ŞENGALA PÎROZ
Ez b'derdê Gelîyê Zîlan k’ewgirîm,
Ji bo gorîyên Agirî nalîyam,
Ez ji bo derdê K’oçgirî zaryam…
Derdê Çarç’irayê dilê min hingavt,
Û derdê Amûd û Qamûşlokê,
Û kula ewan zar’ên Helebçê…
Û kula giran – hevtê û sê ferman –
Fermanên li ser Şengal-Lalişê!
Ma tenê ev bûn, lê ji bilî vana?! –
Hevtê û çend ferman anîne ser me?!..
Ez k’îjan derdî îro nav bikim –
Ez k’îjan kulê bînim ber ç’avan?!
Welat seranser bû derya xwînê…
Û dîsa hatin ser Axa Pîroz –
Weke seyên har, gurên berat’ê!..
Şengala kevnar, çendik çend caran
P’akrewan bûyî, lê dîsa weke
Gula bihuştê, car din şîn bûyî!..
Û dema îro dîsa hewar e,
Û dema îro dîsa ferman e,
Hîç kes nikare, me bip’arêze,
Ger em nebin yek - nebin hêzekê –
Ji bo xatirê Dayka Nîştîman,
Ji bo xatirê p’akr’ewanên xwe,
Ji bo r’izgarîya gelê zêryayî…
Ku K’urdistan jî li r’û cîhanê
Serbest û azad bijî, gulvede!
Ku em jî weke gelên cîhanê –
Bi hemû r’engên k’urdistanî va –
Wek xelkên dine serbilind bijîn!
An – na, wê car din fermanê bidin,
Dîsa êrîşan wê bînin ser me –
Êrîşên barbar – ewên hov û har!
Û emê dîsa bêne zêrandin,
Û dîsa xwîna meyê bir’ije,
Û dîsa emê bibin p’enaber –
Hêsîr, segedan li serê r’êyan bin,
Bin p’êyê dijmin da bibine gorî –
Û winda bibin – bê wat’e û armanc!
Gelo ne bes e?! Û heya k’engê?!
Bersîva evê pirsê k’îyê bide? –
Her bi xwe emê bibine bersîv –
Bi bir’yara xwe,
Bi helwesta xwe,
Bi yekîtîya xwe
Û bi cenga xwe –
Cenga r’izgarîyê!
Tu bi bawer be, Şengala Pîroz,
Îro fermana te t’enê nine,
Ewa fermana net’ewa k’urd e!
K’urd û K’urdistan îro bûye yek,
K’urd û K’urdista r’abûye ser p’êyan,
Û r’izgarîya te wê bi xwe bîne,
Azadîya xwe jî wê bigihîne…
Û tuyê bibî ewê cîgehê,
Li k’u yekîtîya me digihîje –
Yekîtya hemûyan – ya net’ewekê,
Şengala Pîroz –
Xaka me r’engîn!...
Korda Mad (Ezîz ê Cewo)
10. 08. 2014
Sîp’an (P’ampa K’urdan)