov di nav hemû canewerên din de ji ber mêjiyê xwe pêşketîtir bûye, loma ev fenomen bi mirovan hatine sembolîzekirin. Tenê divê bê dîtin ku kurdan ev yek nekirine. Ji destpêkê ve her tiştî bi liv û tevgerên roj û ronahiyê ve watedar û şirove kirine, ango roj û xwezayê serdestî mirovan girtine û mirovahiyê wekî parceyeke xwezayê ku dikare ew jî mîna besên din ên xwezayê, bi rojê jiyana xwe bidomîne nirxandine. Tista îroj zanist dibêje, jixwe bingeha jiyan, cand û folklore kurdan bûye. Ji çîrok û pîrozbahiyên wan bigire, heya reng û teşeya jiyana wan û çanda wan li ser vê bingehê şîn bûye, wate girtiye. Kodên civaka kurd jî li ser vê bingehê afirîne û teşe dane civakê. Lê ev çand dîsa ji ber sedemên cografîk û xwazeyî û gelek sedemên din, di nav gelên din de bi pêş neketiye û ji çanda me girtine, li gor xwe şirove kirine. 24ê mehê pîrozbahiya Noelê jî yek ji van rastiyan e ku di bin bandora çanda kevnar a kurd de bi pêş ketiye, li mirovan hatiye barkirin, ango di kesayetiya mirovan de hatiye sembolîzekirin, wekî rojbûna Îsa (Jesus-Mesîh) û Kalê Noelê (Ezîz Nicholas. Swêdî dibêjinê Tomte).
Gelek tiştên din hene ku bingeha xwe ji fenomenên xwezayî digirin û bi olan ve hatine pînekirin. Lewre tênegihiştinên mirovan di her dem û serdeman de bûne tirsên wan û mirovan rolên xudayî li wan bar kirine. Bi wan ve ango bi tirsên xwe yên bingeha xwe ji tênegihiştinê digire ve hatine girêdan. Ev girêdana bê ser û çav û bêyî hiş û zanîn piştî demekê bûye derfet û fersend ji bo hin mirovan û tirs û nezanî wekî amûr hâtive bikaranîn.
Ciyê serbilindiyê ye ku kurd ji destpêkê ve rastiya xwezayî dîtine û jiyana xwe li ser wê bingehê honane. Yek ji sedema herî mezin a ku kurd îroj li gel hemû tofanan jî li ser piyan in, ev bi xwe ye. Ziman û çanda me bûye sedema hebûna me û amûra herî bi hêz a berxwedana li dijî her cure tofan û bahozî.
Loma jî banga min li her kurdekî û saziyên kurd heye ku çewa Newroz û Çarşema Sor têne pîrozkirin, divê Şeva Yeldayê ango Şeva Çile jî bi heman coş û xweşiyê bê pîrozkirin. Bila çanda me di nav vê cîhana ku ji me girtiye û li ser înkariya me şîn bûye dîsa bibe sedema ronahiya giyanî ya civaka kurd û kurd li dora van çand û rastiyên xwe kom bibin, vegerin ser rastiya xwe. Ev dê bibe ronahiyek ji mirovahiya pêşverû re jî. Kurd dikarin bi xwedîderketina li rastiya xwe û çanda xwe jî bibine ronahî ji mirovahiyê re.
Mahabad Felat
2019/12/12