Şeş salên Amîda Kurd û rolên grîng
Vekirina malperekê ji bo xizmeta ziman û çanda kurdî, pêşniyaza kekê min Nîjad Arda bû. Li ser vê bingehê jî pêşî me herduyan dest bi hin xebatan kir û di demeke kin de jî em gihîştine encameke gelek baş. Komek pir baş ava bûbû ji bo destpêkirina xebateke bi vî rengî ya li ser înternetê û me piştî çend civînên li Stockholmê û Stenbolê, dest bi vî karî kir.
Mîna her karî, di vî karî de jî hin kesên ku ji destpêkê ve bi me re bûn, piştî demekê ji ber sedemên cuda bi dûr ketin. Divê li vir bêjim ku sisê ji van, bi rengekî xerab, bê bingeh û ji hemû pîvanan bi dûr, dûr ketin. Hemin dê roj bê ku qala vê rewşê jî bi hemû zelalî û delîlên xwe ve bêne aşkerekirin. Ji bilî wan ku ji karê zêdetir ziyanê dan, hemû kesên ku bi awayekî keda wan têkilî vî karî bû, em ji dil û can malavayiya wan dikin.
Amîda Kurd, piştî demeke kin ku dest bi weşana xwe kir, bala derdoreke pir berfireh kişand û di demeke kin de jî, li gor îstatîstîkên navneteweyî ku me ev çend carî di Amîda Kurd’ê de weşandin jî, bi taybet li Bakurê Kurdistanê bû malpera yekemîn. Her çendî hin malperên din li pêş xuya dikirin jî, bêtir ji ber şopandina wan a ji Ewropayê bû ku hîn jî wisan e. Lewra li gor heman îstatîstîkan ev malper ji sedî navbera 65 û 75’ an ji Ewropayê dihatine şopandin û Amîda Kurd ji sedî navbera 80 û 90’î ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dihate şopandin. Ev rewş nêzî pênc salan domiya, heya par ku hin pirsgirêkên me yên teknîkî der dan. Ji ber van pirsgirêkan jî Amîda nêzî 4 mehan hema bêje bi temamî rawestiya. Beriya wê û piştî wê jî ji xwe bi sistî dimeşiya, heya ku me pergala nû ya niha amade kir ku li gel ev pergalek pir pêşketîye jî, hin kêmasiyên divê bêne temam kirin hene.
Ez bi xwe ji karê teknîkê fam nakim û ew dema min jî tu carî nebûye ku bikaribim serê xwe li ser vê biêşînim, mixabin. Lewra bi rastî min dixwest ku bikaribim bi hevalê me Rêzan Tovjîn re bibime alîkar ku bi taybet jî di warê teknîkê de kedeka wî ya bêhempa heye li ser Amîda Kurd. Lê mixabin ku ew bi tenê ye û karê wî jî ne Amîda Kurd bi tenê ye. Ji lewre jî bi taybet di van demên dawîn de em di gelek karên malperê de bi derengî man û ev bû sedema ku malper rewşa xwe ya berê nikaribe biparêze, bipaş bikeve. Bê guman ku ev ne rewşeke mayende ye, dê bê çareserkirin û dê Amîda Kurd ji rewşa xwe ya berê jî çêtir bibe, lewra teknîka ku niha bikar tîne, ji bo vî karî pir dest dide.
Rola Amîda Kurd
Em bên ser van şeş salên borî û xebatên bi bandor ên Amîda Kurd: Ji destpêkê ve û heya niha jî, ziman ji bo me xala herî grîng bû û dê wisa jî bidome. Li ber vê, çand û huner jî bê guman nehat jibîrkirin û dê neyê jibîrkirin jî. Lê her çendî di destpêkê de me hewl da xwe têkilî rojeva siyasî nekin jî, me dît ku dema mirov kurd be, ne pêkan e ku mirov xwe ji rojeva siyasî ya welatê xwe bi dûr bihêle, lewra aqûbeta masiyê ku ji avê derketiye an hatiye derxistin tê serê mirovan û em jî piştî ku demek wisa pirpitîn, neçar man xwe bavêjine avê, ji bo bikaribin bijîn. Her tişt û ziman jî bi rojeva welêt ve girêdayî bû. Ji lewre jî eger me dixwest em karek baş bikin, diviya me bikariya li ser vê rojevê bandorek jî bikira ku wê demê me dê bikariya bigota ku em bi kêrî tiştek hatin. Me wisa jî kir. Mînak:
Di warê ziman de: Bi sedan gotarên li ser rêzimana kurdî û grîngiya ziman hatin nivîsîn ku ev niha arşîvek xurt e di destê me de û dikare bi serê xwe jî mîna pirtûkeke pir dewlemend bê çapkirin. Cara yekem me balê kişand ser grîngiya ziman ku divê di siyasetê de bê bikaranîn. Lewra me dizanî ku ji bo jîyîn û pêşketina zimanekê, divê ew ziman bibe zimanê bazarê û me pê re jî dît ku bazara kurdan a îroj û ya herî grîng û dewlemend, siyaset e. Ji lewre jî diviya zimanê kurdî biketa nav siyasetê û zimanê siyasetê bibûna kurdî. Li ser vê bingehê me drûşmeyek diyar kir ”Zimanê Siyasetê Divê Bibe Kurdî” û bi vê drûşmê jî me kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin ku ji hemû derdorên kurd kes û sazî beşdarî vê kampanyayê bûn. Di encamê de ev drûşmeya me li kuçe û kolanan, di hemû xwepêşandan û gelek gotar, nîqaşan de û li gelek deveran mîna drûşme hate bilindkirin û ket rojeva kurdan. Em ji vê yekê bê guman ku serbilind bûn. Dîsa cara yekem me balê kişand ser mijara ”Bişatfin û Xwebişaftin”ê û me ji hemû nivîskarên kurd ên bi taybet li ser mijara ziman dadikevin, gotar xwestin. Bi dehan gotarên gelek hêja hatin û me ew weşandin. Demek dirêj ajot û ev mijar jî ket rojeva gelê kurd û bû sedema nîqaşên grîng û di encam de jî biryarên grîng hatin girtin. Li ser wan biryaran gelek çalakî, kar û xebatên hêja hatin meşandin ku hîn jî didomin. Em bi vê jî pir serbilind bûn bê guman û ew gotarên li ser vê mijarê jî dîsa bûne arşîveke pir dewlemend ku ew jî dikarin mîna pirtûkekê, li ser mijara ”Bişaftin û Xwebişaftin” ê bêne çapkirin.
