1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Seydo Aydogan
  4. ŞÎDDET û PÊVAJOYA DAWÎN
ŞÎDDET û PÊVAJOYA DAWÎN,şîddet,û,pêvajoya,dawîn

ŞÎDDET û PÊVAJOYA DAWÎN

A+ A-

AKP û HDP: organîzasyona nû

Li devera ku muxalefeteke ciddî nebe ku desthilatdarî jê bitirse, şîddet dibe rêya sereke di çewisandina wan daxwazan de ku ji derveyî xetta siyasî ya sereke ne.

Desthilatdarî, hingê ji bo ku rêyê li ber hêzên dijber an navxweyî bigire, dê hemû celeb taktîkên vegerandina ser "rêya rast" biceribîne. Di vira de, ew ê berê xwe dide zagoneke xwezayî ya weha ku şikandina wê dijwar e: "meşrûbûn".

Berî her tiştî, divê were bibîrxistin ku "Dewlet" û "desthilatdariya dewletê" meşrû ye. Ew vê meşrûbûnê ji hilbijartinan werdigire. Hingê di bin navê parastina berjewendiya dawxaza gelî de, dikare şîddetê jî bi kar bîne. Max Weber yê ku formula vê şîddeta meşrû daniye, nîşan dida ku hingê dewlet xwedan monopola şîddeta meşrû ye jî.

Di dewrên kevn de ku hilbijartin tê de nebûn, qral û siltanan xwe bi Xwedê an Pêxemberan ve girê didan, da ku meşrûbûneke xwezayî ji xwe re bidin avakirin. Gava ku pêwîst bibe, di kîjan dewrê de û li ser kîjan celebê meşrûbûnê be jî, desthilatdar dê "berjewendiyên gelî" weke sedema meşrûkirina çalakiyên xwe bi pêş ve derxin. Her çend armanc parastina desthilatdariyê û statukoyê be jî, gel û heqî û adalet û biratî û wekhevî û carinan azadî jî dikarin weke sedemên xapînok bi pêş ve werin derxistin, da ku armanca sereke di bin re were veşartin. Hemû armanc ew e ku ewlekariya desthilatdariya heyî were teqezkirin.

Ji bo ku mirov xwe ji xapandina desthilatdariyan biparêze, prensîba bingehîn ku divê mirov ji bîr neke, dûriya ji asayîş û nîzama dewletê ye. Devera ku asayîş û ewlekarî lê xurt be û gel li hember desthilatdariyê ranebe, hingê nîzamek heye. Devera ku nîzam lê hebe jî, ji xwe pêdivî bi şîddeta meşrû ve jî namîne. Hingê, em têdigihên ku hemû şîddet ji bo teqezkirina desthilatdariyê û bicîhkirina nîzama wê desthilatdariyê ye. Herçî nîzam e, ew ji bo berdewamî û herdemiya desthilatdariyê girîng e.

Berî her tiştî, şîddet li hember wan kesan e ku li dijî wê desthilatdariyê û wê nîzamê ne. Ev şîddeta meşrû, bê sînor e, bê rawestan e, û heta serkevtina desthilatdariyê jî dikare dewam bike. Sedem jî ew e ku li hember wê, kesekî ku dozê lê bike û wê darizîne tuneye. Di vî warî de, peymanên navneteweyî tekane rêya mazlûmên şîddeta dewletî ne, lê belê prosedura ku xwe bigihînin heta ber wan deriyan ewqasî zehmet e ku bi destê her kesî ve nakeve. Hingê, mazlûm jî dikarin berê xwe bidin şîddetê, lê belê şîddeta wan li ser meşrûbûneke derzagonî ve tê avakirin. Şîddet alava vegerandina ji "rêya xirab" e. Di destê dewletê de ku civakê bi xwe temsîl dike, rêya xirab nikare bi peyvekê bi tenê ve were pênasekirin. Li hember hemû xirabiyan, dezgehên civakî-dewletî hene ku ji bo parastina civak-dewletê dixebitin. Tecawuza jinan, şîddeta li ser zarokan, dizî, gendelî, kuştin, ziyana mal û milkên xelkê, û hwd. dikarin bibin mijara cezakirina bi destê van dezgehan ve. Ev dezgeh hemû jî dê şîddetê bi kar bînin, weke girtin, zindanîkirin, bêparkirina ji mafên civakî, surgunî û li gellek deveran jî îdam û kuştin û hwd., da ku rêyê li ber tevger û sûcên weha bigirin. Ji xwe, gava ku tevgerek dûrî wan sûcan be jî, desthilatdarî dikare ji bo meşrûkirina şîddeta xwe, van sûcan bi kar bîne. Şîddet, ji bo pasîvîzekirin û nermkirina cudahiyan jî tê bikaranîn. Di vê rêyê de di ber qedexekirin û cezakirina reng û awayên cuda, her weha gotareke meşrûkirin û favorîzekirina reng û awayên serdest jî tê avakirin. Asîmîlasyona bi vî rengî ku dibe siyaseta desthilatdariyê ya li hember gel û çandên din, safî şîddet e, lê belê şîddeteke bi bername ye, demdirêj e û encamên wê di cîh de xuya nabin.

