Şerê psîkolojîk û kurd
Gundê ku ez lê ji dayik bûm, bi peyatî saetek nêzî Qolhesarê; gundê şêx Seîd Efendî yê Pîr e.
Gundiyên me bi tevahî murîdên mala şêx bûn û zarokatiya min, bi qêrîn û hewar û lorînên li ser vê serhildana bi êş û jan derbas bû; ew serhildana ku serok û rêvebirê wê şêxê ezizê ber dilan bû. Di vir de tişta herî balkêş ev e ku; di despêka serhildanê de, yekîtiya kurdan, coş û heyecana kurdan biratiya kurdan tiştek nedîtî ye… Pîr û xort, jin û mêr, dewlemend û xizan, sofî û terkîselat, bi tevahî ji bo serkeftinê dest didin hevdû…Yên dikarin, bi çek û bi bivir û bi çoyan; yên pîr û hêjar bi dua û selewatan , bi yek dil û canî peywira xwe tînin cih û dikin welatê xwe yê stûxar ji destê dagirkeran xelas kin. Di wê pêvajoyê de qetl û xwîn, çavnebarî û mixenetî, bêbextî û hesûdî ji nava xelkê serhedê radibe. Gur û mî bi hev re diçêre… Camêrên ku ji hev pênce mêr kuştine, li hev tên, bi hev re di bin ala kesk û sor û zer de davêjin ser Kela Xinûsê û wê rizgar dikin… Alagirên(bayraqtar) wan “Ehmedê Çarsingê ji gundê Xelilçawîşê ye û min bi xwe jî wî “camêrê girê geriyayî” yê babaegît bi çavên serê xwe dîtiye nas kiriyê û guhdariya suhbetên wî kiriye û bûme şahedê coşa wî... Lê, xweziya berê rojê bihata girtin û wisa nebûya, piştî demek kin û kurt, serhildan têk diçe… Li pey serhildanê li serhedê tiştek ecêb û “kesnedîtî” diqewime;( Ji ber neyîna civaknasan kes li ser nesekinîye) Serhed bi hev dikeve, serobino dibe… Deh mîslê şehîdên serhildanê , di gundan de, di şerên navxweyî de, mirov tên kuştin. Psîkolojiya têkçûyinê ya li hemberî dijmin kok û aca serhedê diqelîne. Ew wekî beranan, wekî pezkûviyên Sîpana Xelatê qoçên xwe di can û bedenên hevdû de ko dikin! Dewleta xayin û bêbext heta jê tê an qet mudaxaleyî van bûyeran nake - bike jî - heta mirina bi dehan kesan bi derengî dimîne. Ên tên girtin, gelek caran bi bertîl, carnan bêsebep(?)tên serbestberdan û ev jî şer û pevçûnan hew diçe gurtir dike. Ev rewşa kambax heta nifşa me berfamkî bû, heta salên 60 û 70’yan kudand. Sedema koçberiya van salan a kurdan a ber bi Anatoliyê ve ji xizaniyê bêhtir, birakujî bixwe ye! Dilê neyar bi vê jî rehet nebû îcar bi komandoyan dest bi “avêtina ser gundan” kir. Gundî rastî zulm û zordariyek bê hempa hatin. Hema bêje di qula derziyê re hatin derbaskirin! Di vê pêvajoyê de kurd hinek bi dek û dolabên dijmin hesiyan. Mêrkujî gelek kêm bibû. Dengbêjan hêdî hêdî dev ji “kilamên li ser heyfhilanînê” berdidan û kilamên “berxwedanê” û yên “dilan” di nava gel de belav dikirin. Dengê Reso û Şakiroyê nemir ji we re -nîvco be jî- şahediya hêviya gel a bi kurdistanê dike . Lê fêlbazî, genîtî û leyistikên kirêt ên dagirkeran bi dawî nebûn… Dîtin ku wê Kurd, li hemberî wan, bikevin kozikan, hin dafik û xefikên ên din danîn ber gelê me yê nezan û belengaz… Îcar bi karbidestên TAPÛ KADASTRO’yê avêtin ser gundan... Belê piştî komandoyan icar dora wan bû… Piraniya erazîyên gundiyan bê tapî û bê qeyd bûn. Rabubûn ranebubûn, ji bav û kalan bi vî hawî dîtibûn. Karbidestên tapû yê di bin siya cendirmeyan de, gund bi gund digeriyan, erdê filankesê jê distendin û didan bêvankesê. Sebeb? Çima? Kes nizanîbû... Tu car bi gundiyan jî ne dişêwirîn. Her tişt defacto bû. Heq û hiqûq ketibû bazarê. Hin malbat di rojekî de vediguheriyan parsekên ber dîwaran! Nema debara xwe di gundê xwe de bikirana… Du rê mabûn li ber wan; an ew ên zevî û mêrgên xwe ji destê gundî yen meriv û xal û xarzî û birazî û xinamiyên xwe xelas bikirana, an jî gund biterikandina, biçûna welatê xerîbiyê!. Bi derketina kadastroyê, gundî bi çek û ço û tevşo û bivir û tirpanan diketin nav hev... Serhed dîsa di nava agirê birakujiyê