Di warê kampanyayên îmzeyan de: Di van şeş salan de Amîda Kurd nêzî deh kampanyayên îmzeyan li dar xist û ji hemuyan jî encamên grîng girt. Hin ji van mîna min li jor got, li ser ziman bûn û yên din jî li ser pêşveçûnên li welêt û rojeva welêt bûn. Bi van kampanyayên îmzeyan ku dudu ji wan ketine rojeva Roj TV jî û mîna nûçe hatin dayîn û yên din jî ji aliyê gelek malper û hemû ajansên kurdî ve mîna nûçe hatin dayîn. Ev jî bûne sedema tevlîbûneke xurt a van kampanyayan û balkişandineke grîng. Ya grîng ew bû ku rojev bê girtin û li gor wê rê û rêbaz bêne diyar kirin û gavên wêrek bêne avêtin, me jî ev dikir û em bi ser diketin. Şahiya me ya piştî girtina van encamên grîng, ji bo me berdêla gelek tiştî bû.
Di warê bişaftina hin rolên kambax ên di pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya gelê kurd û Kurdistanê de:
Di vî warî de jî em pir bi hêsanî dikarin bibêjin ku tu malper û çapemeniya kurd bi qasî Amîda Kurd bi dilêrî û zelal tevnegeriya. Gotarên me û dema weşandina wan gotaran, îsbata vê rastiyê ye. Me beriya her kesî rengê xwe diyar kir û helwesta xwe nîşan da li hemberî van rolên kambax ku ji lewre jî em her carê bûne armanca gelek gotin û êrîşên qirêj ku çend caran gihîştin asta êrîşên fîzîkî jî. Dê roj bê ev jî bêne aşkerekirin ku hemû di arşîvan de ne. Mînakên van çi ne? Ji mijara Kurd 1’ ê bigire heya ya TRT 6’ê û hin kar û xebatên kambax ên li Başûrê Kurdistanê têne meşandin, heta Fethullah Gulen, cemaeta wî û rola wî ya esasî û xebatên wî yên li bi taybet jî Başûrê Kurdistanê. Dîsa deşîfrekirina hin kesan ku hemû jî li gel navên xwe, karên xwe û rolên xwe yên kambax ve, di van gotar û nûçeyan de hene.
Ez ê bahsa çavnebarî, durûtî û êrîşên hin malperan jî nekim niha, lê dema wê bê ew jî bi mînakên balkêş dikarin bên aşkerekirin. Heya niha jî me tu bersivek nedaye wan û me xwe nekiriye hevalê wan û heya ji me bê jî em ê nekevine wê rewşa wan. Her kes karê xwe dike, her kes bi qasî xwe dike, kesek nikare ji xwe zêdetir be.
Gotina dawî: Ev şeş sal derbas bûn û em ketin sala heftan ku me ji aliyê aborî ve jî destekê ji tu kes an derdorî negirt û ji bo vê me qet hewl jî neda, ya rastî di mêjiyê me re jî derbas nebû û dê nebe jî. Eger derfetek pêşerojê ji reklaman bibe, ew tiştek din, lê wekî din, NA!.. Bêtir jî hevalê me Rêzan Tovjîn di vî warî de ket nav tengasiyê û fedakariyên mezin kirin. Ji niha û bi şûn ve jî, dê qibleya me Zimanê Kurdî be û ji destê me çi bê di vî warî de em ê bikin, bi heman zelalî. Û aliyê me diyar e, kî çi dibêje bila bêje, em ji destpêkê ve alî bûn û em ê alî bin, tenê ya me dide fikirandin, em ê çi qasî bikaribin layiq bin, ne tiştek din.
Li gel rêz û silavan Mahabad Felat Arda [email protected] 2011-04-23