Ya ku li ser serê me Kurdan bi qasî sed û pêncî salan hate kirin jî, ev bû. Gava ku me li hember neteweperweriya wan, xwe li neteweperweriya kurdî girt, hingê şîddeteke fizîkî jî dest pê kir.

Di dawiya dewleta osmanî de, fikra guherîn û ji nû ve avakirinê êdî ji aliyê her kesî ve hatibû pejirandin. Lê belê, gelo dê çilo bûya ev awayê nû yê jiyana siyasî?

Her çend soz mozin hatine dayin jî, belge û nameyên wê dewrê ku îroj di destê lêkolîneran de hene, nîşan didin ku tekane rêya çareseriyê hatibû peydakirin ev bû: "wendakirin û tunekirina cudahiyan". Ji bo vê jî, diviya çandên û gelên din di bin navê tirkîtî û îslamê de bihatana civandin. Ev yek li xêra hemûyan bû û di bin wî navî de dihat pêşkêşkirin. Ji bo vê, diviya milletên musulman jî ev desthilatdariya nû bipejirandaya û biparastaya. Gava ku xetereya Ermeniyan ji holê hate rakirin, êdî dor hatibû ser Yûnanan. Di her du bernameyan de jî, hê navê sîstema nû nehatibû danîn. Şerrê ku hebû, li ser navê Îslamê dihat meşrûkirin û propagandaya li ser "fille û kafiran" dihat kirin.

Di dewra cumhuriyetê de jî heman ziman û gotar dihat bikaranîn. Kurd di dîskûra fermî de tim hebûn, lê belê di dîskûra devkî de bûn û li hember Kurdan bi tenê ev dîskûr dihat bikaranîn. 90 sal piştî avakirina komarê, sîstem dîsa xitimî, lewre diyalektîka dîrokî pêvajoyek e ku rê nikare li ber were girtin. Lê belê Tirk jî fêrî wê diyalektîkê bûne êdî. Ji dêleva lihevkirina bi Kurdan re, ew ê tim hewl bidin ku Kurdan bînin ser "rêya rast" ya ku li xêra her kesî ye. Hingê, armanc qet neguheriye: yekîtiya neteweyî û xakî di bin navê tirk-îslamê de ku navê wê "osmanîzma nû" ye.

Ji bo vê ye ku dewleta tirk ya nuha, amade bû ku hemû daxwazên Kurdan bazar bikirana, bi şertê ku Kurd dewleteke cuda nexwazin, bi şertê ku Kurd serdestiya zimanê tirkî weke zimanê hevpar bipejirînin. Delîla vê analîza me, daxuyaniyên rayedarên tirk in ku li ser sîstema eyaletan û her weha li ser perwerdehiya zimanê kurdî gellekî hatine dubarekirin. Rayedarên Kurdan jî ev daxwazên wan hemû pejirandin. Gotara ku li ser "xilasiya dewra netewe-dewletê", daxuyaniyên li ser "îlkel milliyetçiyên kurd" û marjînalîzekirina wan, "avêtina Kurdistanê ya ser sergoyî" û herî dawîn jî gotara li ser "em ne partiyeke kurd in, em partiyeke Tirkiyeyî ne" di vê rêyê bersivên zelal bûn ku nîşana lihevkirineke fiîlî bûn: projeya Tirkan ya organîzasyona nû (yanî tanzîmata nû), gihîştibû serî. Kurd vegeriyabûn ser rêya rast.

