Şîdeta bê ziman
Em di heftiya roja cîhanî ya tekoşîna li hember şîdeta li ser jinê de ne. Çend roje pê re mijûl im ku çend dosyayên taybe li ser jinên li Kurdistan, Îran, Efxanistan û bi giştî hinek welatên Rojhilata Navîn çêbikim. Encamên heyî mirovan bi asta şîdeta li ser jinan dihesîne. Dema mirov baş li mijarê temaşe dike di rastî de tekoşîn û şerek çetîn di navebera jin û mêr de heye. Wer lê hatiye ku tu dibêjî qeyê karê mêr bikaranîna şîdetê ye û karê jin jî hertim xweparastin e. Mirov dema gotina şîdet û tundiyê baş lêbikole, ewqas di hest, raman û reftarên me yên jiyanê de bi bandor bûye ku dîtin û çareserkirina wê pêwîstî bi kûrbûneke fikrî ya gelekî bihêz heye.
Ji ber van rojan li ser vê mijarê hinek din kûr dibim, hemû helwest û nêzîkbûn hîn baştir di serê min de zelal dibe. Di nav cadeyê de li ber jinan derbas dibim û ji xwe re li makyaja rûyê wan temaşe dikim, şîdeta derûnî ya li ser jinan hatiye ferzkirin, bi awayekî ew neçar kiriye ku tu caran wek xwe jiyan neke. Li televîzyonan temaşe dikim hemû bername û rêzefîlm jinan mehkûmî hest û fîzîka wê dike. Jin dibe sedema şer, pevçûn û fesadiyê û mêr jî hertim bavek baş, zilamek evîndar û hêmin e. Di rewşekî ku hemû şer jî li ser gihiştina bi mêr e. Wer lê kirine ku ew mêr bûye heqîqet û navenda her tiştî, gihiştina bi wî wek xeyalên qehremanên filîman e. Ev rastî hestiyê civakê jan dide û reş û şîn dike. Şîdeta ku nahêle tu wek xwe bifikirî, tu bibî ya xwe, tu gotinên xwe bêjî, nabe bibe parçeyek ji rastiya me ya civakî û kesayet.
Li hember şîdeta veşartî û ya eşkere jî tu refleksek civakî nîne, kes nabêje û dengê xwe dernaxe ku ev ne ez im. Ev ne rastiya jinan e ku hûn nîşan didin. Em nikarin tenê rûnên û ji dûr ve şahidê nivîsandina wêje û dîrokek li dijî xwe bin. Em bi gotinên ezbere û yên ku jixwe sîstema li hember me dixwaze wateya wê wenda bike, tenê nikarin xwe îfade bikin. Ji bo pêşîgirtina şîdeta heyî divê di serî de em zimanê xwe yê hest, dil, wêje, dîrok û baweriyê biguherînin. Ez her tim dema di stranên Kurdî yên klasîk de guhdarî stranên ku ji zimanê jinan hatiye gotin dikim, fam dikim ku asta wêrekî, xwe îfadekirin û taybetîbûn di hemû gotinên wan de ji me gelekî li pêş bûye. Pergala modernîteya heyî zimanê me yê tekoşînê jî mixabin li gor xwe şekil daye û qiseyan bi me dide gotin. Em ji bo xwe hinekî biaxivin, belkî ew şîdeta li ser ruh û bedena me sivik be û giraniyê neke. Em bi zimanê xwe hestên xwe bi nav bikin, ne bi zimanek din. Em bi çavê xwe li xwe temaşe bikin ne bi çavê kesek din, ji bo em bibînin rastiya li ser me tê ferzkirin. Zimanê vê şîdetê nîne ku em bi nav bikin, ker û lale tenê bêdeng ruhê me dixwe. Yan bi destê rejîmên cinsiyetparêz yan jî bi destê me bi xwe. Şîdeta li ser me hatiye ferzkirin mixabin gelekî kûr û zirav û bêdeng e. Ev jî şîdeteke ku tu serî li hember ditewînî û dipejirînî. Şîdet di ruh û mêjiyê xwe de wek heqîqet qebûlkirin, şîdeta herî mezin e li hember xwe û civaka xwe. Çawa ku olperestiya hişk û zuha di rojekê de bi sedan kesî serê wan jê dike û dikuje, cinsiyetparêzî jî her roj min, te û me hemiyan hêdî hêdî dikuje. Wê demê ger tekoşînek hevpar di warê ruhî û fikrî de li hember van herdu rastiyan nebe, emê bişibin yek ji wan, emê bibin şirîkê wan.