de diheliya!. Bi hezaran ocax kor bûn. Bi sed hezaran gundî koçî Anatoliya şewitî kirin. Kurd hêviya xwe ji kurdayetî yê birîn. Gotinên ; “ji me tiştek çê na be ! Kurd nabin mirov! Em ne gû(v)kî ne!” ketin devên ji zarokên heft salî bigre heta kalên heftê salî … Psîkolojiya têkçûyinê carek din mala me xera, ocaxa me kor kiribû! Ev malxirabî çi anî? Stûxarî, belengazî, otoasimîlasyona bi dil û canî, ji xwe şermkirin, erdheca derûnî, ji neyarê xwe re heyranî qurbanî, ji hevdû re fesadî, şeytanî... Tu rewşenbîr, tu wêjenas, tu civaknas, tu psîkiyatr nikare derd û kulên serhedê bîne ziman… Bİ HEZARAN KEÇÊN XWE YÊN BÊ ZAR Û ZİMAN, DEH , DONZDEH SALÎ – GELEK CARAN BÊ QELEND- DAN GUNDİYÊN TİRK ÊN SERÊ ÇİYAYÊN ANATOLIYÊ… Kevir heliyan. Piraniyan wan dîn bûn! Gelek ji wan di bazara fihûşê de bûn sermaye! Di her gundek Afyonê de, Manîsayê de, Muglayê de çend parçeyên ji me hatine qetandin hene, kes pê nizane. Ji ber Psîkolojiya têkçûyinê, zarokên serhildana Şêx Seîd, yên Agirî yê, yên Koçgirî yê, yên Dêrsimê parçeyên xwe ji xwe dikirin û didan kî? Hevalno, piştî Serhildana mezin, serhildana me, serhildana îro welat dîsa pel da, kulîlk vekir şax veda… Xwîn û can pê de hat. Birînên xwe pêça, eyb û şermên xwe veşart, xwe bi Şêx Seîd ê Pîr da efûkirin. Bi çi? Bi xwîna bi hezaran şehîdan…Bi efsaneyên herî naif, bi dil û can, bi ked û xwîdanê. Ez bim, di Azadiya Welat a hefteyî ya çend sal berê de bû, nûçeyek hebû, tê bîra kesî? Li bajarê Agirî yê, bavekî sê keçên xwe frotibû Afyoniyan. Ji bona firotina keça xwe ya çardemîn dîsa gazî Afyoniyan kiribû. Lê xortên Agiriyê li otogarê ser û guhên bavê keçikê û yên tucarên Afyoniyan dişikênin û keçikê ji nav dest û lepên wan xelas dikin û wê teslîmî merivekî wê yê bixêr dikin. Hevalno, hinek rewşenbîrên me (?) carnan bi bi gotinên xwe yên ultra –entellektûel, carnan bi psîkolojiya “xwe piçûkdîtinê”, carnan “ji fexr û quretiyê,” lê tim û tim bi Psîkolojiya têkçûyinê êrişî tevgera azdiyê dikin; dibin qirnî, dibin agir û bizot dikevin can û bedenên yên ji dil û can bi can û xwîn ji bo vî gelî têdikoşin. Bi ya min ew hê jî di kûrahiya dilê xwe de baweriya; “ji me tiştek çê na be ! Kurd nabin mirov!” dihewînin… Ma bawriya serkeftinê bi kê û kî re hebe, dikare di nava kar û xebatek din de be; xeynî parêzvaniya yekîtiyê û hêvî û moraldayînê? Ev çend salên dawîn dijmin dike -çawa anî serê bav û kalên me- psîkolojiya têkçûyinê dîsa nava me de belav bike… Ji alîkî ve bombeyan di ser serê me de dibarîne, aliyê din ve bi televîzyon û rojnameyan dike moral li me xera bike, qidûm li me bişikêne... Yên dikevin vê dafikê an hin siyasetmedar û rewşenbîrên me ne ku ew rexneyên ne lirê li tevgera azadiyê dikin...An gundiyên mene ku dîsa çav lê ne, qoçên xwe li hevdû bidin. Ev çend sal e hingî ku dewleta dagirker vê polîtîkaya kirêt, şerê psîkolojîk dimeşîne, bi ya hin hevalan, pevçûnên nava malbatan de zêde bûne… Hin ronakbîrên me , întîxarên jinên me jî piçek bi vê psîkolojiyê ve girê didin. Bi ya min, qasî 40-50 sal berê nebe jî, rêjeya dozên xwînê jî hinek bilind bûye. Hevalno, dijmin, aliyê me yê qels baş dizane. Divê em hêza xwe tu car li hemberî hevdû bikar neynin …Nebin halet û amûrên şerê psîkolîjîk a dewletê. Divê kê û kî dibe; kîjan tevger û sazî dibe bila bibe; ger ji bogelê kurd û Kurdistanê kevirek danî be, gotinek kiribe, ew li nik me pîroz be, ezîzê ber dilê me be… Heqê tu kesî tuneye navên xera lê ke, qûşan lêxe, ber xwe de jê re çêran bike, wî li ber çavan reş ke. YA HERÎ GİRÎNG, HEQÊ KESÎ TUNE, HÊVİYA GEL BİŞKÊNE! Serde ew tevger,tevgera azadiyê be û bi milyonan miriyan ji gorê rakirîbe ! Bi serê we kim, xezeba Xwedê ser me de dibare…