Lê belê, weha nebû. Kurdan hesabên xwe yên veşartî derxistin holê, lewre wan jî dît ku dewlet bi awayekî aşkere wan dixapîne.

Di vî warî de sê helwêstên cuda di nava Kurdan de hate dîtin. Hin Kurdan hewl da ku bazarê bikin (PKK û BDP-HDP), hin Kurdan baweriya xwe bi temamî bi bernameya desthilatdariya Tirkan ve anî (bi taybetî Kurdên ji derveyî PKK'ê ku ji bo hatina Anqereyê bi hev re ketin pêşbaziyê), hin Kurdan jî qet guh neda hewlên dewletê, lewre wan dewlet weke dijmin bi nav dikir û daxwaza dewleteke serbixwe dikir (Kurdên ilkel milliyetçi). Her sê koman jî, ji xwe re sedemên xurt ava dikirin û her sê jî ji hêla xwe ve mafdar bûn.

Lê belê, siyaseteke xwedan prensîb tu caran naxelite, lewre ew bi dijminê xwe re rûnane, heta ku dijmin bi awayekî aşkere mafên wan qebûl neke û bi xwe doza bazarê li wan neke. Dewletê hê qanûnek jî dernexistiye ku tê de mafên Kurdan bi aşkereyî nas bike, lê belê her kesî mîna serkevtinekê hilbijartinên 7'ê hezîranê pîroz dikirin. Te digot qey me dewlet bi dest ve xistiye, lê ji xwe armanca bernameya dewletê jî ew bû ku wê baweriyê bide me, da ku em bibêjin qey em xwediyê dewletê ne, beyî ku navê me di tu qeydan de hebe. Hindik mabû ku em pê bixapiyana. Xwedê kir ku desthilatdariyê rûyê xwe yê rastiyê zû aşkere kir.

Di vê pêvajoya dawîn û bidawîkirina pêvajoya çareseriyê de, tevgera Kurdan jî hin rexneyan heq dike. Berî her tiştî, tevgera kurdî bi çavkorî diçû ser maseyê û zêde baweriya xwe bi dewletê ve dianî. Hevdîtinên Osloyê û yên Îmrali û Dolmabahçeyê, nîşana wê ne ku dewletê çi bixwastaya, ew dê bibûya. Gava ku bi ya wê nebû jî, pehînek li maseya bazarê xist û jê rabû. Hingê, şerrî ji nû ve dest pê kir, lê rengê xwe guhert. Bi vî awayî ve, dewlet ji nû ve vegeriya kirasê xwe yê pêşîn. Deverên ku civata HDP'ê lê xurt e, dewletê berê xwe dayê, da ku saziya tevgera kurdî ya bajaran hilweşîne. Ev daxwaza wê, di dosyeya girtina KCK'iyan de jî xuya bûbû, lê belê nikarîbû bi aşkereyî xelk hemû tawanbar bikirana, lewre gellek kesên ku peywendiya wan ya organîk bi PKK'ê re nebû jî di nava saziya civakî de dixebitîn. Hingê dewletê sîleha xwe ya kevn derxist. Ji gelê kurd re got "mesafeyê têxin nava xwe û terorîstan" û hat. Bê guman, xelk perîşan bû, yê ku karîbûn, mîna salên 90'î reviyan û çûn. Xort û ciwan hatin kuştin û hatin girtin. Dewletê, ne bi tenê şîddet, lê belê vê carê bi "terorîzma meşrû" ve dihat. Lewre "tirsandin" bi xwe "terorîzm" e. Dewletê, cara yekem bi hemû hêza xwe û çavsoriya xwe ve girt ser tax û bajarên ku tu desthilatdariya wê lê nemabû, da ku hêza xwe nîşan bidaya. Şerr j ibo nîşandayina hêzê û teqezkirina desthilatdariyê ye. Lewre, dewlet ji daxuyaniyên xweseriyê tirsiya. Lê, heger mirov rastiyê ji xwişk û birayên xwe re bibêje, gelê me "daxuyaniya xweseriya demokratîk" û pêdiviya daxuyaniyên bi vî rengî baş fahm nekir. Dewlet di propagandaya li dijî tevgera kurdî de bi ser ket. Heta ku mirov bi qasî dijminê xwe çavsor nebe, mirov nikare bi ser bikeve. Me gelê xwe organîze nekir û encamê nîşan da ku em ne amadeyî şerrê nava bajaran bûn.

