Şakelî û Helwesta Jihevxistinê
“Kurmê darê ji darê ye”
Bi pêşketinên li Başûrê Kurdistanê re, bivê nevê mirov rêpana provakasyon û lîstikên giran dikir. Dijminên Kurd, her yek ji kozikên xwe êrîşî vê pêşketinê û serxwebûniya Kurdistanê kirin, niha jî bi tundî vê helwesta xwe didomînin. Heta vê derê tiştekî seyr tune ye. Ger yekîtiya Kurd qewî be, êrîşên bi vî rengî bi kêrî serxwebûna kurdan tên. Kurd bi êrîşên dijmin hevgirtina xwe zexim dikin.
Îro ji her demî bêhtir pêdivî bi yekîtî û piştgiriyê heye. Ji her demî zêdetir em ê xwedî li nirx û rûmetên xwe derkevin, nexwe em ê ji hev bikevin. Wê demê dijminên me dê bi hêsanî destkeftiyên me ji me bistînin, em ê cardin serî bitewinînin, şermezar bibin, car din kuştin û talan dê bibe para me. Îro qet nebe li parçeyekî welat kurd azad dijîn. Heta ku li hemû parçeyan azad bijîn divê em hişyar û li piya bin.
Tiştên ku neteweyan bi hev ve digirin çand, ziman û nirxên neteweyî ne. Li nav hemû neteweyan hin navên mezin derdikevin pêş û ji aliyê hemû neteweyî ve têne nasîn, gel weke rûmetên neteweyî li wan kesan xwedî derdikevin. Ev şexsiyetên mezin dikarin, leşker bin, nivîskar an jî hunermend bin, zanyar an jî lêkolîner bin çi dibin bila bibin bi kirinên xwe dibin rûmeta gel û ji bo pêşketin û zeximkirina yekîtiya netewê dibin hîm ku netewe li ser wî hîmî bilind dibin.
Kurd neteweyeke derengmayî ye. Ji bo dewletbûnê, di pêşketina civakî de, di warê teknolojiyê de, dikare gelek tişt lê zêde bibin. Derdekî giran jî problemên ziman in, ji bilî hebûna zaravayan, alfabeyeke yekgirtî jî nîn e. Ne bi tenê ev in jî, bi sedan meseleyên ku li hêviya çareserbûnê ne li benda pisporên xwe ne.
Baş e em çi dikin? Em pêşî nav ji xwe ber didin, bi dû re li serê kaniyê rûdinên û pê de dirîn di ser de jî, ji xwe pêştir herkesî tewanbar dikin.
Bi avabûna dewletekî azad li başûrê Kurdistanê re, pêşî bazirgan û dizên me êrîşî herêmê kirin, bi dû re jî “rewşenbîr û nivîskarên navdar” berê xwe dane wê derê. Her yek ji bo destkeftiyan, li gorî xwe xebatekî kirin, ku hê jî ev xebatên wan ên “hêja” didomin. Bila nivîskar û rewşenbîrên ji dil, dilê xwe ji vê tespîtê negirin, lewre em qala “navdaran” dikin û şikir ji Xwedê re hê tu nivîskar û rewşenbîrê me yî ji dil nebûne navdar.
Diviya her kesek di warê xwe de bi tenê ji bo neteweya xwe kevirek li wê avahiyê zêde bikira, wê demê hem yekîtiya me xurt dibû hem jî problemên me zû çareser dibûn. Em hê jî dereng nema ne. Ew Kurdên ku em dibêjin “ji dil”, destên xwe bigihênin hev û ji wan “navdaran” re tu av û rû nehêlin. Ji ber ku “navdar” bizdonek in jî, ha te dî bi provakasyoneke dijmin, dev ji lîsên xwe yî bilind berdan û ber bi Ewropayê ve firîn.
Amîda Kurd îro hesasiyetekê temsîl dike. Ev hesasiyet, hesasiyeta nirx, rûmet û destkeftiyên kurdan ên neteweyî ne. Amîda derê xwe ji hemû Kurdên ji dil re vekirî dihêle, dixwaze ew jî tevlî vê hesasiyetê bibin, Lewre jî ev kampanyaya li hember Şakelî rast û di cih de ye. Lewre Şakelî jî weke êşa tûtikan bi êşa navjixweberdanê ketiye. Ew jî weke hemû “rewşenbîrên navdar” wisa zane ku ji bo zêdetir nav ji xwe berde divê bi serê kaniyê ve birî, an jî dev bavêje nirx û rûmetên herî bilind ku bûne hîm ji bo avahiya netewebûna Kurdan.
Ez bawer im ev cara yekem e ku mijarekî wiha bi vê tundiyê dikeve rojeva Kurdan. Hêvî dikim ji îro pê ve, li hember hemû êrîşên li hember nirxên Kurdî, Kurd bi hişyarî û bi lez destên xwe bigihênin hev ku car din teşebusên bi vî rengî zû bêne pûçkirin.
Neyê jibîrkirin ku pirî caran tewanbariyên wiha bi hêza neteweyî, li xwediyên xwe vedigerin, ew bixwe şermezar dibin û bi demê re jî winda dibin.
Di meseleya Şakelî de tiştek din ê siyasî jî heye; hêvîdar im ne bi zanebûn be, lê helwestekî wiha bi tenê xizmeta jihevxistina Kurdan dike, ev jî bi kêrî kî tê ne hewce ye mirov nîqaş bike. Bi vê yekê re jî, bi baweriya min meseleya casûsiyê jî hîn zelaltir dibe.