Gava ku mirov di nava sîstema fermî de be, mirov nikare bibêje "ez vê sîstemê nas nakim". Parlamenterên me hene, nûnerên me di hemû qadên dewletê de hene, lê em li daxuyaniyên xweseriyê didin ku mirov vî aqlê siyasî fahm nake, lewre mişt navkokî ye. Madem em ji bo serxwebûnê naxebitin, hingê em ê çima zarokên xwe bidin kuştin. Xelkê ev pirs bi aşkereyî ji xwe kirine. Ew tevgera ku tim pesnê girseya xwe dide, piştî xilaskirina pêvajoya çareseriyê, êdî nema dikare wê girseyê bi rê ve bibe. Sedemên wê jî zelal in.

Partiya HDP'ê û BDP û DTP'ê bi xwe jî, ji 2007'an ve ye ku pirsan ji xwe dikin. Ew jî di nava vê bernameya desthilatdariya nû de ji xwe re li cîhekî digeriyan. Di nava radîkalîzm û konformîzmê de nifşekî siyasî yê nû hate avakirin ku rengê siyaseta legal ya ku em fêr bûbûnê hemû guherand. Piştî 25 salên siyaseta legal, em dizanin ku çareseriya bi rêya legal ve ne mimkun e êdî. Êdî baweriya kesî bi Tirkiyeyîbûnê ve nayê. Lê belê, gava ku zêdetir ji hefteyekê ciwanên kurd di avahiyeke Cizîrê de asê man û hatin qetilkirin, li hember şîddeta dewletê, tevgera kurd şîddeta helwêsta xwe nîşan neda. Ew girseya yekmilyonî ku ji bo cejnan diciviya, êdî ji bo parastina 60 çalakvanên kurd nediciviya.

Divê mirov rastiya xwe li xwe mikur were. Sedem jî gellekî zelal û aşkere ye. Gava ku mirov dê canê xwe feda bike, divê mirov bizane bê ji bo çi ye. Bila kes li qisûrê nenihere. Kes ji bo Tirkiyeyîbûnê canê xwe feda nake; lê belê gelê me dibê qey tevgera kurdî ji bo Tirkiyeyîbûnê têdikoşe, lewre "Kurdistana serbixwe" hê jî di çopa ber mala Hatip Dicle de ye. Heger armanc ne welatekî serbixwe be jî, kes zarokên xwe belasebeb naşîne serê çiyê, kes pereyan nade tevgerê, kes zarokên xwe nade kuştin, kes xwe feda nake. Bi taybetî jî, heta ku metodeke demokrasiya navxweyî di nava tevgerê de serdest nebe, zehmet e ku mirov bifikire ku fikra azad di nava tevgerê de were temsîlkirin û muxalefet li dora wê bicive.

Tevgera kurdî bi xwe jî di van du salên dawîn de li organîzasyoneke nû digere. Weha diyar e ku dîskûra wê diguhere û metodên xwe jî belkî biguherîne û berê xwe êdî bide koka xwe û vegera jêderka xwe, yanî gelê xwe û daxwazên gelî ku jê re bûne çavkanî, yanî azadî û serxwebûna Kurdistanê. Ji bo vê jî, tevgera kurdî divê gotereke kurdewar ku dijminahiya tu hêzên kurdî neke ji xwe re bike alav, da ku bikare roleke federatîf li Bakur û Rojavayê bilîze. Tu xêra me di yektîpî û yekrengiya milîtanîzma çepgir de tuneye, lewre tevgera me bingehên xwe ji daxwazên neteweyî werdigire, ne ji daxwazên çepgir, her çend xwendina me ya rewşê çepgir û marksîst be jî.


Gotinên miftehî :